KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -9

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -9

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 156an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 156

 

LÊ CANÊ

 

Lê canê, lê canê!

Pezê Keleş çêrîa li Eledaxê, li vê kêşê,

Sosin, simbil avîtine pêşê,

Xelqê kawî kubar li derê malê duşirmîş bû,

Şê, şê biskê wêya şê bû,

Ser hinarê sûretda tîş bi tîş bûn,

Lê canê, lê canê.

 

DILÊ MIN

 

Dilê min kanînga navî reza,

Eyşê rûnişt, Cimşît vede, veneda av te neza.

 

LÊ, LÊ QÎZÊ

 

Lê, lê qîzê malxiravê,

Ezê teyrim, teyrê sipîme,teyr, sînem

 

Îro sê roje, ezê nava refê xwe firî me,

De tu were ramûsanakê vê navrojê min merûmê xwedê de,

Lê hema ezê bextê tera zewicîme.

 

Lo, lo gede!

Bejina te zirave, ji dilê minra dare ji dara bîyê,

Ezê bona te wî dengî kilamê teyî şîrin,

Ezê daw-delingê xwe hildim, bême ser hêwîyê.

 

ÊLÊ GULÊ

 

Êlê gulê, çûme Xamûrê nav dewatê,

Axçîka delal ser govendê dilê min ketê.

Go: -Axçîk, sîrûn virda were,

Go: -Dûrî min here, dûrî min here.

 

Êlê Gulê, bila me nehata sura sibê van bêdera,

Bira lênexista akûşkê van penceran,

Min tu dil nedîne ser dilê xwe û tera.

 

Got: Moskovê Mihar, nexwendî, ji gundê Keleşbegê, li ser nehya Talînê.

 

MINÊ XEZALEK RAKIR

 

Minê xezalek rakir baxê delme vê Rewanê,

Xezala min rabû, revî komê neyara tejî, tûlê xwe berdanê.

 

Minê salix-sûlixê xezala xwe hildaye nava deşta Şûregelê,

Na welle dîsa kamaxa Axmbaxanê.

 

EZÊ BENGÎME

 

Ez bengîme, ez bengîme,

Sêvka sore xelatîme,

Ser doşekê, bin orxanê rûniştî me,

Ser kurxalê xwe bengîme,

Ser namûsê rûniştîme.

 

Got: Cimoyê Ecem, ji gundê Keleşbegê, li ser nehya Talînê.

Nivîsîn: Î Maragûlov û H. Cindî.

 

EZÊ BENGÎME

 

Ezê bengîme,

Sêveke sore xelatîme,

Ezê sê cara tev revî me,

Şev hatime, ro barîme,

Qûl û benîa ez nedîme,

Ser kurrxalê xwe bengîme.

 

Ema nema, ema nema,

Keçikê dînê!

Ezê serê xwe nadime

Ser orxan-doşekê mala Nevo,

Ezê serê xwe bidime ser doşeka mala Hamo.

 

EZ NEXWEŞIM

 

Ez nexweşim,

Ta digirim,

Roj ji roja xirabtirim.

 

XANÎYÊ BAVÊ DÎLBERÊ

 

Xanîyê bavê Dîlbera min du qate,

Êlê Dîlber, xwedê xirav bike,

Ne şeva min şeve, ne roja min roje,

Xwezila ezê bibyama teyrekî atmece,

Şevek, şevê paîza bihatama li ba te.

 

Got û nivîsî Egîtê Eylaz.

 

LI MIN RABÛ BAYÊ VAN BÊDERA

 

Li min rabû bayê van bêdera,

Lêxist serê heft axelera û beglera.

Kanîyê gundê me bi kanîne,

Her kanîk du çevîne,

Xul bi xulê zerya min kişya ber kanîyê:

Destek cêrre yek misîne,

Ser rêka kanî menegîne,

Xortê gundê me nû lawîne,

Ew taxbûrê ecemîne,

Lo, lo Heso, ez gundî me,

Ez kevotka ser xanîme,

Ser hêlînê rûnistîme.

 

QENTERE

 

Qentere, xweş qentere,

Ne colê di mîyane,

Ne di revokê di hespane,

Ne di kişt û kiştê di kewane,

Hêşîn dike mêrg û çîmane,

Dermanê ta û bawîane,

Kê bikirre, arzane,

Kê nekirre, korî poşmane.

 

KAVILÊ GUNDÊ ME

 

Kavilê gundê me bi zinare,

Kewa gozel zare-zare,

Heyfa min tê li wê heyfê,

Qîz esmere, mêrî kale.

 

Siveye, surra sare,

Kewa gozel derê malê zare-zare,

Heyfa min tê li wê heyfê,

Êvarda radizê ber mêrê kale.

 

Minê xewnik dîye qêmîş nakim bêjime guhda,

Dengê here kar û barê studa.

 

GELÎ BI GELÎ

 

Gelî li ber gelî,

Sibeye, dilda kul dikelî,

Xwezî ezê kofîk bûma,

Li ber serê Gulê bûma.

 

Lê, lê, lê, lê, lê, lê

Heyranê, me mal barkir li ji waran,

Hêstirêd me cesin, nagirin tu baran,

Lê, lê, lê, lê, lê, lê

Heyran, xîaleta dya bavê min ez keçikim,

Nagirim tu yaran.

 

Heyran me mal barkir ji Dehûkê,

Xwezî ezê sosinek bûma li Gewrûkê,

Dema jinikê koçek bên binda bigerrin,

Herek takek biçinin, lê dabin ber kofîka besrûkê.

 

Heyrano, bese te kir,

Kesek li min, te nema

Îsal heft sale, ez hîvya te mam.

 

De hey lê, lê, hey lê, lê,

Wey lê, lê, lê heyranê,

Te jarê heyranê,

 

Got: Şemam Mkrtîçyan.

 

Nivîsîn: Î. Maragûlov û H. Cindî di wextê êkspêdîsîa 1932 salê, ya ku çûbû li nehya Talînê bi serkarîa prof. K. M. Ohancanyan.

 

BILBIL

 

Bilbil, sed carî bilbil,

Carekî tubekirime, sond xarime,

Tu cara, tu cara daneynim bax û baxçengê bê gul.

 

Duea dikim ji rebê jorin xwedê tala,

Belkî min hasil neke zewcanga bê dil.

 

Çîya ko dibêm, çîyakê min,

Bi kakil û kunçe,

Jêda firî cot kewê sor narince.

 

Hezar heft xwezî li wî evdî, li wî îsanî,

Bi çevê xwe dibîne, kêfa dilkê xwe dizewice.

 

Ay Bilbil, wey bilbil!

Ezê çûme Dêrsima jorin,

Heta zivirîm Dêrsima jêrin,

Min dî qîzeke biz tilî, çevî kilî,

Pezê mala bavê xwe hûrik-hûrik da bêrî,

Herê keçê, kulmalê, kulmalî, bav dînê.

 

Tuyê ezepî yan bi mêrî,

Qelenî yan berdêlî?

 

Got: -Herê kuro, kurmalo!

Ezê ne ezepim, ne bi mêrim,

Ne qelinim, ne berdêlim,

Ezê par vî çaxî qîz bûm der malî babêda,

Îsal ketim ta û têla,

Dergûşê xwe dihejînim.

 

Ay bilbil, ay bilbil!

Herê keçê, kulmalê,

Minê memikê te dî bû,

Sed û bîst cara dîbû.

 

-Herê kuro, kurmalo,

Kurî malî, malî bavî dîno!

Te memikê min dî bû,

Bi çi roj, çi nîşanî bû!

 

-Keçikê dînê, roj bi min û te bi şilî bû,

Bayê jêrin li serda bû,

Xefla bişkoşka te vebûbû,

Cotê zermemikê te li binda xuyanî bû.

 

Ne bi qenterê di deve bû,

Ne bi sûrînê mîya bû,

Ne bi garanê dewara bû,

Ne bi revê di hespa bû,

Ne bi dimsê Haran Mêrdî bû,

Ne bi sêvê Xelata bû,

Ne bi kakilê di gûza bû.

 

-Herê kuro, kurmal dîno!

Memikê min heye ne bi wê nîşanîye,

Memikê min heye kulîlkê di kêmyane,

Hêşîn dike, mêrg û çîmane,

Dermanê ta û di bawîne,

Kîa bikirre bi erzane,

Kîa nekirre, korî poşmane.

 

Ay bilbil, sed car bilbil!

Serê sebebane bilbil,

Ewê ku rabûye serê min,

Ranebe serê gurê di çîyane.

 

Got: Genco Grîgoryan, 40salî, ji alîyê Sasûnê, ji gundê Bêrdê: nexwendî, niha li nehya Aştarakê, gundê Qerecelarêda dimîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev