Seydayê Cegerxwîn û Mesela Kevirê Qul

Seydayê Cegerxwîn û Mesela Kevirê Qul

Mela Mihyedîn

Dema herba cîhanê ya yekê bû. Bi texmînî sal 1916 bû. Dewleta Ûris (Rûs) û gelê Ermen bi yekitî li dijî dewleta Osmanî ketin şer. Yekîtîya wan xurt bû û di hemû qadên şerî de zora Osmanîyan dibirin.

Bê zehmetî heta Bilîsê (Bidlîs) hatibûn. Leşkerên Osmanî bi paş ve kişîyabûn. Kesê li qadê mayî, Ûris, Ermen û Kurd bûn.

Kurdên bê aqil serî rakir li hemberî leşkerê Ûris û milîsên Ermenan.

Serî rakir nevîyên Kawayê Hesinkar û rê nedan îttîfaqa Ûris û Ermenan. Kurda her çiqasî di şerî de qezenc kiribû jî lê li ser masê wenda kir.

Derdê Ûrisan Kevirê Qul (Bilîs) bû.

Seydayê Cegerxwîn li ser vê rewşê wiha gotibû.

“Rûs hatîye Kevirê Qul

Kesî nekir miqabil

Ji xeynî Kurdê bê aqil”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev