PEYMANA HEVKARIYÊ

PEYMANA HEVKARIYÊ

Di warê hevkarî û alîhevkirina navbera Federasyona Komeleyên Kurdên Beneluks (FKKB) û Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) da.

DESTPÊK

* Ji bona amadekirin û bihêzkirina yekîtî û hevkarîya navbera kurdan bi biryarî derbasê demajoyek nû bibin.

* Em bi bermayî ya dîrok, çand, bawermendî û merivperwerîya neteweya xwe rêzgir û serbilindin.

* Egerên perçebûnîyên gelê kurd bigirin berçavan û li ser mercên bingehîn yên hevbeşên neteweyî û yekîtîya kurd û pêşeroja wê ya geş bi hûrgilî rawestin.

* Em alîgirê azadî, demokrasî û azadîya mafên mirovan yên bingehînin.

* Em ji bona xwurtkirina hevbendîya navbera kurdên diyasporayê dixebitin. Her weha em rêz li dîrok, çand û kevneşopîya wan digirin.

* Em alîyên vê lihevkarîyê li ser van xalên lihevkirî, hevkarî û piştgêrîya navbera xwe xwurttir dikin.

* Em bibawerin ku bi vê lihevkarîyê ve di rêya sazkirina yekîtîyek xwurt di navbera kurdên diyasporayê de wê dewranek nû dest pê bike.

Em alîyên ku vê lihavkarîyê îmze kirine, van nêrînên li jêr nivisandî dipejirînin û rêzgirê wanin:

* Ji bona pêkhanîna xwurtkirina hevkarî û alîhevkirina Federasyona Komeleyên Kurdên Beneluks û Hevgirtina Dewletên Serbixwe (HDS), her weha ji bona parastina ziman û çanda kurdî, ji bona piştgêrîya mafê neteweyî ya Kurd, firekirin û xwurtkirina bihevgirêdana kurdên diyasporayê li seranserê cîhanê dixebitin.

* Em ji bona xwurtkirina yekîtî û hevgirtina navbera kurdên Ewropayê û Hevgirtina Dewletên Serbixwe dixebitin û li hember bawerîya wan ya sîyasî û olî rêzgir û bêalî ne.

* Em ji bona xwurtkirina rûmetgirtina hev, bihevbawerîyê, bihevre karkirinê di navbera gelên Ewropa, HDS û kurdên li van welatan niştecîne de xebatê dikin. Her weha em vê xebatê ji bona halxweşî û kêfxweşî ya hemûyan pêwîst dibînin.

* Em ji bona pêşdabirina hevkarîya çandî û aborî û xwurtkirina dostanîya hemwelatîyên welatên Ewropa û HDS bi berpirsên civakî û zanyarî yên Kurdistanê û partîyên sîyasî yên Kurdistanê re xebatê dikin.

Xala 1

– Herdu alî wê herî kêm salê carekê li welatekî Ewropayê û HDS civînên serokatîyê yên FKKB ê û FNDK pêkbînin.

Xala 2

– Di civînên FKKB -FNDK da encamên karê sala buhurî têne nirxandin û ji bona sala pêş bernameya hevkarîyê tê pejirandin.

Xala 3

– Dema pêwîstî hebe serokatîyên FKKB û FNDK komîsyonên bihevreyî saz dikin û ji bona bicîkirina wan kar û barên xwe û projeyan amade dikin.

Xala 4

– Rêvebirên alîyên lihevkirî, wê hevkarîya xwe ya wekehev û bi bandor yên diyasporayên xwe di hêla çand, perwerdehî, zanyarî, hûmanîtarîyê û dereceyên din da pêşda bibin, wê înformasyonan bi hev biguherînin, bi dilsozî û di demên dîyarkirî da erkên xwe pêk bînin.

Xala 5

– Rêvebirên alîyên lihevkirî soz didin ku wê karê xwe di hêla pevgirêdanên bi partîyên kurdan yên sîyasî û serokatîya Herêma Kurdistanê ra bidine koordînekirinê, herwiha wê karê xwe di warê navnetewî da ji bona parastina berjewandîyên gelê kurd bixebitînin .

Xala 6

– Pirsgirêk û lênêrînên nelihevkirî de li gor pîvan û bikaranîna vê Lihevkirinê bi rêyên têkilî û hevrepeyivînên navbera rêvebirên FKKBê û FNDK da têne çareserkirin.

Xala 7

– Di pêvajoya bicîanîna armancên dîyarkirî û pêkanîna berjewendîyên hevpar da, herdu alî erk hildidin ser xwe ku, wê pêwendîyên xwe li ser bingehê wekehevtîyê, helal û hevkarîya qenc, herwiha parastina berjewendîyên hevdu ava bikin.

Xala 8

– Ji bona bi lez û kardarî pêkanîna armancên hevpar herdu alî erk hildidin ser xwe û nûyîtîyên cem wan heyî hevdu agahdar bikin, herweha dema pêwist be guftûgoyên tevayî bidine kirin.

Xala 9

– Cûre û awahên hevkarîya herdu alîyan, herwiha bikaranîna firsendan bona gihîştina armancên hevpar û pêkanîna berjewandîyên hevbeş, ji alîyê herdu alîyan ve tê rasterêkirinê, bi riya girêdana peymanên anegor.

Xala 10

– Hatinîyên ku di encama pêkanîna karên tevayî û hevkarîya herdu alîyan da saz dibin, li gorî biryara herdu alîyan têne parevekirin.

Xala 11

– Ev Lihevkirî ya bê dem e

Xala 12

– Ji herdu alîyan yek dikare ji vê Lihevkirîyê derkeve. Biryara derbara derketina ji Lihevkirîyê gava ku biryara derketinê ji alîyê hember ra tê şandin pêve dikeve rojevê.

Serokê FKKBê – RASHIDOVA KARINE û Serokê FNDKê – KNYAZ IBRAHIM MIRZOYEV

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev