Kîtêbeka hêja ya berhemdar Evdirehmanê Gundikî

Kîtêbeka hêja ya berhemdar Evdirehmanê Gundikî

Gird Elî

Kîtêbeka hêja ya endamekî me î rêzdar û berhemdar Evdirehmanê Gundikî û nimûneyeke delal ya zimanê kurdî ye. Min berî çend rojan wergirt û di hilmekê de çil rûpel jê xwendin. Îro jî min şêst lê zêde kir, lewre, min xwest çend têbînî û tewsîyên xwe bi xwêneran ve parve bikim. Kitêb ji 530 rûpelî pêk tê, lê ji ber ku beş bi beş e meriv dikane li ser beşekî tenê jî raweste, bîr û bawerîyên xwe bibêje. Ev çend boçûn, çendî ku ne rexne bin jî, bêguman, dîsan di nav wî sînorî de ne.

Ez şa dibim û bi kêf û coşekê pirtûkên welê dixwînim, çêjekê, zanyarîyekê jê werdigrim û bi ziman û kurdbûna xwe serbilind dibim. Bawerim, bextewarîya hemû nivîskaran jî her ew e da bi berhemên xwe bikanibin tofanan di hest û hizrên xwênerên xwe de biafirînin, mejû û bîrewerîyên wan nû bikin.

Bê şik, raya min her tim li hêla kurdîyeke standard e. Em divê hewl bidin zimanê xwe bighînin astekê welê ku hemî kurd pê binivisînin, jê fam bikin. Lewra, xebateke welê divê ne li dijberî devokan an zaravayên cuda be. Çima ez behsa vê dikim? Ji ber ku ev pirtûk bi devoka heremê hatiye nivisîn. Lê kurdîyeke resen, herikbar û zindî ye. Weke di dîyaloga mizgîniya Lîlozê de:

Evdila piştî pêşa çixarê ya duyê ji nû ve berê xwe da nêv çavên Lîloza ciwan. Ew li xwe hesiya bû ko mizgînîyeka xêrê wa ji wî re hatî. Wî ji Lîlozê pirsî got; “Ka bibêje te xêr e Lîloza min?” Lîlozê bi keyf got: “Dapîra min ji min re got: Mizgînîyê bide mam Evdilayî û jê re bibêje zêdehiya me kure û mizgînîya xwe ji wî bixwaze.” Evdilayî ji keyfa dengê ji devê Lîlozê derketî û gotina “zêdehîya malê kure” bi şaqisbûyî birîbû. Wî jî nedizanî ka ew dê çawa bersiva Lîlozê bide. Wî hêj gotineka dî ji nêva nazdarîya lêvên Lîlozê derneketin, bi bêhemdê xwe got:”Lîloza min, daxwaza te li ser çavan ka bibêje tu çi ji min dixwazî?” Lîlozê got: “Ez fîstanekî kûderî, kefîyeka gulerî, kîsekê hinayê, sê gulatên kilê siphanî, du şûşên sorav û spiyavê dixwazim”. Wê merama dapîra xwe jî bi vî şêweyî gîhand xudanê dozê û got: “Dapîra min jî gotiye, ez jî kevilek yê nêrîyê kûvî yê dewra ji berîya gunhîla pezê kûvî dixwazim ko ji bo nimêj û ferza xudayê mezin; xêra te jî dê li têde hebe….

“Devkî” ango bi deng, yek ji taybetmendîyên zargotina me ye. Di nivisê de jî ev sitîl divê were parastin û tu kêmasîyekê ji berhemê re çê nake. Bi taybet, nifşên nivîskarên nû, xwe ji vê sitîlê dûr dixin û modern nabînin. Me hêj ev hevîr baş nestira ye û bi bawerîya min kurdî bêtir bi vê sitîlê xurttir e. Lewma, hêjaye ku pesna vê berhemê bidim ku ji vê hêlê de mînakek bêhempa ye. Vegotin, têşe, teswîr bi van babetan dagirtî ye. Herweha, xweza, di zimanê kurdî de xwedî cihekî taybet e. Wekî dî “boligeka” Lîlozê de:

Here qulingo tu balindeyê çiyayên Kurdistanê ferxan li bayê difirînî. Tu bayên li ber kevîyan dimêjî çenk û peran vehejîne li bedena kelha Rebenê kerrlîl ferxan bifirîne, tu dê saluxên ji kelha Ewrexê asêgeha Mîr Bedirxanî hilînî, baweşînê li şonwarê Feqê Teyran li Hêşet, Tinisê û Miksê biweşîne, Feqê Teyran ji xewê biciniqîne! Fira dudiyê li ferxan bide, tu dê mija serê çîyayê Sîpanê Xelatê li pişta gola Wanê re bi çivan bibînî, silaman li Îhsan Nûrî Paşayî bigihîn e…

 

Ez rêzdar Evdirehmanê Gundikî pîroz dikim û hêvîdarim ev berhema hêja bighêje destê hemî heskiriyên ziman û wejehezên kurdî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *