Zimanê bêxwedî

Zimanê bêxwedî

Raman Ehmed

Nivîskar “Oscar Wilde” di sîtasyoneke xwe de dibêje: “Das Leben ist zu kurz, um Deutsch zu lernen”.
Ango “Jiyan gelekî kin e (kurt e) ji bo fêrbûna zimanê Almanî”.
Mebest jê ew e, ku zimanê Almanî zimanekî gelekî zehmet e.

Tevî zehmetiya fêrbûna vî zimanî piraniya kurdên me yên li Almaniya dijîn, di navbera sê salan de êdî baş fêrî Almanî bûne -xwendin, nivîsandin û axaftin-.

Ev bi xwe cihê serfiraziyê ye ji alîkî de, lê ji aliyekî din ve ev yek hinekî xemgîniyeke bêhempa dixe dilê min.
Bi taybet dema ku mijar li ser zimanê dayikê be.
Ez bi rastî gelekî matmah dimînim, kurdek dikare xwe sê salan bi ber zimanekî de ta ku bi wî zimanî bixwîne û binivîse. Lê ji bo zimanê xwe yê dayikê, nikare kêlîkê ji dema xwe di fêrbûnê de winda bike.

Tiştê herî kambax ew e, ku li vir berî demekê hin kesên kurdhez destpêşxêriyek bi rê ve birin, ku zimanê Kurdî jî li dibistanên Almaniya were xwendin.
Lê piraniya kurdên me li dijî vê biryarê derketin û hinan jî got, ku bila zarokên me bi zimanê erebî bixwînin.
Ev jî bi bihaneya wê yekê bû, ku zarok li mal dikarin fêrî kurdî bibin lê hema zimanê erebî nikarin.

Ev kiryar bi xwe dide xuyakirin, ku em kurd herûher dixwazin ji çand û zimanê dagîrkerên xwe re koletiyê bikin.
Ne bi tenê kurdên rojavayî; lê belê yên bakurî jî wiha ne, ku zimanê Tirkî zimanekî pîroz ji xwe re dibînin.

Miletekî ku ji zimanê xwe hez nekir an tinazî û qurf bi zimanê xwe kir, ev milet ne pêş dikeve, ne jî ticarî dibe xwedî dewlet.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev