Mihemedê kurd û hin çîrokên din -15

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -15

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Dema wezîrê wezîran, ku me berê jî ji we re navê wî gotibû, Muşîr, gote mîr:

“Ger ew kebaniya Mihemed be, mixabin ez nikarim tiştekî bikim û tu plan û amadekariya min jî tune ye”. Mîr jî weha cawa wî dayê:

“Tu dibêjî tu amadekariya min nîn e, lê plana min hazir e: Ez ê Mihemed bikujim û pîreka wî jî ji xwe re binîm”. Wezîr lê vegerand:

“Ezxulam, heqê te tune tu wî bikujî û ya din jî kuştin kêrê te nayê, feyde nade. Mîrê min! Herkes dizane, ku Mihemed hat, xwe avête te û parastin ji te xwest. Ger di vê rewşê de, qetla wî were bihîztin, wê demê şan û şerefa te li ba mîr û paşayên din namîne û navê te jî dê heta hetayê bi vê rezîliyê bê bibîranîn. Wê bibêjin: Wî kesî şeref û namûsa xwe qurbana hest û hewesên xwe kir.

Mîrê min! ji xêncî vê, divê ez ji cenabê te re bêjim ev mijareke girîng û xeternak e. Heke bavê wî, Fîdous bibihîze ku te kurê wî kuştiye, wê bi wê artêşa xwe a mezin ve êrîşê me bike, welatê were talan û wêran kirin, Fîdoûs kevir li ser kevir nahêle. Mîrê min, cenabê te jî baş dizane ku em wek Mîr Fîdoûs bi hêz û qewet nîn in û ev qetla xeternak wê bibe sedema rûxandina welatê me”.

Bi wan gotinên Muşîr re tirsa Mîr Gulnar zêde bûbû, ku xofa Mîr Fîdoûs hemû hucre û lebatên wî hildabûn bin bandora xwe. Ji wê xof û tirsê, Mîr Gulnar ji kesî re behsa plana xwe ya kuştina Mihemed nekir, lêbelê wê şevê qet xew nekete çavên wî.

Dîtira rojê, Mîr dîsa şande pey Muşîr û jê re got, ku heya şeveqê ne serê xwe daye ser balgî, ne tiştek xwariye ne jî vexwariye. Û gotê, ku arezû û îxtirasa wî hêj ya berê zêdetir bûye û ji wezîr xwest ku dermanekî ji vê nexweşiya wî re bibîne.

Wezîr dixwest mîr ji wê rêya xelet vegerine û ji bo vê jî dîsa dest bi axaftina xwe kir û di axaftinê de jî gelek argumentên cuda bi kar anî. Lê gotinên Muşîr tu tesîr li ser mîr nehîştin, ku mîr dizanibû Muşîr nikare wî bigihîne dotmîrê. Dema mîr dît tiştek ji Muşîr dernakeve, gazî Caîfol kir, ku ev jî wezîrekî wî ê din bû. Mîr sira xwe yanî plana qetla Mihemed bi Caîfol re parve kir, hemû serpêhatî ji serî heya dawî jê re behs kir û jê xwest ku çarekê bibîne.

Caîfol wezîrekî zimandirêj û rûreş bû, ku bêyî encama xebat û karekî bifikire, ew kar dikir. Caîfol got:

“Mîrê min! di dinyayê de wezîfeya bicîhanîna daxwazên cenabê te xweştir çi heye! Tu mîrê vî welatî yî, ger cenabê te bixwaze dikare Mihemed bide kuştin û qûlekî Xwedê jî nikare hemberî qirarê te tiştekî bêje”.

“Tiştekî wisa nabe”, mîr got. “Muşîr wek te nafikire û di wê fikra xwe de jî mafdar e. Eger em wî bikujin bavê wî, Mîr Fîdoûs, heya heyfa xwe hilnede nasekine”. Herweha hemû gotinên Muşîr ji Caîfol re got. Dû axaftina mîr, Wezîr Caîfol domand:

“Erê wek gotina cenabê te ye; wê heyfa xwe hilîne, lê planeke min din heye. Mihemed ê bê kuştin, lê ne bi destê me, ji aliyê kujerekî din ve. Mîrê min, tu jî dizanî ku di nav sînorên mîrekiyê de giravek heye û di giravê de dêwek dijî. Wî dêwî hêj di dema bavê te de zirar û ziyaneke mezin dida welatiyan; rêbirî dikir, ji şêlandin heta kuştinê çi xirabî û nebaşî hebûya dikir. Li hemberî wan hemî zirar û ziyanan bavê te li ber xwe da, sebir kir û ji bo dîtina çareyekê hemû sihêrbazên welêt civandin ciyekî, daxwaza dîtina çareseriyekê û sekinandina dêw li wan kir. Îca ez ji mîrê xwe re bêjim, yek ji wan sihêrbazan hebû, ku dêw hilda bin kontrola xwe û ew di giravê de heps kir. Niha dêw çi bixwaze dikare bike, lê bi tenê nikare ji sînorên wê giravê derkeve. Ger tu bixwazî Mihemed bidî kuştin, hema wî bişîne wira bes e. Hinekî pesnê wî bide û qala wêrekî û mêrxasiya bavê wî bike û bêje mêrxasî tiştekî wisa ye, ku ji bava derbasî kura dibe. Dû re nebêje dêw, lê bêje heydûtek di mîrekiyê de heye û zirareke mezin dide welêt, ku encax yekî mîna te dikare heqê wî de were.

Zilamê ciwan xweyê cesaret û wêrekiyeke mezin e, ku wê daxwaza te qebûl bike, ji emrê te dernakeve. Herweha em ê bêjin leşker û nobetdara dema Mihemed xwe gihand giravê, bihêlin bira derbas be, lê hûn pê re neçin. Hema bi derbasbûna wî ve, dêwê wî bigire û daqurtîne. Bi vî hawî bêyî ku em tiştekî bikin, Mihemed ê were kuştin û jina wî jî wê ji te re bimîne. Bê şik, wê bavê wî jî mirina wî bibihîze, wê çaxê em ê şandeyekê bişînin û jê re bêjin, ku kurê te di herbê de hatiye kuştin. Û bi şandina hin hediye û diyariyan tê di ber de werî û jixwe bi wan diyariyan dikarî her tiştî bikî”.

Mîr Gulnar bi wê plane gelekî kêfxweş bû, spasiyên xwe pêşkeşî Wezîr Caîfol kir û bi comerdane ew xelat kir.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev