Divê ez ji niştiman destûrê bixwezim

Divê ez ji niştiman destûrê bixwezim

Nivîskar Cankurd bi taybetî ji bo malpera me çend helbestên Nîzar Qebbanî ji erebî wergerandine. Fermo, em îro çend heban çap dikin.

 

Nîzar Qebbanî

Wergerandin ji erebî: Cankurd

 

Nîzar Qebbanî (1923 Şam – 1999 London)

[Sala 1944 li Şamê zagon xwendiye û ketiye nav karê diplomasî, û bi wê rêkê li gelek welat û bajaran geriyaye, cîhan naskiriye. Di Bihara 1944ê da dev ji karê diplomasî berdaye û li Beyrûtê (Libnanê) belavxaneyek li ser navê sala 1966ê vekiriye û xwe ji helbestê re vala kiriye. Pirtûka wî ya hozanvaniyê ya serekîn “Esmerê bo min got” sala 1944ê derket. Pişt re (40) pirtûkên wî yên din hatine belavkirinê. Şikestina Ereban û reva wan a mezin di cenga Hizêranê da sala 1967ê Nîzar Qebbanî ji hozanvanekî evînê kir hozanvanekî berxwedan û roşenbîriya netewî û serîneçemandinê li ber serakên Ereban. (Hewamêş eela defter Elnekse” sala 1967ê bû egera ku ew ji rast û çepê ve hatiye rexnekirin û neyartiya deselatdariyên Ereb bi wî re mezintir bûye. Di 30.04.1999 da Nîzar Qebbanî wek mezintirîn hozanvanê evînê li ba Ereban di sedala çûyî da bar kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. ][ Li hin ciyan sala mirina wî 1998 hatiye nivisandin]

 

Lê dosta minê

Di van rojan da, lê dosta minê…

Ji berîkên me panpelîskeke havînî, ku bi navê niştiman e, derdikeve.

Ji lêvên me pêçekeke Şamî, ku bi navê niştiman e, derdikeve.

Ji kurtikên me derdikevin

Koçkên azanê…Bilbil..Cobar..Qurnefîl, Boyîk…

Çûkeke avî, bi navê niştiman e.

Ez dixwazim te bibînim, lê xanima minê

Lê ez ditirsim xişûşa niştiman birîndar bikim.

Ez dixwazim bang li te bikim

Lê ez ditirsim, ku pencereyên niştiman min bibihîsin.

Ez dixwazim hezkirinê li gor rêgaha xwe bikim

Lê ez ji gewciya (ehmeqiya) xwe şerm dikim

Li ber şîniyên niştiman.

 

○○○○

 

Hezkirineke…bê sînor

 

-1-

Lê xanima min:

Tu giringtirîn jin bû di dûroka min da

Berî koçkirina salê.

Tu niha…giringtirîn jinî

Piştî bûyîna vê salê…

Tu jineka ku ez bi kat û rojan najimêrim.

Tu jineka ku ji mêweya helbestê hatîye çêkirin.

û ji zêrê xewnan…

Tu jineka ku di govdê min da rûniştî bû

Berî bi milyonan sal…

 

-2-

Lê xanima min:

A ji pembî û ewiran hatiye rêstin

Lê baranên ji yaqûtê

Lê çemên ji Nehawendê…

Lê daristanên ji mermerê…

Ewa wek masiyan di ava dil da avjeniyê dike…

û di çavan da wek refeke qumrî dadinişe…

Wê tiştek di xûngermiya min da neyê guhartin…

Di hîsên min da…

di baweriya min da…

Ez ê her li ser ola Islamê bimînim…

 

-3-

Lê xanima min:

Guh nede lêdanka demê û

navên salan…

Tu jinî, dimînî jin, di her deman da.

Ezê ji te hezbikim…

Gava ketina nav sedsala bîst û yekê..

û gava ketina nav sedala bîst û pêncê…

û gava ketina nav sedala bîst û nehê…

û ez ê ji te hez bikim…gava avêd zireyê zuwa dibin…

û daristan disotin…

 

-4-

Lê xanima min:

Tu kurtiya teviya helbestê yî…

û gula giş azadiyanî

Bese ku ez tîpên navê te yek û yek lêvbikim…

Ta ez bibim şahê helbestê…

û Fîre’wnê bêjeyan…

Bese ku jineka wek te dildariya min bike…

Ta ez di pirtûkên dûrokê kevim…

û bo min ala bên hildan…

 

-5-

Lê xanima min:

Ne pirpite wek firindekî di demên cejnan da

Wê tiştek ji min neyê guhartin…

Wê raneweste çemê evînê ji herikînê…

Wê raneweste tirkiniya dil ji lêdanê

Wê raneweste kewê helbestê ji firînê…

Gava hezkirin mezin be…

û dildar heyvek be…

Ev hezkirin naye guhartin

Ku bibe hembêzek pûşê agir vêketî…

 

-6-

Lê xanima min:

Tiştek çaved min tijî nake

Ne çire…

û ne xeml

û ne jî zengilên cejnê…

û ne jî dara zayînê…

Bo min kolan bê wate ye.

Bo min meyxane bê wate ye.

Ne xema min e

Çi peyv li ser kertên cejnan tên nivisandin.

 

-7-

Lê xanima min:

Ji dengê te pê ve tiştek naye bîra min

Gava çangên cejnan lêdidin.

Ji bînweşîna te bêtir tiştek naye bîra min

Gava ez li ser pelên geyan radizim.

Ji dêmê te pê ve tiştek naye bîra min

Gava berf bi ser cilên min da dibare…

û ez qijqija hêzingan dibihîsim…

 

-8-

Tiştê min dilşad dike, lê xanima min

Ewe, ku ez wek çivîkê bi tirs

Xwe di nav baxên bijangan da comdikim…

 

-9-

Tiştê min çavrohn dike, lê xanima min

Ewe, ku pênivîsekî ji pênivîsên h’ibrê (reşavê) diyarî min bikî…

Ez hembêz bikim… û wek zarokan xweşiyar rakevim…

 

-10-

Lê xanima min:

Çiqas ez di nebedgeha xwe da xweşiyarim

Ez ava helbestê diparzinînim…

û ez ji meya evdalan vedixum

Ez çi bi hêzim… gava ez dost bim

Bo azadiyê… û bo mirov…

 

-11-

Lê xanima min:

Çendîn ez omêdwar bûm,

Min di serdema rohnîdariyê (1) da ji te hezbikira

û di serdema wênekêşiyê da….

û di serdema piyonîran (pêşmêran) da

Çiqas min omêd hebû,

Ez rojekê rastî te bihatima

Li Floransa.

An Qurtube.

An li Kofe.

An li Heleb.

An jî li malekê ji taxên Şamê…

 

-12-

Lê xanima min:

Çiqas min dil hebû,

Em bi hev re biçûna

Ber bi welatin ku gîtar deselatdariyê li wir dike.

Ku hezkirin bê surh e,

û peyv bê surhin û xewn bê surhin.

 

-13-

Lê xanima min:

Xwe bi paşerojê ve gêro meke, lê xanima min

Wê dilbîriya min her ji berê bi hêztir be

û ji berê xorttir be…

Tu jineka ku dubare nabe… di dûroka gulan da…

û di dûroka helbestê da…

û di bîrana zenbeq û rîhanan da…

 

-14-

Lê xanima cîhanê:

Di rojên pêş me da

Ji hezkirina te pê ve

Tiştek min gêro nake.

Tu afreta min a yekemî.

Dayika min a yekemî.

Tu danga (2) min a yekemî.

Pêmijûliya min a yekemî.

Xweziya li ganketina (3) min a yekemî.

Tûka rizgarkirina min î di dema lehiyê da…

 

-15-

lê xanima min:

lê xanima yekem a helbestê.

Ka destê xwe yê rastê bîne,

Ez xwe tê da veşêrim..

Ka destê xwe yê çepê bîne..

Ku ez tê da cîhwar bibim..

Tenê pevekek evînê bo min bibêje

Da cejin dest pêbikin.

 

London, 01.01.1995

————————————————-

(1)                 Dema Tenwîr û hilgaftina zanînê li Europa

(2)                 Dang: Rehimê jinan, ku zarok tê da pêda dibin

(3)                 Ganxwezî: Sozanî, bi Erebî (Şebeq), dil li gankirinê be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev