Şagirtê Cigerxwîn kî ye?

Şagirtê Cigerxwîn kî ye?

Dilşad

 

Ey bilbilê Dilşadî hela wer bike fîxan

Derdê me giran e ey bir birîna me kȗr e

 

Bi van gotinên ku di rêya wan re seydayê Tîrêj dixwest hêvî ȗ omîda kurdan di şoreşê de vegerîne, ȗ bi van gotinan jî di nava Kurdan de deng de ȗ hate naskirin.

Seydayê Tîrêj (navê wî yê resen Nayifê Hiso ye) di sala 1923an de li gundê Nicim ê girêdayî parêzgeha Hesekê hatiye dinê, dema ew dibe şeş salî bavê wî mala xwe koç dike ȗ li gundê Sêmitik bi cih dibe, li wî gundî Tîrêj li ber destê mele Ibrahîmê Golî fêrî feqetî ȗ Quranê dibe.

Di sala 1937an de berê xwe daye bajarê Amȗdê ȗ pênc sal li dibistanê xwendiye lê ji ber rewşa abȗrî dest ji dibistanê berdaye, lê dibe xwedî têkiliyên xurt bi hejmarek ji rewşenbîr ȗ helbestvanên kurd mîna Cigerxwîn, Qedrîcan, Hesen Hişyar ȗ Nȗredîn zaza ȗ di bin bandora wan de hezkirina zimanê Kurdî ȗ helbestê di dilê wî de xurt dibe, ȗ bi wan welatperweran re Tîrêj cihê xwe di komela Xoybȗnê de girt.

Di sala 1952 an de ji aliyê hêzên ewlehî yên dewletê tê girtin ȗ dîwaneke wî ya destnivîs dişewitînin ȗ talan dikin.

Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze ȗ ji nişteciyên wê devereê re dibe mîna mezin ȗ şêwirmendekî . Di sala 1973‘an de berî dide bajarê Hesîçe û li wir bi cîwar dibe, ta ku ji nav me koç dike.

Berhemên Seydayê Tîrêj

Hersê Dîwanên wî di yek pirtȗkê de ji aliyê çapxaneya Peywend li bakurê Kurdistanê hatin çapkirin.

Berhemê wî yên neçapkirî ev in:

Seyda sê caran hatiye xelat kirin

  • Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
  • Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya Kurdî. 1998, Hewlêr.
  • Xelata Koma Helebçe ya Folklorê Kurdî li Cizîrê- Hesîçe. 2001.

Seydayê Tîrêj ȗ Helbest

Tîrêj ji suruşta welatê xwe Kurdistan pir hez dikir lewra em dibînin ku navê hersê dîwanên xwe li çiyayên Kurdistanê kirine( Cȗdî- Zozan- Xelat), helbestên wî evînî, welatparêzî, şînî ȗ pesin bȗne, seyda helbesta kilasîk dinvîsand ȗ li helbestê dinêre ku pêwiste bi nizm ȗ qafiye be.

 

“Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest””.

Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:

Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ karûbara netew debî

Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat kû têd’ nebî

Çi bikim ji wê şi’ra rijî, danegire dilketin û mejî

Derdê dil û jan nekûji, çaxê kû cewher têd’ nebî

 

Seyda weke şagirtê helbestvanê gewr e Cigerxwîn didît ȗ Cigerxwîn jî gelekî jê hez dikir ȗ gelek hêvî ȗ omîd li ser girêdidan, lê bandora gelek helbestvanên din mîna Cizîrî, Xanî ȗ pîremerd li ser wî hebȗn

Di dîwana xwe ya “kîme ez” de Cigerxwîn pesnê Tîrêj dide ȗ helbestekê bi navê ” Bersiva Nayifê Hiso” de diyarî Tîrêj dike ȗ têde dibêje

 

Ev xwendin ȗ zanebȗn

Nêzîk dikin serxwebȗn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin nezana

Bira destên hev bigirin

Di vê rê de em bimirin

 

Weke me li jor jî anî ziman para evîniyê jî di nava helbestên seyda de hebȗn ȗ gelek helbest di vî warî de nivîsandine

Cana ji cemala te bi êş ȗ nexweş im ez ger ku te nebînim timî bê fikir ȗ hişim ez

Her weha qehreman ȗ şehîdên Kurd ȗ Kurdistanê cihê xwe di nava helbestên seyda de girtin, di yek ji helbestên xwe de Tîrêj behsa qehremaniya Leyla Qasim dike ȗ dibêje

 

Serî rake ji gorînê temaşake hela Leyla

Li ser te Kurd dikin şînê

Delala ber dila Leyla .

 

Tîrêj di bîr ȗ baweriyên xwe de barzanî bȗ lê ne girêdayî ti partiyeke siyasî bȗ ȗ xwe alîgir ȗ dostê hemi partiyan didît ȗ berî wan jî xwe dostê civaka xwe didît,

Gelek hunermendên navdar helbestên Seyda kirin stran mîna şivan perwer, Mihemed şêxo, şeyda, Ronîcan ȗ gelekên din.

Di 23/3/2002 li nexweşxaneya Isam Bexdê ya bajarê Hesekê dilê seyda sekinî ȗ koça dawî kir, ew li gundê Gir Geftar bo axê hate sipartin, di cenazeya wî de bi hezaran kes beşdar bȗn ȗ konê behiya wî jî 7 rojan dewam kir, hemȗ aliyên siyasî ji hemȗ pêkhateyên herêmê di kon de beşdar bȗn ȗ gotin xwendin her weha nȗnerên hêzên Kurdistanî jî beşdar bȗn an jî birȗsk şandin.

Li ser kêlê ber serê seyda helbesteke wê hate nivîsandin ew jî weke nameyekê ji miletê wî re ye:

 

Wêneya min ez ê barkim ji dinê

Li wara tê bimînî reng ȗ nîşan

Xwezî min zanîba jaro li pey min

Gelo wê te ci hal be ey perîşan

Bi dilsozî milet wê l’te binêre

We ya xo tê bimînî bê cih ȗ şa

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev