Li Ser Zanistên Formel (Fesalî) Çend Gotin

Li Ser Zanistên Formel (Fesalî) Çend Gotin

Ali Gurdilî, civaknas

Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, dikarin îsbat jî bikin. Lê ne pêkan e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin.

Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo?

Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan. Em ne dikarin hejmaran di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîpên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.

Çend taybetmendiyên zanistên fesalî   

1- Zanistên fesalî/formel bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî.

2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.

3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in.

4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.

5- Zimanekî sembolîk bikartînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in.

6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûdwerdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez.

7- Rêbaza deduksiyonê bikartînin.

Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev