PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Beşeke din ji kitêba zanyarî ya nivîskarê me

Raif Yaman

DESTPÊK

Phonem gotinek fransizî a linguistickê ye. Ji dengên ku bi kêrî ji hev û din derxistina peyvan dihên ra phonem dihê gotin. (Grevisse, 1993: 28) Bi gotinek din phonem parçê herî piçûkê peyvê ê xwedî deng e. Phonem herî kêm ji graphekê pêk dihê. Numûne, di peyva berf da çar phonem hene: b e r f. Phonemên zimanên bi elîfbên phonetic dihên nivîsandin bi piranî her yek ji herfekê pêk dihên. Herf û phonem her dem nahên eynî manê. Bi piranî hejmara phonemên zimanan ji herfên elîfbên wan gelektir in. Numûne, di zimanê kurdî da bi qasî 45 phonem hene, lê di nivîsandinê da gelekên van nahên nîşandayîn. Ji ber ku di ferheng û vajnamên kurdî da xwendina peyvan tune, bi hawayekî ilmî ev phonem nahên xwîyakirin. Bê guman di zimanê axaftinê da kurd bi van phoneman gişkan deng dikin. Di nivîsandinê da tunebûna van phoneman dibe sebeba zêdebûna peyvên homophon ên di rastîya xwe da ne homophon in, ne jî homograph in. Bi vê rewşa xwe di hindik phrasan da dikanin bibin sebebên tevlihevîya manên peyvan. Ji bo rê li ber gelemşên wusa bihê girtin di ferhengên gelek zimanî da xwendina peyvan bi nîşanên Elîfba phonetic a beynelmilel dihên nîşandayîn. Dengên di zimanekî da xwedî hêjahîya phonemic dikanin di zimanên din da jî hebin, lê xwedî vê hêjahîyê nebin. Her phonema zimanekî dengekî wî zimanî ye, lê her dengê zimanekî phonem nine. Phonemên zimanekî dikanin di zimanekî din da bi dengî jî tune bin. Numûne, phonema /œ/ a almanî wekî di peyva können da bi herfa ö dihê nivîsandin di kurdî da ne tenê phonem, deng jî nine. Phonemek dikane ji du, sê, çar, heta pênc herfan jî pêk bihê. Ji phonemên ji du herfan pêk dihên ra digraph dihê gotin, wate xwedî du graphan e. Numûne, Maurizio Garzoni bi digrapha sc phonema /ʃ/ nivîsîye.  Alexandre Jaba bi trigrapha tch phonema /tʃ/ nivîsîye. E. Bérésine bi quatrigrapha tsch phonema  /tʃ/ nivîsîye. Herçiqas di van numûnên me da her graphek bi herfekê hatibe nivîsîn jî, ev nahê wê manê ku graph her dem ji herfan pêk dihên. Yekcaran graphên pê phonemên zimanekî dihên nivîsandin dikanin ji nîşanên din ên nivîsê jî pêk bihên. Numûne,  Albert Houtum-Schindler phonema /ʡ/ bi apostrophê nivîsîye.

 

KURDOLOGÊN LI SER PHONEMÊN KURDÎ XEBITÎNE

Bi sed salan e kurdolog û seyahên europan û american bala xwe dane ser ziman, folklor û ebedîyata kurdî. Pir kêm linguistên kurdan di xebatên xwe ên li ser elîfbe û phonemên kurdî da ji xebatên van kurdolog û seyahan yekî ya jî dudîyan sûd wergirtine. Heta nuka di nav kurdên bakurî da kesî xebatek phonologic a bi pîvanên linguistickê li ser phonemên kurdî ên van kesan pêk nehanîye. Ev ji bo me kêmasîyek mezin bû. Me xwast em bi vê xebatê rîya nasandina phonemên kurdî ên kurdolog, linguist û seyahên europan û american vebikin. Ji bo em bikanibin bi berfirehî li ser vî karî bixebitin, me ev xebat bi sedsala pêşîn a kurdologyê (1787-1887) bi sînor kir. Kurdolog û seyahên europan û american ên di vî sed salî da bala xwe dane ser ziman, edebîyat û folklora kurdan kî ne?  Karê wan ê eslî çi ye? Li kîjan bajarên Kurdistanê kar kirine ya jî gerîyane? Li ser kurdan çi nivîsîne? Berî ku em dest bi analys û hînbûna phonemên van bikin, me pêwîstî pê dît ku bi kurtî be jî em van 11 kurdolog û 6 seyahan bi berhemên wan ên li ser kurdan ji nêzdîk ve nas bikin:

Maurizio Garzoni (1734-1804) keşîşekî missionarê terîqeta dominican e. Basile Nikitine di gotara xwe a bi navê “Où en est la Kurdologie?” da (Kurdology di kîjan astê da ye) Maurizio Garzoni bi navê “bavê kurdologyê” bi nav dike. (Nikitin, 1936) L. O. Fossum jî wî bi navê “pêşêngê karê grammatica kurdî” bi nav dike. (Fossum, 1919: 272). Kitêba wî a bi navê Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatic û Vajnama[1] Zimanê Kurdan) sala 1787an li Romê hatîye weşandin di warê gramatic û kurdologya rojavayî da berhema pêşîn e. Garzoni di vê berhema xwe da bi berfirehî li ser grammatica kurdî nivîsîye. Wekî ji navê kitêbê jî dihê têgihîştin kitêb ji du partên sereke pêk dihê: grammatic û vajnama kurdî. Parta dawîn a kitêbê vajnama italianî-kurdî ye. Nivîskar nêzdîkî 4600 peyvên İtalyanî û tercûma wan a kurdî di vê partê da nivîsîne. Heke meriv vajnama polyglot a Peter Simon Pallas û vajnama polyglot a di sayahatnama Anton Johann Güldenstädt da du berhemên di warê kurdologyê da helnesengîne Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda a Maurizio Garzoni ne tenê berhema pêşîn, di heman demê da berhema yekaneya kurdologya rojavayîya sedsala 18an e.

Peter Simon Pallas (1741-1811) naturalist û kaşîfekî alman e. Mîna hemdemên xwe Buffon û Linné di warê zoology û botanickê da bi nav û deng e. Gerên wî ên li ser axa bê serî û bê dawî a Imperatorîya Ûris jê ra asoyên nû ên ilmên din ên wekî palaeontology, geology, ethnography û linguistickê vekirine. Ji sala 1768an heta 1810an gerên wî ên ilmî berdewam bûne. Di vê demê da li ser hev bi qasî sed û heftê gotar nivîsîne. Ji van berhemên wî yek Vajnama Comparativa Zimanên Dunyayê (Vocabulaire compérative des langues du monde) ye. Di nav 200 zimanên Vajnama Pallas da kurdî di rêza 77an da ye. Peyvên vê vajnamê bi dialecta kurmancî ne. Cara pêşîn Pallas peyvên kurdî bi elîfba cyrillic nivîsîne. Ji gelek şaşitîyên nivîsandin û tercûmekirina peyvên kurdî em têdigihên ku Pallas jî mîna kurdologê berî xwe Maurizio Garzoni û gelekên din ên piştî xwe bi kurdî nizanibûye. Alîyekî hemparê gelek kurdologên europan ên sedsala 18an û 19an nezanîya wan a kurdî ye. Pirranîya kurdologên sedsala pêşîn a kurdologyê ji bo zimanê kurdan û dialectên wî hîn bibin hewqas serê xwe pê ra neêşandine.

Giuseppe Campanile  (1762-1835) sala 1762an li gundê Sant Antimoyê nêzdîkî bajarê Napolîyê hatîye dinê. Dema bûye dîndarekî terîqeta dominican, sazîya Propaganda dêra catholic a roman sala 1802an ew bi missionarî şandîye Mûsilê. Keşîşekî terîqeta dominicana mezheba catholica dêra Romê ye. Di 1809an da bi navê Serapostolê (Apostolic Prefect) Mesopotamia û Kurdistanê hatîye binavkirin. Sala 1809an nasandinek nivîskî a li ser Kurdistanê daye General Gardan ê ku ji bo missionekê vegerîyaye Persiayê, û li ser kurdan malûmat dane consulê Fransê ê Bexdayê, Joseph Rousseau. Di vê demê da kitêba xwe a bi navê Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti nivîsîye. Herçiqas navê kitêba wî tarîx be jî, ji tarîxê pirtir li ser nasandina geographya Kurdistanê a di berbanga sedsala 19an da, li ser jîyana dînî, aborî û social a kurdistanîyên wê demê nivîsîye. Campanile evîndarekî edebîyatê ye. Ev alîyê xwe di berhevkirin, tercûme û şîrovekirina hozanî a Strana Şîna Cuwana Kurd a dawîya kitêba xwe da daye xwîyakirin.

Ilya Nikolaevich Berezin (1818-1896) bi navê xwe ê wî bi xwe li ser kitêba xwe Recherches Sur les Dialectes Persans nivîsîye,  E. Berésine, mamostê zimanê turkî ê Universita Kazanê ye. Berezin bi xebatên xwe ên li ser philology û dialectologya îranî, erebî, turkî û tarîxa moxolan dihê naskirin. Berezine[2] li ser van ziman û dialectên wan du kitêb nivîsîne: Recherches Sur les Dialectes Musulmans(1848), Recherches Sur les Dialectes Persans (1853). Recherches Sur les Dialectes Musulmans(1848) li ser dialectên zimanê turkî ye. Recherches Sur les Dialectes Persans (1853) li ser zimanên îranî û dialectên wan e. Nivîskar li ser du dialectên kurdî nivîsîye: “Dialecta kurdî a rojhilat” û “Dialecta kurdî a rojava”. Berezin gelek peyvên van dialectên kurdî dane ber peyvên farisî û erebî. (Berésine, 1853: 118-158)

Peter von Lerch (1827-1874), kurdolog, archaeolog û orientalistekî alman e. Peter Lerch pisporê zimanên rojhilatî ye. Li Imperatorîya Ûris di Academya Imperial a Zanînan da xebitîye. Bi xebatên xwe ên li ser kurdologyê bi nav û deng e. Lerch sala 1857an tomê pêşîn ê kitêba xwe a bi navê Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaläer. Erste Abtheilung, sala 1858an tomê dawîn ê vê kitêba xwe li St. Petersburgê weşandîye. Kurdologê cara pêşîn bi pîvanên academic ên hemdem li ser du dialectên kurdî kirmancî (kirmanckî, kirdkî, dimilî, zazakî) û kurmancî xebitîye Peter Lerch e. Di vê berhema xwe da bi berfirehî li ser deng û phonemên van her du dialectên kurdî malûmatên ilmî dide. Taybetîyeke din a Peter Lerch jî ew e ku bi berhevkirinên xwe ên folkloric ên ji nav kurdên hêsîr ên li Roslowê qîma xwe nehanîye; hema hema li ser hemî berhemên kurdolog û sayahatnamên seyahên berî xwe ên li ser kurd û Kurdistanê karekî ilmî ê hêja pêk hanîye. Nivîskar di tomê dudîyan ê kitêba xwe da bi granî li ser berhemên kurdologan, sayahatnamên seyahan û documentên kurdî ên bi ebceda farisî û kurdî hatine nivîsandin bi berfirehî xebitîye, gelekên wan bi elîfba linguistica R. Lepsius a wî bi xwe li kurdî hanîye transcription kirine û tercûmeyî almanî kirine. (Lerch, 1858: 1-46) Heman kitêba xwe sala 1856an berî ku were weşandin tercûmeyî rûsî jî kirîye. Hindik metnên sereke ên hozanavanên farisî û tercûma wan a kurdî jî dîsa di tomê 2an ê kitêba xwe da bi cih kirine. Tercûma parçeyekî ji Gulistan a Sa’dîyê Şîrazî ji van yek e. Tercûma bi kurdî a vî metnî bi ebceda farisî ye. (Lerch, 1857: 98-103) Seyîdxan Kurij bi dialecta kirmancî li ser xebatên ilmî ên Peter Lerch bi navê Di Xebatên Peter J. A. Lerch de derheqê kurdolojî de gotareke ilmî a berfireh nivîsîye[3].

Alexander Borejko Chodzko (1804-1891), diplomat, hozanvan, folklorist, îranolog, turkolog û kurdologekî polonî ye. Ji 1824an heta 1830î li St. Petersburgê li Instituta Rojhilat li ser zimanên erebî, farisî û turkî perwerde bûye. Li Persia û Franceê tercûmanî, diplomatî û academicientî kirîye. Berhema wî a pêşîn a li ser tradition û edebîyata folkloric a Persiayê, Specimens of the Popular Poetry of Persia as Found in the Adventures and Improvisations of Kurroglu sala 1842an li Londonê hatîye weşandin. Chodzko gelek berhemên folkloric ên farisî, turkî û kurdî berhevkirine û tercûme kirine. Ji 1852an heta 1883an piranîya berhemên xwe ên li ser folklor û zimanên gelên Persiayê, û bîranînên xwe ên dema diplomatîya xwe a li Persia û Fransê di kovarên fransizî da weşandine. Alexander Chodzko Sala 1857an gotara xwe a bi navê Études philologique sur la langue kurde (Dialecte de Soléimanié) di hejmara Nîsan-Gulan a Journal Asiatique a bi zimanê fransizî da weşandîye. Chodzko di vê xebata xwe da li ser kurmancîya jêr xebitîye. Mixabin wî jî mîna gelek kurdologên dema xwe bi kurdî nizanibûye. Kurdîya di nivîsa wî da ji alîyê Ahmed Khanê Baban ve di ber çavan ra hatîye derbaskirin û şaşitîyên wî hatine rastkirin.

Alexandre Auguste Jaba (1803-1894) sala 1801ê li Kraslavê hatîye dunyayê. Ji 1824an  heta 1828an li Universita Vilenskîyê di beşa zimanên rojhilatî da xwendîye. Ji 1848an heta 1866an li Erzeromê consultîya Rûsyayê kirîye. Salên 1853-1856an çûye şerê Krîmê, paşê dîsa vegerîyaye Erzeromê. Li ser xwastina mudûrê Museuma Asiayê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi hînbûna zimanê kurdî kirîye. Wê demê Mele Mehmûdê Bazîdî, Ehmed Xan û gelek zanayên kurdan nas kirine û pê ra bûye heval. Wî gelek sûd ji van zanayên kurdan girtîye. Jaba, Mele Mehmûdê Bazîdî bi navê mamostê xwe ê kurdî bi nav kirîye. Li gor ên din bi Bazîdî ra pirtir û xurttir li ser folklor û edebîyata kurdan xebitîye. Sala 1859an berhema xwe a ji folklora kurdan Ballade kurde berhev kirîye, ji kurdî tercûmeyî fransizî kirîye û di kovara Journal Asiatique da weşandîye. Sala 1860î kitêba xwe a bi navê Recueil de Notices et Récits Kourdes Servant à la Connaissance de la Langue, de la Littérature et des Tribus du Kourdistan li St. Petersburgê weşandîye. Ferhengeke destnivîsa Jaba a bi kurdî-fransizî û fransizî kurdî hîna nehatîye weşandin. Sala 1879an Jaba ferhengek kurdî-fransizî amade kirîye. Ev ferheng ji alîyê philolog, etymolog û kurdologê alman Ferdinand Justi ve bi hindik lêzêdekirin û jêderxistinan bi ebceda kurdî û transcriptiona wê a bi elîfba roman hatîye weşandin.

Samuel Audley Rhea (1827-1865) missionarekî protestan ê american e. Sala 1827an li Blountvillea Tennesseeyê hatîye dinê. Rhea sala 1851ê bi missionarî çûye li Geverê, li gundê Memikan di nav nestûrîyan da bi cih bûye. Li gor nivîskar hema hema nestûrîyan gişkan gelekî baş bi kurdî zanibûne. (Rhea, 1880) Rhea gelek baş kurdî hîn bûye û bi kurdên Geverî ra her dem bi kurdî peyivîye; bi vî hawayî Rhea ji kurdologên dema xwe û berî xwe çêtir ji kurdî û kurdan têgihîştîye. Rhea dibêje, min tu carî kurdî ji karê xwe ê dînî ra nekir hacet. Suryanîya modern, turkî a tatarî û farisî rind zanibûye. Heta Nîsana 1859an, heşt salî li wê derê maye. Ji ber ku nexweş ketîye vegerîyaye Americayê. Di 1860î da dîsa vegerîyaye warê nestûrîyan. Ji ber şert û mercan vê carê li Urumîyê bi cih bûye. Di cotmeha 1860î da çûye li Urmîyê bi cih bûye; û di 38 salîya xwe da, sala 1865an li wir mirîye[4]. Dihê bawerkirin ku berî Samuel A. Rhea bi temamî ji Geverê derbikeve, zivistana li çîyayê Seir ê li ser Urmîyê derbas kirîye va berhema xwe a bi navê Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District nivîsîye. Nivîskar bi baldarî bi dialecta kurmancî a jor bi şêwa Hekarîyê nivîsîye. Ev berhema Rhea 15 sal piştî mirina wî ji alîyê hevalên wî ên dîndar ve di ber çavan ra hatîye derbaskirin, bêyî ku esasê wê biguherînin, tiştekî lê zêde bikin ya jî kêm bikin hindik guherîn di grammatica wê da kirine. Grammatic û vajnama Rhea bi duayek mesihîyan a bi navê Lord’s Prayer (Dua Xwedê) û meseleyek bi navê Parable of the Prodigal Son (Part) (Mesela lawê destberedayî (Part) bi dawî dibe.  (Rhea, 1880: 118-119, 155)

Albert Houtum-Shindler (1846-1896) orientalist û kurdologekî swîsrî ye. Li universîta Leipzigê muhendîstî xwendîye. Sala 1884an berhema xwe a philologic a di warê folklor, vajname, grammatic û etymologya dialectên kurdî da bi navê Beiträge zum kurdischen Wortschatze di kovara Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft da weşandîye. Parta vê gotarê a tê da etymologya peyvên kurdî heye ji alîyê Ferdinand Justi ve hatîye nivîsandin. Houtum-Schindler di vê xebata xwe a linguistîk da bi granî li ser zar û şêwezarên kurdî, goranî, mukrî û kurmancî xebitîye. Nivîskar di salên 1911an da gelek gotarên academic ji Encyclopaedia Britannica ra nivîsîne.

Eugen Prym (1843-1913) orientalist, professorê erebî, zimanên aramî û kurdologekî alman e. Eugen Prym û Albert Socin sala 1868an bi hev ra çûne 18 mehan li Rojhilat gerîyane. Armanca vê gera wan lêgerînên linguistic û dialectên modern  e. Li Şamê mesîhîyekî berhevkirinek mezin a ji edebîyata folkloric, hozan, çîrok û stranên bi aramîya nû û kurdî dane wan. Ev berhevkirin bûye bingeha du kitêbên wan ên her yek ji du toman pêk dihên. Berhemên muşterekên Eugen Prym û Albert Socin ev in:

  1. Eugen Prym, Albert Socin: Der neuaramäische Dialekte des Tûr Ȧbdín; 2 Bände, Vandenhoeck & Ruprecht, Göttingen, 1881.
  2. Eugen Prym, Albert Socin: Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder im den Dialekten des Tûr Ȧbdín und von Bohtan; 2 Bände, St. Petersburg, 1887–1890.

Der neuaramäische Dialekt des Tûr Ȧbdín li ser dialectên aramîya nû, bi gotinek din li ser dialectên suryanîyan e. A dudîyan berhevkirinek ji folklora kurdan e: Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Tûr Ȧbdín und von Bohtan. Nivîskaran berhemên folklorickên kurdî ji alîyê ziman û şêwên herêmî ve analys kirine, bi tercûma wan a almanî ra weşandine. Li ser tomê 2an ê Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Tûr Abdín und von Bohtan, Zweite Abteilbung a. Die Texte navê Eugen Prym tune. Em ji vê têdigihên ev tomê kitêbê ji alîyê Albert Socin ve hatîye amadekirin. (Socin, 1890)

SEYAHÊN LI SER PHONEMÊN KURDÎ XEBITÎNE

Ji 1787an heta 1887an 6 seyahên europan û american di sayahatnamên xwe da li gel zimanê xwe ê maderî a jî zimanê resmî ê welatê lê dijîn pir kêm be jî bi kurdî nivîsîne. Ji van hindikan di vajnamên sayahatnamên xwe da cih dane peyvên kurdî, hindikan bala xwe dane ser dialectên kurdî, hindikan bi tesîra folklora kurdan stranek ya jî hozanek kurdî guhdarî kirine, nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine; bi vî hawayî xwastine xwendevanên xwe ne tenê ji geography û hawayê jîyana kurdan, xwastine wan ji zimanê kurdî û dialectên wî jî haydar bikin. Me pêwîstî pê dît ku em van kesan jî ji nêzdîk ve nas bikin. Seyahên em behsa wan dikin ev in: Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich, Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austen Henry Layard û Moritz Wagner.

Johann Anton Güldenstädt (1745-1781) di salên 1770-1773an da li Imperatorîya Ûris derketîye gereke dûr û drêj; li herêma Astraxan a Ûkranyayê, li bakurê Kafkasan, li Ossetia, Çeçenîstan, Ingushetia û Gurcistanê gerîyaye. Piştî mirina Güldenstädt, Peter Simon Pallas sayahatnama wî a bi navê Reisen durch Russland und im Caucasischen di salên 1787 û 1791ê da bi du toman li St. Petersburgê weşandîye. Güldenstäd di parta vajnama vê sayahatnama xwe da 228 peyvên kurdî û manên wan ên bi almanî, farisî û kazaxî nivîsîne. (Güldenstädt, 1791: 545-552) Güldenstädt bi piranî bi phonemên almanî ev peyvên kurdî nivîsîne.

Julius Heinrich Klaproth (1783-1835) linguist, îtîhaskar, ethnograph, nivîskar, orientalist û kaşîfekî alman e. Di salên ciwantîya xwe da dêhna xwe daye ser zimanên asiatic, û di 1802an da li Weimarê kovara xwe a bi navê Asiatisches Magazin weşandîye. Academya Imperiala Zanînan a li St. Petersburgê ji bo keşfên ethnographic û  û linguistic ew şandîye Kafkasan. Klaproth çînî, mançûyî, moxolî, sanskrît, turkî, erebî, û zimanên kafkasî hîn bûye. Wî îspat kirîye ku uygûrî zimanekî turkî ye. Klaproth li ser zimanê efxanî jî xebitîye, û tê derxistîye ku bi farisî, kurdî û sanskrît ra têkilîya wî heye[5]. Li gor Peter Lerch radigihîne di kitêba wî a bi navê Kurdisches Wörterverzeichniss, mit dem Persischen und K.F. andern ver wandten Sprachen verglichen Fundgruben des Orients, Bd. IV da 280 peyvên kurdî hene. (Lerch, 1858: 21-22) Klaproth ev peyvên kurdî bi granî bi phonemên almanî nivîsîne.

Claudius James Rich (1787-1821) nûnerekî bazirganîya Brîtanyayê, seyah û zanayekî antiquiteyê (antiquarian scholar) ye. Rich, latinî, yûnanî, farisî, erebî, turkî, îbranî, kurdî û gelek zimanên din ên rojhilatî û dialectên wan hîn bûye. Piştî 1814an li ser zimanê suryanî, keldanî û kurdên êzidî xebitîye. Di 1810an da çûye gundên keldanîyan ên li başûrê Kurdistanê. Paşê çûye Bexdadê, Suleymanîyê, Sinê û rojavayê Nînovayê. Di 1820an da çûye Besra û Şîrazê, li wê derê bermayên Persepolîsê dîtine. Tomê pêşîn ê sayahatnama Rich, Narrative of a Residence in Koordistan and on the Site of Ancient Nineveh with Journal of a Voyage down to Tigris to Bagdad and an Account of a Visit to Shirauz and Persepolis, sala 1836an ji alîyê jinebîya wî ve li Londonê hatîye weşandin. Rich di dawîya vê berhema xwe da vajnameyek piçûk amade kirîye. Di vê vajnamê da peyvên çar dialectên kurdî dane ber hev, û ew tercûmeyî îngilîzî kirine. Ji hejmara peyvên di vajnamê da dihê têgihîştin ku zanîna wî a feylî ji ên din gelekî kêmtir bûye. Rich 5 phonem li  phonemên zimanê xwe ê maderî, îngilîzî, zêde kirine û pê peyv û phrasên kurdî nivîsîne. (Rich, 1836: 394-398)

Karl Heinrich Emil Ludwig Koch[6] (1809-1879) botanistekî alman e. Bi keşfên xwe ên botanîk ên li Kafkasan û bakurê rojhilatê Turkîyayê bi nav û deng e. Ji xeynî botanickê di warên ethnology, anthropology, archeology, cartography, geology, baxçevanî û guherbarîya genetic da xebitîye. Sala 1846an sayahatnama xwe a bi navê Wanderungen im Oriente wärend der Jahre 1843 und 1844 a ji du toman pêk dihê li Weimarê weşandîye. Nivîskar di vê berhema xwe da bi qasî 30 peyvên kurdî, ermenî û turkî nivîsîne. Koch bi granî bi phonemên almanî peyvên kurdî nivîsîne. (Lerch, 1858: 26)

Austen Henry Layard (1817-1894) seyah, arkeolog, îtîhaskarê hunerê, berhevkar, nivîskar, sîyasetmedar û diplomat e, bi kolanên xwe ên li çîyayê Nemrûd û şarê Nînowayê bi nav û deng e. Li Stenbol, Mûsil, Madrid, Venetia, Krim, Hîndîstan, Paris û gelek deverên din gerîyaye. Sala 1848an vegerîyaye Îngilistanê û kitêba xwe Nineve Handits Remains: with an Account of a Visit to the Assyrians, and the Yezidis, and an Inquiry into the Manners and Arts of the Ancient Assyrians (2 vols., 1848–1849) weşandîye. Gotara xwe a bi navê A Description of the Province of Khuzistan sala 1846an li Londonê di hejmara 8an a kovara The Journal of  the Royal Geographical Society of London da weşandîye. Di vê nivîsa xwe da çarînek ji hozanek bi dialecta kurdî a bextîyarî nivîsîye û tercûmeyî îngilîzî kirîye. Layard bi granî bi phonemên îngilîzî bi kurdî nivîsîye. Ji ber ku bi İtalyanî û fransizî jî mîna zimanê xwe ê maderî rind zanibûye di nivîsandina kurdî da ji 5 vocalên bi accent ên van her du zimanan jî sûd wergirtîye. (Lerch, 1858: 27-28)

Moritz Wagner (1813-1887) kaşîf, berhevkar,  coxrafîzan (geographer) û îtîhaskarekî surûştîyê alman e. Di 1843an da bi nivîskarê ermenî Khachatur Abovian ra li Ermenîstanê li dora gola Sevanê gerîyaye. Wagner gelek kitêb li ser geographya bakurê Africayê, Rojhilata Navîn û America tropical nivîsîne. Moritz Wagner sala 1852an sayahatnama xwe a bi navê Reise nach Persien und dem Lande der Kurden li Leipzigê weşandîye. Wagner di vê berhema xwe da cih daye çarînek ji straneke kurdî û tercûma wê a bi zimanê almanî. (Lerch, 1858: 29) Wagner li gel phonemên zimanê xwe ê maderî, almanî, bi afirandina 6 phonemên din ev çarîna bi kurmancî nivîsîye.

Riataza

 

[1] Me peyva vajname ji zimanê parthî girtîye û di mana vocabulary a îngilîzî da nivîsîye. Di dialecta kurdî a kirmancî û zimanê parthî da vaj tê mana peyv. Vajname bi tercûma lîteral peyvname ye.

[2] Navê nivîskar ê li ser vê kitêbê E. Berezine e. Di 1853an da dema kitêba xwe a Recherches Sur les Dialectes Persans daye weşandin navê xwe rindtir li orthographya fransizî hanîye û E. Berésine nivîsîye.

[3] S. Kurij. (2014). Di Xebatên Peter J. A. Lerch de derheqê kurdolojî de, Nûbihar Akademî: 93-108

[4] Ji bo zanîneke berfirehtir binihêrin: Dwight W. Marsh. (1869). The Tennessean in Persia and Koordistan, Philadelphia

[5] Ji bo zanîneke berfirehtir a li ser jîyan û berhemên Klaproth binihêrin: Walrawens, H. (1999).Julius Klaproth (1783–1835). Leben und Werk. Harrassowitz, Wiesbaden.

[6] Peter Lerch navê nivîskar Karl Koch nivîsîye. Ji bo navê wî ê tam binihêrin: D.J. Mabberly, Mabberley’s Plant-book: A Portable Dictionary of Plants, Their Classifications, and Uses, Cambridge University Press, 2008, rp. 992

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *