Hilbijartina serokkomar jî ji dest kurdan hat girtin – bi saya serê YNK’ê

Hilbijartina serokkomar jî ji dest kurdan hat girtin – bi saya serê YNK’ê

Yilmaz Yildiz

 

Li gor makezagona Îraqê, serokkomarî a Kurdistanê ye, serokatîya Parlamento a sunîyan û serokwezîrtî jî a şîhîyane.

Heta niha rehmetî Mam Celal Talabanî û Fuad Mahsum serokkomartîya Îraqê kirine.

PDK’ê îsal him di hilbijartina giştî a ji bo parlamentoya Îraqê a di 12/5-2018’an de û him jî di hilbijartina giştî a ji bo parlamentoya Kurdistanê a di 30/9-2018’an de wek partîyeke bi hêz derket pêş.

Piştî dagirkirina Kerkûkê bi hevkarîya wê grûba îxanetkar a di nav YNK’ê de, Fuad Mahsum jî wek serokkomar tu roleke erênî neleyîst û bi ser da jî weke kesekî ku ne kurd bê tevgerîya. Piştî vê yekê PDK’ê vê carê biryara xwe da û namzetê xwe Fuad Hiseyin da pêş.

Li Bexdayê PDK’ê û YNK’ê li hev kiribûn ku parlamenterên Kurdistanî di parlamentoya Îraqê de li ser namzetekî bisekinin.

PDK’ê û YNK’ê herweha li hev kiribûn jî ku Berhem Salih xwe bide paş û hemû piştgirîya Fuad Hiseyin bikin. Li beramberî vê yekê wê PDK’ê hin tawiz bidane YNK’ê û bi vî şêweyî rêkeftibûn.

Lê mixabin, YNK’ê namzetê xwe bi paş da nekişand û rêkeftin jî binpê kir. Û bi vî rengî, ji dêvla ku namzetê kurd ji alîyê parlamenterên kurd ve bê hilbijartin, ji alîyê parlamentoya Îraqê ve hat hilbijartin. Piştî vê yekê Fuad Hiseyin xwe bi paş da kişand û Berhem Salih jî wek serokkomarê nû ê Îraqê hat hilbijartin.

Ev yekemîn car e ku parlamentoya Îraqê serokkomar hildibijêrê. Ev tiştê ku hatîye kirin jî li dijî makezagonê ye. PDK bi tundî vê yekê rexne dikê û bi heqî li dij derdikeve.

Li hêla din kurdan bi xwe bivir li lingê xwe dan. Ji dêvla ku li Kurdistanê li hev bikin, pirsgirêk birin ber destê parlamentoya Îraqê. Heger ku YNK’ê li rêkeftina xwe poşman nebûye û wek li Kerkûkê ji pişt ve xencer li pişta PDK’ê nedaye, wê ev tişt jî nehate kirin û wê kurdan jî ew hêza xwe wek berê biparasta. Ne dûr e ku ev bêtifaqîya di nav kurdan de rê ji bo ereban veke û di pêşerojê de serokkomarî jî ji dest kurdan here.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev