Li Kurdistanê Jin û Femînîzm

Li Kurdistanê Jin û Femînîzm

Mela Mihyedîn

 

Bi civaknasa hêja Nujîyanê re li ser meselaya “Li Kurdistanê Jin û Femîzmê” de axivîn. Me pirsên xwe jê kir û wê jî bersiv dan pirsên me. Sohbetek xweş û rengîn derket meydanê.

 

Di jîyanê de di navbera jin û mêran de wekhevî pêwîst e an edalet?

Edalet pêwîst e, ji ber ku adalet di nava xwe de gelek tiştî dihewîne. Heger edalet hebe, dê wekhevî jî hebe.

 

Jin di dema jîyana komînal de serdest bûn. Çi bû û çi qewimî ku ev serdestî dest guherand?

Jin di tu serdeman de ne serdest bûne, jixwe xwestekeke wan a wek serdestîyê jî nîn e, jin serdestîyê naxwazin, wekhevîyê dixwazin. Dibe ku di serdema komînal de kêm, zêde wekhevî hebe, lê ew ne serdestî ye.

 

Di dîrokê de heger mirov ji pergalê nerazî bin serî radikin û pergalê diguherînin. Gelo di dema jîyana komînal de jina çi şaşî kirin ku desthilatî ji destên wan derket û kete destên mêran?

Belê, heger mirovî ji pergalê ne razî bin serî hildidin (lê me got mirovî) wê demê ne tenê mêr, lê jin û mêr bi hev re serî hildidin, mêr ji jinan, jin jî ji mêran qewetê digirin, di wê kêliyê de wekhevî dertê holê, pergalê diguherînin û biser dikevin. Lê dema ku mijar tê ser mafê jinan mêr li dijî jinan tevdigerin û jinan tenê dihêlin.

 

Di kargehan de çima bêtir jin leqayî neheqîyê dibin?

Neheqîya herî mezin a li kargehan tacîz e û li gelek kargehan jin bi tacîzê re rû bi rû dimînin ji ber ku jinan wek objeya seksê dibînin. Jinan qels û bêqewet dibînin. Belê em tev dizanin ku di navbera mêr û jinan de cudahîyên hem fîzîkî hem biyolojîk hene û ev ji ber zayendîya wan e, lê ev nayê wê wateyê ku ji alîyê mirovahî û ji alîyê fikr û raman de jin ji mêran an jî mêr ji jinan kêmtirin. Kengî ku mêran li jinan wek mirovî nihêrtin û qîmet dan fikr û ramamên wan, ê fikrên civakê jî biguhere, dê êdî kes nikaribe li kargehan neheqîyê li jinan bike.

 

Di civaka me de Femînîzm di çi astê de ye û ji alîyê Kurdan ve Femînîzm rast hatîye famkirin?

Feminîzm di nav kurdan de di asteke baş de nîn e, ji ber ku di civaka me de hişmendîyeke şaş heye. Feminîzm û femînîstî wekî neyartîya mêran dibînin. Femînîzm mafê jinan diparêze, xwezila ku di navbera jin û mêran de wekhevî hebûya, ji xwe wê demê pêdivîya jinan bi femînîzmê jî nedima.

 

Ziman zimanê dayîkê ye, lê dîsa jî jin di qada nivîsê de li paş mane. Jinên ku çîrok, helbest, stran û hwd. anînê meydanê ev ji mêran re hiştine. Sedemên vê yekê çi ye/ne?

Belê, ziman zimanê dayîkê ye û divê herî zêde dayîk li zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku perwerdehîya zimên a yekemîn dayik didin zarokên xwe. Lê heger em li ser mijara nivîs û nivîskarîya jinan rawestin, em tev dizanin ku ji nivîskarîyê re dem divê. Civak karê herî giran daye ser milên jinan, jin li kargehan dixebitin û diçin li malê jî kar û barê malê dikin, li zarokan jî dinêrin û dema wan namîne ku binivîsin. Teqez ên ku dema wan jî heye, lê civakê bandoreke neyînî li ser jinan kirîye. Êdî jin jî bawerîya wan bi wan nemaye. Kengî jin ji wê bandora civakê ya neyînî xelas bibin, ew ê di gelek waran û di nivîskarîyê de jî bi ser bikevin.

 

Jinên li Kurdistanê dijîn ji jinên Rojhilata Navîn azadtir in an na?

Li Kurdistanê ne tenê jin, mêr jî bindest in. Rewşa me kurdan jî ev e mixabin. Heger em li ser azadîya jinan rawestin jî, em nikarin bibêjin ku jinên vê hêlê an jinên wê hêlê azadtir in. Jin li hemû Rojhilata Navîn bindest in, ne azad in. Lê em dikarin bê şik bibêjin ku jinên kurd di alîyê şoreşgerîyê de ji jinên Rojhilata Navîn bihêztir û serkeftîtir in. Hêviya me ew e ku mêr û jinên bindest li her deverî azad bibin.

 

Îslamê pir maf nedaye jina, meriv rehetî dikare bêje ku Îslamîyet nîrvanaya pederşahî ye. Gelo komek ji jinan bê avakirin û ev kom li ser Quran û hedîsan bi mantiqa jinan û li gorî jinan şîrove bike wê demê belkî azadtir bibin. Li ser vê yekê fikra we çi ye?

Ne tenê îslam, tu ol û bawerî pir maf nedane jinan. Heger em tenê li ser îslamê bifikirin, belê pir maf nedaye jinan, lê mafên ku daye jinan jî ji ber ku piranîya pêşengên me yên olî mêr in û ew jî îslamê li gorî berjewendiya mêran vedibêjin. Heger jin hewl bidin û li ser Quran û hedîsan lêkolînan bikin, wê demê mafên jinan ên ku di Quran û hedîsan de kêm zêde hene jî ew ê derkevin holê.

 

Bacon dibêje: “Mêr berberî hev in, lê jin dijminên hev”, vê yekê divê meriv çawa şîrove bike?

Belê, birêz F.Bacon xweş gotiye 🙂 (Nûjîyan dikene), lê gotinên F.Baconî jî bi bandora cihekî ve girêdayî ye. Civak bandoreke wisa bi kar anîye ku jin jî bûne neyarên jinan, lê em nikarin ji bo hemû jinan vê bibêjin. Jinên bi vê bandora neyînî ya civakê baş dizanin û bi xwe gelek bawer in, tu car jî ji bo jinan neyînî nafikirin. Hêviya me ew e ku hejmara jinên bi hêz bêtir bibin. Ez naxwazim li ser vê mijarê rawestim, lê dikarim tenê vê bibêjim: Heta ku jin û mêr li dijî hev tevbigerin û ji bo serdestiyê dijberiyê bikin, ewê van gotinên çewt her hebin. Kengî jin û mêr wekhevîyê bikin hişmendîya xwe, wê demê dê van gotinên çewt ji holê rabin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev