HUDA-PAR, KONGREYA WÊ YA 3-EMÎN

HUDA-PAR, KONGREYA WÊ YA 3-EMÎN

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Dema dîroka Tevgera Milî ya Neteweya Kurd ya nêzik bê lêkolîn û ji çav bê derbas kirin, hebûna îslamiyên Kurd wek rêxistin û wek formeteke fikir tune ye. Îslamiyên kurd, wek çepên kurd bi îslamîbûna Tirkan re girêdayî bûn. Loma jî pirsa neteweya Kurd û Kurdistanê ji bona xwe nedikirin mijareke sereke û wek mijareke girîng nedîtin. Şerîat ava kirin ji bona xwe kirin stratejî. Kurdbûn li dijî şerîatê şirove kirin. Çewa ku çep û sosyalîstan digotin pirsa sereke sosyalîzm e û dema ku sosyalîzm ava bibe, hemû mesele çareser dibin. Pirsa kurd jî heye, ew jî dê çareser bibe.

Sosyalîstên Kurd piştî demekê şaşiya vê nerînê dîtin, ji vê nerînê dûr ketin. Gotin ku û an jî pejirandin ku “sosyalîstbûn ji bona azadî û rizgariya neteweya kurd, desthilatdarî û serweriya neteweya kurd; dewletbûna Kurdistanê dikare bibe alîkar. Lê bi serê xwe nikare pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bike.”

Di nav Tevgera Îslamiyên Kurd de jî wek jiyan û pratîk nîşan dide guhertinek çêbû. Wan jî dîtin ku şiroveya fikrê ummetî ya Tirkan, Farisan, Ereban ji bona berjewendiya xwe ya milî ne; li hemberî kurdan jî, şovenîst û nîjadperest in. Loma jî ketin nav lêgerînekê.

Ji aliyê din de jî kurdên nasyonalıst û sosyalîst yên sekuler jî Îslamiyên kurd ji nêzik de nas nedikirin. Nedixwestin ku nas bikin. Lewra dixwestin ku herkesî bikin sekuler û sosyalîst.

Îslamiyên kurd jî, bi vî awayî otorîter û fikrê hikûmkirinê tevdigeriyan.

Loma me hevûdu nas nekir.

Di navbeyna wan de bûyer û qewimandinên nexweş hatin holê.

 

JIYANEKE BI HEV RE (PÊKVEJIYAN) PÊWÎST E…

Hîç şik tune ku dema li sosyolojiya civatê were mêze kirin, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku civatek û neteweyek ji aliyê ol ve, ji aliyê mezheban ve, ji aliyê neteweyan û kêm neeteweyan ve, fikrên cûde ve ne wek hevûdu ne.

Loma divê ku hemû teref hevûdu nas bikin, realîteya hevdu qebûl bikin, ji heq û hiqûqa hevûdu re rêzgirtî bin. Wê demê jiyan xweş û berhemdar dibe. Çareserkirina pirsan hêsan û bi hevxebetê dibe.

Lewra neteweyek bi tevayî nabe sosyalîst û nabe şerîatçı, nabe lîberal û sosyal demokrat, nabe bawermend. Heta dikarim bibêjim ku gel bi van îdeolojiyan re zêde eleqeder jî nabe. Gel dixwaze ku ji bona wan jiyaneke xweş, baş, bi edalet, wekhevî, ava bibe. Heq û hiqûq tesîs bibe.

Ji bona me kurdan jî mijara girîng ew e ku divê em pêşiya mala xwe ava bikin. Mala me jî Dewleta Kurdistanê ye. Dema dewleta me ava bû, wê demê ew dewleta dê çewa bibe, maneyeke wê dibe. Her kategoriya fikrî dê bixwaze ku Dewleta Kurdistanê gorî baweriya wan tesîs bibe. Ew jî heqê wan e. Lê divê herkes ji hevûdu rê rêzgirtî be, bi awayekî demokrat, di şertên aşitî ev hewildanên xwe bidomînin.

Roja ku ez ji bona beşdariya kongreya HUDA-PARê çûm Şaxa HUDA-PAR a Diyarbekîrê, min qala van mijaran ji wan kir. Gelekên wan yên li şaxê amade bûn jî beşdarî van nerînên min bûn.

 

BEŞDARIYA MIN YA KONGREYA HUDA-PARÊ, JI BONA NÊZIKTIR NASKIRINA MIN A HUDA-PARÊ DERFET ÇÊKIR…

Bi gelek berpirsiyar û endamên HUDA-PARê re pêwendiyên min hebûn. Çend caran bi wan re em di Telewîzyona Soz de beşdarî bernameyan bûn.

Gelek caran jî ajansa wan bi min re hevpeyvîn çêkir.

Min ji bona wan nivîs nivîsandin. Min pêwendiya wan Hizbûllahê her dem bir problem dît. Min iribnên Hizbûllahê aşkere rexne kir. Lê dema ku PKKê êrişî wan kir, endam û berpirsiyarên wan kûştin, ez li dijî ev êrişên PKKê bi xurtî derketim.

Car carna jî bi berpirsiyarên wan re beşdarî çend civînan bûm, min û wan nerînên xwe anîn ser zimên. Ji aliyê endamên wan de jî gelek caran nerînên min hatin ecibandin.

Dema me li Bakûrê Kurdistanê ji bona Festîvala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kir, Şaxa Diyarbekîr a HUDA-PARê jî di destpêkê de beşdarî xebata me bû. Piştgiriya xwe nîşan da. Wek tê zanîn jî HUDA-PARê ji referandûma Serxewebûna Kurdistanê re piştgirî kir, got ku “dewlet ava kirin mafê kurdan e.”

Lê dîsa jî min HUDA-PAR ji her aliyî ve derfeta naskirinê nedît. Beşidarbûna kongreyê bi awayekî din dê derfeta naskirina HUDA-PARê ji min çêbikira. Loma jî ez beşdarî kongreya wan a giştî û asayî bûm.

Di encamê de jî baş bû ku ez beşdarî kongreyê bûm. Lewra Kongreya HUDA-PARê ji bona ku ez HUDA-PARê nas bikim, ji min re derfet çêkir.

 

DI RÊ DE Û DI KONGREYÊ DE TESPÎTÊN MIN YÊN GIŞTÎ DI DERBARÊ HUDA-PARÊ Û ENDAM Û TEREFDARÊN WÊ DE…

Beşek endamên wan lîberal îslamîparêz bûn. Lê beşekî wan gelek radîqal îslamparêz bûn.

Beşekî wan mafê kurdan derdixistin pêş, dewleta Kurdistanê diparastin. Beşekî wan jî şerîat derdixistin pêş; Dewlet û mafên neteweya kurd di dereceya duyemîn de didîtin.

Kesên makul bûn. Ji hevûdu re rêzgirtî bûn. Kesên di doza xwe de bawermend bûn.

Wan dizanî ku ez kesekî îslamparêz nînim. Dema ku wan nimêj dikir, min nimêj nekir. Lê ji bona ku min nîmêj nekir, helwesta wan li hemberî min nehat guhertin. Helwestekje nexwazayî nîşan nedan.

Lê tiştek gelek aşkere derdiket holê ku divê ji bona pirsa neteweya kurd û Kurdistanê xwe zelaltir bikin. Serê wan jî wek sosyalîstên kurd yên demekê tevlihev e. Ne zelal in.

 

JI BONA KONGREYÊ AMADEKARIYEK BAŞ HATIBÛ KIRIN. ORGANÎZASYON BAŞ BÛ. BEŞDARIYA KONGREYÊ JÎ BI HER AWAYÎ BAŞ BÛ…

Kongre di saloneke gelek mezin de dê çêbibûya. Min meraq dikir ku ew dê wê salonê çewa tijî bikin.

Dema ku ez çûm salona kongreyê serê min zelal bû ku salonê dê tijî bibe. Rastî jî beşekî biçûk ne, salon tijî bû. Vê yekê jî bi awayekî xurtbûna wan nîşan dida. Di hilbijatrinê de qasî xwestibûn deng negirtibûn, lê ji hilbijartinê jî bi awayekî hêza wan diyar dibû.

Loma ez dikarim bibêjim ku beşdariyeke baş hebû ji bona kongreyê.

Min dema pirsiya gotin ku 700 nunerên kongreya me hene. Ji bona nuneran ciyekî taybet hatibû diyar kirin. Ji derveyı çend nuneran hemû nuner beşdarî kongreyê bibûn.Vê jî diyar dikir ku ji bona kongreyê amadekariyeke baş hatiye kirin.

Di salonê de pergeleke baş hebû.

Sloganên di salonê de hatibû dalqandin gelek sade bûn. HUDA-Par baş terîf dikirin.

Li salonê wêneya sê serokên giştî bi hev re hatibûn daliqandin.

Sloganên li salonê: “Dawa me; hurriyet e, edalet e,aşitî ye, biratî ye” û “Siyaseta Dirust, Pêşî însan, Pêşanî Edalet” bû.

Kongre gelek bi plan hat meşandin û teknîk baş hatibû kar anîn.

Kongre bi kurdî û tirkî hat vekirin. Bi kurdî û tirkî stran hatin gotin, slogan hatin pêşkêş kirin.

Anons bi kurdî û tirkî hatin kirin.

Gelek mêvan şexsî û rêxistinî beşdarî kongreyê bibûn.

Heyetên bal dikşandin, Heyeta PDK a Iraqê, Hamas a Fişlîstiniyan bû. Gelek partiyên din yên îslamî jî beşdarî kongreyê bibûn. AK Partiyê jî heyetek şandibû. Peyama serokkomar jî hat pêşkêş kirin. PSK jî bi du berpirsiyarên xwe beşdarî kongreyê bûn. PDK-Bakur li ser navê Hemîd Kiliçaslan û PDKTê peyam şandibûn.

Navên hemû heyetan û çend kesan, navên min jî, bi awayekî sîstematîk anons kirin.

PDK a Iraqê nexwest ku axevtin bike.

Berpirsiyarê Hamasê axevtinek kir. Pêşwaziyeke gelek xurt ji wî re hat kirin. Ew helwesta wan ji bona îslambûna wan û li dijbûna îsraîlê û li dijî neheqiyê derketin bû.

Ji gelek partiyên derve peyam hatibûn şandin. Ew peyaman hatin xwendin.

Sine-Vizyonek hat pêşkêş kirin. Bi tevayî tirkî bû.

Di sine-vîzyonê de çend tespît û slogan balkêş bûn.

Wek:

1-Siyaseta li ser bingeha berjewendiyê tê meşandin canawarî û hovîtî ye.

2-Hêjayiyên civatê divê di siyasetê de hikûm bikin, reng û naveroka xwe bidin siyasetê.

3-Pirsa Kurd, divê bi edaletê û bi pîvana wekhevî çareser bibe.

 

DI ÇARESERKIRINA PIRSA KURD DE WEK ÇEPAN TEVDIGERIN: PIRSA KURD DI DERECEYA DUYEMÎN DE DIBÎNIN…

Serokê Giştî Mehmed Yavûz, bi kurdî dest bi axevtina xwe kir. Bi tirkî domand û axevtineke dirêj kir. Li ser gelek mijaran rawestiya.

Axevtina wî nerînên HUDA-PARê bi tevayî diyar kir.

Ji axevtinê encamên min tespît kirin:

Ew çareseriya şerîatê û dewleta şerîatê di pêşiya avakirina dewleta Kurdistanê de dibînin. Bi wateyeke din, ew di wê baweriyê de ne ku dema şerîat ava bibe, pirsa kurd çareser dibe û ji bona dewleta Kurdistanê derfeta dê çêbibe.

Sosyalîst jî dibêjin ku divê pêşî sosyalîzm ava bibe. Piştî ku sosyalîzm ava bû, pirsa kurd jî dê çareser bibe.

Sosyalîst bi çavekî sinifî li pirsa kurd mêze dikin. HUDA-PAR jî wek pariyek îslamparêz çareseriya pirsa kurd di şerîatê de dibîne. Dema ku şerîat ava bibe her pirsek tê çareser kirin.

Lê ji aliyê din de jî bi awayekî gelek objektîf li pirsa kurd dinêrin. Dibêjin ku pirsa kurd dê çarçewetya edalet û wekhevî de çareser bibe. Dema ku li Tirkiyeyê pirsa kurd çareser nebe, pirsên din yên Tirkiyeyê jî çareser nabin.

ÇARESERKIRINA PIRSA KURD DI ÇARÇEWEYA TIRKIYEYÊ DE difikirin. Her çiqas ji bona Filîstiniyan dewlet jî dixwazin, ji bona neteweya kurd STATUYA FEDERAL û DEWLETA SERBİXWE naxwazin.

HUDA-PAR gelek bi zelalî daxwaz dike ku ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEYÎ û li cem zimanê tirkî bibe ZİMANÊ FERMÎ…

Di vê mijarê de jî îslambûna xwe derdixin pêş, dawaz dikin ku zimanê erebî jî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyî û zimanê fermî.

HUDA-PAR, WEK ÇEPAN BI TUNDÎ LI DIJÎ EMPERYALÎZM Û SÎYONÎZMÊ û kapîtalîzmê ne. Dixwaze ku zora emperyalîznê û sîyonîzmê bibin.

BI XURTÎ û bi kelecanî ji NETEWEYA FILÎSTÎN RE PİŞTGIRÎ dikin. Heman kelecanî ji bona dewleta Kurdistanê nîşan nadin.

HUDA-PAR, Dİ ÇARÇEWEKA GİRÎNG û di gelek xalên bingehî de ji HİKÛMET a Tirkiyeyê re xwediyê rexne bû.

Ji bona nerîna HUDA-PARê di derbarê mixalefetbûnê de “ji başî û rastiyê re piştgirî, li hemberî xirabiyê derketin e.” Di heman emd e ji di beşek mijar de ji Hikûmmetê re piştgir e.

HUDA-PAR, makezagoneke sivîl û demokratîk ya nû daxwaz dike. Gelek bi zelalî dibêje ku di makezagonê de hebûna neteweya kurd bê pejirandin. Mafên wê yên milî, çandî, zimanî, civakî bê qebul kirin.

HUDA-PAR daxwaz dike ku orduyeke profesyonel hebe. Leşkeriya mecburî ji holê bê rakirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev