Dîrok, agahdariyên li ser hebûna Xaltiyan, eșîra Xendeqî û gundê Șimzê

Dîrok, agahdariyên li ser hebûna Xaltiyan, eșîra Xendeqî û gundê Șimzê

Kemal Tolan-Êzdînas, xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

Hêjayan,

ez zahf xemgînim ku, îro gelek fersend di destȇn min de tȗnin ȗ nikarim di vȇ berhevkirina xwe de, nasandina tevaya dîrok û agahdariyên li ser hebûna Xaltiyan, eșîra Xendeqî û gundê Șimizê bidime naskirin.

Belê, ji xeynî ilm-qewlê Êzdîtiyê û hinek lêkolînkirinên min, gelek rewşenbîr, zane, lêkolîner, nivîskarên xerîb û Kurdan jî, di fikir ȗ nȇrînȇn xwe da li ser dîroka nav û Împaratoriya Xaltiyan rawestiyan û gelek ji wan jî hatine belakirin -binêrin[*1].

Tê gotin ku „navê Xendeqanî ji navê Xelikan, Xalikan, Xelkî anjî Xelekî hatibe .

Gelek lêkolînvan jî dêjin ku, eșîra Xelîkan șaxekî konfederatsiyona eșîra Reșî ya ye. Eșîra Xelikan di wextê herba Çaldıranê ya ku sala 1514 de di navbêna padișahê Osmaniya Selîm 1 û Șahê Îranê ismayîlê 1 de çêbuye pê ve, ji cihê xwe – Patnos, Erciș, Malazgirt, Van, Ahlat, Kars, Muș, Ardahan, Çıldır, Iğdır, Hoșap –ê hatine koçberkirin[*1a].

Her weha gelek ilimdar, dîroknas, rojnamevan û xêrxwazên Êzîdiyan jî di lêkolîn û pirtûkên xwe de bahsa Êzîdiyên Xaltî , eșîra REȘΖREŞAN û Xendeqiyên ku hêjî li gundê Şimzê dijîn kirine. Min ew gelek lêgerîn, nasîn û lêkolînên li ser hebûna Xaltiyan, eșîra REȘΖREŞAN û Xendeqiyên ku hêjî li gundê Şimzê dijîn û bi taybetî di van lînkan de belakirine[*2]

Weha ne dûrî aqlaye ku, eșîra Xendeqî jî piștî herba Çaldıranê, ya ku di sala 1514 de di navbêna Sultanê Osmaniya Yavuz Selîm 1 û Șahê Îranê ismayîlê 1 derketiye pê ve, ji cihê xwe yên derdora Patnos, Erciș, Malazgirt, Van, Ahlat, Kars, Muș, Ardahan, Çıldır, Iğdır, Hoșap –ê hatine li derdora çiyayê Xendeqiyan-Heskîfê bi cîh bûne. [*1a]

Ji xwe Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê, di pirtûka xwe ya „Şerefname“, ya ku li dora sala 1597 de nivîsandiye de bahsa eşîrên –Hesenkêfê, yên ku di wî wextî de xwedî nav û deng bûne dike :“Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene:Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlê Piçuk, Reşan, Kişkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan-rûp.:191) . Lê mixabin, di vê kitabȇ de, ne kufşe ka ev eşîrên Êzîdiyan hingê çiqas mezinbûne? û îro jî kesek nikare vê bersivê bide. Em çend kesên ji wan eşîrann mayî jî, êdî ne li ser axa xwe pîrozin.

Wekî din jî, dîsa di rȗpelȇn hinek dîroka ku hatiye serȗbinkirin de jî tȇ xwanȇ, heta dagirker ne ketibûne nava me Kurdan hemû beg, mîrek, serokê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdan di nav civak, ol û herêmen xwe de xweser (otonom) bûne.

Mînak:

“Pîr Xetîp di Mișȇwra xwe, ya ku di sala 120..? de nivîsandiye dibêje, “Wexta min ev Mişêwra xwe nivîsand, hingê berpirsyarê eşîra Xendeqiya jî li virê di çilexane de bu.)

Dûre ji bo ku desthilatdarȇn Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdin, ewan timî dijminantiya olî xistine nava gelên Kurdistanê. Osmaniya ji bo armancên xwe timî ola Musilmanetiyê daye pêş. Bi taybetî, ji bo ku Siltan Abdullhemîd II a karibe Kurdan çêtir bi hevûdin bide kuştin, ewî di 15.4. 1891 an de, ji hinek Xayîn û Feodalên Kurdan „Alayên Hemîdiyê“ daye damezirandin. Bi wî haweyî„ hukumeta Tirkiyê dest pêkir bi serekên kurda ra leyist, nonerên serekên kurda bi rutba, nîşana, pera vadihatine xelatkirinê. Hinga ku, Dewleta Romȇ ȗ hevalbendȇn xwe (serokeșîr, axa ȗ begȇn Kurdȇn Bisilman) dîtin ku hinek Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer bi van “rutba, nîşan ȗ perȇ rișweta” wan qayil nabin, ew ȇdî zilma xwe li ser Mesihî, Ȇzdî ȗ Kurdȇn welatperwer zȇdekin. ”[*3b rȗpl.:305-307]

Ji xwe eger ku hingȇ, “piraniya desthilatdar û bazirganên me Kurden Êzdî, Asurî, Misilman, Alewî, Yarasan, Ehlî-Heq, Şebek û hwd. zêde girîngî bidana bizava welatperwerî, nasnama xwe ya xwezayî û ew bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û xewnên metîngehkaran nehatina xapandin ȗ ewan jî ji bo berjiwendiyên kes, malbat û dînê xwe yê nû zilm-zor li mîrek, serokeşîr (beg) û axayên Kurdperwer nekirina û hestên dînê xwe yê nû di ser yê Kurdîtiya xwe da ne girtina, wê Kurdistan jî vêga mîna her welatekî rizgar bûna. ”[*3c rȗpel: 285-289.]

Ȇdî ev zilm ȗ zora Dewleta Osmanî ȗ hevalbendȇn wan e buye sedem ku; pȇșiyȇn me Xendeqiyan jî di nav herȇma Xaltanî ”[*3c rȗpel: 255-256.] yȇ ȗ bi taybetî jî di nav herȇma ҁiya, gundȇn Xendeqiyan ȗ li gelek deverȇn din weke koҁberan bijîn”[*3a].

Li gorî zanîna min, ji wê dewrana ku şaristaniya mirovatiyê destpêkiriye û heta vî qirnê dawî jî, aboriya gelek bapîrên me Ȇzdî-Kurdan li ser xwedîkirina çandina erdan, bi jiyana koçertiyê, yanî xwedîkirina pez û dewar(sewal-heywan)an ve girêdayî buye.

 

 Warên Êzdiyên Xendeqiyan:

Ji çiyayê Bûzêrî ya û ji ber ava Heskîfê (Hesenkêfê) heta pira Batmanê û ji ber ava çemê Delan ji milê rastê heta Kêl û Midêwrê (Ridwanê). Heta dema petrol li çiyayê Reman derneketibû û heta navên Kurdî di sala 1934’a de ne hatibûne guhastin, Kurd û Êzdiya ji van war û çiyayên di nav herêma Heskîf û Batmanê re digotine –Çiyayê Xendeqiyan.

 

Hinek ji Bavikên Xendeqiyan yên hêjî hene ev in:

  1-Himeydî, 2-Axikî, 3-Reşî, 4-Geverî, 5-Veysikî, 6-Îdikî, 7-Qadoxkî, 8-Kaşaxî û whd.

 

 Navên hinek gundên ku Êzdiyên Xendeqî lê diman ev in:

Baherziq Dêrikê, Memika-Pêşîm, Sîxura
Barisil, Feqîran (Pîrê Zeynîka), Mezirka, Şahsim
Basork           Gêdûk (Kaşaxî), Mirdêsî, Şêhê
Bazbût, Girê Reş, Mizareşê, Şêkestekê
Bazîwan, Keverzo (Êz.Mesî.), Qulibdor, Şimzê
Bêdalê, Korik (Êz.Mesî.), Sîlexer, Zercil (Êz. Mesî.)
Çinêriyan, Malê Biniyê, Sinê (Bakuftê), Zêwa Mîran (Ziyaretbû û Feqîr tê de bûn)”

Em dizanin, niha jî di destên hinek Ezîdiyan de, gelek Tapo (qoçan) yên gundan hene û herkes jî dizane ev êrdan erdên kê bûne. Lê ji ber ku hemû navên wan di kûtukan de hatine guhastin, êdî Êzîdi hew karin di rêya qanunan de dawa milk û talanên xwe bikin.

 

Navên hinek Nandarên Xendeqiyan:

Mihemedê Hesê, Heciyê Cemo, Eliyê Îskanê Qelo (Hizêrê Êlî), Mahla Mahmedê Temo (Mecîdê Mahmed, Eliyê Eyşê, Reşîtê Emer), Mîrzyayê Kalo (Elî û Silo), Eliyê Dermo (Heznî û Zarokên wî), Şêx Mîro, Eliyê Ozman (Xelef, Îsmaîl, Emer), Mîrzayê Biro (Ev di şerekî de hatiye kuştin), Ahmedê Elo (Pîrê Feqîra), Heciyê Meyanê (Pîrê Çinêriya), Emerê Xalê (Pîrê Feqira), Silêmanê Elyas, Mîrzayê Eyşê (Şêx), Emerê Mihemed, Birahîmê (Mahmedê) Kejo, Şêx Berkatê Mahmed, Hesenê Gulê, Eliyê Hezo û.w.d. „[*3a].

Di nav zargotina me de tê gotin, „gava bîra petrolê ya ewilî di 13.4.1961 de li gundê Magrip(Marîpê)- Kurtelanê (Misirce-Xerza) de hate dîtin” pê ve, êdî ew firme hatine li çiyayê Xaltiya (Xendeqiyan) jî birê petrolê vekirine û heta hikumetê hingê navê çiyayê Xaltiya (Xendeqiyan) guhastiye, kiriye çiyayê Remanê. [*4]

 

GUNDÊ ȘİMZÊ

Meriv nav ȗ dengȇ gundê Șimzê, vêga hêjî di nav zargotina me û hinek kilamên dengbêjên herêmê Bișêrîyê de, weke „Șimza bavȇ Misto“[*5] dibihîze.

Mînak:

Binêrin li ”Strana Kolosê Aqo:

Lê hayê hayê hayê Ezê bi hafa Şimza bavê Misto diketim, waye di kortê de, lê hayê rê di nav gund de …………berdewam di……… [*3a rûpel :52-53 û 6]

Binêrin li”Strana Nemirê Mîrza II de: “Nemirê axê gazî dike li Eyoyê zave: „Lawo, karê xwe bike emê îro herine Şimzê, cem mala pismamê xwe Mistoyê Hesê.

“ Wayê sed carî li min wayê, Nemirê axê tevlî mêvanan ji mal derkete, Wextê ew tine ber gundê Zêwika Xaço, Mêvanek gazî dike li Ûsivê Bêdo û dibêje:

„Axa gotiye, bila were emê herine Şimzê „ Ûsivê Bêdo li mêhvan vedgere û dibêje: „Îtbara min qet, bi we mêrên Musilmannayê” …………berdewam di……… [*3a rûpel :62]

 

Li gorî zargotina me, „gundê Șimizê bi hindikayê sê caran, sala 1907, 1915, 1920 de ji ber tûnderewiya ku di navbêna beg û serokeșîrên herêmê de hebû xira û wêran buye.

Wexta ku mala Mamedȇ Temo ȗ pismamȇn wî li gundȇ Bazbȗtȇ bune, hingȇ ewî ȗ hinek pismamȇn xwe, yȇn ku ruspiyȇn Xendeqiyan bȗn e ȗ bi taybetî jî bi Eliyȇ Qelo yê ku hingê mala wî jî li gundê Mizareșê buye, biryara ku ew herin kavilȇn xwe yȇn li gundȇ Șimzȇ ji nȗ ve avabikin didin. Yanî di zargotinê de xwanê dibe ku, malbata Mamedȇ Temo ȗ Eliyȇ Qelo di sala 1933 de car din, mala xwe tînine gundȇ xwe Șimzȇ ȗ gund șȇn dikin. Di vî wextî de malbata pismamȇn wî, mala Eliyȇ Hezo (yanî Xelîl, Xidir, Usiv, Heso ȗ Birahîm) jî bi Mamedȇ Temo ra tȇne Șimzȇ. Mala Mîrzayȇ Kalo jî di dȗ wan ra buye muxtarȇ Bazbutȇ. [*7]“

Rahmetiyê apê min Arif digot,“ me Êzdiyên xendeqiyên di gundê Şimzê de, dinavbêna şerê serokeşîrê mal Dîbo (Xelîlê Simê)û Rema (Emînê Ahmed) de gelek eziyet dikişand. Me ji ber zilma dînî nikarîbû herin, ji gund û bajarên li derûdorê hebûn, pêdivîyen nav mala ji xwe ra bînin.“ [*7a]

Xwedê jê razî, nivîskar, rojnemevanê bi nav û deng rahmetiyê AHMEDÊ GOGÊ jî, di nav pirtûka xwe de, bahsa serpêhatiya li gel bav kalên me, yên ku di navbêna salên 1914-20 de navdarên gundê Șimzê bûn e kiriye û ev dîroka jî “ketiye nava xezîneya çand û dîroka gelê me“[*8]

Li gorî agahdariyên min, navê gundê Șimzê yê bi tirkî, di wî wextê hinga ku tapuyên gund, di sala 1934’a de ji herfên erebî hatine guhastine de, buye Oğuz .

Wekî ku tê gotin, piștî van salan êdî Șimizê buye nehiya û yekemîn avayȇ Qereqola gundȇ Șimizȇ , di sala 1936 de û di nav xaniyȇ Mamedȇ Temo de vebuye. Lȇ, dûre Qereqola gundȇ Șimzȇ avayiyê xwe yê yekemîn , li ser riknȇn Qesra mala M.Hesȇ avakiriye.

Pișt ra gava ku gundȇ Șimzȇ ji niștecîhȇ xwe dîsa șȇn dibe, êdî dibistana gundȇ Șimzȇ di sala 1944 de vedibe[*9 û 10], ew hingȇ di xaniyȇ pismamȇ wî mala Mîrzayȇ Kalo de vebuye.

Jixwe rahmetiyê mamoste Cemîl Temîn jî digot,”ez û hevalên xwe șagirtiyê dibistana Șimzê yê yekemînbûn.

Di wextê zarokatiya min de gundê Şimzê di herêma qeza Qûbînê de gundê herî mezin bû. Ez bawerim hukumeta Tirkan jî lewma ev gundê şên ji xwe re kiribûne nahîye. Dibistana gundê Şimzê jî hingê di herêma me de ya yekemîn bû.

Baş têbîra min, gava meketeb gundê Şimzê di sala 1946 de vebû, hingê tu kesî bi zimanê tirkî nizanîbû. Xaniyê mektebê jî weke yên me ji kelpîçan bû û dîrektorê nehiya Şimzê jî hingê di xaniyê mala apê min Mirza yê Kalo de dima.

Ez û hevalên ku bi min re dihatine dibistanê, şagirtiyên Êzdiyan yên pêşînbun. Wexta min xwandina dibistana sereke di sala 1954 de li gundê Şimzê qedand û şunde, ez di sala 1955 de çûme bajarê Qubînê û min dest bi xwandina dibistana navînkir. Min dibistana perwerdeya mamostetiyê jî di sala 1961 xelazkir.” Berdewam, binêrin li[*9]

Dîsa apê min Heci Açlan, ku ew jî di nav yekemîn șagirtiyên dibistana Șimzê de bû dêje,; “Bi xêra wan çend salên ku me xwe li dibistana gundê Șimzê fêrî zimanê tirkî kiribû, ez û dora 20 kes Ezîdiyên ji gundên Texerî, Şimzê, Şahsmê û hwd.ê di sala 1961-62 de çûn li Batmanê ketine ser karê firma lêgera petrolê, ku vêga hêjî li herêma çiyayê Xerza û Remanê ye. Ji xwe hingê ji me Êzîdiyan pê ve, kesekî ku karîbuna bi Tirkî bixwîne anjî bi nivsîne di nava tevaya karkerên Kurdan de tûne bû”[*4].

Hikumeta Tirk, kevirê serê kaniya Șimzê jî di sala 1953 de ava kiriye.

 

Xem û Xeyal

Xem û xeyalan ez birim li Kurdîstanê danîm

Berim didane nava Êzîdîxanê, warên bapîran

Hatime herêma Xaltiya li van gundên Êzîdiyan:

Ez çûme nav gundê Şimzê ciyê ol û erkanan

Hate bîram dengê Şêxa, Qewal û Koçekan

Dema ew di geriyan li nav gundên Êzîdiyan

Ji hemû gundan dihat dengê def û şibêban

Ciwan û extyaran tevde li Şimzê radikirin dîlan

Wê demê nav û dengê Şimzê neyar di behitan

Şimza şên bûbû hêlîna qîz û xortên Êzîdiyan

Paytexta gundê Şahsim,Qulibdor û Feqîran

Sekana gundê Çinêriya,Dûşa û Bazîwan

Pêşteka gundê Gedûkê,Qorixê ,Texerî û Hemdûnan

Sêtara gundê Kelhokê,Enapê,Kurtikê û Hecriyan

Zemanê xerab, êzîdiyên Şimzê û yên van 14 gundan

Ji ber zêlm û zora dijminan reviyane hatine ewrûpan[*3a rûp.:36-41]

 

Gava ez di havîna sala 1976 de hatime Almaniya, hingê Êzîdî li van 14 gundên Êzîdiyan tevan de hebûn. Lê îro ji ewqas gundên Êzîdiyan de, hinek Êzîdî tenê li Şimzê, Şahsmê, Feqîran, Hemdûnan û Qorixê de mana. Mirov wanê mayî teva wene ser hevûdin hêja hinge nifusê gundekî Êzîdiyan yî berê jî nakin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *