Pirsa we û bersîva me – 104

Pirsa we û bersîva me – 104

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

Pirsa Dîlbera Xeto û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Ez texmîn dikim ku rojnamevan û nivîskarên malpera we welatparêz in. Gelo welatparêzîya we alî pêşketina karê malperê, naveroka nivîsan, pêwendîyên bi rojnamevan û nivîskaran, herwiha bi xwendevanan ra dike?

 

Bersîv: -Hilbet, her rojnamevan an nivîskarek gerekê welatparêz be, bona bikaribe bûyerên li welatê wî û di nav gelê wî da  diqewimin bi zewqeke mezin va raberî xwendevanên xwe bike.

 

Lê ew welatparêzîya wî gerekê di karê rojnamevanîyê da xuya nebe, ku xwendevanên kovar û rojnameyan, guhdarvanên radyoyê û temaşevanên têlêvîzyonan nefikirin, ku ji welatê xwe û ji gelê xwe hez dike, lema bi zewqeke mezin va nivîsîye. Ango, dibe fikira ”ev bername ne obêktîv e” cem wana çê bibe.

 

Wek hûn bi xwe jî dibînin, di malpera me da her babet nivîs derdikevin. Dibe hinek ji wana ne bi dilê we bin. Lê bira haya we jê hebe, ku dibe filan an bêvan nivîs ne bi dilê me be jî. Lê em mecbûr in rastîya heyî raxine ber xwendevanên xwe, bo êdî ew bi xwe biryarê bidin ka rewşa gelê me û welatê me çawan e, kîjan nivîsê biecibînin, kîjanê neecibînin. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev