Mihemedê kurd û hin çîrokên din -16

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -16

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî 

Dema mîr daxwaza xwe ji Mihemed re got, ku mîr kuştina dêw ji wî dixwest, Mihemed gotê:

«Beriya her tiştî, xwesteka te li ser serê min, mîrê min. Ez ê hema ji îro ve dest bi haziriya xwe bikim, sibê leşkerên xwe hildim û derkevim rê û heya bi mirî an jî zindî wî haydûtî ji te re neynim, venagerim». Mîr gelekî bi wan gotinan kêfxweş bû, malavayî li Mihemed kir.

Pey re Mihemed çû qesra xwe û ji Dûrat el Mûlûkê, yanî bermaliya xwe re, behsa serhatî û gotinên Mîr Gulnar kir. Dotmîrê xwest bizanibe ka ew çito teba ye an jî dêwekî çawa ye, ku mîr dixwaze Mihemed wî bikuje û bo wê jî hahanka alet û hacetên xwe ên sihrê hazir kir. Dû re dît wa ew dêwekî zeryayî ye, hema kê bigire dadiqurtîne. Ji xwe re şaş û metel ma û nizanibû ka dê çi bike. Lê baş dizanibû, ger ew wê daxwaza mîr qebûl nekin û ji wî welatî birevin, wê ji aliyê leşkerên mîr ve bên girtin; Lê heke qebûl bikin jî Mihemed ê têk here û yê bibe mexdûrê wê wezîfê.

Bermaliya Mihemed bona dîtina çareseriyekê gelekî fikirî, di axiriyê de hevala wê, Bedr el Maha hate bîra wê, ku wan bi hev re dersên fîlozofî û sihrê ji Mamoste Ziraccan wergirtibûn. Dotmîrê baş dizanibû, ku Bedr el Mala di dîtina nehênî û tilsiman de gelekî serkeftî ye û lewma bêyî bifikire, xwest alikariyê ji wê bixwaze. Dîsa bi amûrên xwe ên sihrê, fêr bû, ku dêwekî weha bi tenê bi şûrekî efsûnkirî tê kuştin û ew şûr jî di zemanekî aqilmendekî de, li çiyayekî Afrîka Navîn hatiye veşartin, ku heta niha kesî ew şûr bi dest nexistiye ku wî dêwî bikuje.

Herçiqas Dûrat el Mûlûk, yanî dotmîr, di zanîst û sihrê de zîrek bû jî, nikaribû bersîva wê sihr û niviştê bibîne û gencîneyê bi dest xe, lê zanibû ku Bedr el Maha di zanîstê de mahir û pispor e.

Bi wî awayî vê carê alet û hacetên xwe bo dîtina ciyê Bedr el Maha lê dimîne, bikar anî. Dûrat el Mûlûkê dît, ku hevala wê di nav çolekê de, bi alîkariya cina ji xwe re qesrek ava kiriye û tu eleqa wê bi dinya û benîadem re nemaye.

Xwînerên me baş dizanin, ku Bedr el Maha, Dûrat el Mûlûk û Nuzhet ûz Zaman ber destê Ziraccan perwerdehî didîtin û dema Dûrat el Mûlûk bi daxwaza bavê xwe ji wan qetiyabû, çûbû mala xwe, hevalên wê gelekî li ber xwe ketibûn.

Duwanzdeh meh pey Dûratê bavê Bedr el Mahayê şandibû pey wê, ku ew jî vegere mala xwe. Mixabin demeke kin û kurt pey re bavê wê çû ber rehma Xwedê û birayê wê şûna bavê xwe girt, derbasî ser text bû. Badrê gelekî ji bavê xwe hez dikir û mirina bavê ew di nav kul û xeman de hîştibû û rojekê gotê birayê xwe :

«Birayê min ê hezkirî, ez qurban! dû mirina bavo ez nikarim li vira bimînim, dixwazim herim welatekî wisa, ku vê şîna xwe ji bîr bikim». Birayê wê gelekî ji wê hez dikir, ku nedixwest dilê wê bişkîne, gotê :

«Xûşka min, dilê te çawa dixwaze wisa bike, lê çûyina te yê min gelekî biêşîne». «Ez dixwazim herim», Badrê got, «lê dixwazim ciyekî wisa ji xwe re bibînim ku xelwetxaneyekê ji xwe re çêkim û jiyana xwe li wir bidomînim. Erê ez ê li vî welatî dûr bim, lê bizanibe carcaran ez bêm sertêdana te. Herdem raçavê serfirazî û dilşadiya te me, ger kesek bixwaze zirarê bide te, ez ê bi alîkariya cinê di bin destê min de ye, wî kesî ji holê rakim».

Pey axaftina wan, xatir ji birayê xwe xwest û li pifdanka xwe siyar bû û berê xwe de ciyekî nenas. Piştî gera gelek cih û welatan, di axiriyê de ji xwe re ciyekî avî û xwediyê hewake xweş dît û bona çêkirina avahiyekê emir da cinê xwe. Erê li wê derê dest bi jiyaneke nû kir, ku piraniya wextê xwe di pêşketina zanîst û sêrê de serf dikir. Lêbelê xwendin û xebat alîkî, çûna serdana birayê xwe jî terk nekir.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev