WERIN EM PIŞGIRÎYA PROJEYA ZOZANA ROSTEM BIKIN!

WERIN EM PIŞGIRÎYA PROJEYA ZOZANA ROSTEM BIKIN!

Hevalên mine hizkirî û delal yên li Facebook`ê!

Ev dota meye delal rojnamevan û helbestvane. Ewê îsal fakûltêta rojnamevanîyê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê bi qîmetê zef baş li ser hevda anîye. Mijara dîploma wê li ser pirsgirêkên civaka meye li Ermenîstanê bû. Niha Zozan li Akadêmîya rêveberîya dewletê ya Komara Ermenîstanê xwendina xwe dûmayî dike. Gotarên wê gelekî balkêşin, helbestên wê pirr kûrfikirin. Raste, ew bêtir bi ermenî dinvîse, lê van dawîyan ew bi zimanê dê jî efrandinên xwe çap dike. Çend helbestên wê min bi xwe ji ermenî wergerandîye kurdî. Bi rastî, hişê min vê qîza meye netewperwar dibire.

Niha ez berbirî hemû hevalên xwe yên ermenîaxêf dibim.
Zozanê projeyeke hewaskar derxistiye meydanê: ew dixweze li gundê meyî Rya Teze yê hêla Elegezê li Ermenîstanê ji bo zarokan meydana lîstokê û sporê çê bibe. Navê projeya wê «Hikyata biçûk» e.

Ji bo projeya Zozanê bi ser bikeve û ji byûcêya dewleta Ermenîstanê pere bêne berdanê, dibê ew cihîyê 1-ê, 2-a yanê jî 3-a bigre. Ji bo vê yekê jî dibê em dengê xwe bidne projeya Zozanê. Gava 7000 deng kom bibin, projeya Zozanê wê bi ser bikeve. 7000 deng çine, ku em nikaribin kom bikin!

Hevalên mine ermenîaxêv!
Hêvîdarim bi raya Facebook`ê, Odnoklassniki yanê jî SMS-ê dengê xwe bidne projeya vê keça meye aqil û kemal!
Ew ji bo xwe naxweze, ew ji bo zarokên me dixweze!

Jêdera projeya Zozana Rostem li vira ye:

https://barigortser.am/projects/poqr-heqiat

Hevalno, dengê xwe bidne projeya Zozana Rostem, pareve bikin û belav bikin ji bo xatirê Xwedê û zarokên me!

 

PRÎSKÊ MIHOYÎ,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),
serokê beşa çapxanan û weşana pirtûkan ya Ajansa Komara Ûdmûrtyayêye dewletê ya çapê û weşanan,

karmendê berê yê rojnama «Rya teze».

Îjêvsk, 6-ê cotmehê sala 2018-an.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *