PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)

Vê carê nivîskarê malpera me derheqa mêtoda nivîsîna kitêba xwe ji me ra şandîye. Em bawer in ku ewê kêrî gelek nivîskaran, lêkolîneran û xwendevanên me bê. Ev nivîs berdewama çend nivîsên nivîskarê me ye ji kitêba wî a bi sernivîsa PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û SEYAHÊN ROJAVAYÎ (1787-1887), ku di malpera me da çap bûne.

METHOD

Naif Raman

Me phonemên kurdolog û seyahan ji nivîsên wan ên kurdî ên di kitêb û gotarên wan da tesbît kirin. Ji bo ku xwendevan têbigihên kanê van philolog û seyahên wê demê çawa phonemên kurdî tesbît kirine, me di beşa Destpêk da ew dan nasandin.

Di parta pêşîn da, li bin sernivîsê, me kitêb û gotarên bûne mijara vê xebatê dan nasandin; çend rûper e, ji çend partan pêk dihê û ev partên kitêbê li ser çi ne. Kesên dixwazin li ser beşên cihê ên kurdologyê bixebitin bi vî hawayî dikanin ji mijarên di berhemên van kurdolog û seyahan da hene haydar bibin û jê sûde werbigirin.

Bi analysa phoneman me xwast em şaşitîyên van kurdologan û sebebên şaşitîyên wan bînin zimên. Kîjan phonemên kurdî bi hawayekî bi pergal nehatine nivîsandin di bin sernavê Analysa Phoneman da cih digirin. Dîsa di bin vî sernavî da me bala xwe da elîfbên kurdologan. Van kesan di nivîsa xwe a kurdî da bi phonemên di elîfbên xwe da çiqas rast nivîsîne û çiqas şaş nivîsîne?

Ji bo em bikanibin wekîhevî û cihêtîyên demkî û herêmkîyên phonemên kurdî ên ji 230 sal heta 130 sal berê têbigihên me ji her kurdologekî metnekî eslî bijart, ew metn bi  herfên elîfba kurdî a Celadet Alî Bedirxan ji nû ve nivîsîn û metnê eslî jî di beşa Peywest da bi cih kirin da ku xwendevan bikanibin wan bidin ber hev. Paşê me heman metn bi kurdîya îro nivîsîn da ku cûdahîyên phonemên kurdî ên kurdolog û seyahên wê demê û phonemên kurdî ên îro were dîtin û kesên bixwazin di vî warî da bixebitin jê sûde werbigirin.

Ji bo ji hêjahîya phonetica phonemên kurdî ên kurdolog û seyahan qenc bihê têgihîştin, me bi tableauyan hêjahîya phonetica her phonemî bi nîşanek Elîfba Phonetica Beynelmilel nîşan da.

Di vê xebatê da me cih neda peyvên bê gîyanên ji alîyê kesên ew ji ber xwe avêtine û kesên bi wan dinivîsin ve bi navê peyvên “kurdîya academic” dihên binavkirin. Wate, me tenê bi kurdî nivîsî, ne bi “kurdîya akademîk”. Me xwast em carek din bidin xwîyakirin ku bi kurdîyek bê peyvên beravêtî nivîsên ilmî û academic xweştir dihên nivîsandin û meriv xweştir jê fam dike.

Ji alîyê orthographyê ve me di nivîsandinê da çend guherînên piçûk pêk anîn:

  1. Berî dengê /j/ nivîsandina degê /i/: Dengê /ø/ di kurdî da nahê ber dengê /j/. Ji ber vê yekê me dengê /i/ ê berî dengê /j/ bi herfa î nivîsî ne bi herfa i.
  2. Dengê /h/ ê li serê peyvê ê li hindik deran êdî nahê telafûzkirin, lê li hindik deran telafûza wî berdewam e. Nivîsandin û nexwendina vî dengî ji nenivîsandin û nexwendina wî çêtir e. Ji ber vê me ev deng nivîsî.
  3. Me praepositên di metnên edebîyata klasîk da, di metnên kurdî ên kurdolog û seyahan da, di metnên heta çaryeka pêşîn a sedsala bîstan da bi da û ra hatine nivîsandin wekî xwe bi da û ra nivîsîn, ne bi de û re.
  4. Me peyvên ilmî ên bi -log, -logy û -logic ên ji logos a yûnanî bi orthographya îngilîzî -log, -logy û -logic nivîsîn. Ev peyv bi kurdî mîna îngilîzî nayên xwendin, bi telafûza kurdên Komarên Sovieta Berê wekî log, logî, logîk tên xwendin. Bi orthographya kurdî herfa g her dem /g/ dihê xwendin, ne mîna fransizî li ber e, i, y dibe /ʒ/ ne jî mîna îngilîzî li ber van sê vocalan yek caran dibe /dʒ/.

Me peyvên ilmî ên ji yûnanî, latinî, îngilîzî û fransizî hatine girtin suffixên wan ên xusûsî -a, -e, -en, -em, -ia, -ie, -io, – is, -os, -us, -um, -un ne tê da hemî bê guherîn nivîsîn. Bi vî hawayî peyvên kurdî ên ji zimanên rojavayî hema hema mîna nivîsîna xwe a zimanê original hatin nivîsnadin. Me di vî warî da ji dêvla orthographya turkî, bi granî orthographya latin a bê suffixên jorîn ên vî zimanî tercîh kir. Di vî warî da systema orthographica îngilîzîya americana ji bo peyvên fransizî û systema orthographica fransizîya ji bo peyvên îngilîzî bi me rast hat.

Me çend peyvên kurdî ji dêvla formên wan ên sivik bi formên wan ên gran nivîsîne. Guherînên phonologic ên zimanê axaftinê di nav demê da gelek peyvan bê şekl û bê şemal dihêlin. Di linguistickê da ev rewş bi navê la loi du moindre effort (qanûna hêsan gotinê) dihê binavkirin. Zimanê formal bi parastina gelek dengên zimên rê li ber vê digire. Nebûna zimanê formal hejmara peyvên homograf zêde dike û ev yek jî bi xwe ra sergêjîyek di derbarê manên peyvan da peyda dike. Di vî warî da gelek karên orthographic ên lazim e rojekê bi pêş da bihên kirin hene. Em hêvî dikin ku ev hawayê nivîsînê bibe destpêka gavên muhîm ên ber bi zindîkirina kurdîya formal.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev