Li ser ”Dîroka mirina avê”: Ma gelo av jî dimire?

Li ser ”Dîroka mirina avê”: Ma gelo av jî dimire?

Mela Mihyedîn

Hin nav hene dema meriv wan navan seh dike meriv şaş û metelmayî dimîne; di cihê xwe de disekine û merivan difikirîne.

Heta niha navê du berheman ez heyranî xwe kirime û demeke dirêj li ser wan navan fikirîme, yek ji wan berheman novela Helîm Yûsîvî ya bi navê Gava Masî Tî Dibin e û ya din jî belgefîlma Alî Ergulî ya bi navê Dîroka Mirina Avê ye.

Her du berhem jî bi tena navê xwe berhemên qerase ne û bi tena navê xwe jî hêjayî xelatên zêrîn in.

Ev her du berhem ne tenê bi navên xwe, bi naveroka xwe jî têr û tije ne û di dawîyê de tesîrek wisa li meriv dikin ku meriv ji xewa xwe ya şêrîn şîyar dibe. Ked û xebatên wan hêja ne.

Alî Ergulî di rewşa awarte de bi zor û zehmetî hîn dîrok nebûyî xwelî û li ber bê neçûyî belgefîlma Heskîfê kişandîye. Yên hîn neçûne Heskîfê bila hîn nebûyî dereng herin û wî cihê bihuştî bi çavên serê xwe bibînin. Yên ku çûyîn ji destên wan nayên û yên çûyîn jî bila Dîroka Mirina Avê temaşe bikin.

Alî Ergulî karê dewletê û tişta ku dewlet dixwaze pêk bîne û bandorê we ya li ser gelê Heskîfê bi awayekî objektîfî daya ber objektîfa xwe. Wekî perçeyên pazilê yek bi yek perçeyan tîne ba hev û di dawîya belgefîlmê de tabloya efsûnî li ber çavan radixîne. Her perçeyek û her dîmeneke belgefîlmê bi tena serê xwe tabloyek efsûnî ye.

Di belgefîlmê de tişta ku bala min kişandî ew bû ku dema mirov bi Tirkî an jî bi Erebî diaxivîyan di binnivîsê de Kurdîya wê dihat dayîn. Di gelek fîlmên derhênerên Kurd de ku qaşo bi xwe Kurd in û fîlmên Kurdî dikşînin, dema ku leheng bi Kurdî diaxivin binnivîsa Tirkî didin, lê dema ku leheng bi Tirkî diaxivin, binnivîsa Kurdî nadin. Ji ber vê xebata girîng û girîngdayîna zimanê Kurdî ez kek Alî Ergulî bi can û dil pîroz dikim.

Ev belgefîlm bi her awaya xwe Kurdî û Kurdistanî ye.

Hema bêje di bîst û dudu deqîqeyan de kul û derdên Kurdan, meseleya di navbera dewlet û gelê Kurdan de û kirasê agirîn yê dîroka Kurdan tîne li ber çavên hemû mirovan radixîne.

Mirovên jar û belangaz dixwazin bên tunekirin û dixwazin wan ji cihên wan bikin li wan li sînorên xerîbîyê bixin. Dixwazin wan sirgûn bikin û wan ji welatên wan dûr bixin ku ne li ser koka xwe li ser kokek bîyanî û bi nasnameyek nû wan bibişivînin.

Dixwazin dîrokê tune bikin. Lê haya wan jê tune ye ku dîrok her tiştî dinivîsîne û dê vê meselê jî binivîse. Dema dewletek welatekî nû zeft dike ya pêşî êrîşî zanyar, nivîs, pirtûkxane û dîroka wan dike. Gava ev yek tune bin wê demê bi destxistina namûs, can û malî rehettir dibe.

Mirovên vê axê ji hezar salan zêdetir in ku li ser vê axê jîyana xwe dom kirine. Bavê wan, bapîrên wan û hemû nas û xizmên wan li ser vê axa qedîm jîyane û yên mirî jî di bin vê axa qedîm de veşartine. Piştî ku Heskîf di bin avê de ma ya di bin avê de dimîne tenê ne ax û kevir in. Zaroktîya merivan, dîroka merivan, mirî û xanîyan wan tev di bin avê de dê bimîne. Dema her tişt di binê avê de ma êşên nû wê di dilê mirovan de zîl bidin.

Hebûna me û xebatên me tenê ji bo ku em rojekê xweşîyê ji jîyana xwe bikin û tamekê jê bigrin. Bi kotekî û zehmetî mirov dibin xwedî xanî û hîn nû gezek nanê rehetî li mala xwe dixwin.

Niha jî wan ji cihên wan dikin û dê wan bixin bin deynan de. Gezek nanê wan yê bi tisî lê rehet hebû niha çav berdane wî gezê nan jî.

Dewlet ji salê 1950î heta niha dixwest ku li ser çemê Dîclê SEHê (Santrala Elektrîk ya Hîdrolîk) çê bike. Her çiqasî ji mirovan re enerjî pêwist be jî meriv dikare ji tiştên din jî enerjîyê çê bike wekî mîna ba û tavê. Panelên tavê li welatî bê dayîn dê bêhtir enerjî bê komkirin û dê ev enerjî ti zerarê nede xwezayê û mirovan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev