MIYA SERKOZÊ Û BERANÊ BINKOZÊ

MIYA SERKOZÊ Û BERANÊ BINKOZÊ

Xweduştina Miyên Waniyan

Zeynelabidîn Zinar

 

Du-sê roj berê li Wanê gelek mih xwe di zinêr de werkirine. Di medyayê de hatiye ragîhandin ku întîhar kirine. Lê rastî weke ku di çîrokên folklorî de hatiye diyarkirin, ew siqûmat çêbûye:

 

Beşek ji çîroka folklorî:

”Di nava her keriyekî pêz de, miyeke pir çê û çeleng heye wek rêveber hertim li pêşiya kerî diçe. Ji wê miyê re dibêjin ”Miha Serkozê.”

Li dawiya kerî jî beranekî pir xurt û dagirtî heye, jê re dibêjin ”Beranê Binkozê.”

Ew mih di pêşiya kerî de çewa û bi kur ve here, pez tevek li pey wê diçe û ew, keriyê xwe ji riyên xeter û deverên asê diparêze. Beran jî çavdêriya paşiya kerî dike û nahêle yek ji wan ji kerî veqete û bi aliyekî din ve here.”

 

Îcar ew miya serkozê ka çi hatiye serê wê, belkî jî kêmasî ketiye çavên wê, yan jî mejiyê wê serobin bûye, çûye xwe di zinêr werkiriye û miyên dî jî tev li pey wê çûne û xwe avêtine jêrê, mirine. Yanena, mesela întîharê tune.

 

Riataza 

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev