KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -7

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -7

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 154an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 154

 

NAZÊ

 

Nazê, kulmalê!

Were em destê hevdu bigirin, herin welatê gurca.

Emê qasekê rûnên ber darê sinca:

Emê bikevin kêf, henek laqirdîya.

 

Herkê dê û bavê Naza min pirsîn,

Morî, mircanê min rijyan nav hûr devya,

Xwedêv eyane Naza min usane,

Hesavê berdîreke pale-pûlkirye.

 

Sive, berbanga bi sivê bû,

Şivan pezê xwe rakir,

Kulavanê xwe danî,

Pêz kire qîrîn,

Çima usa bû zarîna Nazê min,

Xwe ber bi şivîn dilezand.

 

HA GULÊ

 

Ha Gulê, nêrîne, nêrîne,

Nêrîyê reş nêrîne.

 

Ha Gulê nêrîa xîle-xîle,

Sergovendî tev Xelîle.

 

Ha Gulê, nêrîyê pêşin fîle,

Can Gulê, nêrîyê paşin fîle.

 

Got: Elîyê Emer, 22salî, ji gundê Tilik, li ser nehya Talînê.

 

KEWÊ CANÊ

 

Kewê canê!

Mala barkir, koç rê ket,

Dîna min xemilîye, rexî dê ket,

Dilê min şewitîye, agir pê ket.

 

Were, were Kewa min were!

Te li piştê xweş kembere,

Sola bêxe, mesa were.

 

Kewê, canê!

Malê me danîne ser zinêre,

Têda dixûne şarûr û bilbil kewî nêre,

Xwedê sebebara qebûl neke,

Çawa destê xelqê têlî delal girtin dane mal û mêre.

 

Kewê canê!

Gede lawikê min sekinî li ser embarê,

Ezê heyrana tilî-pêçîyê ser cigarê.

 

Kewê canê!

Bûnizê xopan bi sipinge,

Milê gede lawikê minda alîk şûre, yek tivinge.

 

Min koma biran û pizmaman nexista şerme.

Ezê biçûma berdu çeva, gîzma linge.

 

Got: Sifûkê Evdo, 27 salî, ji gundê Tilik, li ser nehya Talînê.

 

MIN DESTÊ XWE AVÎTYE KÊRÎ MILA

 

Min destê xwe avîtye kêrî mila,

Destê min ketîye baqê reş gulîya,

Ser minda xar bûye hesavê

So û pêjekê çevkanîya.

 

Min ramûsa xala li berî rûya,

Ji kerba sêsid û şêstûşeş movikê pişta min dêşîya.

 

Were, destê xwe destê minxe,

Em herin welatek, welatê gurca.

 

Me pişta xwe daye darê sêva,

Berê me ketîye darê sinca,

De bila xwedê bikira mrazê mrazxaza,

Mrazê min, dîna min, kawa gozel, bejina bilind.

 

Navkêlka qendîl, çevê belek, anîya kever,

Dêmê gulî, deşta Rewana şewitî,

Bikabra nav baxe-bostana,

Bostine van birinca.

 

Lê, lê dînê, min hay dînê,

Ezê nexweşim, nexweşê navî cîya,

Serê min dêşe, kêfa min tunîne.

 

Got: Tefûrê Keleş, ji gundê Mîrekê, li ser nehya Axbaranê.

 

DINÊ GERYAM

 

Dinê geryam, dinê tevda,

Minê dîwanê mîran û hakiman,

Xwera negirtîye aqil, sewda,

Xwezila mala di xwedêra,

Yekî caveke xêrê bida min,

Xelqê delal kêleka min rûnişta,

Minra têr xeberda.

 

HEY LO

 

Hey, lo, lawiko!

Bejina xelqê delal çawa kesime,

Tope çîtê sarî Moskov pê lazime

Kê dîtîye, kê bînaye,

Dilketîye meriv guhê gundada hebe,

Meriv çolê bizewice, gele zulme.

 

PORRSORÊ

 

Wey Porrsorê, wey Porsorê,

Koma heval û hogira xwe da dorê,

Ezê dimirim derdê çev belekê, dêre qîçikê, dêre sorê.

 

LÊ, LÊ

 

Lê, lê gewrê zerî meşyane van himame,

Pêjgîrê xwe avîtin ser milê carîa van xulama,

Ezê dikim xelqê têlî delal birrevînim,

Bavêm nava êl û eşîrê, nava her çar malê van pizmama.

Lê, lê gewrê, derdê dilê min geleke,

Terî canî bi mrazî xwedê neke.

 

ZERÎ DOMAMÊ

 

Lê, lê zerî domamê!

Êvare, wextê kêfan û heneka,

De tu çika pilta vêxe, min û xwera dayne ser pêteka.

 

Gava kawa kubar sivê şebekê radibe,

Ser çevê xwe dişo, çevê xwe leglegî

Kildide, biskê xwe badide, notla

Qazekê bimeşe nav werdeka.

 

BIHARE

 

Gewrê, kurmalê, bihare wextê vê zozanê,

Paîze, koçerê dageryane, beranê xwe berdanê,

Ezê xulamê çevê belek, bejina bilind, dêmê gulî, aqil û kemalê ramîsanê.

 

XEZALÊ

 

Minê xezalek rakirye

Li ber min bezî,

Ketîye pêşya xezala min

Çîya û banî, dar û derzî,

 

Wekî sed û sî sal emirê teve,

Sed û pêncî sal emirê minve,

Ezê sûretê sorî xirte xalî bidme ber wî devî, tu bigezî.

 

Lê, lê xezalê,

Minê xezalek rakirye,

Ber min revî,

Ketîye pêşya xezala min deşt û zozan, dar û devî.

 

Wekî sed û sî sal emirê teve,

Sed û pêncî sal emirê min ve,

Ezê sûretê xirtî-xalî nîşan dîsa bidme ber wî devî.

 

  • ••

 

Qulingê berîyê tê diqîrîne,

Sewta qulingê mal xirav

Yek erde, yek ezmîne,

Eva qulingê mal xirav,

Notla kurrê bavê wan tunîne.

 

LÊ, LÊ GEWRÊ

 

Lê, lê Gewrê, devê min evdalî xwedê berî dêve,

Xelqê têlî delal, çeva diqirpîne, birûya dadixêbe.

 

Xwedê bike mrazê mrazxaza,

Hadir-guhdêrê gundê me bi tenê,

 

Xwedê bike mrazê mirazxaza,

Ser warî arkozê, warî delêve.

 

Got: Mecîtê Mamo.

 

PALE

 

Wey paleyo, palegiro,

Germa nava rojê lê zor kiro,

Hekê min koma xay-xudana şerm nekira,

Minê şera serê xwe tera têxista sî-çadiro.

 

 

  • ••

 

Dilê min kanî, kanînga nava reza,

Minê kola, ne kola, av tê neza.

 

Dilê min kanî, kanînga derê mala weda,

Minê pale berdanê, şagirta veda.

 

Hergê pirsa qutî-cixarê lawkê min dikî,

Wê cêva bêşmêrtê tûsizî qedîfeda.

 

GULEK

 

Hey lo lawiko!

Minê gulek xwera di gulguland,

Minê sûreke bajarî dorê difitiland,

Par vî çaxî ew sûra bajarî yanga min evdala xwedê bû,

Çawa qoncikê, bizîyê darê arkolkê tendûrê.

Kurte bergîra xwe têda ditewiland.

 

HEY LO

 

Hey lo lawiko,

Lawikê min şivanê van mîyane,

Bejina lawikê min gula nav çirpîyane,

Herkê pirsa gede lawikê min dikî,

Lawikê min ji mala Qurşûtê Mamo Hemzeyane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev