KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -8

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -8

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 155an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 155

 

MALÊ ME!

 

Malê me danîne devê rêda,

Minê kawa gozel dîbû mala,

Mala pîgêr nava şêda.

 

Ez merûmê dikim herime dizîya kilê çevê reşbelek,

Kawa gozel minra gotibû:

-Kurro, gede dûrî min here,

Here gula, sosina, rihana,

Darika, mêxika, koka qerefîlê,

Koka mêymûnê tevde, destê xwe mede.

 

Sûretê qîza vî teresî awqa sar bû,

Qîza vî teresî ez helandim,

Kawbûna ez pijandim.

 

Malîno, gundîno!

Kevir, kuçik lê barîno,

We kengê ez û kawa gozel cem hev dîno.

 

Got û nivîsî Egîtê Eylaz.

 

LÊ, LI MINÊ

 

Lê, li minê, lê li minê,

Dînê êvare, zerî meşyan avê.

Çîlane, bedewa xwe da pêşîyê,

Qemere şermoke bûne,

Qarê hevalê xwe dane ortê,

Kîjane mirdare, gende, gemar bû,

Wana xwe da parra.

 

Lê, li minê, lê, li minê,

Bejina min zirave, rihana terre,

Sûretê minî wisa sorî groverre, hesavê hîva çarde şeve.

 

Sîng û berê min wisanin,

Hesavê text û tac,

Lê, li minê, lê, li minê.

 

Got: Basoyê Bekir, ji nehya Axbaranê, ji gundê Pampê, Baso nîvxwendîye, blûrvane, heye 30 salî.

 

GULÊ MERÛMÊ

 

Gulê merûmê, ezê gulim, gula vê qefûyê,

Havîne, xelqê gulê xwe çinîne,

Gula min merûmê xwedê maye serê çiyangê bilind, bêlanî jorin ber surr û sermayê.

 

Ji çîka çeva hizkirina ne pak destê min nagîjê,

Eman nayê, gidî nayê.

 

Gulê merûmê, havîne, heyamê dilûk û desê,

Stêrkê ezmana bi hevra ketine kînê û besê,

Destê dilê rezîl ezê bûme Mecrûm,

Ketime kêf û reqesê.

Gulê merûmê, ba tê,

Bangê êvarê lê dixe diweşîne kulîlkê darî çînara,

-Sêfîlo, bive mêvanê mala bavê min merûmê,

Têkeve nava sîng û berê min evdalê,

Sîng û berê min kulîlk dane,

Mîna kulîlkê rex hêlûnê,

Kawî gozel devî zinara.

 

Got: Teyoyê Mamo.

 

KEÇIKÊ

 

Kecikê, ezê navê te nizanim,

Tera divêm têlî Siphanê,

Ta morî mircana zer kutanê,

Ezê çûm pey hekîmê loqma, pirsa dû-dermana bikim.

Go: -Dû-dermanê dilê te xalekê reş berê reyane.

 

Gelo, kulmalo, we zozanê me çêrandin,

Mî qelew bûn, xamberdîra dawê xwe gerandin,

Têmîyê bidine keçikê gundê xweda,

Çevê xwe kildane, biskê xwe berdane, xortê me helandine.

 

Keçikê qurban, rêya Sîneka wêran, min bû du rê,

Gede qurba qaîşa xemilê bavê alîyê surê,

Herçî êş-azara gede lawikê min sala îsalîn heye,

Bira dûrî bav, bra, xweyî-xudana bê serê min porrkurrê.

 

Gede qurba, gede lawikê min razaye xew ranave,

Bira êla min qirikê qîzan û bûkava tev qurba be,

 

Ezê dikim ramûsanê gede lawikê xwe kerem kim,

Nizanim xebera kê tolê neşûştîye,

Ramûsanê min qirrika xwedê qaîl nave.

 

Gede lawikê min razaye li belaye,

Ezê merûma xwedê dikim, nakim dêrizê gundê meda sebra min nayê,

Ezê dikim ramûsanê gede lawikê xwe kerem kim,

Divê kurê jinabîye, îtbara min pê nayê.

 

Got: Gogê Ûsiv.

 

ZELFANÎ

 

Zelfanî, zelfanî.

Lawiko, tî nizanî,

Gilîyê sar mevêje

Welle tu mêvanî.

Zelfanî, zelfanî,

Zelfê min zêrînin,

Li ber lawikê min danî,

Tilîyê lawikê min xasin,

Min zelfe zer nanî.

Çaxê çevikê min pê ket,

Sûretê min çiqayî şa bû,

Şewq çû xan manî.

 

Zelfanî, zelfanî,

Xarina xas hurmanî,

Kakila reş gûzanî,

Zêrê li ser brûyanî.

 

Ezî brîndarim,

Melhema dilanî,

Zerîyê me wê têne,

Kurtikê Şamê lêne.

 

Memikê min dêranê,

Ew pencê rojêne

Lawiko, pê şa bibe,

Heya pêwir hiltêne.

 

XEZALIM, XEZAL

 

Xezalim, xezala çîyaê Emanê,

Hevalê min çûne, ezê berîstanê jorin mame tenê.

 

Heger pirsa nêçîrvanê welatê me ji min dikî:

Nêçîrvanê welatê me erebin,

Hespê wane erebistanîne,

Guh kêwrîşkîne, dêlqamçîne,

Situ zirave, nav tezîne,

Serê wane bi kefîne,

Serkê wane rimamîne,

Her carê nîv hoqe ttûna Mûşê reş hiltîne,

Wextê ku erebistana syar dibin,

Toz û xubarê li hev tînin.

 

Got: Gogê Ûsiv.

 

HEY LÊ, LÊ

 

Hey lê, lê, hey lê, lê Mêrdîne, xweş Mêrdîne

Çeve reşe-qaytanîne,

Sûrete sore degirmîne,

Xên jî vê derbê, derbeke dinê memkê te dîne.

 

Kuro, kulmalo, bêbextî te hato,

Te kengê memkê min dîne,

-Tê bîra te wexta pezê bavê te li bêrîyê bû,

Destê teda gopalê zîvîn bû,

Lingê teda cote kondelê firingî bû,

Wexta mînga kure qer bêrîyê revî bû,

Xelqê delal berra bezî bû,

Hingê sî û sê bişkokê civtê zer,

Zer memika vebûbûn.

 

Minê hingê memikê te dîbûn,

-Hey lo, kuro, îşev şeve, şevê bi şilîbû,

Guhra qiran, ave herî be,

Qasekê were nava min bi cî be.

 

Zenda mine morî mircan

Heta sibê tera ber sêrîbe,

Zer memikê minê tera êmîşê şevbihêrî be.

 

-Herê kulmalê, ez jî dizanim

Zenda morî mircan ber sêrî be,

Zer memikê te minra şevbihêrî be.

 

Kalikê wê malê bavê te,

Şevê heya sibê xewa wî tunîne,

Wê min teva cem hevdu bibîne,

Welatê xerîbda ez tenême,

Qaçaxê mala bavê te gelekin,

Wê min bikujin, bavêne bindarûkê qîz û bûkê

Êla kîkan û Milan.

 

Wê doxê teşya cinyazê min hilînin,

Wê bêjin reme ne gora te kuştî be.

 

Got: Temirê Ûsiv, ji nehya Talînê.

 

ZERÎ DOMAMÊ

 

Zerî domamê, îşev şeve, şev şilî bû,

Pezê mala bavê zerî domama min dena bû,

Mînga kurre qer revî bû.

 

Zerî domama min yeke kine giloverre,

Mînga qer berra bezî bû,

Kilîtê zer memika firingî bû,

Difirî bû.

 

Min go: -Zerî domamê,

Minê zer memikê te dîne,

Go: -Kurro, kulmalo, şedê te kîne?

Min go: -Şedê min ne merîke, ne dudune,

Şedê min şeş merîne;

Du şivanin, du gavanin,

Dudu hay-hay bi berxvanin,

Go: -Besa nav nîşanê memikê min çine, çi nînin?

 

Min go: -“Navnîşanê memikê te çine, çi nînin”,

Mîna trîyê Rewanê, sêvê Xirzanê, hurmîyê

Ordûbatê, serê wane sorin, binê wan sipîne.

 

Ezê gava dinê ber derê bavê tera çûme.

Sê mûyê sipî serê çena minra rabûne,

Te tirê ezî kalim, wele ne kalim, bile ne kalim.

 

Got: Teyoyê Mamo.

 

HEY WAYÊ

 

Hey wayê, hey wayê,

Salek heye donzdeh mehe rûkarê vê dinyayê,

Kula Himaîla Xudêda, zenda zer, bazinê zêra,

Heta roja mirinê dilê min dernayê.

 

HERÇÎ GAVA

 

Herçî gava ez domama xwe birevînim,

Ji min mekin tu car gazin û lomanan.

 

Erê domamê, minê serê zer memikê te dîne,

-Heylo derewçîno, te kingê serê zer memikê min dîne?

 

Gava şilî û şepelî bû, tu li paş konê erebî bûyî,

Mîya kure qer revî bû, tu li dû ketibûyî,

Bişkoşkê te qetya bû,

Serê zer memikê te pêra xuya bû:

 

Serî sorbû, binî sipîbû.

Fenanî berfa yekşevî bû,

Li çîyaê zozanê Eledaxê dibarî bû,

Min ji xwera li erdê dîbû.

 

Zerî domamê welle nayê,

Malî bavê zerî domama min barkirine,

Ez li dû ketibûm:

Gayê wanî reşin,

Golikê wanî enî beşin,

Cîyê warê wanî stirî be,

Kevçîyê wanî guhmesî be,

Balgîyê wanî postê ji jûjî be,

Çawa nehîştin, ez zerî domama xwe

Yek mirazbin.

 

Zerî domamê, welle nayê,

Zerî domamê, bille nayê.

Domamê, ezê çûme bajarekî,

Me dî telalekî nava çarsûyê digerre,

Kirasekî li milane.

 

Telalo, tu xwekî, bi xwedêkî,

Bihayê krasê te bi çand û çendane?

Go: -Kuro, kuro, bihayê kirasê min arzane, we arzane.

 

Bi îlxîyêd di hespane,

Bi sûrîyêd di mîyane,

Bi ga û gamêşê kotanane,

Bi kodek şîrê di teyrane,

Hê layîqî gewra te nîne,

Layqî pîrê di zemîne.

 

Got: Kîrakos Mkrtçyan, 58 salî, ji gundê Talîna Jêrin, li ser nehya Talînê.

Nivîsîn: H. Cindî û Î. Maragûlov.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev