Parçeyek ji hikayeta Dimdim

Parçeyek ji hikayeta Dimdim

Dr. Behrûz Sûcaî

 

Parçeyek ji hikayeta Dimdim (şahê Ecem amadekarîya şerê Xanê Lepzêrîn diket), ji zardevê kesekî Elqûşî li Dihokê, sala 1890, berhevkarî ji alîyê Albert Socin û Eugen Prym, R. 185-186

 

Eskera bike cemayî
Eskerê min bixo d’biryayî
Şêr û piling li min asî bû li çîyayî

Bêjin bo şah da bêt e, 
Bila qet şer mekine kêt e
Piling e li min asî bû l’ kelêt e

Zivistan ço ma het’bihar e
Dê leşkera bikîn kar e
Xanê kurda gel me xwar e

Zivistan ço me hat havîn e
Dê leşkeran bicemîne
Xanê kurda digel me xaîn e

Havîn ço, li me hat payîz e
Dê leşkeran bitevîze
Xanê kurda digel me zîz e

Paîz ço li me hatî zivistan e
Raken leşkerê di gran e
Me sefera ser xanê kurdan e!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev