Komplot berdewam e: PDK, Berhem Salih û rewşa nazik

Komplot berdewam e: PDK, Berhem Salih û rewşa nazik

Hemû kes wekhev in, lê hine kes bêtir wekhev in ji hinekên din

George Orwells (1903-1950)

Suleiman Sulevani

Piştî helbijartinên 30/9-2018 li başûrê Kurdistanê û helbijartina Berhem Salih bo serokkomariya Iraqê tabloya siyasî li başûrê Kurdistanê wê gelek bê guhertin. PDKê di helbijartinên parlementoya Kurdistanê de serkevtineke mezin bidest anî û bû xwedî 45 kursî, ji wan 13 parlementerên jin in. Pêşveçûneke baş û pozetiv e. Lê di helbijartina serokkomariya Iraqê de, kurdan, ne lihevkirina xwe nîşan dan. Di vê xalê de gelek behsa şikestina PDKê dikin. Ev pêşveçûneke negativ e û wê encamên gelek xirab bi xwe re bîne bo kurdan.

Ya rast, ew şikestin berî her tiştî, şikestina yekrêziya milletê kurd e û fişarek e bo zeîfkirina hêza serxwebûnxwaz. Îroniya qederê, xewna dewleta kurdî ku hezarî hezaran canê xwe bo wê feda kiriye; bi destê kurdan bê herifandin.

Gerek bû pirsa serokkomariyê hatiba safî kirin di nav kurdan de, di nav parlementerên kurd de, ne ku biçe parlementoya Îraqê û parlementerên ereb biryarê ser bidin. Helbet ereb wê Dr. Berhem Salih helbijêrin, jixwe mesele safî bibû li pişt perdeyan, wan veşartî li hev kiribû berî dengdanê û ew dengdan jî tenê tiyatro bû ser ”demokrasiya” prosesê û xweliya ser çavan bû.

Bi helbijartina Berhem Salih komplot berdewam dibe. Kurdistan di demekê dijwar de derbas dibe. Vaye yek ji şampiyon û lehengên xiyaneta 16 oktoberê li Kerkukê, Arazê Şêxcengî bûye şêwermendê mezin yê Berhem Salih. Şêwermenda din jî ereba nasyonalist û antî kurd, Henan Fetlawî ye. Ya giring li vir nuha ne analizkirina çima Berhem Salih bû serokkomar, lê ya giring ew e, çawa rê li ber xirabiyên grupa xiyanetê bê girtin û kurd bi kêmtirîn zîyan, xwe bigehîne beraveke hêmin û aram. Û çawa mala kurdî û yekrêzîya kurdan bê parastin û xurtkirin.

Bihêzbûna PDKê li Behdînan ne bes e, her çend ew mezintirîn partî be li Kurdistanê. Jixwe li devera Behdînan jî 40% xelkê dengên xwe nedan û ev problemek e, û gereke bi ciddî ser bê rawestan. Li devera Soran û Silêmaniyê PDKê bi xeta xwe ya netewî populer dibe û xelk li dora wê zêdetir xwe dibînin, lê jiber gelek sedeman, ew ne li wê astê ye ku bikare li wir bibe desalat. Dagirker bi provokator û ajanên xwe, wê bi hemû hêza xwe ”karta” nelihevkirina kurdan bikar bîne.

Di vê rewşa aloz û tevlîhev de dilemma (dudilî) herî mezin li pêşîya PDKê, ew çawa hemahengiyê (harmonî) çêke di nav partiyên başûr de û yekrêzîya mala kurd ava bike. Û ya herî giring jî rêgirtina liber şerê birakujiyê/xwekujiyê ye.

Xêra serokkomariya Celal Talebanî û Fuad Mehsum hindî serê derziyê jî nebû jibo kurdan jibilî xirabiyê. Erê ew post bêtir postekê sembolî (teşrîfatî) ye lê digel hindê postê serokkomariyê hêza xwe ya desturî heye û serokkomar dikare hukumeta serokwezîr helweşîne ger bixwaze, destur wî mafî didê. Û duf gotinên rojnamevanê kurd/amrîkî Alî Javanmerdî, du caran serokê PDKê, Mesud Barzanî daxwaz ji Celal Talebanî kiriye ku hukumeta Nurî Malikî helweşîne û cara dawî jî ji Fuad Mehsum xwest piştî rûdanên 16 oktoberê li Kerkukê û hatina artêşa îraqî û Heşdî Şeibî bo ser Kerkuk, Şengal û deverên din yên Kurdistanê. Lê wan her sê caran jî serokkomarê ”kurd” tiştek nekir bo kurdan. lê wan herdu serokên kurd jibo ereban ji erebekî bêtir kirin û wa diyare yê sêyê jî, Berhem Salih wê ne kêmî wan be ger xirabtir nebe.

Gelek kes rexne û gotinên dijwar derheqê PDKê dikin ku çima ew dij serokkomariya Berhem Salih derdikevin ger postê serokkomariyê ne ewqas giring be û ger ew serkêşiya serxwebûn û dewleta kurdî dikin çima dibezin Bexda û li ser postan şer dikin?

Dr. Berhem Salih kandîdê Îran, ereb û grupa xiyaneta 16 oktoberê di nav YNK de bû û ew kesê bi destê Îranê bibe serokkomar; wê tiştekê neke bo kurdan ger dij kurdan neke. Ereb û Îran li berjewendiyên xwe digerin û kes ji Berhem Salih çêtir nîne bo parastina wan berjewendiyan. Mirov li gotinên Berhem Salih binêre piştî destberdana wî ji YNKê û avakirina partiya Hevpeymanê û cardin vegerana nav rêzên YNKê de, mirov matmayî dimîne. Gotinên wî sedîsed dij hev in. Îran û erebên Îraqê goleke din li kurdan kir bi xirabkirina yekrêziya milletê kurd. Dagirkerên kurd li benda wê rojê û wê delîveyê ne ku bikarin bikevin Kurdistanê û gotina Kurdistan ji holê rakin.

Guneha van trajidiyên bi serê kurdan tê berî her kesî dikeve ser milê kurdan, ew berpirsiyarê yekem in. Dagirkerên me bêhêz û lawaz in lê xayinên kurdan jî zêde û bihêz dibin. Gazin ji dijmin nayê kirin, ew berjewendiyên xwe diparêzin. Partiyên mezin gunehkar in. Lê bêdengbûn û şelafiya intelektuelan jî bi qasî wan partiyan gunehbar in ger ne zêdetir be.

Nuha rastîya li ber çavan ew e ku partiya xeta netewî birêve dibe û daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike tenê PDK ye. Dijber û rexnekirên PDKê dibêjin ev daxwaza dewleta kurdî ”derew û taktîk” e. Lê ew bi xwe çi pêşniyarên wan jibo çareseriyê nîne. Rexneyên logîk nakin, tenê hine gotinên absud û dûrî aqil dikin. Ok, em bêjin taktîk e. De fermun hun jî werin wê taktikê bikin, daxwaza mafên netewî bikin, daxwaza dewleta kurdî bikin, deriyê konkurensê (munafesê) vekiriye, xwezî gelek partî wê pêşbirkê digel PDK bikin û xwedî li dewleta kurdî derkevin û serkêşiya wê bikin. Şaşî hene û ew bi rexne û pêşniyaran ji holê radibin, kêm dibin û rast dibin. Ew bi şer, xeber û gotinên kirêt derveyî edeb nabe, kesên EQ û IQ wan kêm be nikarin ti çaksazî û qenciyê bi miletê xwe re bikin belku dijbera wê rast be.

Ne tenê PDKê belku hemû partiyên kurdî xwedî şaşî ne û pêwiste ew guh bidin milletê kurd, guh bidin kurdên diaspora, guh bidin intelektuelên serbixwe, netewî û zana. Bêgoman kesên endam û sempatizorên wan partiyan jî dikarin rexne û pêşniyarên baş bikin ger bi çavekê netewî, objektiv û rastgo xwe nêzikê mijaran bikin. Mixabin piraniya partiyên kurdî bi mebest rê vedikin bo kesên durû, şelav û berjewendî perest û wan ber bi asmanan dibin. Rexnegirên welatparêz jî lê ne bi dilê wan partiyan be; ger nekin xayin û xwefiroş, piştguh dikin. Rastiyeke tal e, partîyên kurdî bi vê yekê xirabiyê digehînin xwe û milletê xwe, xwe dixapînin.

Rewş aloz û dijwar e lê weke Doris Kearn Goodwin di pirtûka xwe de ”Leadership: InTurbulentTimes” derbarê serokên amerikî, digehe wê encamê û dibêje: ”Serokê rastîn her dem serkdikeve, ji krîzên dijwar bihêz derdikeve, û mohra xwe ya diyar ser dîrokê dihêle”. Kurdistan jî di van demên dijwar de li benda serokê xwe yê serkevtî ye ku gelê xwe rizgar bike û mohra xwe ser dîrokê bihêle.

Bi hêvîya Kurdistaneke azad, wekhev û pêşerojeke geş li welatê roj û çiyan.

Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *