
Fermo, ji nivîseke zanyarî ya taybet ji nivîskarê malpera me zanebûnên xwe zêde bikin, bi zimanê xwe yê dewlemend serbilind bin û lezeteke baş jê bibînin!Nivîs beşek ji berhema nivîskar ya bi sernavê PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887) e.
Raif Yaman
Vocal
Vocalên kurt
/ɑ/ : mîna a a bang, bask, cam, dak dihê xwendin.
/ε/ : mîna e a deng, em, ev, ez dihê xwendin.
/i/ : mîna î a îsot, havîn, kûvî, nîsk dihê xwendin.
/o/ : mîna o a gog, kejo, pepo, şekrok dihê xwendin.
/u/: mîna û a mûmdank, parzûn, şêlû, rû dihê xwendin.
/ø/ : mîna i a dist, sisê, kin, rind dihê xwendin.
/ɪ/ : mîna ê a êdî, êsta, êş, êzing
/ɵ/ : mîna u a du, gund, kund, tu dihê xwendin
/ʏ/ : li Hekarîyê di şûna dengê /u/ da ev deng heye: mîna u a usine a fransizî û ü a über a almanî dihê xwendin.
Vocalên drêj
/ɑ:/ : mîna a a dar, havîn, mar, zanîn dihê xwendin.
/ε:/: mîna e a bend, dem, gel, zer dihê xwendin.
/i:/ : mîna î a bîr, dîn, şîr, tîn dihê xwehdin.
/o:/ : mîna o a bost, don, ko, sor dihê xwendin.
/u:/ : mîna û a bûn, dûr, kûr, nû dihê xwendin.
/ʏ:/ :mîna u a une a fransizî dihê xwendin, li Hekarîyê ev deng şûna dengê /u:/ digire.
Consonant
Labial
/b/ : mîna b a baz, bend, bîr, bûn dihê xwendin.
/m/ : mîna m a mar, meş, mî, morî dihê xwendin.
/p/ : mîna p a paş, pênc, ponijîn, pûng dihê xwendin.
/p’/ : mîna p a part, pencere, por, pûk dihê xwendin.
/w/ : mîna w a war, we, wê, wî dihê xwendin.
Labiodental
/f/ : mîna f a far, fetilîn, firotin, fîstan dihê xwendin.
/v/ : mîna v a vala, vekirin, vê, vira dihê xwendin.
Dental
/d/ : mîna d a dayîk, dew, dêw, didan dihê xwendin.
/dˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ض dihê nivîsandin.
/dʒ/ : mîna c a can, ceng, cot, cûtin dihê xwendin.
/ʒ/ : mîna j a jan, jenîn, jin, jor dihê xwendin
/l/ : mîna l a alî, kal, belek, xelek dihê xwendin
/ɭ/ : mîna l a law, lez, lîs, lor dihê xwendin.
/n/ : mîna n a na, ne, nêzdîk, nîsk dihê xwendin.
/ŋ/: mîna ng a deng, mang, reng, teng dihê xwendin.
/ɾ/ : mîna r a baran, derî, lor, sor dihê xwendin.
/r/ : mîna r a raman, rez, roj, rûn dihê xwendin.
/s/ : mîna s a sar, ser, sor, sûr dihê xwendin.
/θ/ : mîna s a hejmarên sê, sî dihê xwendin; di kirmanckîya dêrsimê da pir caran cihê dengê /ʃ/ digirie: mîna s a sekir, sivan, sima, ez sona dihê xwendin.
/sˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ص dihê nivîsandin.
/ʃ/ : mîna ş a şal, şeh, şîr, şûştin dihê xwendin.
/t/ : mîna t a tarî, tenik, tîrêj, tûj dihê xwendin.
/t’/ : mîna t a tî, teşt, tore, tûm dihê xwendin.
/z/ : mîna z a zaza, zengîn, zêr, zîrek dihê xwendin.
/ð/ : mîna z a zerdelî, zerîf, zirav, zîz dihê xwendin.
/zˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ظ dihê nivîsandin.
Guttural
/g/ : mîna g a gavan, gelî, gir, gog dihê xwendin.
/k/ : mîna k a kadîn, kelem, kon, kurt dihê xwendin.
/k’/ : mîna k a kanê, kes, kînga, kom dihê xwendin.
/q/ : mîna q a qantir, qelem, qunc, qût dihê xwendin.
/χ/ : mîna x a xanî, xet, xox, xunav dihê xwendin.
/χw/ : mîna xwe a xwarzê, xweş, xwê, xwî dihê xwendin.
/ʁ/ : mîna x a axa, mexel, tax, xar dihê xwendin.
Faucal
/h/ : mîna h a havîn, heval, hêk, huner dihê xwendin.
/ħ/ : mîna h a hecî, heram, helal, hût dihê xwendin.
/ʕ/: ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ع dihê nivîsandin.
/ʔ/: mîna h a çehv, jehr, mehr, tehl dihê xwendin.
/ʡ/: mîna a a alem, e a erd, i a ilm, u a urîn dihê xwendin.
Palatal
/ts/ : mîna ç a çav, çem, çinîn, çîya dihê xwendin; di kirmanckîya dêrsimê da mîna digrapha ts /tθ/ a tsiko, tsay dihê xwendin.
/tʃ/ : mîna ç a çar, çend, çortan, çûyîn dihê xwendin.
/j/ : mîna y a yanzdeh, yar, yek, yom dihê xwendin.
Nazal
/m/ : mîna m a gum, kom, rom, tûm dihê xwendin.
/n/ : mîna n a baran, can, ken, didan dihê xwendin.
/ŋ/ : mîna ng a deng, kereng, ning, sîng dihê xwendin.
Diphtong
/ɑj/ : mîna ay û ah a axayo, dayê, sayî, şahî, tayê, wayê dihê xwendin.
/εj/ : mîna ey û eh bereyê, ewlehî, şehê por, keyê gund dihê xwendin.
/ij/ : mîna îy a dîyar, jîyan, hatîye, rindîyê, sîyî dihê xwendin.
/oj/ : mîna oy a goya, koyî, doyîn, toyê dihê xwendin
/uj/ : mîna ûy a dûyî, rûyê, mûyîn, tûyîn dihê xwendin.
/ʏj/ : mîna ûy a dûyî, rûyê, tûyê, mûyîn, tûyîn a Hekarîyan dihê xwendin.
/ɑw/ : mîna aw û ah a axawo, dahol, mawo, sawûn, şawo dihê xwendin.
/εw/ : mîna ew a ew, kew, dew, newq, stewr dihê xwendin.
/iw/ : mîna îw a dîw, gîw, kîwî, şîw, û dema li pey herfa î herfa û were mîna sî û yek dihê xwendin.
/ow/ : mîna ow a gowar, kowan, show dihê xwendin.
/ɪw/ : mîna êw a dêw, mêw, sêwî; dem ali pey herfa ê herfa û were mîna rê û rêwanî dihê xwendin.
/ɵw/: mîna uw û uh a çuwar, duwem, guhar, buha, suwar dihê xwendin.
ABBREVIATION
EPB Elîfba Phonetic a Beynelmilel
bn. Binihêrin
diph. Diphtong
dig. Digraph
Far. Farisî
etc. Hindikên din ên mîna van
Ku. Kurdî
Lat. Latinî
No Numro
Rp. Rûper
Transcrip. Transcription
Translit. Transliteration
Trig. Trigraph