Malpera me bi kirasguhastina Torinê Torinî reş girêdaye

Malpera me bi kirasguhastina Torinê Torinî reş girêdaye

Ruhê wî li Kurdistanê bû, bedena wî li Ermenîstanê

Eger em van gotinên sernivîsara xwe bi awayekî din bêjin, wê ha be: -Ew li Kurdistanê dijît, lê li Ermenîstanê radiza. Û dema razanê jî, xewnên xwe li Kurdistanê û ser miletê xwe, dînê xwe, welatê xwe didît.

Torin jî mînanî gelek kesan xwend, hîn bû, Zanîngeha Ermenîstanê a Bizîşkîyê bi mêdalyaya zêrîn xilaz kir, bû dermanzanê Gumrîyê yê sereke, ku bajarê komarê yê duduyan e piştî Rewana paytext. Kar kir, û di ber xwe da got: -Ev kar dikare zikê min têr bike, dikare alî min bike ez bibim xwedî mal û hal, komî û kulfet. Lê ezê çawa ruhê xwe têr bikim?

Û ruhê wî jê ra got: -Miletê te, welatê te û dînê te li benda te ne. Û xwe bi temamî da wî karî. A rast, xwe da karê lêkolînkirina dînê êzdîtîyê. Ewqas wext bi wî karî va mijûl bû, heta karê wî yê sereke bû karê duyemîn. Û eger zêde kes ji nivîsên wî yê zanyarîyê tênedigihîştin, ew ne sûcê wî bû, belkî sûcê mejûyê me bû, ku kûraya zanyarîyê ya bi belgeyan îzbatkirî nikaribû qebûl bikira.

Û malpera me dixwest ji vê xezîneyê karê keve. Lema me ji Torin hîvî kir bibe nivîskarê malpera me yê fermî. Û wî bi dil qebûl kir, bi dil nivîsî, me bi dil çap kir, û ew dilê wî ewqas nazik bû, ku hema di roja sersalîya vekirina Ziyareta êzdîyan li Ermenîstanê, dema xeberdana xwe a ser dînê êzdayetîyê piştî van gotinan sekinî: -Di cihanê da du dînên herî kevinare dînê hindîyan û dînê êzdîyan e.

Kê zane di dema xeberdana xwe bêdengîya cihanê, bêbextîya cînarên welatê me, xayîntîya di nava me da, neheqîya dijmin, ku bûye sebebê bêdewletbûna me zor li fikirên wî, mejûyê wî, dilê wî kirin û ew dil êdî hew karibû ber xwe bide.

Desteya Rêvebir a malpera Riataza bi dilekî kovan serxweşîyê dide hezkirîyên Torinê Torinî, malbeta wî û tevaya gelê me, ji ber ku ew lawê tevaya miletê me bû.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev