Pirsa we û bersîva me – 102

Pirsa we û bersîva me – 102

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Canfîdayê Zilfeqar û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo ji kesên binavûdeng kê derheqa pêwendîyên di navbera kurdan û ermenîyan da gotinên rast û xweş gotine?

 

Bersîv: Pêwendîyên ermenîyan û kurdan di dîrokê da bi hevokeke nivîskarê ermenîyayî mezin Dêrênîk Dêmîrçyan va baş xuya dibe:

-Her tiştên xirab, ku di navbera van herdu miletan da bûye, bi destî tirkan bûye. Her tiştê baş, ku di nav van herdu miletan da bûye bi destî van herdu miletan bûye.

Herwiha Cegerxwînê mezin jî di hevpeyvîna Têmûrê Xelîl da (di îlona sala 1982an, li mala Qanatê Kurdo, li Lênîngradê, ku niha navê wî bajarî Sankt-Petersburg e) fikireke ha aqilmend gotîye:

-Em û ermenî birîndarên şûrekî ne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev