PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -7

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -7

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa heftan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 154

 

Konfêransa Lozanê û pirsa Kurdan

 

Çawa ku êdî hate nîşan dan, anegorî peymana Sêvrê kommisyona ji nûnerên dewletên hevalbend diviya bona navçeya ku dikete rohilata Feratê, di navbera Ermenistan, Iraq û Sûriyê da, rêjîma otonom a admînîstratîf amade bike. Eger di nava salekê da, pey girêdana peymanê, bineciyên wê navçeya kurdî vekirî ji Koma Milletan ra bêjin ku piraniya Kurdan dixwazin ji Tirkiyê veqetin, û eger Koma Milletan wê daxwaziya Kurdan pêk bîne, divê ku Tirkiye dest ji wan navçeyan bikişîne. Lê di adara 1921 da, weke nîv sal pey qolkirina peymana Sêvrê, dewletên hevalbend îlan kir ku xwe hazir dikin bo guhastinan bikin nava wê peymanê – di pirsa Kurdistanê da -, bi wî qewlî ku Tirkiye ji aliyê xwe va îlan bike ku xwe hazir dike ku bi dilxweşî ber bl otonomiya Kurdan biçe û daxwazên Kurdan bi cih bîne. Dû salekê ra, ango di adara 1922 da, dewletên hevalbend di nava pêşniyarên xwe da êdî zor ne dikir ku pirsa Kurdan bê lê nihêrandin.

Loma jî Kemalîstan izn ne da ku ew pirs bikeve qayderoja konfêransa Lozanê (113, diwan II, r. 75S). Wan di derheqa wê yekê da şehadet dida ku empêryalîstên Roavayê, ku bi “kurdofîliya” qelp va xwe veşartibû û projeyên sazkirina “dewleta Kurdan” pêş da dikişand, dixwest ku tevgera Kurdan bona kara xwe bidin bi kar anîn û Kurd bikin çek ji bo polîtîka xwe ya kolonyalîst li Rohilata Nêzîk.

 

Kemalîstan bi dizî ji sala 1921 dest pê kir li gelek navçeyên Kurdistana başûr (Iraq) propaganda fireh bidin derbas kirin, û bi hêvî bûn ku hissên Kurdan ên dîndariyê û milletiyê bi kar bînin ji bo ku wilayeta Mûsilê bikin nava teşkîla Tirkiyê. Hukûmetê casûsekî xwe – Remzî Beg – di adara 1922 da wek qaymeqamê Rewandûzê nîşan da. Gava Remzî Beg hate Rewandûzê, dest bi propaganda fireh di nava Kurdan da kir. Wî dida bawer kirin ku “zûtirekê, ewê Tirk bêne hawara Kurdan û ewê Suleymaniye, Kerkûk Û Erbîlê ji Ingilîzan bidin azad kirin” (75, r. 33). Di tîrmeha wê salê da, generalê Tirkan ê bi nav û deng, Özdemir Paşa, hate Kurdistana Başûr (161, r. 246) û got ku ewê planên Ankarayê li wê navçeyê bide mîaser kirin.

 

Tevî wê yekê, wek ku Kemalîstan li Anatolyayê tevgera Kurdan bi hovîtî dane fetisandin, wan li Kurdistana Başûr jî dicedand ku ol-dîn ji bo armancên xwe bi kar bînin û hergav belavok di derheqa “şerrê ziyaretî” da belav dikirin. Di nava belgokeke usa da dihat gotin : “Hemû lawên ol-dînekî divê ber bi yekîtiyê, ku dewleta Osmanî îlan kiriye, bicedînin, … Bila Xwedê li aliyê yê ku ji bo dînê xwe şerr dike û xwîn dirijîne be, lê bila ne’let li wan agirperestên (zerdeştî) ku dînê xwe firotiye Ingilîzan be … Amîn” (161, r. 246).

 

Lê Tirkan ne tenê propaganda dikir. Wan d est pê kir esker û çekên xwe bişînin çend navçeyan. Esker û zabitên Tirkan cama tevî serhilên kurd dijî Ingilîzan şerr dikir. Bi vî awayî, di tebaxa 1922 da, hêzên Tirkan tevî eşîrên navça Pîşdar êrîşî Raniyê, ku di destpêka îlonê da Ingilîz jê hatin raqetandin, kir (161, r. 246).

 

Komîserê Iraqê yê tewrebilind, Pêrsî Koks, di bin heja Kurdan da mecbûr bû ferman di derheqa derketina eskerên zevtkar ji Suleymaniyê da bide. Lê tevî wê yekê, bona ber dilê Kurdan bên, Ingilîzan xwest ku Şêx Mehmûd (8) bîne hêla xwe û soz bide Kurdam ku di bin serokatiya wî da ewê Kurd serbestiyê bistînin.

 

Di îlona sala 1922 da, komîserê Iraqê yê herî bilind Şêx Mehmûd ji hebsê aza kir û ew şande Suleymaniyê, ku li wir wî di meha novembrê da xwe Padîşahê Kurdistanê îlan kir. Empêryalîzma Ingilterê ku “Padîşahiya Kurdan” da saz kirin, dixwest ku Kurdan bîne hêla xwe û bi wê yekê va pirsa Mûsilê bi hêsanî ji bo kara xwe safî bike. Şêx Mehmûd ji “piştgirên” xwe ra xayintî kir û bi Tirkan ra kete nava danûstdentinan bona amadekirina tevgera Kurdî dijî Ingilîzan.

 

Şêx Mehmûd name ji Civîna (Meclis) Tirkiyê ya Millî, hukûmeta Farisistanê û yên mayîn ra şandin û tê da meremên şerkariya Kurdan a azadariyê anî ber çavan û alîkarî xwest. Ew bawer bû ku bona pêkanîna planên xwe ewê piştgirî û alîkariyê bistîne. Di van qewlan da, wî biryar kir ku hêviya xwe bide ser Kemalîstan, ku wê demê tawrê dijî empêryalîstiyê girtibû.

 

Komên Tirkiyê yên serokatîkir piştgiriya Kurdan bi awakî şeklî dikir, lê wan bi dizî, giva xwe, hêla Şêx Mehmûd digirt, her tiş t dikir bona ku heja azadariyê bidin sist kirin, kêm bikin, çend serokên wan li ber çavê xelk bikin casûsên empêryalîzmê. Tevî vê yekê, ew talîmata dizî hewaskariyeke mezin ku di nîvê meha hezîran 1922 da pêş da tîne û dike ku serekê serwêrtiya barêgeha bilind, Besrî Beg, li ser navê Ozdemir Paşa bişîne Rewandûzê. Ev talîmat di derheqa serokê Kurdên Iranê yê bi nav û deng Sîmko, yê ku di bin zordariya eskerên îranî da mecbûr bû paş da vekişe Kurdistana Bakur, bû. Di talîmatê da dihate gotin ku Sîmko “di derheqa serbestiyê da difikire û heta ku li îranê bingeheke xurt bigire û armancên wî neyên pêkanîn, ew naxwaze bi me ra dijminatiyê bike”.

 

“Biserketina Sîmko û firehbûna hukumdariya wî bi vî awayî li ser eşîrên Kurdan ne anegorî daxwaziyên welatê me yên millî ne, lê dijminatiya di hindava wî da jî nuha ji me ra dest nade. Loma jî hûnê qencîke mezin ji welêt ra bikin eger bikaribin eşîretan bixapînin û wan dijî Sîmko derxînin, di nava wan da deng û behs belav bikin ku giva Sîmko ew serhildan bi alîkarî û perê Ingilîzan dest pê kiriye, ku bona kara xwe xwîna Kurdan dirijîne û ku ew xulamê Ingilîzan e” (93, r. 112).

 

Tevî wê yekê, dîwana Ankarê ji nêzîkhevbûna Şêx Mehmûd tevî Sîmko ku wê demê wek mêvanê dewleta Kurdan li bal wî bû ditirsiya. Nenihêrî beyantî hovîtiya eskerên tirk ku berî wan qewimandinan ji nişkê va êrîşî desteya wî kir, Sîmko bi serekeşîran ra bi elametiya xusûsî qol kir ku izn dida Şêx Mehmûd ku tevî Kemalîstan hevpeyvînan di derheqa platform û qewlên hevrakartirina Tirkan- Kurdan derbas bike (93, r. 113).

 

Kemalîstan, bona ku Kurdên Iraqê bînin hêla xwe, tevî Şêx Mehmûd peyman girêda. Li gora wê, “hukûmeta Tirkiyê soza serbestiyê da Kurdistana Başûr û kefîltî da ku nekeve nava karên wan ên hundir”. Şêx Mehmûd wek serokê Kurdistanê, li Suleymaniyê ku tê da meclis hatibû saz kirin, hat nîşan dan, ji bo ku di dema şe r r da hêzên çekdarî yên Kurdistana Başûr dikaribûn bona kara hukûmeta Tirkiyê bên bi kar anîn (95, r. 115).

 

Helbet, li bal me hîm tu nene ku kemala bîr û baweriyên Şêx Mehmûd “turkofîliyê” bidin zêdekirin. Lê, isbat dimîne ku di şerkariya dijî Ingilîzan da wî cedand ku piştgiriya Kemalîstan bi kar bîne.

 

Bi vî awayî, di wî halê sext ku tê da konfêransa Lozanê hate derbas kirin da, Kemalîstan mecbûr bûn bona sazbûna “Kurdistana serbest” razî bin, lê bi kîsê Iraqê.

 

Tevî wê yekê, wan dîsa tevgera Kurdan li Kurdistana Başûr dan fetisandin. Gava ku di sibat 1922 da Kurdên navça Diyarbekirê dest bi tevrabûnê bûn, wan Cevdet Paşa ku di bin destê wî da li wira wekîldarên mezin hebûn şand wê derê.

 

Kemalîstan, tevî wê yekê, aktên zagondariyê ji bona hincirandina her serhilidaneke dijî Tirkan qebûl kirin. Bi vî awayê, di 31 hezîran 1922 da, CTMM zagon (qanûn) No 249, ya di derheqa cereke din teşkîlkirina temamiya sîstema dadgeh-mehkemên serbest da, qebûl kir. Bi wê zagonê, meclisê li navçeyên anegor mehkemên serbest dan damezrandin. Mehkeme diviya ji sedrekî, ji du endaman û dadxwazê sereke bûya û bi dengdayîna dizî endamên xwe bibijarta (35, diwan 3, r. 108).

 

Anegorî zagona nuh û bona merema şerkariya dijî tevgera kurdî ya azadariyê, di 21 kanûna paşîn 1923 da, mehkeme ji bo wilayetên rohilatê yên bi navbenda Diyarbekirê va hate testîq kirin.

 

Di 18 oktobr 1923 da, CTMM zagon di derheqa hincirandina eşqiyatiyê (cerd) da qebûk kir. Ew zagon No 356 bû ku wezîrê karên hundirî Fethî Beg amade kiribû. Dema enenekirina proja zagonê, gelek parlementer Fethî Beg bona kêmaniyên mezin di karê serkariya dijî “eşqiyatiyê” da gunehkar kir. Zagona qebûlkirî hem cezakirina ji bo “bandîtîzmê”, hem jî ji bo piştgirî û parastina cerd da xurt kirin (35, dtwan 5-6, r. 384-385). Zagonên li jor xuyakirî ji aliyê dîwana Tirkiyê bi firehî di hindava tevgelên serhildanên kurdî yên azadariyê da û pêşmergên kurd ku weşana Tirkiyê ya resmî ew “eşqiya” bi nav dikirin da, dihatin xebitandin.

 

Di van qewlan da, Şêx Mehmûd riya xwe di hindava Kemalîstan da guhast. Şêx, ku hay ji fêl û fenê empêryalîstên ku dixwest tevgera Kurdan ji bo kara xwe bidin xebitandin hebû, dest pê kir armancên hukumdarên Tirkiyê, ku dicedand pirsa Kurdan ji xwe ra bikin darinde (tramplen) bona zevtkirina wilayeta Mûsilê, jî derc bike. Di wê demê da, M. Kemal bi balyozê sovyêtî, S. I. Aralov, ra di derheqa pirsa Kurdan da peyivê : “Kurdên ku li dora gola Urmiyê diman xwestina xwe nîşan da ku bi Tirkiyê ra kar bikin. Li ban wan çek û pere hene û ew hazir in ku wan dijî empêryalîzma Ingilterê derxînin”. “Pirsa Kurdan – Kemal digot – gelekî tev li hev û dijwar e … Ingiltere wê ferzendê bi kar tîne ku Kurd di bin destê dewletan da – Tirkiye û Farisistan – in, û loma jî bi wê dilîze. Ingiltere dixwaze dewleta Kurdan di bin bandûra xwe da çêke û bi wê yekê va hukm li ser me, Farisistan û Piştqefqasê bike. Nuha serekên Kurdan ji hev cihê bûne : hinek xwe ber bi Iranê dikişînin, hinek ber bi Ingilterê, hinek jî ber bi me … Ingilîzan li Suleymaniyê Şêx Mehmûd mecbûr kir ku dijî Tirkiyê derkeve …”.

 

“Em Tirk – Kemal bi ken got – di bin deynan da namînin. Me ji Fethiyê kurd ra alîkarî kir ku ew li başûrê Kurdistanê rabe dijî Ingilîzan û yên din” (83, r. 107-108).

 

Serokên Tirkiya nuh, usa jî yên empêryalîstên Antantayê, li konfêransa Lozanê careke mayîn isbat kir ku her du alî jî bi ra s tî ne dixwest ku pirsa Kurdan li Tirkiyê bê safî kirin.

 

Bi vî awayî, di pirsa di derheqa milletên biçûk da, kommisyona xusûsî li ser vê yekê sekinîbû ku dema gilî bê ser “milletên biçûk”, ew yek divê bi xalên ol-dînî, irk û ziman va bê diyar kirin – biryar kirin. Ne pêwist e em vê biryara ne ilmî bidin isbat kirin. Lê, hela ku usa be jî, ne tenê Xaçperest ketin nava milletên biçûk, lê usa jî Ereb û Kurdên musulman ku li Tirkiyê diman. Lê Kemalî qayil bûn ku tenê mirovên ne musulman wek mirov-bineciyên ji milletên biçûk hesab bikin.

 

Gava li konfêransa Lozanê gilî hate ser peymana Sêvrê, pirs di pêş da hat ku gelo Kurd wek berê dixwazin ku Kurdistan ji Tirkiyê bê qetandin. Bi têlêgrafeke ku ji CTMM hat şandin hat pirsiyar kirin. Civîna Meclisê ya dizî hate derbas kirin û tê da M. Kemal pêşniyar kir ku ber bi parlementerên “kurd” herin bona ku ew bîr û baweriyên xwe li ser wê pirsê bêjin. Parlementerê ji Erzurûmê, Huseyn Ewnî Beg, li CTMM da xuya kirin : “Ev welat ê Kurdan û Tirkan e. Ji vê dikê tenê destûra du gelan heye ku bipeyivin – destûra milletê kurd Û tirk (156, r. 9). Paşê Hesen Heyrî peyivî û got ku Kurd tucar ji Tirkan naqetin. M. Kemal ji wê peyva parlementerê “kurd” gelekî memnûn ma û loma jî li çepikan xist. Hela bi ser da, wî pêşniyar li ber Hesen Heyrî û parlementerên mayîn kir ku ew dikarin bi cillê kurdî bêne Meclisê, civînê. Wan usa jî kir. Bona isbatkirina tabiya xwe, wan têlêgram ji konfêransa Lozanê ra şandin û tê da da zanîn ku Kurd tucar ji Tirkiyê naqetin (126, r. 189).

 

Serekê dêlêgasyona Tirkiyê, Ismet Paşa ku tevî du konfêransên li Lozanê bûye, cara pêşîn parlementerê Diyarbekirê, Pîrîncizade Fewzî Beg, wek nûnerê Kurdan tevî xwe hilda, lê cara duduyan parlementer Zulfîzade Beg hilda û jê ra da zanîn : “Em û Tirk bira ne, di navbera me da hîç ferqî tune û naxwazin ji wan biqetin” (145, r. 61). Bi wê yekê va, wek ku niştimanperwerê Kurdan ê bi nav û deng Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) dide zanîn, wan bi gelê xwe ra xayintî kir û loma jî gelê kurd li wan heta-hetayê nifiran dike (145, r. 61).

 

Wek ku xuya ye, pey wê yekê ra, dema munaqeşa di derheqa pirsa Mûsilê da, Ismet Paşa îlan kir ku Tirkiye ya du gelan e – ya Tirkan û Kurdan -, yên ku li ber hukûmetê wek hev in û mafên wan ên gelî bi awakî ne (121, r. 288).

 

Wek me li jor nîşan da, M. Kemal piştgiriya gelek Kurdan stend. Kurdan alîkarîke mezin di şerkariya dijî zevtkarên welatên Antanta û Yûnanistanê da da. Di derheqa wê alîkariyê da, I. Inönii jî Ii konfêransa Lozanê got (121, r. 289). Dema azakirina Izmirê, suwariyên kurd ên pêşîn bûn ku ketine bajêr. Gava zevtkarên yûnanî nêzîkî Seqarayê bûn û dest pê kir êrîşî Ankarê bikin, parlementerên “kurd” ên CTMM M. Kemal ji parlementerên rêaksyonê parast û pêşniyar kir ku Meclis bê belav kirin û xebata wê ji Ankarê bo Qeyserî yan Sîvasê bê guhaztin.

 

Eger em bi çavê gelê tirk li wê kirina parlementerên “kurd” binihêrin, ewê kemala wê kirinê baş bê qîmet kirin, ji ber ku ew hejeke dijî empêryalîzmê bû û eger ew ferzend ji ortê bihata hildan, dibe ku dewletên Roavayê biketana nava kairê Tirkiyê yê hundirî. Çi ku dimîne di derheqa kara kurdî ya millî da, ew “dilgermiya” wan di hindava Tirkan da dikare wek nezaniya polîtîk bê qîmet kirin. Em bidin zanîn ku “parlementerên” kurd ku “piştgiriya” Kemalîstan dikir, nikaribû bizanibûna ku zûtirekê ewê wan ji text bavêjin.

 

Tevgelên konfêransa Lozanê ku li ber wê isbatiya ku “parlementerên” kurd naxwazin navçeyên Kurdan ji Tirkiyê bên qetandin, lê hukûmeta wê dixwaze mafên Kurdan ên millî pêk bîne, sekinîn, “bi hevra qayil bûn” ku fikrê Kurdistana serbest ji bîr bikin.

 

Ji ruyê bi fehmberî, berdaxwerina diplomasiya Ingilterê, ku dicedand ji Kemalîstan berdaxwerinên mayîn bi dest xîne, di pirsên mayîn da jî (wek di pirsa Mûsilê da) bîranîna Kurdan ji peymana Lozanê derxist. Wê serketina polîtîka komên Tirkiyê yên rêaksyonêr di pirsa millî da dida nîşan dan.

 

Peymana Lozanê di hezîrana 1923 da hat qol kirin. Anegorî Peymanê, Kemalîstan mecbûr bûn tenê van borcdariyên jêrîn hildin ser xwe :

 

– “Miqala 38 – a) Hukûmeta Tirkiyê borc hildide ser xwe ku azadî û jiyana bê qeziya ji bo hemû bineciyan bide bêtirs kirin, bey hesabhildana ku ew ji çi milletî ne, zimanê wan kîjan e, çi dînî dihebînin …”.

 

– “Miqala 39 – b) … Her bajarvanekî tirk dikare bi kîjan zimanî bixwaze, li her der – bi hevra peyivîn, dema kirîn-firotinê, di nava afirandinên di weşanê da, di civînan da … – bipeyive” (26, r. 152).

 

Rast e, peymana Lozanê cedandinên gelê Tirkiyê yê kurd ber bi serbestiyê inkar dikirin. Ew ji ruyê fen û fêlên empêryalîstên Antantayê tevî Kemalîstan bû. Eger dîwana Tirkiyê borcdariyên ku me li jor nîşan dan biqedanda, ewê ew pelixandina gelê kurd bihata rakirin.

 

  1. Nîkîtîn, ku peymanên Sevr û Lozanê di hindava pirsa Kurdan da qîmet dike, dinivîse : “Rast e, peymana Sêvrê bi polîtîk xerab hatibû hazir kirin, lê ew jî bû sebebê ku ne hate bi kar anîn. Em naxwazin dîroka dîplomasiya pey şerrê li Asyayê pêş bînin ber çavan, an jî lê hûr bibin. Lê, di nava prensîpên mayîn da, xwemukurhatina otonomiya Kurdistanê, ew peyman bi wê yekê va bi navneteweyî hate nas kirin, lê … peymana Lozanê ew yek ne kir û di dereca naskirina navneteweyî da helbet gaveke bi paş va kir …” (100, r. 407-408).

 

Rast e, peymana Lozamê pirsa Mûsilê da bilind kirin û Lîga Milletan mecbûr kir ku li wê navçeyê lênihêrandin bide derbas kirin (binihêre miqal 3 ya paymanê) (26, r. 145), lê ew ne ji bo çavê Kurdan ên belek bû, lê jl bo ku empêryalîst navça bi nefta dewlemend bixin bin hukumdariya xwe.

 

Ew qîmeta ku V. Nîkîtîn daye peymana Lozanê hîn bêtir rastiya xwe isbat dike, ji ber ku dewletên empêryalîst ku dîtina serbestiya gelê kurd ji bîr kiribû, tevgera wî ya millî bendî tiştekî hesab ne dikir û “destûra” huqûqîtiyê dida rêaksyona Tirkiyê ku kara Kurdên Tirkiyê ya millî inkar dikir. Mixenetiya polîtîka dewletên empêryalîst di wê yekê da bû ku wan, tevî wê yekê, provokasyonên di hindava Kurdan da ne didan sekinandin, dicedand ku pirsa Kurdan di filan yan bêvam merhelê da bona armancên xwe yê kolonyalîst bi kar bînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev