KANIYA PÊNCÇAVÎ -15

KANIYA PÊNCÇAVÎ -15

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

QENCΠ

Mifteya tev deriyan e
Zimanek şîrîn e qencî
Sedeqeya seriyan e
Ken û bişirîn e qencî
(Arif)

 

Şîreta Rebbê Barî ye
Bê wê rêka me tarî ye
Ew dijminê xirabiyê
Nehf û xêr narîn e qencî
(Mem)

 

Ji bo mirovatiyê tov
Yê ew nebe wek hirç û hov
Loma li ser serê insên
Taceke zêrîn e qencî
(Soran)

 

Rastî diristî melek in
Pakî rindî çavbelek in
Bi van re tim bezê bike
Wek Xanî go Zîn e qencî
(Tahir)

 

Zanîna qedrê dilan e
Bi vegirtin û vedan e
Weke eksa ayînê ew
Qencî gel xwe tîne qencî
(Qaso)

 

Kanî û kana rûmetê
Wesyeta xaltîk û metê
Kinca ku herî li me tê
Di rayan de xwîn e qencî
(Arif)

 

Ku camêrek têbibîne
Her gav û wext lê gehîne
Lê biparêze ji kesê
Korek û nabîne qencî
(Mem)

 

Ji bo gel ewna tifaq e
Neyîna wêna nîfaq e
Lew me pêdivî pê heye
Ji me kêm nemîne qencî
(Soran)

 

Bi min îman û bawerî
Bi dûrbînî lê binerî
Tenaz henek li dera ha
Paqij ol û dîn e qencî
(Tahir)

 

Bibe qenc lê nebe saf qet
Da ti kes tej hev neke qet
Qenciya ku bi kerîtî
Ne çê ye hem jî ne qencî
(Qaso)

 

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

 

 LOMA 

Ji roja çav bi çavan ket belav im
Bela navim mi go vîn jan e loma
Bi lav im ez di dav im bê zirav im
Dexîl im tu nekî tana ne loma
(Qasimê Xelîlî)

 

Ne xurt im wek berê xanim, e pîr im
Li ber hêza evîna dil ne jîr im
Ji tîrên serşikestî ez herîr im
Xema dûrî li min kovan e loma
(Tahir Dînarî)

 

Hero herşev dema bajar ku raza
Dilêm hêsîr dibit zaten ne aza
Û seb bahozekê dîl tevde aza
Li ser çavan mij û moran e loma
(Qasimê Xelîlî)

 

Çi bahoz in ji mijganên te tên dil
Icac û toz ji fermanên te tên dil
Ne birh in kêr u tirpanên te tên dil
Berê destê mibarek şan e loma
(Tahir Dînarî)

 

Ji roja çav te da, dil çevbelo ma
Dilêm dîlê te, Qaso yê dilo ma
Nizanim ka te hin wijdan gelo ma
Dikim zarzar û dil nalan e loma
(Qasimê Xelîlî)

 

Wekî tîtî dikalim ez li çolan
Me pî derxist ji pêlav û ji solan
Dinêrim kes xuya nakit li kolan
Gelo qey ev sikak wêran e loma
(Tahir Dînarî)

 

Dilê min parepare w ma çi çare
Mi Dî nar e firaq hem pêt û ar e
Nikarim hê bi dil bê şerm û ar e
Di vînê de mi dil buryan e loma
(Qasimê Xelîlî)

 

Heger yarê nebînim va ye Qasim
Ne muhtacî ti keskî me risas im
Li ber pîrê Xelîlî noq ji das im
Cihê seyda li nêv bircan e loma
(Tahir Dînarî)

 

Dîlok, Qonya

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev