Kujer jî dikarin evîndar bibin: “Ez nêrîna te bi xwe re dibim”

Kujer jî dikarin evîndar bibin: “Ez nêrîna te bi xwe re dibim”

Rohat Alakom

Nivîskarê swedî-yunanî Theodor Kallifatides ku ji sala 1964an heta niha li Swêdê dijî gelek roman û berhemên din weşandine. Ev çend sal in nivîskar dest pê kiriye herwiha romanên polîsî jî dinivîse. Heta niha di vê rêzê de sê romanên wî derketine û navê ya dawîn I hennes blick e. Piraniya bûyerên romanê di payîza dereng a sala 2001an de li taxa Stockholmê ya bi navê Huddinge derbas dibin. Roman ji çend aliyên xwe ve bala me dikşîne. Yek ji wan temayên ku di romanê de hene jî temaya kurdî ye. Dema mirov romanê ji serî heta dawî dixwîne dibîne ku xwîşk-bira herdu lehengên romanê bi koka xwe kurd in û du kesayetiyên sereke pêk tînin. Di danasînên ku li ser romanê de hatine nivîsîn de rexnevan tenê gelek bi kurtî balê dikşînin ser mijarên wek “Rewşa kurdan li Tirkiyê” û “Miameleya ku Tirkiye li kurdan dike”.

Yek ji van lehengên romanê kurdekî bi navê Kemal Fahed e ku di zincîra bûyeran de roleke mezin dilîze. Di 12 saliya xwe de diçe serê çîyan bona li hemberî tirkan şer bike. Mehekê şunda tirkekî dikuje. Kesê ku tê kuştin pêzevengekî ku bi erebeya xwe Volkswagnen-bus gund bi gund digere û bona jin û keçan bi pere bikire, paşê wan bibe di sûkên kerxaneyên Stembol û Enqereyê bifroşe. Berî ku wan bifroje jî cara pêşîn ew bi wan re radizê. Nasên van jinan gelek caran hewl dane bona vî pêzevengî bikujin û jê xelas bibin, lê belê ew bi serneketine. Gundiyan bi gulan û bi kêran êriş birine ser, lê belê hertim ji van êrişan xelas bûye. Di dawiyê de şêniyê van deveran bawer kirine ku ev kesa yekî nemir e! Lê belê lehengê romanê Kemal Fahed wiha nafikire. Rojekê ew kincên jinan li xwe dike, dikeve dilqê jinan. Ew bi vê rêyê vî pezevengî rojekê dixapîne. Bi guleyekê orta herdu çavên wî lêdide û wî dikuje. Kemal Fahed êdî di çavên şêniyê van deveran de dibe qehremanekî. Çawa em ê paşê jî bibînin ew ê li Fransayê û li Swêdê di gelek bûyerên kuştin û lêxistinê de dîsa vî metodê xwe diceribîne. Bi alîkariya rojnamevanekî fransî Jean-Pierr Bonelli paşê Kemal Fahed tê Fransayê. Di nav demeke kurt de zimanê fransî fêr dibe û ligel fransiyan gelek têkiliyan pêk tîne. Mirov di romanê de agahdar dibe ku malbata wî ji gundekî berpala Çîyayê Agiriyê ye. Ji ber vê yekê Kemal Fahed carcar bi mahlasa “Mirovê ji Çîyayê Bilind” tê nasîn. Lêkolîn û şika polês hêdî hêdî dişimite ser Çîyayê Agiriyê. Ev kurda ji destpêka romanê heta dawiya romanê navê xwe her dide bîhistin. Wek kujerekî serî (ji duda zêdetir kes kuştine) polês û dedektîvan gelek mijûl dike. Kristina Vendel ku li taxa Huddingê di Daîreya Polês Beş Şeşan de wek komîsera karên krîmînal kar dike Kemal dinase lê belê nizane ew kujerekî serî ye. Têkiliyên Kemal û Kristinayê bi tehrekî din heta dawiya romanê her berdewam dikin.

Di vê romanê de jîyana keçeke kurd jî heye, ew xwîşka Kemal e û navê wê Assine ye. Ev keçika 16 salî di warê lîstika kişikan (setrenc) keçeke gelek jêhatî ye. Di zarokiya wê de tu kesekî nikaribûye zora wê bibe. Dema mezin dibe diçe dibistana kişikan û perwerde dibe. Assine û Tatjana Josefskaja (du sal ji Assineyê mezintir e) carekê diçine Fransayê li wir tevî pêşpirkên kişikan dibin. Xewn û xeyalên wan gelek mezin in. Assine carekê rastî Alain Karpin yek ji wan lîstikvanên herî navdar hosteyê kişikan tê, bi wî re kişik dilîze. Serkeftina wê nêzîk dibe. Lê belê bi zanetî naxwaze zora wî bibe. Di vê hevdudîtinê de Assine bi her aliyên xwe gelek bala Karpin dikşîne.

Têkiliyên di navbera wan de her diçin germ dibin. Ew dibin evîndarê hev. Assine gelek baweriya xwe bi wî tîne. Wek jin-mêran dijîn, Assine êdî keçaniya xwe winda dike. Demekê şunda Karpin ji Assineyê dilsar dibe û vê carê çav berdide Tatjana Josefskaja (hevala Assine). Dema Assine vê yekê fêr dibe dinya wê sero-bino, tarî dibe. Ji aliyê dilketiyê xwe de tê xapandin û ji aliyê hevala xwe ya here baş de xiyanetê dibîne. Dema dinêre tu rêya xelasiyê tune ew hewl dide xwe bikuje. Rojekê li Parîsê ji qatê pêncan de xwe davêje. Lê belê namire. Ji navê heta jêrê seqet dimîne. Beşeke bedena wê felc dibe. Dinya wê êdî ditemire. Bi erebeya toterîk (teker) jîyana xwe berdewam dike.

Xalekî Assineyê li Swêdê dijî. Assine di dawiyê de biryar digre here Swêdê li bal xalê xwe bona li wir ji tenduristiya xwe re çareyeke baştirîn bibîne. Paşê birayê wê Kemal jî tê Swêdê. Kemal jî gelek caran di xizmeta xwîşka xwe de ye, bi kêfxweşî alîkariya wê dike. Li serê malbata Kemal û Assine re gelek tişt derbas bûne. Ji wan hinek bi hemdî xwe û hinek ji ber lêdanan can dane. Assine û Kemal niha li dinê tik tena mane. Assine dibe heyranê birayê xwe Kemal. Bira jî amade ye hemû jîyana pêşkêşî xwîşka xwe bike. Bi zimanekî din Kemal ji xweşîka xwe re him dayîktî û him jî bavtiyê dike. Di dawiya romanê de dema Kemal tê kuştin, xwîşka wî Assine dîyar dike ku bona mesrefên mezin ên emelîyata wê Kemal mecbûr ma kete van rêyên xeter û bi cîhana binerd re têkilî pêk anî.

Kesekî reşik ji Afrikayê bi navê Charles wek alîkar di nav rojê de li bal Assineyê kar dike. Charles xortekî ciwan e ku ji Kenyayê hatiye Swêdê. Assine dema kêfa wê tê wî wek “Qehremanê min ê şervan” dinavîne û wê demê rûyê Assineyê bi bişirîn wek agir alaveke ku di tariya şevê biriq dide, xuya dike. Carekê Kemal rewşa kenyayî û kurdan rûberî hev dike û wiha dibêje: “Celatên we hûn kirin kole, celatên me em kirin penaber, gelekî bêwelat, ji cihuyan jî xirabtir”. Têkiliyên Charles ligel Assine û Kemal yek ji wan rûpelên romanê yên here mirovî û dilmeziniyê pêk tîne. Charles dibe mîna endamekî vê malbata kurd a bêdê û bêbav.

Paşê Kemal du rûsên bi navên Mikal Gospodin û Alain Karpin li du cîhên cuda dikuje, şopa xwe winda dike. Lîstikvanê kişikan Alain Karpin, ew kesê ku Assine li Parîsê xapandibû û bûbû sedemê hewldayîna xwekuştin û seqetbûna Assineyê, rojekê tê Swêdê. Kemal û Assine ji hatina wî agahdar dibin. Kemal û Assine bi tevayî diçin cîhê lîstikan, lê belê Alain Karpin êdî Assine ji bîr kiriye, wê nas nake. Li wir jî Assine di lîstika kişikan de zora wî dibe, wî şerpeze dike, dixesîne. Nivîskar bi zanetî li vir peyva xesandin bi kar tîne. Alain Karpin di otêla navdar Grand Hôtelê de dimîne. Kemal dîsa kincê jinan li xwe dike û diçe oda Alain Karpin, wî li wir dixeniqîne dikuje. Bi vî tehrî ew heyfa xwîşka xwe ji wî rûsî hildide. Kemal ligel hêzên binerd wek sîlahşorekî kar dike, çend kesan dikuje û li pey xwe tu şopekê nahêle, tu wext ji aliyê polês de nayê girtin û nakeve girtîgehê. Dema van bûyeran pêk tîne hertim kincên jinan li xwe dike û dikeve dilqê wan. Ji ber vê jî polês gelek zehmetiyan dikşîne bona ku wî bigre. Di romanê de tê gotin ku Kemal dema van kincan li xwe dike gelek dişibe komîser Kristinayê û mirov hew zane ku ew hevalcêwî ne.

Nivîskar Theodor Kallifatides bona xwendevanên xwe di derbarê welatê lehengên xwe de (Kemal û Assine) ronî bike carcar qala rewşa kurdan û dîroka wan jî dike. Carina em rastî lîsteyên derd û kul, zordestî û lêdanên ku kurdan di dîrokê de dîtine, tên. Assine di cîhekî romanê de dîyar dike ku ew difikire dîroka eşîra xwe binivîse. Dema carekê Assine wêneyê dê û bavên xwe nîşanî Kristinayê dide, ev polêsa swêdî wiha dibêje: “Ez fam nakim çima wêneyên kevn ji yên nû wiha xweşiktir in”. Assine wusan bersîva wê dide: “Çimkî mirovên di wan de xuya dikin mirine”. Kristina ji vê bersîva aqilane a Assineyê gelek hez dike. Yek ji wan aliyên here baş ê Assineyê jî xwendina pirtûkan e.

Tiştekî balkêş jî Theodor Kallifatides dilgermahiyekê di navbera polês û kesên ku polês li pey wan e jî peyda dike. Çend tawankar, sucdar û haydûtên ku di romanê de hene dibin nas û dostên polês. Ew kesan herwiha kesine dilbirîn in. Ji van kontaktan çend heb biyanî ne. Wek mînak lehenga romanê komîsera karên krîmînal Kristina Vendel demekê dibe evîndarê Kemal Fahed ku bi koka xwe kurd e. Herwiha nasiya xwe dide xwîşka wî ya bi navê Assine Fahed. Carekê Kristina û hevala wê Eva diçin nexweşxaneyê bona îfadeya Kemalê birîndarbûyî hildin. Ev vîyan û romansa di navbera Kristina û Kemal de bala dedektîv Evayê jî dikşîne. Carekê Eva berê xwe dide Kristinayê: “Ew, bona te dişewite”. Piştî van gotinên şirîn kêfa Kristinayê tê, ew jî şewata dilê xwe wiha tîne zimîn: “Dema wî li min mêze kir mîna ku wî ez tazî kirim”. Kristina di romanê de wek keçeke ciwan, xweşik û jîr tê nasandin. Di dawiya romanê de Kemal û Kristina şeveke gelek xweş bi hevra derbas dikin ku ji hişê Kristinayê tu car dernakeve: “Di şevekê de ew derketin seyranekê ku gelek kes nikarin wê di hemû jîyana xwe de bibînin”. Demekê bi hevra digerin. Qala Assinyê û rewşa kurdan dikin. Dema Kristina qala tunebûna mal û welatekî ku mirov bikarebe wek welatê xwe binavîne dike Kemal destê Kristinayê dixe nav destê xwe û wiha dibêje: “Niha maleke min û welatekî min heye”. Piştî vê bersîvê ji çavên Kristinayê hêsir tên xarê.

Kristina herwiha keseke gelek bêhizûr e, ji dil ve birîndar e. Nivîskar lehengên xwe wek mirov ligel hemû başî û nebaşiyên wan dide nasîn. Di destpêka romanê de wek mînak çawa em dibînin Kristina ji aliyê kesên sucdar de tê revandin, çar saetan li bal wan dimîne. Ew tê tazî kirin û paşê wêneyê wê wiha tazî tê kişandin, di cîhana binerd de tê belav kirin. Kristina bi xwe polês e lê belê naçe rewşa xwe ji polês re nabêje! Ew wisa bawer dike ku bêdengî û wext dikare birînên wê qenc bike. Hertim bi vê şermê û van hestên tawankariyê dijî. Ew ken û eşqa Kristinayê ya berê winda dibe, di nêrîna wê de hertim xem û kederek heye. Navê romanê “Di nêrîna wê de” (I hennes blick) ji vê rewşa Kristinayê tê. Mirov fam dike ku di hundirê wê de tiştek xirab bûye, peritiye. Dinya Kemal a hundirîn, rûhanî jî perçe perçe bûye, kesayetîke dijber û birîndar pê re heye. Stîla jîyana wî jî wek jîyana Kristinayê qurfbar û lerzok e.

Angorî agahiyên polêsê Îngîlterê ew kujerê ku berê Mikal Gospodin û Alain Karpin kuştiye niha dixwaze hewl bide Xelatgirê Nobelê li Stockholmê bikuje. Komîser Arne Svedling bi lez gazî Kristinayê dike û divê bi tevayî herin “Avahiya Konserê” (Konserthuset) ku di navenda Stockholmê cîh digre. Çawa tê zanîn Xelata Nobelê hersal li wir tê dayîn. Herdu polês “Avahiya Konserê” sero-bino kontrol dikin rastî tu şopekê nayên. Kristina carekê mêze dike kesek bi kincên jinan tê hundirê salonê. Ew Kemal e. Dema Kemal çeka xwe derdixe, Kristina tavilê derhal gulekê berî wî dide. Kemal bi vê gulê tê kuştin. Demeke dirêj li çavên hev dinêrin. Kemal vê bêdengiyê dibire û wiha dibêje: “Ez dilşa bûm ku ev tu bûyî”. Çend sanîye berî mirina xwe Kemal di guhê Kristinayê de vê carê van gotinên hesreta canê xwe dibêje: “Ez nêrîna te bi xwe re dibim”.

Bergê romanê

Di beşa here dawin a romanê de ji devê Assineyê li şuna navê Kemal nişkêva peyva Cemal derdikeve. Kristina ev cara yekem e navê Kemal bi vî awayî dibihîse. Wisa xuya dibe ev navguhartina bi zanetî di romanê de tê pêşkêş kirin.

Belki jî nivîskar bi alîkariya navê Cemal xwestiye balê bibe ser xweşikbûna vî kurdî û xetekê jî bikşîne ser navê Kemal û serboriya wî ya xofdar û ecêb. Assine dixwaze ku birayê wê Kemal ji vir şunda di hişê Kristinayê de jî her wek kesekî xweşik (cemal) bimîne. Heman rojê dema Kristina diçe ser karê xwe mêze dike ku kesekî jê re baqe kulîlk şandiye. Deh kulîlkên berbirojê. Karteki piçûk jî xistiye nav kulîlkan. Li ser vê kartê ev peyvên fransî tên xwendin: “Tu me manque deje. Ton C.” (Ez ji niha ve bîra te dikim. C’yê te). Wê demê Kristina di dawiyê de dest pê dike digirî. Ev îfadeya di romanê de berê jî derbas dibe. Angorî Kristinayê rastiya vê îfadeyê wiha ye: “Tu me manques déjà. Ton C.” Kristinayê bi vê yekê xwestiye bide zanîn ku ev gotinan ne ji devê kesekî fransiz, ji devê biyaniyekî ku paşê fransî fêr bûye, derketiye. Di zimanê fransî de dema du dildar hev dibînin, tam wê demê van gotinan bi devkî yan jî nivîskî tînin ziman. Rojekê berî mirina xwe Kemal û Kristinayê şeveke xweş bi hevra derbas kiribûn (9/12). Rojtira din Kemal bi destê Kristinayê tê kuştin (10/12). Wisa xuya dibe ku Kemal berî mirina xwe di roja 9/11an ev baqê kulîlkan ji Kristinayê re şandiye.

Pênc heftan şunda dema bedena Kemal li Goristana Skogskyrkogården (Beşa Musilmanan) tê veşartin li bal Assineyê tenê Kristina heye ku hatiye xatirê xwe ji vî dostê xwe yê kurd bixwaze. Berî her tiştî Kristina bi saya Kemal hewasa jîyanê ji nû ve keşf dike. Gelek zehmet e ku wî ji bîr bike. Kristina wek polês mecbûr dimîne Kemal dikuje, Kristina jî dibe kujer, kujerê dilketiyê xwe! Gelo tenê Kristinayê leztirîn gava xwe avît li wî xist yan jî Kemal ew baxişand nexwest li wê bide? Nivîskar naxwaze li vir hertiştî bêsînor vebêje. Di romanê de tê gotin ku Kristinayê jî tu wext nikaribû ev yeka bizanibûya.

Di wêneyê sereke da: Nivîskar Theodor Kallifatides

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev