JI BO BÎRANÎNA TORINÊ TORINÎ

JI BO BÎRANÎNA TORINÊ TORINÎ

Îro welatparêz û zanyarê mezin binax dikin. Koranî!

Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand. Civaknas, zanekî rabûn-rûniştin, deb û çanda netewî, lêkolîner, pisporekî dîroka êzîdîyatîyê, rewşenbîrê maqûl û giran, mirovekî şîrhelal û xweyê wijdanê qenc – TORINÊ AHMEDÊ BEKO (TORINÊ TORINÎ) 29-ê îlona sala 2018-an li Ermenîstanê, li Roja zîyareta êzîdîyan, li gundê Aknalîçê, li ber sifra xêr û xêratan, li ber bi sedan zîyaretvanên êzîdî rabû û li ser kevnarîya ola êzîdîyan deng kir û… dilkê wî nişkêva sekinî… Ew li ser kursîya xwe rûnişt û îdî ranebû…

Torinê Torinî di temenê xweyî geş da çû li ber dilovanîya Xwedê. Gelek nêt-merem û xîyalên wî nîvcî man. Bextê wî nanî, ku li ber dara lawê xwe – Alê şa bibe û bireqise, şaya wî du roj şûnda gerekê bihata derbaskirinê. Belê, pêşîyên me gotine, ku gava mirin tê, çax û mecalan napise…

Torinê Ahmedê Beko 22-ê îlonê sala 1951-ê li gundê Zivistanê (navçeya Talînê li Ermenîstanê) di mala êzîdîyan da hatîye cîhanê. Ew gund berê qijle bû, niha ew tune. Malbeta wî di nava civaka me da malbeteke naskirî û kivş e. Wê malbetê ra dibêjin malbeta torinan, ji ber ku li hêna Împêratorîya Rûsyayê rutbê torinatîyê dabûne vê malbetê.

Torinê Torinî du dibistanên vê navçeyê li ber hev guhastine, ji ber ku di gundê wan da wê hênê dibistana seretayî tune bû. Berê yekemîn ew diçe mala meta xwe û li dibistana gundê Tilik hîn dibe û sala 1965-an dersxana 8-an xilas dike. Paşê bavê wî Ahmedê Beko Torin dibe mala dostê xweyî ermenî û du salan ew li mala bavê nivîskarê ermenîyayî navdar Roland Şaroyan dimîne û li dibistana navîn ya gundê Aşnakê (di dersxana Roland Şaroyan da) dixwîne û temam dike.

Piştî dibistana navîn ew li têxnîkûma doxtiryê ya Yêrêvavê tê hildanê, ya ku bi qîmetê zef baş li ser hevda tîne û dîploma sor werdigire. Dûra ew li Însîtûta Yêrêvanêye doxtirîyê ya dewletê tê qebûlkirinê. Ew 6 salan dixwîne (wê demê usa bû) û xwendina bilind li fakûltêta dermanzanîyê dîsa bi dîploma sor temam dike. Piştî xwendina bilind wî dişînine bajarê Lênînakanê (niha Gumrî) û li ser kar destnîşan dikin. Ew bêtirî 35 salan li vî bajarî, li ser qulixên cihê-cihê, di îdarên dû-dermana da kar dike. Ew dibe cîgir, paşê dibe serokê Rêveberîya tora dewletê ya temamîya bajarê Gumrîyêye dû-dermanan. Gelo çiqas û çiqas wekîlên gelê me û yê ermenî xwe avîtine li ber bextê Torinê Torinî, ku dermanekî ji bo nexweşên wan peyda bike, ew jî Xwedê dizane!.. Na-na kirina vî camêrî tune bû, yan wê bi qîmetê erzan derman peyda bikira, yanê jî ewî wê rêyek bida pêşîya wan û bişanda bal hevalên xwe. Em, hevalên wî, gelek caran çûne bal wî ji bo dermanên ku dest ne diketin. Gelek caran ewî pere jî ji me hilnedida…

Torinê Torinî ne tenê dermanzanekî naskirî bû, lê ew usan jî gotarvan, civaknas û pisporekî ayîna dinê êzîdîyan bû. Hela li dema ew şagirtê dibistanê bû, gotarên wîye pêşin li rojnama navçeya Talînê ya bi navê «Komûnîzmî droşov» («Bi ala komûnîzmê», bi zimanê ermenî) û rojnama komara Ermenîstanê ya bo zarokan «Pîonêrî kanç» («Banga pîonêran», bi zimanê ermenî) çap dibin. Lê ji dema xwendkarîyê virda û heyanî rojên jîyana xweye dawî ewî bi sedan gotarên xweye balkêş yên li ser pirsên civaknasîyê, dîrokê, debê û êzîdîyatîyê rûpêlên rojnama «Rya teze» û gelek malperên kurdî dixemiland. Gelek gotarên wî, xasma yên li ser êzîdîyatîyê, di nava xwendevan û pêşekzanan da huceta mezine hewaskar pêşda danîn. Mixabin, carnan hinek zanîyar dijî raman û fikrên wî derdiketin, lê wek dibêjin, di gotebêjên tevî Torinê Torinî da rastî derdikete meydanê. Ewî rexne bi maqûlî dikir, şanê tu kesî nediket…

Em haj pê hene, ku berevoka gotarên Torinê Torinîye zanîstîyê wek pirtûkeke tam û cihê îro amade ye ji bo çapê. Dibê em xwedî mîrata wî ya zanîstîyê derkevin û pirtûka wî derxin. Eva yeka, bêguman wê bibe heykelekî hêja ji bo bîranîna Torinê Torinî.

Em, heval û hogirên Torinê Torinî yên pênûsê û jîyanê serxweşîyê didine malbeta wî, bira û pismamên wî.
Bila serê kurê wî – Alê sax be!
Bila gelê me xweş be!
Bila dua-dirozgên li Lalişa Nûranî, ku van rojan têne kirinê, ruhê hevalê me bighînine buhuştê!

Bi dilkovanî û xemgînîya here kûr:

Zurbê Emir, doxtir, helbestvan,
Feyzoyê Egît, doktor-profêsor, akadêmîkê Akadêmya Rûsyayêye teybetzanîyê,
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, doktor-profêsor, akadêmîkê Akadêmya Qazaxistanêye zanîstîyê,
Eskerê Boyîk, nivîskar, lêkolîner,
Prîskê Mihoyî, rojanmevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya), wergêrvan, helbestvan,
Jorayê Têmûr, dadxwezê berê, karmendê huqûqzanîyê,
Frîda Hecî Cewarî, desdara emekdar,
Tosinê Reşîd, nivîskar, lêkolîner,
Kinyazê Hemîd, parlamêntarê parlamênta Komara Ermenîstanê,
Têmûrê Xelîl, nivîskar, rojnamevan,
Rizganê Simo, doktorê doxtirzanîyê, lêktorê zankoya doxtirîyê ya Yêrêvanêye dewletê,
Rizganê Recevî, kurdzan,
Ezîzê Gerdenzerî, nivîskar,
Keremê Seyad, serokê berê yê radîyoya Ermenîstanêye civakî (beşa kurdî),
Nûra Emerîk, wergêrvan,
Jênîka Qadir, seroka «Kurdistan Komîtê»,
Mesûm Hesen, sîyasetmedarê kurd,
Tîtalê Kerem, serokê radîyoya Ermenîstanêye civakî (beşa kurdî), berpirsyarê sereke yê rojnema «Rya teze»,
Mirazê Cemal, rojnamevan, helbestvan,
Casim Maxmûdyan, serokê 11 gundên Ermenîstanê yê hêla Elegezê,
Seyadê Tîtal, doxtir û gelekên mayîn.

 

P.S. Meytê Torinê Torinî îro, 2-ê cotmehê sala 2018-an wê li gundê Şênîkê (navçeya Talînê, li Ermenîstanê) li nav mezelê êzîdîyan, li rex tirba dê û bavê wî bispêrine axê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev