PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Pêşgotina kitêba nivîskarê malpera me Raif Yaman ya bi navê ”Phonemên Kurdî ên Kurdolog û Seyahên Rojavayî (1787-1887)”

 

Raif Yaman

Kurdologya rojavayî (europan û american) sala 1787an bi weşîna Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatic û vajnama zimanê kurdan) a Maurizio Garzoni, li Romê dest pê kirîye. Kurdolog kesên bi pîvanên ilmî ên dema xwe, li ser ziman, edebîyat, cultur, folklor, tarîx, dîn, music, geography, politica û warên din ên zanînên social, li ser kurdan û warê wan xebitîne û xwedî berhem in. Ji van kesan hindik orientalist in, hindik missionarên dînê xirîstîyanîyê ne, hindik zanyar in, wate ne orientalist ne jî missionar in. Hindik linguist û philologên ziman û edebîyatên welatên xwe ya jî welatên lê ne. Hindikên van sîyasetmedar, diplomat ya jî fermandarên leşkerî ne. Alîyê wan ê hempar ev e: ev meriv hemî rojavayî ne û bi pîvanên philologya dema xwe di warê kurdologyê da xwedî berhem in.

Di warê nivîsandina phonemên kurdî da, kurdologên rojavayî di nav xwe da dibin du par:

Yek: kurdologên bi temamî ya jî bi granî li ser etymologya peyvên kurdî xebitîne. Van kurdologan peyvên kurdologên berî xwe bêyî ku li ser nivîsîna wan guherîneke phonemic pêk bînin girtine berhemên xwe û li ser wan karên xwe ên etymologic kirine. Meriv dikane gotara Emil Rödiger (1801-1874) û August Friedrich Pott (1802-1887) a bi navê Kurdische Studien. I. Algemeine Ansicht der Kurdischen Sprache, Statistik und Litterature. II. Lautlehre û berhemên Ferdinand Justi (1837-1907), Über die Kurdische Spiranten, Les noms d’animaux en kurde û Kurdische Grammatik di çarçova xebatên etîmologîyê da helbisengîne. Çimkî van kesan di berhemên xwe ên li ser kurdî da bi granî bala xwe dane ser etymologya kurdî[1]. Ji ber ku di nivîsandina kurdî da guherînek phonemic pêk nehanîne, me berhemên etymologên sedsala pêşîna kurdologyê di çarçova vê xebatê da helnesegandin.

Du: kurdologên li ser grammatic, lexicography, edebîyat, folklor û musica kurdan xebitîne, di berhemên xwe da cih dane metnên bi zimanê kurdî û li gor pîvanên linguistic û philologya dema xwe ji bo bi hemî dengên serekeyên kurdî, heta bi rengên van dengan jî binivîsin ji kurdî ra elîfbên xwedî phonemên pêwîst amade kirine, û bi van phoneman xwastine metnên kurdî ên bi ebceda kurdî ya jî bi ebceda farisîya bi herfên ereban hatine nivîsîn jî ji nivîsa wan a eslî çêtir bi phonologya kurdî ji nû ve binivîsin. Sedsala pêşîna kurdologyê, ji 1787an heta 1887an, yanzdeh philologên europan û americanên sereke ên bala xwe dane ser phonologya kurdî ev in: Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giuseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Aleksander Borejko Chodzko, Alexandre Auguste Jaba, Samuel A. Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym, Albert Socin.

Seyahan jî di seyahatnamên xwe da cih dane vajname û metnek ya jî çend metnên kurdî. Bi granî ev metnên seyahan hozan ya jî stranên ji folklora kurdan in. Di warê nivîsandina bi zimanê kurdî da ferqa kurdolog û seyahan ev e: kurdologan her dem xwastine bi kurdî rasttir binivîsin, gelek dengên kurdî di nivîs û transcriptionên xwe da nîşan bidin û ji bo bigihên vê armanca xwe jî tenê bi phonemên nêzdîkî hev û eynîyên zimanê xwe ê maderî û kurdî qîma xwe nehanîne, bi qasî têgihîştina xwe a ji dengên kurdî phonemên nû peyda kirine, heta yekcaran bi phonemên kurdî jî qîma xwe nehanîne, xwastine hemî dengên kurdî di nivîsandinê da nîşan bidin. Piranîya seyahan bi phonemên zimanê xwe ê maderî peyv, phras, nav û têgihên din ên kurdî nivîsîne. Ji seyahên wê demê Claudius James Rich, Austen Henry Layard û Moritz Wagner ji bo nivîsên xwe ên bi kurdî çend phonem li phonemên zimanê xwe ê maderî zêde kirine.

Seyahên rojavayîyên li ser kurdan û warê wan nivîsîne di hawayê nivîsandina kurdî da di nav xwe da dibin du par:

Yek: seyahên ku bê navên geographic, navên kesan û çend navên hebûnên din di seyahatnamên xwe da cih nedane peyvên zimanê kurdî. Di seyahatnamên van da meriv rastî vajname ya jî metnekî kurdî nayê. Ji ber vê yekê berhemên van kesan di warê phonologya kurdî da, di çarçova vê xebatê da xwedî hêjahîya li ser lêgerînê û lêkolînê ninin.

Du: Seyahên rojavayîyên ji 1787an heta 1887an di seyahatnamên xwe da behsa folklor, dîn, tarîx, ziman û warê kurdan kirine. Seyahatnamên van xwedî vajnamên bi kurdî û zimanên wan ên maderî, xwedî vajnamên polyglot ya jî phras û metnên bi kurdî ne. Ji van hindikan berhemek folklorica kurdan ji nav gel danehev. Ev berhem bi kurdî nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine. Di çarçova vê xebatê da phonemên wan ên pê bi kurdî nivîsîne hatine helsegandin. Alîyê hemparê van seyahan ew e ku bi temamî ya jî bi granî peyv, phras û metnên bi kurdî ên di kitêb û gotarên xwe da bi phonemên zimanên xwe ên maderî nivîsîne. Seyahên serekeyên sedsala pêşîna kurdologyê ev in: Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich, Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austin Henry Layard, Moritz Wagner.

 

Wêne: Xalid Satar

 

Riataza

 

[1]Ji bo zanîneke berfirehtir bn. E. Rödiger und A.F. Pott, “Kurdische Studien. I. Allgemeine Ansicht der kurdischen Sprache, Statistik und Litterature. II. Lautlehre”, Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes herausgegeben, Dritter Band, Göttingen 1840, pp. 1-25. Ferdinand Justi, Über die Kurdische Spiranten, Marburg 1873; Ferdinand Justi, “Les noms d’animaux en kurde”, Revue de linguistique et de philologie comparée, Tome: 11, Paris 1878, pp. 1-32; Ferdinand Justi, Kurdische Grammatik, St. Petersburg 1880.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *