KENDAL

KENDAL

Önen Abdurrahman, erdnîgarzan

 

Gelo li gor we kendal şiklekî erdnîgarî yê çawa ye? Hun peyva ‘kendal’ê bi çi wateyê bi kar tînin?

“Ava lat û kendalên başûrê rojavayê Çîyayê Sipî digîhêje ser çemên Sîwan û Qerbegan.” (Amed Tîgrîs)

Kendalê Hêşîn li Pasûrê (Kulp, navçeya Amedê) navê deverekê ye.

“Dengê wî diherikî, digîhîşt newal û kendalên çîyayên Qisir.” (Orûç Sûral, Wextekê Xoçvan.)

Kendalê Beş li nêzîkî Gelîyê Sefo yê Qelqelîyê (Özalp, navçeya Wanê) dimîne.

Kendalê Gîlê di nabêna Sera (Sera Mexîna/Saray, navçeya Wanê), Çaxsere û Êngizê de dimîne. Rêya van deveran di vê kendalê re derbas dibe.

“Koyê Sipî pêro kerreyê tehtî, qintareyî, şikeftî, zinar û zixrê ê kaşan û kendalan ra yê, ne însan ne heywanî eşkenî pa bigêrî.” (Wehdet Sîwanij, http://www.zazaki.net/haber/dew-koy-sip-464.htm)

 

Kendal û navê hin gundan:
Kendal (Sırt, mezra Qizila Şên ya Dêrika Çîyayê Mazî).
Kendalîn (gundekî Midyadê ye).
Kendalava (Ovakent, mezra Evdîcixmeza Xamûrê ye).

 

Wêne: Önen Abdurrahman 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev