Ji olên mirovatîyê: Bûddîzm

Ji olên mirovatîyê: Bûddîzm

Cankurd    

Ola Bûdî pir fireh û pan e, lew re di gotarekê de tev naye şirovekirin. Lê ezê bizava xwe bikim, ku di vê gotarê de bi kurtî hinek stûnên wê yên serekîn bidim nasdanê.

Ola bûda oleke weha ye, ku Xwedê nanase û lew re em nikanin li ser evdalên vê olê navê “Keşe” bidinê, ku ewan jî di navbera Xwedê û mirov de ji xwe re pilyek pêda kirine. Na ne wilo ye, ji ber ku Xwedê di nav ramanên vê olê de nîne. Ewan ne wek evdalên dêrê ne. Lê belê avahiyeke wan a di ser hev re wek ya dêra filehan û îmamtiya Şîîyan heye. Di nav wan de 3 pile hene:

– Upî înzîn

– Maung Cîn

– Kiyang tha

Di pileya pêşîn de “Upî înzîn”, her mirovek dikare bibe evdal, gava xwe ji jîna giştiyane bidûrxîne, zagonên perestgehê li ser xwe bi cih bîne, û jîneke evdaliyê bijî. Cilêd wan sipî ne, ji yên evdalên dî cihê ne, hema ne giring e, ku ewan di perestgehê de bijîn.

Gelek kesên, ku wek “Kolî” tên bi navkirin û demeke dirêj bêkar dimînin, an jî dikevin destengiyê, cilêd sipî li xwe dikin, porê xwe “pirça serê xwe” kurdikin, tûrikê parse davên milê xwe û di kolanan re digerin, xwe wek evdalên Bûdî didin xuyakirinê.

Di perestgehê de evdal baş tên xwedîkirin, ka ewan mirovin azadin an ne. Bi dilxweşiya dayîk û bavê xwe hatîne an ne, dev ji jîna rastîn berdane an ne, û xwe ji dil de avêtine ber zagonên perestgehê an ne? Divê ewan her li mirinê biramin, dost û yaran, mal û malbatan û her şêweyekî xweşiya jînê ji dest bidin, tenê balatirîn rewşa navxweyî ya bi navê “Nêrvana” tê nasîn, ji xwe re bikin armanc. Divê ewan ji bîr nekin, ku wê jîna wan bi êş û bêxweşî û bê bidestxistina tiştan be. Cil û bergêd van evdalan wek ên evdalên hindî yên Askêt û Dandiyan in, sê parên qumaşê zer in. Diviya li gor zagona Bûdahas, cilêd wan pir asan û erzan û çirok bana, lê diyare di vê yekê de evdalên Bûdî baş li gor wê zagonê naçin. Hinek ji wan bi cilên hevrîşmî di nav gel de rojên şahiyê digerin û pir hajê dikin, ku ewana wek patronên maldar bên dîtin. Hinek ji wan jî rojên şahiyê diçin ji xwe re li lîsk û şano û sêrgehan sêrdikin.

Van evdalên, ku wek pileyê duwê “Maung cîn” tên bi navkirin, di piraniyê de hîn ji deh saliyê de, ji aliyê dayîk û bavan ve tên şandin bo ku li perestgehê fêr bibin. Divê ewan nekujin, nedizin, direwan nekin, serxweş nebin, zêr û zîv hilnegirin, destêd xwe bi çek û debanan nekin, û nabe ku ewan xwe bi kulîlkan bixemilînin, an bi jinan re li gan kevin.

Em dibînin, ku fêrkirinên Bûda jî ne dûr in ji “Wesek”ên Cihotiyê, Filetiyê û Musilmantiyê, hema “Kiyang tha” bê cilêd derwêş û evdalan in, di piraniyê de zarokêd sêwî ne. Ewana alîkariya evdalên perestgehê dikin, di parskirinê de, û sîwana ji bo paristina wan ji baran û tava royê hildigirin.

Di perestgehê de jîneke bê xweşî ye, lê ji ber ku gelek kes diyariyan ji evdalan ra tînin, da bereketa wan bi ser xwe ve bînin, hinde perestgeh bi diyariyan dagirtîne, ji her şêweyekî xwarinê, ji xaliyan, ji firaxêd aşxaneyê û çirax û cilan… Evdal wan diyariyan ji dest bawermendan, bê supasî û berxwedarî dibin, wilo dikin xuya, ku li ba wan bi xwe çi giranbuhayî ji wan tiştan re tune ne û ji ber ku kuştina jîndaran bo evdalan qedexe ye, lew re di perestgehan de, gelek mişk, pilindir, û gelek şêweyên kêzik, gêre û kurmikan pêda dibin. Ji ber pirbûna wan evdal binzor dibin, ku ji xwe re pisîkan bihewînin, da bi karê kuştina wan bêling û çarling û pirlingan rabin. Di perestgehan de gelek destnivîs hene, ku bi şêweyekî taybet hatîne çêkirin û nivîsandin, û bi wê yekê çanda Budiyan û ola wan hatiye paristin.

Evdal bi lêdana darkutan re, ji berbangê ve radibin. Lêdana darkutanê ewqas bilind e, ku kesek nikare bibêje:“Min nebihîst û lew re ez di xew de mam.” Dest û çav û diranêd xwe dişûn û bi hev re dest bi nimêja berbangê dikin. Ew nimêj dora nîvsaetekê dirêj dike. Lê bi rastî em nikanin wa xebata berbangê bi “Nimêjê” navbikin, ji ber ku Budî tew bi hebûna Xwedê bawer nakin. Ewana hinde zagonên Budî, ku ezber kirine, her yek ji xwe re dixwêne û bi piranî wilo dibêjin: “Ez dixwazim jînek hêja bijîm.” An jî “Eger ez careke dî hatim jiyanê, ez dixwazim di pileyeke balatir de bijîm.”

Ev daxwaza duwê tê gotin ji ber ku Budî bawer dikin, ku mirov paş mirinê dîsa vedije û li gor karên xwe yên baş an nebaş derbas dibe pileyekê di jîna duwê de, dibe ew bibe cinewerek an sewalekî kedîkirî an jî şehzadeyekî hezkirî di malbata şahekî hêzdar de.

Paş wê “nimêjê” evdal li derveyî perestgehan belav dibin, li sancên baqirî didin, ku xelk bibihîse û bizane, ku ewan derketine parskirinê. Evdal rojê du caran xwarinê dixun, lê divê wan herdu car berî nîvro bin. Paş nîvro bo wan qedexe ye, ku bixun, û nabe zikê xwe jî pir dagirin. Divê evdal berî xwarinê, hercar bibêje, ku xwarin bi xwe ji wî re ne kêfxweşiye, lê ji ber ku bê wê, ew nikare bijî, lew re ji bêçariyê ew wê xwarinê dixu, nabe ew pençeke birinc bixu, bê ku bibêje:” Ez vê ji pêdiviya sirûştî dixum, ne ji ber dilxwaziya xwe.” Nabe ewan bi xwe, hêgan “hêkan” bikelînin, lê ji ber bihna wan hêkan û xwarinên germ û nerm dihêlin, ku evdal hinde caran zagonêd ola xwe binpê bikin.

Carina evdal li bin darekê dadinişe, gundî ji wî re xwarinê tînin, bi hîviya ku bereketê ji wî bigirin. Evdal bêdeng û bê ku bi wan re têkeve çi têkilî û axiftinê, xwarina xwe bi tenê xwe dixu û wan gundî ji dûr ve li wî dinêrin. Niviskarê Alman ê navdar Alexander von Gleichen-Russwurm di pirtûka xwe de [Cîhana çandeyî ya rojhilatê dûr – cild 21, r.347] dîmenê evdal di wê rewşê de wek yê çêlekê dibîne, ku ew jî li bin dareke dî wilo geyayê dixu.

Evdalê Budî divê herdem bîne bîra xwe û ji xelkê re diyar bike, ku her tiştekî ser rûyê zevînê tê guhartin û jîn bi êş û keser û nalîn derbas dibe û xapînok e. Divê pênc fermanên ola Budî bo wan bibêje:

“Diziyê neke,

    jîndarekî nekuje,

       zînekariyê neke,

              derewan neke,

                  û xwe serxweş neke.”

Em dibînin, ku van pênc ferman di olên asîmanî de jî hene, û di hinek olên dî yên berê de jî. Mirovatî di piraniya xwe de bi van fêrkirinan hatiye tîmar kirin.

Lê tevî vê yekê jî, Buda, ku hem wek “hişyar” û hem jî wek “yê bêkêmanî” têt nasîn, xwe wek pêxemberekî nabîne û ji xwe re kesekî wek hoste an rêber nizane. Di pirtûka Budî ya navdar “Mahavagga” de, li ser zimanê wî wilo hatiye:

“Min bi xwe ev nasîn pêda kiriye, ma ez ê xwe bi şagirdê kê navbikim? Hostayê min nîne. Ez bi xwe hostayê bê wekanî me.”

Buda ne Xwedê ye, ne dîmenê wî an siya wî ye li ser zevînê û ne jî pêxember e. Ew mirovek e wek hemiyan, ku ola xwe bi nasînên xwe yên mirovî ava kiriye. Ew xwe wek her mirovekî jar dibîne, ew nexweş dibe û diweste, lê rohniya hindirî di xwe de dinase û dibîne, ku mirov nagihe mirovatiya rastîn, eger ew xwe ji hemî xweşyariyên zevînê azad neke. Kengê xwe ji mal û hebûn û qurretiya kesanî rizgar kir, hîngê dikare di pileyên mirovatiyê re ta pileya paqijiyê û bêkêmasiyê hilkişe. Di vir de, ew ji sofîtiya Muslimanan ve, ji evdaltiya Filehan ve û ji pîriya Zerdeştiyan û Êzdiyan ve nêzîk dibe.

Buda kurê şahekî bû, li herêma Hîmelaya û di navbera 560 û 480 berî zayînê de jiyaye, ew 9 salî bû, dema Zerdeşt koça xwe ya dawî kiri bû. Wek kurê şahekî, ku gelek koşkên wî hebûn û jîneke wek xewn û xeyalan derbas kiriye. Lê belê dev ji wa jînê berda û bi çolê ket, da xwe “azad” bike, Sofî jî li ba Musilmanan dikevine “Xelwetê:Tenahiyê”. Ew heft rojan û heft şevan di koka darekê de li nav daristanekê rûnişt û hizrên xwe li ser jîn û mirinê û li ser mirov û azadbûna kesanî kirin. Şeytan ê ku bi navê “Mara” bi hemî kanîn û xapan û fêlbaziyên xwe û bi teviya leşkerên tariyê hêriş ser wî dikir. [Di ola Cihowan û Filehan de jî Şeytan xwe wek marekî dike û Adem û Hewa dixapîne].

Buda, niha wekî oleke ku gelek mirov li cîhanê pêbawerin, tevî zorbaziya komonîstên Çînê li ser bawermendên vê olê. Lê ev ol Xwedê nanase û bi hebûna “Axîretê” jî bawer nake, hema bi vegera mirov bo cîhanê bawer e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev