Erdêxan

Erdêxan

Muhemed Şerîf Cilînî

Erdêxan bajarekî bakurê Kurdistanê ye li sêgoșeya tixûbên bakurî Kurdistanê, Ermenstanê û Gurcistanê. Tirkan navê wî kirine Ardahan.
Hejmara niştevanên parêzgehê 137,000 kesî ye, ji wan 41,000 kes niștevanên bajar in, piranîya niștevanan kurd in û bi kurdiya Kurmancî diaxivin. Lê li wir tirkman, azerî û pirr hindik gurcî û ecem jî hene.

Navçeyên Erdêxanê ev in: Erdêxan (navend, bi tirkî: Ardahan), Çildar (bi tirkî: Çildir), Dêmal, Mêrdînik, Posof û Xanek.

Parêzgeh bi kaniyên avê û rûbaran dewlemend e, lê ya herî balkêș Gola Çildarê ye, ku gola duyemîn e li bakurê Kurdistanê bi rûerda xwe, piștî Gola Wanê. 45 km. dûrî navenda bajêr e, di nav de giravek heye bi bermahiyên kevin, ku tarîxa wê digihîje 12,000 salan berî zayînê.
Aboriya parêzgehê li ser çandiniyê ye, berîna penêr, xwedîkirina mêșên hingiv û seyranên biyaniyan.
Erdêxan taybetmendiyek wê dîrokî heye, vedigere bi zelalî berî zayînê bi 3000 sal, herêm gelek șarestaniyan hembêz kiriye, șûnwarên bermahiyên kevinare li pey xwe hiștine, weke kelehên Urartiyan û dêrên Filehên Kurd, Bîzentiyan, Gurciyan û Ermeniyan.

Ji șûnwarên kevinare:


1-Keleha Erdêxanê: dîroka wê vedigere (2000-3500) B.Z, di dema Sultan Suleymanê Qanûnî de hate nuh kirin sala 1556an de, rûerda kelehê 32,200 mêtrên çargoşe ye, dirêjahiya bedenê 745 m, bi bilindahiya di navbera (6- 21) m. Bi 14 bircan e, dergehê sereke li aliyê rojava ye, bi awayê ҫargoșeyek dirêj bi kevirên baziltên reș, li ser perava rojava ya rûbarê Kora di deșteke serberjêre ye.

2- Kela Şeytan: ev keleh li geliyê Çaya Reș (Karaҫay), bi dûrbûna 1.5 km ji gundê Yildirimtepe ya bi ser navҫa Çildarê ve ye, tê gotin ku avakirina wê di demên Urartiyan de bûye, sedema bi navkirina keleha Şeytan ji ber xweziya zemîna derdora ji keleman û latan, pir asteng e û dijmin bi hêsanî nagihê.

3-Li gundê Taşköprü ya bi ser Çıldarê ve, kevirek mezin heye, nexișandiye bi nivîsandinên kevnare, weke kevintirîn belgenameya dîroka Erdêxanê.

Herweha ji ber sêgoșeya tixûbên herêmê her dem bûye qada cengan di navbera Ȋmperatoriyên kevinare de, Tirk û Gurciyan, Rûs û Tirkan, Ermenî û Tirkan, Tirk û Farisan.
Mixabin welatê me berê û heya îro qada pevҫûnan bûye, ji bo pêkhatina berjewendiyên hêzên herêmî û cîhanî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev