Pirsa we û bersîva me – 103

Pirsa we û bersîva me – 103

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê bi vî awahî da:

 

Pirsa Reşoyê Keko û bersîva Nura Şane

 

Pirs: – Her kes bi awayê xwe behsa giringîya zimanê kurdî dike. Di pirsa qelsbûn û kêm bikaranîna zimanê kurdî da hinek kes dewleta dagirkar gunehkar dikin, hinek dibêjin sûc yê me bi xwe ye, hinek dibêjin sîyasetmedarên me bi dehan salan karê xwe bi tirkî kirin, lema axavtina kurdî kêmtir bû, hinek kes vê pirsê bi sîyaseta înkarkirina kurdan û tunebûna dibistanên kurdî va girê didin û h.w.d. Gelo hûn dikarin bi kurtî û dagirtî bersîva vê pirsê wisa bidin, ku her kes jê razî be.

 

Me bersîva vê pirsê di nivîseke lêkolîner Ali Gurdilî ya bi sernavê ”Zimanê Kurdî kaniya Kurdayetiyê ye” da dît û bi dilxweşî raberî we dikin:

 

Bersîv: Bi weşana çend kitêbên kurdî, bi hebûna çend weşanxaneyan, bi saya serê sed-dused nivîskar û dilsozên Zimanê Kurdî û bi rêya medya sosyal, Zimanê Kurdî ji mirinê xilas nabe.

Hemû dem û dezgayên kurdan, partiyên siyasî yên kurdan, şaredariyên kurdan, kom û komeleyên me, divê dest bi seferberiya ziman û çanda kurdî bikin. Zimanê kurdî, divê ji vê rewşa xwe ya ‘polîtîzebûyî’ di zûtirîn demê de xilas bibe û bibe perçeyekî jiyana rojane ya jiyana kurdan.

Gunehekî mezin e ku em hemû sûcê vê rewşa neyînî dixine stûyê nivîskar û rewşenbîrên kurdan. Divê gotineke kurdan ji bo siyaset, partî, dem û dezgeyên kurdan re jî hebe û divê kurd, doza zimanê xwe li wan bikin.

Heke rewş wiha berdewam bike, dê ne kurdî bimîne û nejî rihê kurdayetiyê. Çimku kaniya kurdayetiyê, kurdî bi xwe ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *