Çima Behram Salih ne nûnerê Kurdistanê ye?

Çima Behram Salih ne nûnerê Kurdistanê ye?

Seyhmus Özzengin

Behram Salih nûner û dîyarêya xîyaneta Kerkukê ye! Kê Behram Salih anî ser postê serokkomarîya İraqê? Behram Salih, operasyonek ji hemahengîya şîe ya dewleta Îran î terorîst û dagirker, şîeyên nîjadperestê İraqê û baskê YNK yên xîyanetkar bû. Bi dorpêça van hersê hêzên dijminê Kurd û Kurdistanê, Behram Salih hat ser postê serokkomarîya İraqê.

Ev gavek ji gavên pêşîlêgirtina deskevtinên hêza Kurd û Kurdistanî bû û bi alîkarîya xîyanetkarên nav YNK serkevtî bû. Ev hêz, di radestkirina Kerkukê û derdorên herêmên Kurdistanê yên ku li gor madeya 140 ku li hêvîya referandûmê ne jî serkevtî bûn.

Hêza xîyanetê, pişta xwe dide dijminên Kurd û Kurdistanê û bi hevalbendîya wan, van serkevtinan tomar dike. Divê hêza Kurd û kurdistanî êdî vê rastîyê bibîne û neşterê li van kînorên bedena Kurdistanê bixe. Tifaqa bi YNK re, yek ji himandina van kînora ye di bedena Kurdistanê de.

Dîyare ku YNK bicarekê de ketîye bin bandora baskê xîyaneta Kerkûkê û ti bandora Kosret Resûl, Mele Baxtîyar û Qubat Talabanî di nav YNK de nemaye.

Senatorê kongreya Amerîkayê Marco Rubio, nerîna xwe derbarê diyarkirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê de nîşan da û ragihand, Berhem Salih bi bandora fermandarê sipaha Qudsê Qasim Silêmanî ve hatîye helbijartin.

Di derheqa operasyona Behram Salih de, Senatorê Kongreya Amerîkayê Marco Rubio, di mijara destinîşankirina Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî de, Îran wek aliyê serkeftî pênase dike û dibêje; „Fermandarê sipaha Qudsê Qasim Silêmanî ew rêkeftin pêk aniye.“

Senator Marco Rubio di berdewamîya axivtina xwe de bi zelalî diyar dike ku; „aliyê serkeftî Îran e. Fermandarê sipaha Qudsê a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ve Qasim Sulêymanî bi xwe ev rêkeftin encam daye.“(!)

Şêwirmendê serokkomarê İraqê yê kevin Vefîk Samarray jî di hesabên xwe yên medyayî de vê serkevtinê bi şîweyek “pîrozbahî“(!) nîşan dike û dilxweşîya xwe bi van hevokan tîne ziman:

„Ciwanên İraqê yên qedirbilind, di hilbijartina serokkomarî ya İraqê de, ew kesên ku behsa sînorên İraqê yên nû dikin têk birin“ û di berdewamîya gotinên xwe de sipasîya xwe bi van hevokan anîye ziman:

„Ez sipasîya xwe ji qahremanên 17ê Cotmehê re pêşkêş dikim! Ez sipasîya xwe ji hêzên YNK, hêzên çekdar û Haşdî Şabî re pêşkêş dikim ku di parlamentoyê de şerekî demokratîk û serkevtî meşandin!“

Ez bînim bîra we; di 16ê Cotmeha 2017an de xencera xîyanetê a jahrî li pişta Kurdistanê ket û di 17ê Cotmehê de jî İraq, Îran û Tirkîye bi hevalbendîya xîyanetkaran, dagirkirina Kerkûkê û derdoran ragîhandin. Qesda „17ê cotmehê“, yek ji şanazîya dagirkirina Kerkûkê ye ji terefê van dijminên Kurdistanê de.

Ji bo çi ez Behram Salih red dikim?

Behram Salih ne nûnerê Kurd û Kurdistanê ye. Behram Salih nûnerê dewleta terora Îslamî a Îran, nîjadperestên erebên şîe yên Îraqê û xîyanetkarên YNK ye. Di hilbijartina Behram Salih de, carek din derb li hestên Kurd û kurdistanî ket. Ev derb, bi destê xîyaneta nav mala Kurdan pêkhat. Wek bûyera Kerkûkê carek din bi destê YNK li tifaqa Kurd û Kurdistan ket. Kurd ketin rewşek wilo ku bi alîkarîya YNK û dengên dijminan xîreta wan derbê bixwe.

Dema ku Behram Salih bi deng û piştevanîya van hêzan bû xwedîyê postê serokkomarî yê İraqê, di yekem axivtina xwe de mîsyona xwe eşkere kir û di sonda xwe de soz da wan hevalbendan ku:

„Ez ne wek nûnerê yekalî, ezê bibim serokkomarê giştî yê İraqê û ezê bibim parêzgerê parastina yekitîya axa İraqê!“ Bi vê axivtina Behram Salih re yekem kesa ku Behram Salih ji bona mîsyona wî ew pîroz kir, Henan Fetlawî bû.

Henan Fetlawî, Parlementera İraq a berê ye û yek ji milîtanê nîjadperestên ereba ye. Nêzî baskê YNK yê xîyaneta 16 Cotmeha 2017a ye. Dema ku pîrozbahîya Behram Salih kir, mîsyona Behram Salih bi vê hevokê anî ziman; „êdî erkê te giran e.“(!)

Ev „erkê giran“ yê Behram Salih ji terefê van nîjadperestên İraqê de ku tê dan, çi ye?

Xizmetkarîya mîsyonê; Parastina yekitîya axa İraqê, têkbirina hêza serxwebûnxwaz a Kurdistanê ye. Yanî ev mîsyon; wek ku Şêwirmendê serokkomarê İraqê (Celal Talabanî) yê kevin Vefîk Samarray eşkere dibêje. Têkbirina „ew kesên ku behsa sînorên İraqê yên nû dikin“(!)

Diyare ku li İraqê wê ticarî erkên makezagona İraqê neyê bicîh kirin. Kurd divê bi rewşek aşitîyane bipaşde vegerîna Kerkûkê û deverên din jibîr bikin. heta ku xîyanetkar bi İraq û Îranê re bi hemahengîyek konane tevbigerin û pişta xwe bidin hev, mercê kurdan ku madê 140 pêkbînin tineye. Hewla serokkomarîya Behram Salih carek din ev da nîşan ku dijminên Kurd û Kurdistanê ti caran bi rîya aşitî mercên kurdan napejirînin. Wê hertim di nav mala Kurdan de ji xwe re pergalekî avabikin û bi rîya vî pergalî wê pêşî li makezagon û yasayan bigirin.

Di virde divê hêza Kurdistanê a sereke û xurt, têkilî û siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike. Divêtîyên dengên Kurd û kurdistanîyan bîne cîh.

Kurd û Kurdistan ev mîsyon daye wan.

Divê xwe amade bike ji neşterek Kurdistanî re ji bona kînora Kerkûkê, ku di dilê Kurdistanê de cîh çêkirîye. Ev erke ku Kurd û Kurdistan daye wan.

Hin di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, hin di hilbijartinên parlemena İraqê de û hin di hilbijartinên parlemena Kurdistanê de, Kurd û kurdistanîyan ev erk xistîye ser milê hêza serxwebûnxwaz. Divê ev erk bê hesabên piçûk, bê têkilîyên xîyanetkaran were cîh. Ev mîsyon ketîye ser milê serxwebûnxwazan, ketîye ser milê siyaseta Kurdistanî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev