SERPÊHATIYA ZIYARETA ŞÊXEVINDÊ

SERPÊHATIYA ZIYARETA ŞÊXEVINDÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dibêjin carek ji caran, hebû ziyaretek li Bakûrê Kurdistanê herê Xerzanê bi navê ZIYARETA ŞÊXEVINDÊ. Gundek jî bi navê wê ziyaretê li wirê hatiye avakirin. Ew gund û ew ziyaret, yên Eşîra Elikan bûne.

Her sal civîneke mezin li ser ziyaretê dihate çêkirin; xweşî û şahî lidar diketin, pez dihatin serjêkirin, savar û goşt dibûn gêtî.
Ji wê zêdetir her roj xelkê herêmê diçû serdana Ziyaretê û tiştên ku ji Xwedê bixwestina, ji Ziyareta Şêxevindê dixwestin.

Ziyaret gorek bû, wekî din li wirê gor nebûne. Perdeyeke kest li serê hebûye. Nivîsek bi zimanê erebî ya sipî jî, li ser perdê bûye. Pirî ku rûmeta Ziyaretê hebûye, her sal perdeya wê dihate nûkirin û reng û gûnê wê xweşiktir dikirin.

Rojekê du-sê xortên gundî pirs û lêkolîn li ser Ziyaretê dikin ka çi ye û kesê di gorê de çi tişt e. Lê ew saloxeke baş û pêgir ji cihekî wernagirin. Îcar li Ziyaretê dikevin gumanê, ku belkî ne ziyaret be û mirî jî tê de nebe.

Şevek ji şevên salê, her sê xort piştî razana gundiyan tevr û bêrên xwe hildidin û diçin gora Ziyaretê dikolin ka çi tê de heye. Dibînin ku sindoqek di gorê de ye, hem ditirsin û hem jî dikevin kêfa zêran. Lê dema vedikin tê de şûrekî dibînin, li kêlekê çend ristik morî hene û pêrgê xaçekî dibin.
Xort xwe bi xwe dibêjin: Hahooooo li me û li vê evdaliya me… Hewqas sal in em têne ser vê gorê û hêvî ji vî xaçî dikin ku ew miradê me hasil bike.

Ew xort roja dinê, tiştên ku ji gorê derketine nîşanê gundiyan jî didin. Bi piranî jin bi tepan li xwe dixin û poşmaniya xwe ji hewqas çûna ser Ziyaretê dibêjin. Lê demekurtek şûnde jî, gund ji aliyê leşkerên Cuntayê ve tê rûxandin.

Hersê xort dixwazin wê perdeya kesk a gorê ji xwe re bikin îşlik û li xwe bikin. Lê dibînin ku têra sê îşlikan nake. Yek ji wan dibêje, em ê ji xwe re bikin derpîkurtik. Her yek ji wan xortan, ji xwe re derpîkurtekî ji wê perdê çêdike û li xwe dike.

Ji wê rojê û şûnde navê wê Ziyaretê bûye: ŞÊXVINDÊ KESKA WÎDERPÎKURTIK.

Xwedayê mezin xelkê me ji ziyaretên wisa biparêze.

(Ev serpêhatî ji devê Pîrê Xerzan Evdileh Siloqî hatiye wergirtin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev