Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 72an derket!

Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 72an derket!

Alî Çiftçî, berpirsyarê kovarê

Ev hejmara jî wek hejmarên berê bi nivîsên ji pênûsên cuda, yên lêkolînî, serpêhatî, edebî, helbest û hevpeyvînên balkêş ve hatîye dagirtin. Di destpêka havîna pêşîn de li Almanyayê konferansek bi avê ”Asimîlasyon û Kurdên Anatolîya Navîn“ çê bibû. Ji konferansîyerên vê civînê, Prof. Dr. Hacî Akman, Dr. Sharo I Garip û Doç. Dr. Osman Aytar gotarên xwe ji me ra şandin. Mala wan ava! Hûn ê lêkolînên van her sê havalan di vê hejmarê de bi sernivîsên Parastina nasnameya kurd û asimîlasyona wê ji Haci Akman, Eqlê protez û xwedagirkerî (Self-colonization) ji Sharo I Garib û Di şertên globalîzma îroyîn de kurd: Vîzyon, derfet û astengî ji Osman Aytar bibînin.
Karim Najar, helbesteka ji devoka Zaxo ji me ra nivîsîye. Ji bo ku xwendevanên me kurmancîya ji devera Behdînan jî bibînin me di vê hejmarê de bi sernîvîsa Were keko to bo şir î… helbestek weşand.
Memê Mala Hine bi sernivîsa Bi çavê kovara Kürt Tarihi kurdên Anatolyayê, hejmara 33an a vê kovara şirove dike.
Mehmet Tewfik Demir ji gundê Hecîlera, dema cunta 1980î wek girtîyekî sîyasî di hepisxaneya Diyarbekirê de mabû. Hûn ê di vê hejmarê de serpêhatî û bîranînên wî bixwînin.

Naveroka vê hejmarê ev in;

Ji Bîrnebûnê, Ali Çiftçi
Daweta belediya Wood Green, Harrîngey li Londonê, redaksîyon
Hilbijartina Swêdê ya 2018an, Alî Çiftçi
Konferansa „Asimîlasyon û Kurdên Anatolîya Navîn“, Muzaffer Özgür
Parastina nasnameya kurd û asimîlasyona wê, Haci Akman
Di şertên globalîzma îroyin de kurd: Vîzyon, îmkan û astengî, Osman Aytar
Mekanizma asîmîlasyona kurdan, Sharo I Garip
Ger, tirs, bêdengî, lêkevtina Devrêş, Nuh Ateş
Were keko to bo şir î, Karim Nejad
Karika qehreman, Mistoyê Heco
Henekên kamyonvanên me, Hızır Akbîna
Helbest, Seyfi Doğan
Gundê kurd li dorberê KIRIKKALÊ, Dr. Mikaîlî
Fotera Hesenî Alê, Memduh Selim
Di mijê de rêvîtîyek, Mem Xelîkan
Pêkenok, Mûlla Evîndar
Bi çavê kovara Kürt Tarihi kurdên Anatolyayê, Memê Mala Hine
Dîroka malbateka li Çorumê, Abdullah Şahin
Qamyona sor, Mehtab Îdelî
Bûka spî, Mûlla Evîndar
Ez ê bicim, Xizan Șîlan
Hanya Qonya, Yıldız Karagöz
Bermekiyên Kurd di kûraniya dîrokê da, Dr. Sozdar Mîdî
Holik, Arvîn Berçemî
Hevpeyvînek bi Mehmed Tewfîk Demir re.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev