Rizgar Kêsteyî: Kurdistan ji qonaxa gelek xirab derbas bû, û niha me hêviyek heye rojên geş li pêşiya Kurdistanê ye…

Rizgar Kêsteyî: Kurdistan ji qonaxa gelek xirab derbas bû, û niha me hêviyek heye rojên geş li pêşiya Kurdistanê ye…

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 45

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 45an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.
Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, zêdetirî heftêyeke propagandaya hilbijartinên 30ê Îlona 2018ê yên Parlemana Kurdistanê bireva diçû. Hinek aliyan dixwest hilbijartinê paş bixin, lê belê bi hevlên PDK hilbijartin di dema xwe da birêve diçe û li gorî PDK nabe bi sebebên cûr bi cûr ziyan bi babeta hilbijartin û mafê xelkê bê kirin. Her çiqas roja hilbajirtina parlamena Herêma Kurdistanê nêzîk dibû roj bi roj bang û pêvajoya kampaniya kandîdatên tevaya alîyên siyasî xurtir dibûn. Roja 11ê Îlonê prosêya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destpê kir û heta şeva 27 Îlonê dawiya propagandayên aliyên siasî di atmosfêreke aram de birêvaçûn. Partî piranî bi rêya postêr û kanalên ragîhandinê kampaniyên xwe dimeşandin, hemû partî gotarên xwe yên dawî u peyamên xwe digîhandin dengdêran.

Berî çend mehan, hilbijartinên parlemana Iraqê hate birêvebirin û PDK bû yekem partî li ser astê Iraqê û zêdetirîn kursî wek partî bidest anî. Herweha derbarê bûyarên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê yê wan dawyan û amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, herwiha pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê di piroseya siyasî ya Iraqê de, nakokîyên navbera PDK û YNK derbarê posta Serokomartiya Iraqê de, herwiha pirsên din yên rojane mijara bernama “Civak û seyaset” bû. Me ev mijar bi mêvanê bernameyê Pêşmerge, berpirsê pişka peywendiyên Liqa yek a PDK, nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Rizgar Kêsteyî re gotûbêj kir.

Berî destpêka hevpeyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameyê.



Rizgar Kêsteyî kîye?

Jînenîgarî:

Rizgar Kêsteyî li sala 1961 li gundê Kêste, devera Berwarî Bala, li parêzgeha Duhokê hatiye dunyayê. Ewî xwandina xwe ya seretayî li Duhokê temam kir. Paşê hukumeta Sedamî li sala 1976 gundê me jî tevî bi hezaran gundên din wêran kir. Wê salê ew hatine Duhokê. Ewî xwendina xwe a seretayî li Duhokê temam kir, Paşê Rizgar Kêsteyî xwandina amadeyî ( Lîsê ) li Duhokê destpêkir. Lê li sala 1981 dema ev li rêza 10 lîsê bû polîsên sivîl ev girtim û nêzî salekê ev li Emna Duhok, Emna Mosil û eşkencexana binavûdeng a ( Heya Kerkûkê ) hate eşkencedan, ji ber ku Rizgar Kêsteyî endamê Partiya Demokrata Kurdistan bû.

Li destpêka sala 1982 ev ji zîndanê derdikeve û piştî 27 rojan dîsan fermana girtina min derket û ev derket çiya û bû Pêşmerge, li roja 02.04.1982.

Ev bû Pêşmerge û kadirê siyasî di nava şûrişê de. Li dema Pêşmergatiya xwe 3 cara bi giranî birîndar bûye. Li sala 1988 piştî Enfalan malbeta Rizgar Kêsteyî kocberî li Rojhelat û paşî Bakûrê Kurdistanê bû. Li destpêka sala 1992 bû penaberê siyasî li Swêd.

Li Swêd salekê bû mamostayê Kurdî ji bo zarokên Kurdan. 10 salan jî berpirsê navenda rewşenbîrî ê Kurdistan li bajarê Jonkoping bû. Rizgsr Kesteyi 5 salan endamê redaksyona Kovara Peyam bû. Tevî wê jî kadir û endamê Partiya Sosyaldemokrata Swêdî bû. Herweha ligel komîta Swêd a PDK û hem jî ligel Bûroya Hukumeta Kurdistanê kar dikir.

Rizgar Kêsteyî dîsa her li Swêd fakûltea bazirganî xwand û 10 salan bû karmendê Bankê li Swêd. Li sala 2007 vegerya Kurdistanê û dest bo karê siyasî kir, 4 salên pêşîn li Liqa 18 a PDK li Amêdiyê û paşî jî li Liqa 1 a Duhokê.

Her ji sala 2014 heya 2017 ev wek Pêşmergeyekî xwebexiş di şerê DAIŞ de pişkdar bû, li bereyên Sihêla-Rebîaa, Bendava Mosil, Telsqof, Batnayê, Newaran li deşta Mosil. Nuha jî berpirsê pişka peywendiya me a Liqa 1 PDK li Duhokê.

Rizgar Kêsteyî 5 pirtûk nivîsandine, yek ya bîreweriyên Şurişêye bi navê ( Gulan Pêşmerge û berxwedan) li sala 2010 çapbûye. Pirtûka helbestan bi navê ( Stiranên Komatey ) li sala 2011 çapbûye. Pirtûka bi navê ( Xwandinek ji bo hizra Partî Demokratî Kurdistan ), ji Erebî wergerandiye ser Kurdî rênivîsa Latînî û li sala 2015 çapbûye. Dû pertûkên wi yen helbestan jî niha amadene ji bo capê.

Rizgar Kêsteyî zewicîye, sê zarokên wi hene, di gel malbeta xwe li bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê dijî.

Birêz Rizgar Kêsteyî re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Duhokê ya Herêma Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên berpirsê pişka peywendiyên Liqa yek a PDK, nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Rizgar Kêsteyî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev