SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -1

SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa pêşin bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 155

 

Kemalîstan, ku hukmê xwe li welêt dan xurt kirin, dixwest ku Tirkiyê bikin dewleteke di dereca gel û millet da yekşivêt, hemî bineciyên wê bikin Tirk. Siyaseta komên welêt ên serokatîkir helandina gelên biçûk di salên 20 da bû. Ew bi mesela bineciyên Kurdan fireh-zelal dihat dîtin. Berî ku em derbasî şirovekirina vê pirsê bibin, pêwist e em bi kurtî li rewşa gundiyên kurd ên pirmilyonî ku bilî qûlîtiya millî, qûlîtiya derebegên xwe jî dîtine binihêrin.

Hukmê şêx û begên Kurdan bû : wan pir caran bi xwe mehkema millet dikir, hesabên wan û tiştên mayîn dihatin der. Weşana Tirkiyê ya girêdayî serhildana Şêx Seîd wê demê gelek di derheqa wilayetên rohilatê ya civakî-aborî da, di derheqa hukumdariya şêx û begên Kurdan da dinivîsî, giva dîwana Tirkiyê dijî wan, ji bo xweşbextiya Kurdan, şerkarî dikir. Rast e, ew meqale gelekî biteref bûn û bi siyasî jî binperdekirî bûn. Lê, dîsa jî ew gelek tiş t di derheqa danûstendinên civakî di navbera Kurdan da dibêjin. Bi vî awayî, rojnama “Akşam” a 19 îlon 1925 nivîsiye : “Gundiyên koçer ji mafan hatine mehrûm kirin. Çi ku dimîne di derheqa borcdariyên wan da, ew bi hevokekê va tê gotin : “Kar bikin heta mirinê”. Q rewşa wan, sexîriya wan digihêje dereca qûlîtiya rast … Xurekê wan hergav nanê ceh û toraq bû. Gundî tim ji bo xwediyê xwe kar dikir û zexîra wî tije dikir. Û milkdar ewqas nan dida wî ku ji birçîna nemire …”.

Gundî ji bo xweliya xwe diviya piraniya eknê gihandî bida milkedar, an jî demeke dirêj li ser erdê wî kar bikira. Gelek bac jî ji wan distendin.Tevî wê yekê, gundiyên kurd diviyan eseyê heq-kiriya xweliyê jî bidana. Ew gundî jî gotî, ku bona xebatê diçûne Stembol, Zonguldak, Izmîr û bajarên din, diviyan bidana. Ew heq, nûnerên eşîran salê carekê, an jî du salan carekê dida. Çap-qedera wê girêdayî meaşê gundî û dereca hukmê axayê ku, eger lazim bûya, dikaribû bi destê zorê ew heq hilda bû (136, r. 197). Eger yek turuş bikira heq neda, wey li wî, mala wî dizêrand (213, 1932, r. 18).

Rojnama “Akşam” di sala 1925 da nivîsiye ku çiqasî dûrî merkezan bûna, ewqas hukmê milkedaran pirtir dibû. Di çend navçeyan da, hukmê wan ewqas pirr bû ku ew dibûn wek serokên dîwana cî ku bi organên hukûmeta navendî ra kar dikir. “Li wilayetên rohilatê beglerên (cîgirên derebeg-milkdaran M.H.) usa hebûn, û gava ji gundekî diçî gundekî din, te digot qey ji sînorê dewletekê derbas dibî. Gava li ser tixûb ji gundiyên çekdar dipirsî : “Hûn kî ne ?”, wanên han bersîv dida : “Em mirovên filan axayî ne”.

Rakirina sultanetê (1922) û xelîfetê (1924) ji holê derbeke dijwar gihande şêx û begên Kurdan. Hilanîna mehkemeyên şerîetê ne tenê şêx ji hebûna pirr mehrûm kir, lê usa jî hukmê wan li ser piraniya Kurdan kêm kir. Hukûmeta Anakarayê mecalên bona mehkemekirina hukmê dîwana merkezî li ser rohilata welêt xurt kirin. Karmendên Tirkiyê li ser qulixên bilind, li Kurdistana Tirkiyê, hîn rêaksyonêrtir hatin xuya kirin. Bertîlxwarin di nava administrasyona dewletê da li Kurdistanê bû tiştekî sade.

Ew siyaseta Tirkiyê ya nuh di nava bineciyên Kurd da nerazîbûneke mezin pêş da anî. Di nava wan qewlan da niştimanperwerên kurd dest pê kir haziriya serhildaneke nuh bibînin.

Amadekarîya serhildanê û destpêka wê

Tedarukdîtina serhildanê, ku di paşdemê da navê “Serhildana Şêx Seîd” lê hat kirin, ji destpêka salên bîst da dest pê bû. Bi saya tevgera niştimanperwerên Kurdan, di 1923 da li hev hatin ku karkirina Komîta Serbestiya Kurdistanê (navê wê “Azadî” bû) aktîf bikin. Ew rêxistin dizî bû û ji komikên xewle hatibû saz kirin (di her komik da 5 mirov hebûn). Her endamekî wê xwediyê rutbekê bû û navekî zêde li xwe kiribû. Ew diviyan tenê hevalên komika xwe nas bikirana û di nava pevgirêdanan da tevî hevalekî ji komika din bibûna (147, r. 35).

Navê Komîtê jî diviya di dizî bihata xuya kirin, lê eger yek şaşîtî bikira û di hindava rêxistinê da xayintî bikira, ew bi decalî dihat gunehkar kirin. Serokê Komîtê yê serhing Cibranli Xalit Beg bû. Di nava demeke kurt da, ew bi serekeşîrê qebîla Mutkan, Hacî Mûsa, li hev hat ku bikeve nava hevkarkirinê. Usa jî, danûstendinên wî tevî serekeşîrê qebîla Hesenanliyan, Hesenanli Xalit Beg (9), û gelek serekeşîrên mayîn baş bûn. Komîtê rêxistinên xwe usa jî di nava ordiyê da, ku tê da li hev hat ku çend zabitan bîne hêla xwe, dane saz kirin. Di nava wan zabitan da usa jî bineciyên Iraqê hebûn, û ew yek alîkariya tesdîqkirina pevgirêdanan bi Bexda û Helebê ra kir. Endamên wê rêxistinê bi nav û deng bûn : zabit Ihsan Nûrî ji Bitlîsê, çawîş Ismaîl Hakkî Şawês ji Suleymaniyê, Xûrşîd ji Siirtê. Navenda rêxistinê li Erzurûmê bû. Bi spartina navbenê Ismaîl Hakkî Şawês borcdarî hilda ser xwe ku navçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê parên (şaxên) wê rêxistinê bide saz kirin. Bona wê armancê ew hate Diyarbekirê. Li vira bi tevgeliya Qedrî Beg Cemîl Paşazade, Qasim Beg Cemîl Paşazade, doktor Fuad, avukat Mehmet Efendî (Bavê Tûjo, an jî Hacî Axte), Ekrem Beg Cemîl Paşa û çend mîlîtanên Kurdan ên mayîn para wê rêxistinê hat saz kirin (145, r. 82). Pevgirêdana di navbera navbendê û paran li Diyarbekirê bi destê nûnerê pareyê li Darahînê, Teyib Elî, dihate mîaser kirin.

Serokatiya Komîteya Serbestiya Kurdistanê di nava karkirina xwe da dicedand ku ji aliyê dîwana cî bê hez kirin. Usa jî dixwest ku şêxên rohilata welêt ên bi nav û deng piştgiriya wê bikin. Ew faktoreke giring û pêwîst bû, bona ku şerkariya çekdarî bi awakî vekirî bibe sebeba pêkanîna armancên Komîtê (85, r. 45). Şêx Seîd, ku nav û dengê wî ji Xunis, Genc û Palû heta Diyarbekirê belav bûbû, hukmekî mezin li ser komîtê hişt (10).

Şêx Seîd gelek dewlemend bû. Hebûna wî di wê derecê da roleke giring lîst ku ew bi biryara Komîteya Serbestiya Kurdistanê bû endamekî wê yê bi nav û deng. Di dawiya havîna sala 1923 da, Yûsif Ziya, ku serokekî Komîtê û parlementerekî Bitlîsê bÛ, çû Xunisê li bal Şêx Seîd.

Dema rasthatinê, ew di derheqa pêwîstiya sazkirina rêxistinên Kurdan da peyivî û got ku şerkariyê bikin bona serbestiya Kurdistanê. Tevî wê yekê, wî soz da ku di paşdemê da ewê hukûmeta Kurdistanê qulixeke bilind bide Şêx. Loma jî Şêx Seîd kete nava teşkîla Komîtê. Wan tevî wî peyman danî bona ku agahdarî di derheqa teşkîlkirina serhildana Kurdan da bidin hevdu. Pey wê yekê, Yûsif Ziya navê dizî yê Komîtê ji Şêx Seîd ra got.

Di zivistana salên 1923-1924 da, li Paluyê şêwrdariya serokên Kurdan, ku di nav wan da derebegên qeza Xanî (wilayeta Diyarbekirê) jî hebûn, hate derbas kirin. Şêwrdariyê biryar qebûl kir ku hej-şerkariya Kurdan a dizî bidin aktîf kirin.

Jimara alîgirên heja Kurdan her ku diçû zêde dibû: bawer bike hemû eşîr bi alîkariya Komîta Serbestiya Kurdistanê çek û cebirxane ji xwe ra peyda kirin. Serokên serhildana Kurdan bi çekdarkirina eşîran û tedarukdîtina serhildanê dicedand ku bigihîjin wê yekê ku Koma Milletan Kurdistana Serbest nas bike. Serokên serhildana bona guhdariya dîwanê, bona ku guhdariya dîwanê daneynin ser xwe, filan yan bêvan biryar bi dizî qebûl dikir û civînên bi vî awayî, bi tevgeliya mirovên kêmjimar va, dihatin derbas kirin. Bi vî awayî, di behara 1924 da, Yûsif Ziya hat “mêvaniya” Cibranli Xalit Beg, li Erzurûmê. Di dema rasthatinê da, biryar hat stendin ku bi alîkariya Şêx Mehmûd û Ismail Axayê Sîmko, ku li derveryî Tirkiyê diman, eşîran bi çek û rihal bikin, usa jî bi riya Sûriyê de’wekarî ji Koma Milletan ra, di derheqa naskirina Kurdistanê da, bişînin. Yûsif Ziya bi wê biryarê Û nama Cibranli Xalit Beg çû bal Şêx Seîd, li gundê Kolxîserê (qeza Xinisê). Paşê ew çû navçeyên cihê-cihê (Göksu, Hecî Omran, Tekman, Gökoglan, Qerliova, Varto) û li wan deran ew biryar ji serokên Kurdan ra da nasîn (128, r. 126).

Wê demê, alaya Tirkan li navça Xizan bû û şerkariya Aşûriyan dida fetisandin. Serokê barêgeha wê alayê Ihsan Nûriyê kurd bû (di paşdemê da ew bû serokekî serhildana Kurdan li rex Araratê). Bilî wê, zabitên Kurdan ên navdar jî, wek Resîm Wanlî, Xurşît, Tewfîq Cemîl, Riza û yên mayîn, qulix dikir. Wan zabitan anegorî spartinên Komîtê dest pê kir li ciyan, li nava eşîrên Kurdan, komikên partîzanan bidin saz kirin.

Endamên Komîtê dicedand ku pevgirêdan tevî wan komên ku bi Mustafa Kemal ra di nava muxalefetê da bûn bidin saz kirin. Bona wê armancê, di payîza sala 1924 da, Yûsif Ziya li Stembolê ra s tî endamên Partiya Pêşverû ya Cumhûriyetê (PPR) û mîlîtanên mayîn ku di nava muxalefetê da û dijî hukûmetê bûn hatin. Pey wê yekê, ew çû Erzurûmê û ji wira têlêgrameke dizî ji birayê xwe Çawîş Riza, ku ew paresker qulix dikir ku li navça Xizanê bi fetisandina serhildana aşûrî va gîro bûn, ra şand. Ew têlêgram bi şaşî hat fehm kirin û Kurdan tirê diviyan rabin serhildanê, û zabitên kurd ên wê alayê, serokatiya paraskerên xwe, bi qumandariya Ihsan Nûrî, çek hildan û berê xwe dan çiya (126, r. 173-174). Lê ew rabûna cur’et prîskek bû û ji aliyê eşîrên Kurdan piştgiriya pêwîst ne stend. Loma jî Ihsan Nûrî û zabitên Kurdan ên mayîn eskerên xwe ji hev belav kirin û bixwe jî çûn Sûriyê, ji wira jî Kurdistana Başûr (Kurdistana Iraqê) (145, r. 83).

Tiştekî têgihîştinê û sade ye ku ev karkirina Kurdan û serokên wan diviya ji guhdariya dîwana Tirkiyê der nemîne. Cara pêşîn serokên eşîra Xormekan bi nama dizî di derheqa tedbîrdîtina serhildanê da Ankara agahdar kir. Mustafa Kemal bona erdheja (zelzele) payîza 1924, ku li wilayetên rohilatê bûbû, çû Erzurûmê. Li vira ferzend kete wî ku di nava rastiya wê agahdariyê da bê bawer kirin ku di namê da dihat gotin. Dema ew vegeriya Ankarê, ferman da bona ku Yûsif Ziya, Cibranli Xalit Beg û mîlîtanên Kurdan ên mayîn ên bi nav û deng bên girtin. Di oktobra 1924 da, dîwana Tirkan li hev hat ku Yûsif Ziya bigire, û ew bi rêberiya eskeran hat şandin Bitlîsê bona ku mehkema eskerî wî mehkeme bike. Bilî wê jî, endamê hurmetlî yê berê, Hecî Mûsa, û 20 niştimanperwerên Kurdan ên bi nav û deng hatin girtin. Cibranli Xalit Beg, ku hela di nava azayê da bû, nikaribû serederî ji rewşa sazbûyî bikira. Ew li ser wê bîr û baweriyê bû ku hukûmetê turuş (cur’et) neke wî bigire. Ew usa jî difikî ku qet nebe bineciyên cî û pareskerên korpusên ordiyê, usa jî eşîrên ku pê ra girêdayîne, ewê serê xwe rakin û wî azad bikin. Lê usa ne bû. Şeva 20.12.1924, desteya ku ji hukûmetê ra emîn bû Cibranli Xalit Beg li mala wî girt û hema wê şevê jî berê wê da Bitlîsê (128, r. 127). Di sala 1924 da, mîlîtanên Kurdan ên mayîn jî hatin girtin û ji welêt hatin raqetandin (170, r. 26).

Pey girtina Xalit Beg, Şêx Seîd wek sedrê Komîta Kurdistana Serbest hat bijartin. Komîtê biryar qebûl kir ku dest bi serhildana hemtomerî bike û serokên Kurdan ên girtî bide azad kirin (108, r. 246). Şêx Seîd spartin stend ku serhildanê bide lez kirin, serokatî li wê bike û bi riya Sûriyê pevgirêdanan tevî Kurdên Sûriyê bide testîq kirin. Şêx Seîd ku ew spartin stend, name ji Hesenanli Xalit Beg ra şand û tê da got ku pêwîst e, eger ferzend hebe, êrîşî Bitlîsê bikin û Cibranli Xalit Beg aza bikin, lê ew bixwe di 27.12.1924 da hat gundê Qirikxanê (qezayê Palû). Li vira, di 4 çileya paşîn 1925 da, serekeşîrên Kurdên navçeyên nêzîk berhev bûn bona ku pirsa serhildanê enene bikin. Ji Stembolê, kurê Şêx Seîd, Elî Riza, jî hat wira (128, r. 123).

Hela berî van qewimandinan, Elî Riza di cotmeha 1924 da, bi riya Diyarbekirê çû Helebê, bona teşkîlkirina serhildanê tevî lîderên Kurdan ên mayîn ên ku ewê bide qayil kirin. Gelek mîlîtanên Kurdan ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê hatin wira. Di wê civînê da, rewşa Kurdistana Tirkiyê bi hûrgilî hat enene kirin. Bawer bike, hemû tevgeiên wê hatin ser wê bîr û baweriyê ku tenê bi destê serhildanê ew dikarin mafên gelê kurd biparêzin. Civînê biryar qebûl kir ku di 21 adar 1925 da li Kurdistan Tirkiyê d e s t bi serhildana hemtomerî bikin (ew roja cejna millî “Newroz” bû), herweha organa serhildanê ya serkarîkirinê hat bijartin (126, r. 174). Elî Riza mecalên dereca tedarukdîtina serhildanê enene kirin û di 15 cotmeh da ji Helebê derket û heftekê şûn da hat Stembolê, ku tê da rastî Seyid Ebdulqadir hat. Dema wê rasthatinê, Elî Riza di derheqa rewşa wilayetên rohilatê da şirove kir, bîr û baweriyên Komîta Serbestiya Kurdistanê yên girêdayî serhildanê raber kirin, usa jî fikra xwe di derheqa planên wan serokên Kurdan da, ku li Heleb û Iraqê bûn, got. Seyid Ebdulqadir di 2 çiriya pêşîn da Elî Riza bal xwe gazî kir bona ku azatir pê ra bipeyive. Dema wê gotûbêjê, lawê Seyid Ebdulqadir , Seyid Mehmet, jî hazir bû. Di 4 çiriya pêşîn 1924 da, Elî Riza dîsa hat bal Seyid Ebdulqadir ku ew agahdar kir ku hela ji îlon 1924 da, nûnerê wî Kör Sadî, tevî xebatkarê balyozxana Ingilterê, hevpeyvînan di derheqa p>êwîstbûna piştgiriya Ingilîzan ji serhildana Kurdan ra da derbas dike. Paşê, wî da zanîn ku dû dawîhatina vekirî ya wan hevpeyvînan, ewê bixwe here wilayetên rohilatê bona bêtirskirina yekîtiyê di nava heja Kurdan da (212, 17, 18, 21, VIII. 1925).

Elî Riza di derheqa van hemû tiştan da bi tevgelên civînê ra şirove kir. Bilî wê, Elî Riza civîn agahdar kir ku ew li Ankara û Stembolê ra s tî şuxulkarên usa hatiye ku dijî hukûmetê ne û di nava muxalefetê da ne. Wan gotiye ku gava serhildan dest pê bike, ewê di derheqa wê yekê da Koma Milletan agahdar bikin. Civînê ew agahdariya Elî Riza hilda ser hesêb. Tevî wê yekê, tevgelên civînê kir bîra Şêx Seîd ku eger Kurdên qizilbaş (elewî), ku li navçeyên Varto (wilayeta Mûşê) û Xinisê (wilayeta Erzurûmê) dijîn, tevî wan nebin û bi wan ra nebin yek, wê demê ewê di dereca pêkanîna serhildan da dijwariyên anegor pêş da bên.

Xuya bû ku eşîra Xormek (qizilbaş) ku li navça Varto û Kîgî (wilayeta Bingolê) koçer bûn, dijî planên Cibranli Xalit Beg derketine. Loma jî hema wê rojê, 3 nûnerên wê civînê yên çekdar bi nama Şêx Seîd berê xwe dane serekeşîrên Xormekê. Tevî wê yekê, serekeşîrên qizilbaşan civîn derbas kir û tê da biryar qebûl bû ku bi hemî hêzan ra dijî serhildanê derkevin û di derheqa wê yekê da nûnerê Şêx agahdar kir. Hela bi ser da, wan nama Şêx şand ji Sirrî Beg, ku karmend-qaymeqamê Tirkan bû, ra. Wî jî ji aliyê xwe wilayeta Mûşê agahdar kir. Hema wê demê, Şêx Seîd dicedand ku Kurdên Dersîm û Mûşê jî bike nava serhildanê. Lê ew ceribandin pêk ne hatin (117, r. 225).

Şêx Seîd, Elî Riza û çend serekeşîr û şêxên eşîra ji gundê Qirikxan derketin û di 6 çiriya paşîn 1925 da hatin gundê Kanîreşê (qezayê Varto) li bal Cibranli Kamil Beg. Li vira civîna duduyan, ku tê da Şêx Seîd spart serokan ku dema serhildanê divê ku li pêşiyê heq-hesaba eşîra Xormek bînin der, hat derbas kirin. Di 8 çiriya pêşîn da, ew hat gundê Melîkanê (qezayê Solxanê, wilayeta Bingolê) ku tê da serokên Kurdan ev biryar qebûl kir : de st bi serhildanê bikin û êrîşî Diyarbekir, Bitlîs û Erzincanê bikin û berê xwe bidin tixûbên Iraqê, bi her awayî xwe bigihînin Şêx Mehmûd (128, r. 131).

Wê demê, gava gelek navçeyên Kurdan li rohilata welêt gumreh tedarukdîtina serhildanê didît, serekeşîrên Dersîmê (qizilbaş) dîsa bi hev ra diketin huceta derheqa peydakirina riyên şerkariya dijî nîrê Tirkiyê. Em bidin zanîn ku gelek ji wan siyaseta aşîtiyê derbas dikir, berî her tiş tî di derheqa nefsê canê xwe da difikirî, û hela ew di wê bîr û baweriyê da bûn ku siyaseta Kemalîstan di pirsa Kurdan da ewê riyeke ronahiyê ji wan ra veke. Yek ji wan parlementerê Dersîmê yê herî bilind Hesen Xeyrî bû. Seyid Riza, Baytar Nûrî Dersîmî û çend lîderên Kurdan ên mayîn xwe bi tabiya radîkal girtibû, baweriya xwe bi sozdayînên dîwana Tirkiyê ne dianî û li ser wê bîr û baweriyê bûn ku Kurd tenê bi riya şerkariya çekdarî dikarin bigihîjin mafên xwe yên millî.

Di dawiya 1924 da, dema şevbihêrîkê, li bajarê Xozatê (wilayeta Tunceliyê), li mala serekeşîr Ferhad Cemşîd civîna serokên eşîrên Kurdên Dersîmê, ku tevî wan Hesen Xeyrî û Nûrî Dersîmî dibûn, hat derbas kirin. Di wê civînê da, Hesen Xeyrî dijî şerkariya Dersîmiyan li hemberî Tirkiyê derket û pêş da hat bona karkirina tevî Kemalîstan (ew yek di dema konfêransa Lozanê da dihat texmîn kirin, dema ku parlementerên meclisê yên kurd bi pêşniyara M. Kemal ji kongrê ra çend têlêgram şandin û tê da dida testîq kirin ku Kurd naxwazin ji Tirkan cihê bin). Paşê Hesen Xeyrî ber bi Nûrî Dersîmî bû Û got : “Hevalê min, doktor Nûrî, eva salên dirêj in ku şerkarî bona serbestiya Kurdistanê dibe. Ew şerkarî wê bigihîne kafkûnbûn-wêranbûna Dersîmê. Ez gelek hez ji doktor Nûrî dikim, lê ne li ser bîr û baweriyên wî me. Eger em tevî Tirkan kar bikin, emê milletê xwe pêşxin û ewê dema azadiyê bixwe bê …”.

Nûrî Drsîmî bersîva wî da : “Xeyrî Begê qedirbilind, tu nuha parlementerê kurd ku ji Tirkan tê cuda kirin î. Tu dema bûyî endamê PRP, tu bûyî dijminê Mustafa Kemal. Tu li ser wê hêviyê yî ku bi saya PRP careke din bibî parlementer, lê tu şaş dibî. Ewê demek bê ku tuê nikaribî bi zarê (devê) xwe gotina “Kurd” bêjî …”. Paşê Nûrî Dersîmî gotina xwe dûmayî kir : “Em divên ji vê ferzendê karê kevn û pevgirêdanên xwe tevî Tirkan bidin birîn. Gava we ji Konfêransa Lozanê ra têlêgram şand, wê rojê we gora xwe kola” (126, r. 189). Qewimandinên paşdemê nîşan da ku ew gotin çiqas aqilmend bûn.

Wê demê, ku Kurd ji rohilata Dersîmê hazir dibûn şoreşê bikin, çend lîderên Dersîmê ku dijî gelê xwe bûn şerrê hev dikir bona ku li meclisê cî bigirin. Ev hemû, helbet, ji hukûmetê ra dest dida ku ew yek bi kar bîne û siyaseta dijî Kurdan bide derbas kirin.

Di 9 çiriya paşîn 1925 da, Şêx Seîd çû bajarên Derexîn (Genc), Lice û Xaniyê û tê da ra s tî serokên Kurdan ên cî hat (128, r. 131-132). Di 5 sibat da, ew tevî 100 suwariyên çekdar û gelek serokan hat gundê Pîranê (11) û bû mêvanê birayê xwe Ebdulrehman. Xût li vira qewimandineke usa bû ku destpêka serhildanê da lez kirin.

Êvara wê rojê, desteyek ji 15 cendirme bi qumandariya du zabitan hat gundê Pîranê û de’w ji Şêx Seîd kir ku 10 Kurdên ku di nava kuştinê da dihatin gunehkar kirin bide wê.

Di wan qewlan (şertan) da, gava ji her du aliyan desteyên çekdar dijî hev sekinîbûn, hevpeyivîn nikaribû vekirî bihatana derbas kirin, û di 8 sibat da, dema pevçûyînê çend cendirme hatin kuştin, lê yên mayîn bi serokatiya zabitê xwe dîl hatin girtin. Ew pevçûyîn ji wê da zûtir planên serhildanê tevî hev kirin.

Rast e, Şêx Seîd pey wê pevçûyînê hat ser wê bîr û baweriyê ku Kurd hela ne amade ne bona serhildana hemtomerî, ji wira çû ber bi Gencê bona ku qewimandinên li Pîranê bide lokal kirin. Lê birayê Şêx, Tahir, ku bi qewimandinên li Pîranê hesiyabû, di 10 sibat da posta li Licê dizî û bire gundê Serdiyê û di 11 sibat da tevî desteke ji 200 mirov hate Gencê, li bal Şêx Seîd, û dokument û perê dizî da wî. Ev her du qewimandin bûn bingeha destpêka serhildanê. Di nava van qewlan da, Şêx Seîd tenê dikaribû vê gotinê bêje : “Xuya ye ev bextê me ye” (126, r. 176).

Şêx Seîd ku bû serokê serhildanê, tevî hevalbendên xwe û weke 10.000 esker di 14 sibat da Genc hilda (128, r. 132).

Piştî ku Kurdan walî û karmendên Tirkiyê yên mayîn dîl girtin, serekeşîrê Modan, Feqî Hesen, waliyê Gencê hat xuya kirin. Bi imza Şêx Seîd zagona dizî hat weşandin, û li gora wê Genc paytextê Kurdistanê yê muweqqet dihat hesab kirin. Her Kurdek bû şervanê doza welêt û temamiya dîwanê ket bin destê Şêx Seîd.

Pêşmergan usa jî bang di derheqa hîçkirin-pûçkirina baca giran “aşar” da weşand. Dewsa wê yekê, wan bangî bineciyan dikir ku pêşmergan bi xurek va tê r bikin. Ev mecala giring gelek bi dilê hemî gundiyên ku piraniya wan çek hilda û dijî nîrê dîwana Tirkiyê derketin bÛ (80, r. 54).

Plana teşkîlkirina serhildanê bi vî awayî bû : Şêx Seîd bû qumandarê hemû hêzên pêşmergan ên sereke, dewsgirtiyê (cîgir) Feqî Hesen ku li Gencê bû bû. Şêx Seîd diviya hemû desteyên xwe berevî Telalê bikira û wan amade bikira bona êrîşî Diyarbekirê bikin. Du sebebên hîmlî hebûn ku bi zevtkirina Diyarbekirê va girêdayî bûn : berê hertiştî, Diyarbekir wek paytextê paşerojê yê dewleta Kurdan a serbest dihat hesab kirin. Loma jî serokên serhildanê bi zevtkirina Diyarbekirê diviyan di derheqa sazkirina Kurdistana serbest da agahdarî bidana. Ya duduyan, ew vekirî dikaribû alîkariya testîqkirina danûstendinan tevî welatên derve ku serokên Kurdan ji wan hêvî dikir ku alîkariya eskerî û maddî bistînin bikira. Serkarîkirina xebata propagandayê û civandina kaniyên maddî û mirovî danîbûn ser Şêx Ibrahîmê ji Çanê (147, r. 40-41).

Ev hemû di derheqa wê yekê da dibêje ku serhildan di demeke dirêj da dihat amade kirin û ew ji pevçûyînên di navbera cendirman û Kurdan da de st pê ne bû. Ew isbat gelek hewaskar e ku Şêx Seîd ku karê propagandayê dikir, di nava bineciyan da bangên ku di weşanxana dewletê da hatibûn çap kirin belav dikirin.

Di nava demeke kurt da, serhildan li ser 14 wilayetên welêt ên rohilat û başûrê rohilatê hat belav kirin (116, r. 308).

Çend faktor alîkariya vekirina destpêka serhildanê kir :

  1. a) Bi awakî vekirî bijartina navça serhildanê. Şerr ji navçekê derbasî navçeke mayîn dibû û ew yek serdestî dida pêşmergan û karê eskerên hukûmetê dida dijwar kirin.
  2. b) Teşkîla navça serhildanê ya etnîkî ya destdayî : li wam wilayetên ku şerr diçû, ji 600.000 bêtir Kurd diman.

Di bin destê me da malûmatên resmî di derheqa teşkîla navçeyên Anatolya rohilatî ya etnîkî di dema destpêka serhildanê da, ango di sala 1925 da, tu nene. Loma jî emê ber bi hesabkirina bineciyên sala 1927 bibin.

Hesabkirina bineciyên sala 1927 jimara Tirkan û Kurdan li wan wilayetên ku şerr pêş da diçû anî meydanê (41, r. 70-71). Ew yek ji navnîşa jêrîn xuya dibe :

 

Wilayet  Jimara binec. Tirk Kurd % bin. Kurd
Bazîd 104.586 43.570  60.928 58
Bitlîs (Mûş) 90.631 20.689 67.678 75
Diyarbekir 194.316 56.151 132.209 69
Elazîz  213.777 97.657 112.493 53
Hekkarî 24.980 1.044 17.005 69
Mêrdîn 183.471 11.864 109.841 75
Sîîrt 102.433 5.479 75.962 75
Wan 75.329 17.399 57.723 77
Serhevdu 989.523  253.853 633.837 67

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *