SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -2

SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd) -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ” SERHILDANA KURDAN A SALA 1925 (Serhildana Şêx Seîd)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa duduyan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 156

 

Divê ku em bidin zanîn ku di dema destpêka serhildanê da, wilayetên ku me li jor nîşan dan piranî bûn. Çawa ku bi hovîtî serhildan hat hincirandin û bi destê zorê ciyên Kurdan hatin şihitandin, usa jî li wê navçê cîwarkirina mihacirên tirk nisbeta (%) Kurdan kêmtir û ya Tirkan bêtir kir. Lê dîsa jî, li wan wilayetan, Kurd weke 640.000 mirov bûn, lê Tirk 250.000, ango 2,5 car kêmtir, bûn. Bilî wê, li navça serhildanê weke 100.000 Çerkez, Ereb, Aşûrî û milletên mayîn ên biçûk dijiyan.

Ev hemû helbet alîkariya pêşketina serhildanê dikir. “Temamiya Kurdistanê bi agirê serhildanê va gîro bû û bona navçên rohilatê doz pêş da dianî, Tirkiya cahil dihejiya-dilerizî …”, Armstrong nivîsiye (154, r. 264).

 

2. Pêşdaçûyîna serhildanê 

Di 16 sibat da, Şêx Seîd ji Derexanê hate Gencê, kete nava qumandariya desteyên Hecî Hesen û Omer Faro, rastî eşîrên Mistan û Botan hat, li desteyên Salih Beg (ji Xaniyê) qesidî, bi riya geliyê Xanî berê xwe da Diyarbekirê. Di 28 sibat da, dora Diyarbekirê desteke Şêx Şemseddîn a mezin gihîşte wî. Birayê Seîd, tevî Şêx Eyyûb ku di desteya wî da 500 esker hebûn, ber bi Erganiyê liviyan. Di 28 sibat da, Şêx Seîd gihîşte wargê Talayê (başûrê Diyarbekirê) û barêgeha xwe li wira cîwar kir. Di ordiya wî da, wê demê, weke 20.000 mirov hebûn (128, r. 133). Li vira ew ji hêzên Kurdan, ên ku li navçeyên Mêrdîn, Erganî, Sîwerek û Madenê şerr dikir, li benda malûmatan bûn.

Divê ku bê zanîn ku Kurdan di dema pêşîn da zora êrîşkirinên eskerên hukûmetê dibir. Di bin destê Şêx Seîd da tenê desteyên eşîrên Kurdan ku serokatiya wan şêx, serekeşîr û zabitên ku ji qulixê ordiya Tirkiyê derketibûn dikir. Kurd çiqas pêş da diçûn, bineciyên cî jî digihîştin wan. Pey hildana her wargeheke jiyînê, li wira admînîstrasyoneke nuh ku herdem nîn bû û ku baş serokatî dikir dihate damezrandin. Lê divê bê zanîn ku ji destpêka serhildanê heta dema ku kabîneta Ismet Paşa hat ser hukm (3 adar 1925), serdestiya eskerî li aliyê Kurdan bû. Ew bêtir bi wê yekê va dihate şirove kirin ku piraniya bineciyên wargên ku şerr lê diqewimî Kurd bûn û li bin hukmê Şêx Seîd û alîgirên wî bûn. Tevî wê yekê, Şêx Seîd slogana parastina olperestiyê ji hukumdarên Ankarê yên “ne emîn” radikir ser planên pêşîn, û bi wê yekê va armanca serhildanê yên ras t – sazkirina Kurdistana serbest bi paytextê Diyarbekirê va – ji gel vedişart. Aliyê vê siyasetê yê ne baş jî hebû : gelek serokên Kurdan guhdariya lazim ne dida ser kampanya Şêx Seîd a olperestiyê, ne dixwest şerr her tenê bo navê “qedirgirtina olperestiyê-dîndariyê” bikin. Em dibêjin ku eşîrên Kurdan ên Dersîm û Mûşê tevî wê serhildanê ne bûn, lê hazir bûn ku şerkariyê bona sazkirina dewleta Kurdan bikin (147, r. 83).

Serokên Kurdan dixwest ku pey zevtkirina Diyarbekirê dewleta serbest îlan bikin. Lê Diyarbekirê riya şervaniyê usa da guhastin ku bona kara dîwana Tirkiyê bû.

Şêx Seîd derc dikir ku hêzên wî tê r ne dikir bona ku di destê xwe da Diyarbekirê hilde. Loma jî wî, tevî nûnerên dîwana Tirkiyê, dest bi hevpeyvînan kir, bona ku zeman derbas bibe û ferzend bide niştimanperwerên Kurd ku xût li Diyarbekirê isyan bikin. Tevî vê yekê, mufettişê ordiyê, Kazim Paşa (Orbay), walî Elî Cemal (Bardakçi) û qumandarê korpusê Mursel Paşa, ku hemû wergehên stratêjîk ên bajêr kirin bin destê xwe, li benda wê yekê bûn ku dîsa ewê eskerên hukûmetê bên. Dîwan berk sekinîbû û çek dida bineciyan. Bajar tenê bi eskerên hukûmetê va li ber xwe dida. Ji ber ku qumandariya Tirkan berk dijî wê yekê bû ku bajêr bide der. Şêx Seîd di destpêka meha adarê da biryar qebûl kir ku dest bi êrîşkirina ser Diyarbekirê bike. Desteyên Kurdan ên s ist çekkirî ji her alî dicedand ku bi şerr dakute bajêr. Êrîşkirin di 2 adar da dest pê kir. Bi şev, desteya eskerên Kurdan ên bijare bi riya dergê Mêrdînê kete bajêr û gihîşte terefdarên Şêx Seîd yên ku di bin sloganên “Bira bijî serxwebûn !”, “Bira bijî Kurdistan !”, dijî hêzên Tirkan ên pirjimar şerr dikir (108, r. 247). Ji ruyê şerrê giran û newekhev, 150 eskerên Kurdan hatin qir kirin, yên mayîn jî bi şev ji bajêr derketin, an jî çûn malên xwe.

Pey ceribandina ne vekirî, ku wan dixwest ku pê Diyarbekir hildin, Şêx Seîd ferman da ku xwe paş da vekişin. Şêx Seîd, ku dema mehkemê di derheqa paşeroja serhildanê da (li Diyarbekirê) peyivî, got : “Dû wê yekê, gava êrîşkirina me pêk ne hat, me biryar kir ku paş da vekişin. Min eskerên xwe di şeş rojan da şande malê, lê bixwe hatim navça Qerzerê. Ez li wira 5-6 roj mam. Eskerên ku min şandibûn malê, pey 8 rojan vegeriyan. Wê demê ez li gundê Tilxamê bûm. Em bi şev ber bi Sîwerekê liviyan. Tenê riya ber bi Mêrdînê vekirî mabû. Ji wira eskerên hukûmetê ber bi Diyarbekirê diliviyan.

Û me bona pêşîgirtina wan gundên Dêgêcûk, Cebar, Hecî-Leylik, Gavzedan û Qerekilîse zevt kirin. Em li vira pê hesiyan ku ji Sîwerekê hêzên polîs tên (ew desteyên Kurdên Zaza bûn), usa jî dîvîzyona Tirkan a suwarî dihat. Min 300 esker şandin pêşiya wan. Wan eskerên hukûmetê hincirandin, bera wan dan û 80 mirovên ji eşîra “Zaza” dîl girtin” (147, r. 87).

Rast e, pêşmerge cama digihîştin serî, lê rewşa wan çiqas diçû hîn pîstir dibû. Ji bakur 40.000 eskerên hukûmetê, ji başûr jî 30.000 esker zora pêşmergan dibir (109, r. 313). Di wê rewşê da, Şêx Seîd ji ciyê badîhewa hereket dirêt bona civandina tevgerên serokên Kurdan û kaniyên maddî û mirovî, bona pakkirina halê şerkariya pêşmergan.

Şêx Seîd ji birayê xwe Ebdulrehman û Şêx Ismaîl ra ewha nivîsî : “Roja îniyê, saet 4, min nama we ya 15 adar 1925 stend. Min li wira usa jî nama Şêx Mehmet Reşîd dît. Hûn dibêjin ku Pozan Axa û Şêx Eyyûb hatine Qerebaxçê, û hûn dixwazin ku ez jî bêm wê derê. Min jî dixwest serîkî li we bixim, lê min hema Reşîd Axayê hêja, tevî 100 suwariyan, şande pêşeniya rohilatê û, eger Xwedê hez kir, îro eşîra Tergiyan jî divê bê; ezê wan jî bişînim pêşeniyê. Min usa jî Şêx Tahir û Şêx Serac şandin navçan bona ku hinek eskerên hukûmetê bînin hêia xwe. Ew hîn venegeriyane. Hema ku ew vegerin, ezê li vira her mecal pêk bînim bona ku bêm navçeyên we û tevî Pozan Axa û Şêx Eyyûb bipeyivim. Ez temiyê didim eskerên me ku ber bi hêr bin û wesiyeta min ew e ku xwe anegorî şerîetê xwedî bikin. Ew mirovên ku hebûn û heywanên musulmanan bidizin ewê gunehekî mezin bikin. Lê, wek min di nama berê da jî nivîsîbû, dema pêwîst be, ew dikarin xurek li embaran berhev bikin û dewsa wê dokumenta di derheqa stendina wê da bistînin. Paşê emê an dewsa wê xurek bidin, an jî emê pere bidin … Xulamê eskerên Mehmed Seîd El-Neqşbendî” (185, 27.IV.1925).

Lê êdî hîç tiş t nikaribû pêşiya êrîşkirinên hêzên Tirkan bigirta, hereketên qumandariya pêşmergan bergê tiştekî ne digirt. Hema wê demê eskerên hukûmetê yên ku dest pê kir berê desteyên Şêx Seîd bidin ber bi geliyê Xanî nêzîkî Diyarbekirê bûn. Li vira desteyên Ebdulrehman jî, ku bera wam dabû, gihîştin wan. Dû berxwedana kurt, pêşmerge mecbûr bûn dagerin Daraxînê, lê ji wira jî belayî ser çend komikên mezin bûn û li daristanên navçeyên Genc, Palû û Çapakçûrê (Bingolê) xwe veşart. Şêx Seîd , tevî şêxên eşîrên cihê-cihê, Daraxîn terk kir û di 27 adar da hat Çapakçûrê, ku tê da li hêviya Abdullah, Şafî û şêxên mayîn ku diviyan ji Elazîz, Kîgî û Wartoyê bihatana bû (128, r. 134).

Hela di 26 adar da, eskerên Tirkan ên hukûmetê êrîşeke mezin bir ser Diyarbekir, Warto û Elazîzê. Di wî şerrî da, korpusa 9mîn a Warto zevt kir. Qumandariya Tirkan dixwest ku dora pêşmergan bigire û nehêle ku ew herin Iraq, Sûriye û îranê (117, r. 226). Qumandarê navça duduyan ku Elazîz û erdê dora wê diket nav wê Şêx Şerîf (ji Gökderê) bû. Eşîrên navçeyên Şakî-Warto û Çapakçûrê, eşîrên zaza ji Gökder û Paluyê, usa jî berên Musiyan, Okçiyan û Azan di bin qolê wî da bûn. Di 21 sibat da, Şêx Şerîf qezayê Paluyê hilda û di 5 adar da nêzîkî Elazîzê bû. Pareke bajarvanên Elazîzê yên bi nav û deng li hêla pêşmergan bûn û hîşt ku ew bikevin bajêr. Kurdan nûnerên hukûmetê dîl girtin, girtî aza kirin, kîlerên çekan û cebirxanan zevt kirin (128, r. 135).

Şêx Şerîf li wargê jiyînê yê Huseynîkê rastî parlementerê meclisê yê berê Hesen Xeyrî hat û pê ra peyivî. Di 6 adar da, wî Muftî Mehmet Efendî wek waliyê Elazîzê kifş kir û bi qolê xwe û yê Hesen Xeyrî têlêgrameke ewha da serekeşîrên Dersîmê : “Tevî hev bin, mulayim bin, emê zûtir bi dêlêgasyonekê bên Dersîmê. Em ji we ra serketinê dixwazin” (126, r. 180).

Tebiya Hesen Xeyrî ya bi dilê Tirkan û têlêgramên wî yên dilhêsakirinê ziyaneke mezin da şerkariya Kurdan a partîzaniyê. Di 16 Adar da, pareke derebegên Dersîma Roava hate Diyarbekirê û piştgiriya xwe di hindava hukûmetê da îlan kir, lê hinek eşîrên Dersima Rohilatê jimara wan desteyên xwe ku di nava eskerên Tirkan da bûn zêde kir û piştgiriya . wan dikir (147, r. 87).

Parlementerê meclisa gazîkirina pêşîn, Diyap Axa, gava ku tevî rojnamevanê rojnama “Vakit” di derheqa tebiya serekeşîrên Dersîmê da dipeyive, nîşan dide ku ew hema di destpêka serhildanê da dijî Şêx Seîd derketin û çûn aliyê hukûmetê (23S, 27.V.192S). Ev yek serketina Kemalîstan a bêhempa bû. Wê demê, gava bawer bike temamiya Kurdistanê dijî dîwana Tirkan rabû, Dersîmiyan xwe bêteref girtibû.

Rewşa ewha bi dilê planên hukûmeta Tirkiyê ku dixwest dutîretiyê-dubendiyê bixe nava Kurdan, par-par şerkariya azadiyê li Kurdistanê bihincirîne, bû. Gava di paşdemê da ew plan li temamiya Kurdistanê (bilî Dersîmê) hat pêk anîn, bi fermana Mustafa Kemal, Hesen Xeyrî û biraziyê wî Celal Mehmet hatin girtin û li Elazîzê dar da kirin, li daraxacê xistin (126, r. 187).

Lê divê bê ronahî kirin ku ne hemû lîderên Kurdan li Dersîmê bi hukûmetê ra bûne yek. Hela bi ser da, hinek ji wan dixwest bigihîjin pêşmergan. Ji bo nimûnê, Seyid Riza li ser wê baweriyê bû ku Şêx Şerîf ewê pey hildana Elazîzê ber bi Meletyê bilive, lê ewê jî wek serokên eşîrên Erzincan û Koçgirî berê xwe bide Sîvasê. Lê wê demê pareskerên dîvîzyona 5mîn, ku Kazim Paşa serokatiya wê dikir, dest bi êrîşkirina li ser Elazîzê kir. Xiringêle, bi dizî derevekirina malan, neqayilbûna di navbera serokên Kurdan da, ku li Elazîzê dest pê kiribû, usa jî ew yek ku pareke serekeşîrên Elazîzê derbasî hêla Tirkan bûn, alîkariya êrîşkirina eskerên hukûmetê kir.

Serekê eşîra Şabanan, Necîb Axa (ji Oxê), beglerên Kurdan ên Elazîzê, eşîrên Dersîma Rohilatê yên wek Xwêran, Lolan, îzolan, Sûran bi serokatiya mellê xwe Dogan Dedeoglu, ji sozdayînên qumandairiya Tirkan bawer kir û ji pişt da li hêzên pêşmergên Şêx Şerîf xist. Ji ruyê wê yekê, di 1 nîsan 1925 da, pêşmerge mecbûr man paş da vegerin Paluyê ku eskerên Kazim Paşa yê hukûmetê nêzîkî wê dibûn (126, r. 187). Piraniya Kurdan (weke 5.000 mirov) daket geliyê Mendo û li wira hesar çêkir û dîvîzyona Kazim Paşa ya 5mîn ket nava dorgirtinê. Di 3 nîsan da, li geliyê dest bi şerrê giran ku tam rojek kişand bû. Rast e, Kurdan bi mêrxasî şerr dikir, lê li dawiyê mecbûr bûn ji geliyê derkevin û xwe li daristanên nêzîk veşêrin, lê Şêx Şerîf, tevî çend alîgir û piştmêrên xwe, berê xwe da Çapakçûrê, bona xwe bigihîne Şêx Seîd. Di 6 nîsan da, eskerên hukûmetê ketin Çapakçûrê û Şêx Seîd bi 300 suwariyên xwe mecbûr bû ku berê xwe bide Solxanê. Kazim Paşa, ku serhildan li navça Çapakçûrê da hincirandin, ew ax teslîmî qumandarê alaya 8mîn a qaymeqam Samî Beg ku ji Erzurûmê hatibû kir, lê bixwe vegeriya Paluyê (128, r. 135-136).

Serokatî li navça serhildanê ya siyemîn Şêx Mustefa û Şêx Ibrahîm (her du jî ji Çanê) dikir. Di 17 sibat da, wan qezayê Çapakçûrê zevt kir û Şêx Hesen (ji Çanê) wek qaymeqamê bajêr kifş kir. Di 20 sibat da, ew bi 2.000 eskerên xwe va ketin qezayê Kîgiyê. Qumandariya Tirkan korpusa ordiyê ya 8mîn dijî Kurdan derxist. lê pareskerên wê ji ruyê nenasbûna cî da der û hatin şkandin.

Eşîra Xormekan hat hawara Tirkan. Serokê wê eşîrê, Küçük Agaoglu Mehmed Hulyusi Efendi, desteke ji 300 mirovên çekdar dijî pêşmergan derxist. Birayê wî Elî Kemal bi desteya xwe ya ji 100 mirovî li pişta Kurdan xist. Loma jî pêşmerge mecbûr bûn paş da vegerin Senceqê, lê li vira jî desteyên eşîra Xormekan bêbextî li wan kir û eskerên hukûmetê jî hatin hawara wan. Qaymeqam Selîm Beg ku bi alaya xwe ji çiyayên Xirkal û Çavreş ra derbas bû, di 5 nîsan da hat besta Karliovayê û xwe gihand pareskerên ji eşîra Xormekan. Eskerên hukûmetê, tevî eşîrên Kurdan ên bi wan emîn, li besta Karliova zora Kurdan, ku piraniya wan ji eşîra Cibran bû û serokên wan Baba û Xeto bi 50 suwarî va dageriyan navça Solxanê û wergê Eşek-Meydanê, xwe gihand Şêx Seîd, bir.

Serokên Tirkan bi têlêgrafê razîbûna xwe da bineciyên Kîgiyê û serekeşîrên Xormekan, bona wê alîkariya ku wan da eskerên hukûmetê. Têlêgram bi navê serokê komara Tirkiyê, Mustefa Kemal, û qumandarê dîvîzyona llmîn a Osman Nûrî hatibûn şandin (128, r. 137-138).

Navçeya çaran a serhildanê, serokatî tê da Ebdullah (ji Melekanê), serhing Hesenanli Xalit Beg, Elî Riza û axayên eşîra Cibran dikir. Di nava demeke kurt da, pêşmergan Solxan, Gönuk, Warto, Melezgir û Mûş xistin bin destên xwe. Şêx Ebdullah dixwest Erzurûm jî hilde, paşê tevî Hesenanli Xalit Beg û Elî Riza Bitlîs hilde Û Cibranli Xalit aza bike. Bîr û baweriyên Cibranli Xalit Beg ên azadariyê hukmekî gelek mezin li ser Kurdên wê navçeyê ku dixwest Cibranli Xalit Beg aza bikin û bigihîjin Kurdên rex sînorê Iraqê hişt.

Di 11 adar 1925 da, pêşmergan, bi serokatiya Şêx Ebdullah, bi şerrekî giran ketin Wartoyê. Rojtira din, Şêx Ebdullah nûnerên xwe şandin bal serekeşîrên Xormekan û pêşdanîn dikir ku bigihîjin wî. Eger ew qayil bûna, ewê serkarîkirina Warto û Mûşê bida wan. Lê serekeşîrên Xormekan ew pêşdanîn qebûl ne kir û hema wê rojê ber bi qumandarê desta Tirkan li Xinusê bûn û hêvî jê kir ku çek bide wan. Qumandariya Tirkan di destê xwe da daxwaziya wan pêk anî.

Pênc roj ji wê demê derbas bûn, gava ku pêşmergan qezayê Wartoyê hilda. Şêx Ebdullah, ku pareke mirov li bajêr hişt, serokatî li desteya ji 100 mirovî kir û berê xwe da ber bi geliyê Arpadêrêsiyê, lê ji aliyê eşîrên Xormek, Çerek û Lolan, usa jî cendirmên Tirkan ji Xinusê hat sekinandin.

Pey wê yekê, pêşmergan derc (fehm) kir ku ew nikarin ji geliyê Arpadêrêsiyê ra derbas bin. Loma jî di 19 adar 1925 da, 200 pêşmerge, bi serokatiya birayên Cibranli Xalît – Selîm û Ahmed – ji Wartoyê derketin û xwe gihandin Hesenanli Xalit ku li qezayê Melezgirê bû.

Ji ruyê wan ferzendan, ku qumandariya Tirkiyê pêk anîbûn, pêşmergan nikaribû navçeyên Bitlîs û Mûşê hildin. Pey şerrê rex çemê Muradê, serokên Komîta Serbestiya Kurdistanê, Cibranli Xalit Beg, Hecî Mûsa Beg û Yûsif Ziya Beg, bi biryara mehkema eskerî cezayê gullekirinê stend (14S, r. 83).

Şêx Ebdullah, ku di derheqa dardakirina mîlîtanên Kurdan ên siyasî yên bi nav û deng da bihîst, tevî serekeşîrên Cibran gelek hêzên pêşmergan berhev kirin û di 20 adar 1925 da li rex gundê Söylemezê (qezayê Xinusê) hesar çê kir û bela da pareskerên alaya 34 ya dîvîzyona tirkî ya 12mîn, ew hincirandin. Lê hêz weke hev nîn bûn, û pêşmerge mecbûrî paş da vegeriyan.

Di 22 adar 1925 da, li rex Arpadêrêsê, dîsa şerrekî giran qewimî, lê Kurd dîsa mecbûr bûn paş da vegerin. Qumandarê dîvîzyona 12mîn a Osman Paşa, ku serhildanan li navçeya Wartoyê hincirandin, karê xwe dikir ku di şerrekî pêşmergeyî yê din da bi ser bikeve.

Di 27 adar 1925 da, Hesenanli Xalit, Elî Riza, birayên Cibranli Xalit û çend serokên Kurdan ên mayîn, tevî desteya xwe ya bi 1.000 suwarî va, pey êrîşkirina şkestî 128, r. 143-145), mecbûr bûn ber bi rohilatê paş da vegerin. Wê demê, hêzên Tirkan, ku li Qerekosê bûn, bi alîkariya serekeşîrê Heyderiyan, tevî pêşmergan ketin nava şerrekî nuh. Pey wî şerrî, Hesenanli Xalit Beg, tevî alîgirên xwe, ji tixûbê îranê derbas bû û berê xwe da Makuyê. Hukûmeta îranê bi agir-alav pêşmergeyên Kurdan qebûl kirin. Di nava şerr da, kurê Hesenanli Xalit Beg – Şemseddîn -, kurê Şêx Seîd – Abbaseddîn -, serokê eşîra Zergan – Kerem – û gelekên mayîn hatin kuştin (126, r. 179). Pey wî şerrî ra, Hesenanli Xalit Beg û Elî Riza tevî eskerên mayîn gihîştin serokê Kurdan, Sîmko (12).

Sebeba şkestina Kurdên usyanvan ew bû ku li hemû navçan ew tevgerên eskerî-admînîstratîf û siyasî yên berk ku komên Tirkiyê yên serkarîkir bona ku serhildanê bihincirînin pêk anîn.

 

3. Ferzendên zagondarî û admînîstratîf-eskerî bona hincirandina serhildanê

Wek ku li jor hatibû xuya kirin, pêşiyê serhildan ewqas zû li ser wilayetên welêt ên rohilat û başûrrohilatê hat belav kirin ku dîwana tirkiyê pê bawer ne dikir. Rast e, hukûmeta Tirkiyê di derheqa şerkariya Kurdan li rohilata welêt da dizanîbû, lê dîsa jî zora serhildanê bona Tirkan tiştekî ecêb bû. Ew yek bi wan agahdariyên optîmîst ên weşanê dihat zanîn; usa jî ew yek mefayê wê bû ku nûnerên hukûmetê yên resmî bi kubar-babaxî di derheqa hincirandina bi lez û bez a “şerkariya şêxên rêaksyonêr” da agahdarî dida.

Usa, di 18 sibat 1925 da, di civîna meclisa wezîrê karên hundirî da, wî ewha bersîva parlementerekî da : “Li Gencê qaçaxekî bi navê Şêx Seîd peyda bûye. Wî tevî terefdarên xwe yên li navçeyê d est bi talanê kiriye. Lê bi destê ferzendên hukûmeta jîr û zîrek ewê zûtir bê girtin” (124, r. 39). Tevî wê yekê, agahdariya balyozê Tirkiyê li Moskovê, Enîs Beg, jî ku daye xebatkarê ROSTÊ, gelek hewaskar e : “… ew serhildan tu qeziye bona welêt pêş da nayne. Şêx Seîd li bin sloganên dîndarî-olperestiyê xwe veşartiye û bi wî navî jî pêş da tê. Loma jî dikare biqewime ku li Tirkiyê ewê hinek rêaksyonêrên ku ewê piştgiriya şerkariya Şêx Seîd bigirin peyda bibin. Lê piraniya gel ewê dijî wî derkeve … Ez şikber nîn im ku serhildana Aşûriyan a par ji aliyê hukûmetê hat temirandin, usa jî ewê serhildana nuha ya bi serokatiya Şêx Seîd tam bê hincirandin” (178, 1.3.1925).

Agahdariyên serokên Tirkiyê yên resmî di derheqa qewimandinên Rohilata welêt da awha bûn. Wan, ku temamiya giringbûna wê rewşê derc dikir, dîsa jî hemû ferzend bi kar dianîn bona hincirandina serhildanê.

Di 21 sibat 1925 da, bi teklîfkirina Mustefa Kemal, Ismet Paşa bi lez ji Stembolê hat Ankarê. M. Kemal, tevî serokên Tirkiyê yên mayîn, ii meydana xeta hesin çû pêşiya wî (147, r. 12). Tenê serekwezîr Fethî Beg ne di nava wan da bû.

Hatina Ismet Paşa bo Ankarê li welêt bi cûrên cihê hat qebûl kirin. Rast e, Ismet Paşa di cotmeh 1924 da ji qulixa serekwezîr derket, lê ew dîsa wek cîgirê serokê Partiya Gel a Komarî yê sereke dima. Weşana resmî di derheqa hatina Ismet Paşa da dinivîsî ku ew hatiye ji bo ku li Ankarê “bigere”, rastî hevalên xwe yê hukûmetê bê, bibe mêvanê meclis û Partiya Gel a Komarî, ku piştre ewê vegere Stembolê û li wê derê bê qenc kirin (147, r. 14).

Lê çûbûna serokê komarê bixwe pêşiya Ismet Paşa bala mexlûqetiya welêt, ku nizanîbû ku ev tedbîra guherandinên di nava hukûmetê da dikin, bi şikberî ne dikişand. Rast e, weşanê dîsa agahdariyên awa-awa di derheqa qewimandinên Gencê da diweşandin, lê pêşmergan wê demê gelek erd zevt kiribûn û bi awakî aktîf dijî eskerên hukûmetê şerr dikir. Di derheqa vê yekê da, M. Kemal dest xwe da pey hatina Ismet Paşa bo Ankarê, jê ra şirove kir. Dema peyva wan hat xuya kirin ku serekwezîr Fethî Beg li ser wê bîr û baweriyê nîn e, ku dîtina wî ew e ku serhildana Kurdan qewimandineke lokal e û ku divê rewşê hişk nekin. Pey peyvên demdirêj, her du lîderên Tirkan hatin ser wê fikrê ku pêwîst e mecalên bi lez pêk bînin bona hincirandina serhildana Kurdan û her pêşdahatineke dijî hukûmetê, her karkirineke muxalefetê li welêt. Hema wê rojê, serokê komara Tirkiyê Ismet Paşa teklîfî şîvê ku tê da serokê meclisê Kazim Paşa jî hazir bû kir. Sê berpirsiyarên eskerî li mecal-ferzend dinihêrî ku, bi fikra wan, dikaribû qebûl bikirana.

Rojtira mayîn, roja yekşemê, 22 sibat 1925 (wê demê roja rehetiyê dîsa roja îniyê bû), civîna fraksyona parlementê ya Partiya Gel a Komarî hat derbas kirin. Wê civînê li pirsa monopoliya tutunê dinihêrî û bi şeklî giva di derheqa qewimandinên li rohilata welêt da nîn bû. Lê ew civîn ji aliyê M. Kemal hat bi kar anîn bona pevguhastina fikr û baweriyên wezîr û parlementeran. Hema wê rojê, M. Kemal dîsa gazî Ismet Paşa li bal xwe kir, usa jî gazî Kazim Paşa, serekwezîr Fethî Beg, kir. Vê carê peyv di derheqa serhildana Şêx Seîd û mecalên hincirandina wê da bû. Di peyvê da, du fikir pêş da hatin. M. Kemal û Ismet Paşa (Mehmut Esat Beg, Ihsan Beg û hinekên din ên hukûmetê piştgiriya wan kir) alîgirên wê yekê bûn ku divê mecalên berk pêk bînin bona hincirandina serhildanê. Lê Fethî Beg dijî zêdekirina çapên serhildanê, xwezma zêdenivîsîna weşanê, bû. Usa jî ew li ser wê fikrê bû ku hinek mirov dixwazin hişkbûna polîtîka welêt bidin xurt kirin.

Şev dereng, 22 sibatê, bi serokatiya serok civîna wezîran hat derbas kirin. Serekê barêgeha sereke, Fewzî Paşa (Çeqmaq), jî tevî civînê bû. Di wê civînê da hukûmetê biryar qebûl kir ku navça serhildanê wek rewşa sirêder li ser mehekê îlan bike. Lê anegorî miqala Destûra Komara Tirkiyê N° 86, ew biryar divê ji aliyê meclis bihata testîq kirin. Loma jî ew biryar bi gotina Fethî Beg hema wê şevê ji meclisê ra hate şandin bona testîqkirinê. Di biryarê da dihate gotin ku “serhildana dijî hêzên hukûmetê yên çekdar ji wilayeta Erganiyê de st pê bûye û belav bûye ser wilayetên Diyarbekir, Elazîz û Gencê. Ji ber ku wek tê dîtin, ewê li wilayetên Mûş, Dersîm, Mêrdîn, Urfa, Sîwerek, Siirt, Bitlîs, Wan û Hekkarî, usa jî qezayên Kîgî û Xinisê belav be, rewşa eskerî li ser mehekê hat îlan kirin” (206, 24.2.1925). Meclisê ew biryara hukûmetê eciband. Anegorî wê biryarê, li wan wilayetên ku tê da rewşa eskerî hatiye îlan kirin, mehkemên eskerî ku ewê li hemû gunehkariyên girêdayî şerkariya partîzaniyê binihêrin hatine saz kirin.

Di 24 sibatê da, civîna koma parlementerên Paritiya Gel a Komarî bû. Tê da serokê hukûmetê Fethî Beg û wezîrê karên derve Cemîl Beg bi şirovekirinên di derheqa qewimandinên Gencê da pêş da hatin. Serekwezîr êdî wek berê di derheqa “qaçaxiyê” da ne dipeyivî, lê tenê “di xeyseta serhildana rêaksyonêr da” dipeyivî. Paşê, li civînê, banga Şêx Seîd ku tê da giva gazî gel dikir, bona sazkirina Kurdistana serbest, ji bo dasekinandina Xelîfetê, testîqkirina normên “şerîetê”, usa jî bona şerkariya ji bo avêtina dîwana “atêîzmê”, hat xwendin (147, r. 22). Hemû peyvên serhildanê wek rêaksyonêr, ku nemaze “ji fanatîzma Kurdan a dîndarî-olperestiyê” pêş da hatiye qîmet dikir. Usa jî dewletên derve helana pîs dane wê. Piraniya weşana Tirkiyê jî bang dikir ku mecalên herî bi hovîtî pêk bînin bona hincirandina Kurdan.

“Hissê niştimanperweriyê gelekî dûrî eşêrîn paşdemayî ye, “Akşam” nivîsiye, yekbûna dîn jî wan êdî bi hevdu ra nade girêdan … Hema ku ew rastî hêzên eskerên hukûmetê, cebirxanan, topan, balafiran tên, desteyên wan (yên Kurdan) di dest xwe da ji hev belav dibin. Gava pêşîn ku divê bê kirin, hincirandina serhildanê bi destê esker e. Di wî alî da tu berdaxwerin, tu gunehpêanîn divê nebe. Ya duduyan, divê şaşiyên berê bidin hildan û organîzma admînîstratîf saz bikin ku bikaribe di her wergeke jiyanê da kar bike” (185, 26.2.1925).

Rojnama “Hukumiyeti milliye” bang dikir ku divê “şaşîtî” û “dilrehmî” ku giva dîwana Tirkiyê di hindava Kurdan da diyar dikir bên terk kirin. Wê dida bawer kirin ku “şerkariya talankirin û hilweşandinê … ewê rastî şoreşa Tirkiyê ya mezin bê, ku tu qulçekî topa cihanê ne hiştiye ku zagonên wê ya ziyaretê bên pêpes kirin” (206, 24.2.1925).

“Tanin” hîn pêkhatî derket. “Tiştê tek-tenê ku divê em di vê rewşê da bikin ew e ku em serhildanê kokbir bikin. Sebebên pêşdahatin-destpêbûna serhildanê qet jî ne giring in : ew ji rêaksyona, helandayîna welatên derve, yan jî ji administrasyona me ya xirab dest pê bûye, hesab yek e … Wê demê, gava agir li ban ketibû, ewê tiştekî dûrî aqilan bûya ku li sebebê agirpêketinê bigeriyana … Gava li bedenê mirov nexweşiyek peyda dibe, berî her tiş tî divê pêşiya belavbûna wê nexweşiyê bigirin … Her derengîketinek dikare ne tenê rehetî û halxweşiya welêt bike bin qeziyê, lê usa jî heyetî û paşeroja wê. Fireh û zelal e ku emê dijî mirovên ji dîn-donê xwe, ku zarokên wan jî zarên vî welatî ne, şerr bikin; belê balafirên Tirkan ocaxên wan mirovan, ku mîna me “Tirk” in, dane ber gullan. Lê mixabin, çareke mayîn tu neye ku bikaribin welatê Tirkan ji pîsîtiyê paqij bikin” (230, 26.2.1925).

Wêne: Korta Kevirê Ezmanî – Abdurrehman Önen 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *