Ji zargotina kurdî – destana “Zembîlfıroş”

Destanên kurdî parçeyeke mezin û girîng digirin di folklora kurdî de.

Di dîroka gelan da hin kes bi eşq û evîna xwe, bi qehremanî û lehengîya xwe bi nav û deng bûne. Wan kesan ji ber kû rengekî pir xwezayî dane gelê xwe, di dilê gel da jiyane, nehatine jibîrkirin. Di nav Kurdan da gelek serhatî, çîrok û destanên hezkirî hene û di nav civakê da tên xweykirin û gotin.

Yek ji wan çîrokan ya Zembîlfiroş e. Zembîlfiroş çîrokeke kurdî ye.

Ev çîrok hem bi nivîskî heye, hem jî wekî stran û destan di nav gel de bi devkî tê gotin. Çîrok di dema Mîrîtiya Merwaniyan de li Farqînê derbas dibe. Li wî bajarî hê jî bi navê “Kela Zembîlfiroş” kelayek heye.

Gelo Zembîlfiroş kî ye û mijara vê çîrokê çi ye? Û çima weha hatîye hizkirin û dengbêj û hozanên kurd heta niha bi çendîn zarava ve li Kurdistanê dibêjin? Li ser serpêhatiya Zembîlfiroş û Gulxatûnê xebateke berfireh û gelek berhemên hêja hatine nivîsandin. Ji bo lêkolînerên kurdnasîiyê ên edebiyata gelêrî Destana Zembîlfiroş berhemeke giranbiha ye. Dibê bê gotinê çend versiyonên vê destanê hene. Iro emê ji we re versiyonekê li ser serpêhatiya Zembîlfiroş û Gulxatûnê bêjin.

Fermo, guhdaren delal, guhdarîya çîroka Zembîlfiroş bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev