Mihemedê kurd û hin çîrokên din-14

Mihemedê kurd û hin çîrokên din-14

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Dema şov û rapêşiya muzîsyenan qediya, Mîr Gulnar ew bi xelat kirin û peyre derbasî oda xwe bû. Nedixwest tiştekî bike, ku her kêlî û saniye Dûrat el Mûlûk di bîra wî de bû û her diçû agirê hez û evîna wî gurr dibû.

Hest û hewesa wî derketibû radeyeke wisa, ku êdî nikaribû xwe ragire, deyax bike. Axx yek hebûya û jê re bigota ka ew xizmetkara Mihemed e yan bermaliya wî ye û ji bo vê jî Mîr Gulnar wî mal û milkê dinyayekê bida wî. Nizanibû, rêyek nedidît, ka yê çawa bipirsiya! Ketibû rewşeke perîşan û şepirze.

Dû re derbasî dîwana xwe bû û şand pey wezîrê mezin, Muşîr. Dema Muşîr hat, milê wî girt û bi wê de bir, gote wezîrê xwe:

“Wezîrê min ê rêzdar, tu jî zanî ku dema mîrek di rewş û pozîsyoneke xedar de be, divê wezîrê mezin ê xwedî hiner û tecrube, bi şîret û nesîhetên xwe riyekê nîşanê mîrê xwe bike”. Wezîr li mîr vegerand û got:

“Wey mîrê vî zemanî! Ez xulamê te ê herî îteatkar im. Çi bûye, çi diqewime? Dibe ku hin mîrên din êrîşê welatê me dikin?” Mîr:

“Na na tiştekî wisa nîn e. Ger mesele şer bûya, me dikaribû bi pere û leşkeran safî bikira; lê ev mesele mesela dil e û divê nexweşiya dil bi destê hekîmekî jîr û biqebiliyet were derman kirin”. Wezîr Muşîr got:

“Belê paşayê min, ji kerema xwe, ji min re meselê zelal bike, bona dîtina derman çi ji destê min were ez ê bikim”.

Dû wan gotinên Muşîr, mîr dest pê kir hemû serpêhatiyên stranbêjan yek bi yek jê re got û di axiriyê de jî gotê:

“Stranbêj dibêjin li qesra Mihemed xatûnek heye ku heya niha çavên benîadem bedewiyeke wisa nedîtine. Dema wan ji min re behsa wê kirin, ez bûm dilketî û evîndar. Min xwest wê ji bîr bikim û çi jî ji destê min hat min kir, lê tu were mêzîne, dilê min bi evîna wê hatiye dorpêçkirin. Nizanim jina wî ye, yan xizmetkarek e yan jî carî ye, lêbelê agirê evîne zêde dibe û ew nebe, ez nikarim wê birîna xwe derman bikim. Ji ber hindê, ez wê dixwazim û ji bo vê jî divê kesekî wek te, bi hiner û tecrube û pêbawer, çarekê bibîne”.

Wezîr Muşîr gelekî ji Mihemed hez dikir û dema wan gotinan ji mîr bihîstin, kete deryaya hizr û ramanan. Bi awayekî şaş û metel bêhereket ma. Erê wezîrê wezîran dixwest dilê mîr rehet û bêhna wî fireh bike, lê tu plan û projeyên wî tunebûn, ku pêşniyazê mîr bike. Lê dema dît wa piçekî mîr aram bû, wezîr domand:

Mîre min, ji vê hêsantir çi heye! Reçeta min hazir e. Lakîn beriya her tiştî divê ez bizanibim ka xizmetkarek e yan bermaliya wî ye û ji bo vê jî, ez ê jineke pîr bişînim ku cava pirsa me bîne.

“Heke ew delala xulamek be, em ê qîmeteke baş teglîf bikin û Mihemed jî kurê mîrekî ye, comerd e, wê teglîfa me qebûl bike. Belam, em bêjin ew ya duduya be, yanî kebanîya wî be, wê demê ne çare heye, ne jî reçete. Hêvîdar im, ku mîrê min ê gemê hest û hewesan hilde destê xwe û rê nade daxwazê wan.”

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev