Gilgamêş -1

Gilgamêş -1

Gilgamêş* [sha nagba imuru] Yê ko kûrahî dît

Nivîskarê malpera me Alî Kut, ku ji malpera me ra bi navê Gird Elî dinivîse, gotareke delal nivîsîye. Ji ber ku ew dirêj e, em wêya dikin du paran û du rojan dû hev çap dikin. Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît!

Gird Elî

Tablo – I –

Ew ê ko kûrahî dît, ê ko dawîya dunyayê dît,
Wî bi her tiştî dizanî, hemû tişt fam kiribû.

Gilgamêşê ko kûrahî û dawîya dunyayê dîtibû
Bi her tiştî dizanî û her tişt fam kiribû.

Wî her çar quncikên dunyayê li hev dan
Wî di derbarê her tiştî de zanistîyeke kemilî wergirt

Wî li sirê temaşe kir, bi ya veşirtî hisîya
Wî serpêhatîya dema berya Tofanê ji dunya-amê re eşkere kir:

Ew li her derê, li hawîrdor gerîya, heta ko ji taqet ket û di dawîyê de hizûr dît.
Wî serpêhatîyên hemû dijwarîyên xwe li ser kêlekê kolan.

Wî hemû bedenên Uruk biçêkirin dan,
Xezîneya pak, perestgeha herî pîroz ya Eanna.

Li dîwarên wê binere, mîna şerîteke sifrîn e
Li vê sûrê temaşe ke, tu nola wê, yeke din nabînî.

Bi pêlikan ve derkeve banî ko ji heyamekî kufarî tê.
Nêzîkî Eanna bibe ko mala Ishtar e

Tu keyekî dahatû an mirovekî din, tu caran nikane nola vê tiştekî ava bike.

Gilgamêş, ji hemû keyên din mezintir, qehremanekî bi navûdeng bû. Lawê Uruk î herî egît bû. Wekî gakovîyekî poşgêr bû. Her dem, fena serdarekî li pêşiyê û wekî arîkarekî li dawîya birayên xwe dimeşîya. Mîna lehîyeke boş ko dîwarên kevirî diherifîne, bi qewet bû. Wekî dîwarê bendavekê, bi hêz, komên xwe diparaztin. Lawê Lugalbanda û Şahbanû Ninsun bû. Gilgamêş, pehlîwanekî bêhempa, aferîdekî zilaman bû. Wî, rêbiwarên çiyê ji nû de vekirin, di qontarên çiyayan de bîr kolan, deryayên mezin qevaztin, di ser okyanûsan re derbas bû, heta ko gihişt devera ko ro lê dihilat. Dawîya dunyayê li hev da, li pey jiyaneke abadin gerîya ta ko gihişt dûrayê, Utnapishtim.

Wî perestgehên ko ji Tofanê xirab bûbûn, ji nû de ava kirin û sazûman li dunyayê ji nû de sererast kir.

Tu keyekî din ko ji nav mirovan derkeve pêş û biwêribe bibê »ez keyekî mîna Gilgamêş im!» û xwe bi wî qiyas bike, tune ye.

Gilgamêş, hêj di destpêka pêşin de, ji çêbûnê de, navê wî bû. Ji sê paran, dudo jê, xwedayî bû, tenê yek ji sisiyan jê, mirov bû. Belet-Îli şiklê laşê wî çixêz kiribû. Porê wî xelekî û rîha wî dirêj bû. Xwedî bejnûbaleke lihevhatî û bê emsal bû.

Hertim li goma Uruk piyase dikir, xwe wekû serbilindtirînê hemûyan nîşan dida. Mîna gakovîyekî serê wî berz dimeşîya. Wexta ko çekdar bû, kesekî hemberî wî tunebû. Wexta ko bi hinekan re dixwest bikeve qayişê, hevalên wî bi tedarik û hay ji xwe bûn.

Xortên Uruk xwe bindest didîtin. Gilgamêş hedan ne dida wan. Tu kesî ji wan, li mala bavê xêr û xweşî ne didît. Bi şev û roj bele û xezaba xwe li wan dida.

Ew ê ko şivanê goma Uruk bû.
Ew ê ko divabû şivanê hemûçkan ba!

Di gel ko Gilgamêş bi hêz, bêhempa û aqilmend bû jî, wî jinên ciwan rehet ne dihiştin. Xwedayan hertim çarîn û gilîyên keçên şervanan, bûkên lawên ciwan dibihîztin.

Xwedayên li ezmanan, keyên Uruk!

» Aruru, te gamêşekî dirinde afirandiye! Ma kesekî din tune ko hemberî wî rabe, wexta ko ew çekdar e?»

Anu hertim gilîyên wan dibihîst.
Wan her car bangî Aruru dikirin:

» Tu bi xwe bû, Aruru, ko te mirov afirandin. De şebîhekî nola Gilgamêş biafirîne da bikaribe wî rawestîne û qayîşê pê re bikêşîne, ji bo ko Uruk hinekî aram bibe.»

Wexta ko Aruru ev gilî û gazinc bihîstin, di dilê xwe de, wêneyekî Anu afirand. Aruru destên xwe şûştin, tertikek ji herîyê şikand û avêt çolê.

Wê, mirovê destpêkê afirand, Enkîdu yê wêrek, birûzka Ninurtayê, ji bêdengîyê çêbû.

Laşê wî hemû bi pirç bû. Fena ên jinekê, kezîyên wî hebûn. Porê wî mîna simbilan bi tof bû. Ew di derbarê dunyayê û mirovan de, nezan û bê agah bû. Mîna lawirekî bi post bû. Bi xezalan re diçêriya, bi ajalên çolê ên kovî re dihat, li ser çemî av veduxwar, têna xwe dişkenand.

Nêçîrvanek li ser çemî pergî hat, rojekê, du rojan û roja sisiyan. Wexta ko nêçîrvan wî dibîne, dibizde û qidûmşikestî dibe. Lê Enkîdu û lawir bi reya xwe de diçin.

Nêçîrvan, bêdeng û his, tirsyayî û behîtmayî di cihê xwe de radiweste û nizane ê çi bike. Piştre, bi lez vedigere malê, gazî bavê xwe dike. Nêçîrvan ji bavê xwe re got:

»Bavo, bavo! Min îro ecêbek dît! Min zilamekî ciwan î çiyayî dît. Bi hêztirîn mirovê vê deverê ye, mîna aferîdekî bi qewet e. Fena birûzka Anu ye. Li van çolan digere, hertim bi ajalên çolê ên kovî re diçêre û diçe ser avê. Ez newêrim xwe nezî wî bikim. Ewî, hemû koncalên ko min kolabûn, ji nû de dagirtin. Hemû feq û dafikên ko min vedabûn, şikandin û ên mayî jî çirandin. Lawirên di feq û dafikan de tev berdan, bi şûn de azad kirin. Ew nahêlê ko ez tu nêçîrê bikim û tu lawirên çolê bigrim.»

Bavê ê nêçîrvan jê re dibêje:

»Lawê min, li Uruk Gilgamêş rûdinê, tu kes nola wî bi qewet nîn e. Ew mîna birûzka Anu bi hêz e û ewçend aqilmend e. Biçe Uruk ba wî. Ew dê rêyeke çareserîyê bi ber te ke!»

Nêçîrvan li şîretên bavê xwe guhdarî dike û li anegorî wan tev digere. Rast reya Uruk digre tê ba Gilgamêş û jê re dibêje hal û mesele ev e.

Gilgamêş ji nêçîrvan re dibêje: »Neçîrvano, biçe ji perestgehê, fahîşeya Shamhatê bigre, li gel xwe bibe. Wexta lawirên kovî bêne ser çemî da avê vexwun, bila Shamhatê kincên xwe ji xwe bike, xwe tazî bike, laşê xwe şanî wî bide. Enkîdu ê keçikê bibîne û xwe nezîkî wê bike. Wê çaxê, ew ajalên kovî ko ew li gel wan mezin bûye ê dev ji wî berdin.»

Nêçîrvan çû perestgehê, fahîşeya Shamhatê li gel xwe bir, kurtereyek girtin û çûn. Di roja sisiyan de ew gihiştin wê derê. Nêçîrvan û ya fahîşe ji xwe re cihek li ber çem dîtin û li benda wan man. Rojek du roj derbas bûn, ta ko qeflên kerî û garanên ajalan ji çiyê daketin ser çemî da avê vexwun, têna xwe bişkênin.

Û ew, Enkîdu yê ko li çiyê çê bûbû, bi xezalan re diçêriya û li gel lawirên kovî ji çemî av vedixwar, bi wan re bû; têna xwe şikand, ji avê têr bû. Shamhatê mirovê destpêkê, ew zilamê ko ji kûraya erda bejî bû, dît.

« Wa ye, ew li wir e, Shamhat! Memikên xwe şanî wî bide, paqên xwe ji hev veke, bala wî bikşîne bi ser xwe ve, jê metirse, bihêle bila bîhna mêyîtiya te bi ser de bifûre. Wexta ew te bibîne ê were vir. Xwe tazî bike, destûrê bidê bila bi te re rakeve. Wusa bike ko ew mirovê destpêkê bi hemû hunerên te ên işqebazî şa bibe. Wexta ko ew bi te re rakeve, wê demê ew lawirên çolê ko ew bi wan re mezin bûye ê dev ji wî berdin.»

Shamhatê cilên xwe ji xwe kirin, deverên xwe ên veşirtî eyan kirin û Enkîdu hate şehwetê. Shamhatê nemerdî nekir, hişt ko Enkîdu bîhna wê bigre, xwe tazî kir û Enkîdu pê re raket. Shamhatê hemî hunerên xwe ên şehwetbazî şanî mirovê destpêkê, Enkîdu kirin û ew anî şehwetê. Kêfa Enkîdu ji vê re hat, evîya li xweşa wî çû. Enkîdu li çolê, şeş roj û heft şevan bi Shamhatê re raket, ta ko jê têr bû, paşê berê xwe da kerîyê ajalan û ber bi wan ve çû. Xezalan Enkîdu dîtin û revîyan. Ajalên çolê xwe jê bi dûr xistin. Enkîdu, pakîya xwe lewitandibû.

Çogên wî sist bûbûn û taqet di lingan de nemabû. Enkîdu ji hêz ketibû û nikanîbû wekî berê baz bida. Lê tavilê stewîyabû û bi aqiltir bûbû. Bi paşde vegeriya, hat li ber çogên ya fahîşe xwe da erdê, ziq li ruwê wê temaşe kir û li gotinên wê guhdarî kirin. Fahîşeyê ji Enkîdu re got:

« Tu sipehî ye Enkîdu, tu mîna xwedayekî ye, ji bo çi tu li van deran bi lawirên kovî re digerî?

Were, bide pey min ez te bibim goma Uruk, te bibim perestgeha pîrozwer ko mala Anu û Ishtar e. Li wir Gilgamêş rûdinê, ew ê ko ji hemî mirovan xurtir, xwedî hêz û qeweteke bê emsal e.» Shamhatê wusa axift û gotinên wê li xweşa Enkîdu çûn. Wî fam kiribû ko pêwistiya wî bi dostekî heye, Enkîdu li Shamhatê vegerand, got:

«Were em biçin goma Uruk Shamhat, min vexwîne perestgeha pîroz ko mala Anu û Ishtar e! Gilgamêş li wir rûdinê, ew ê ko ji hemî mirovan xurtir, xwedî hêz û qeweteke bê emsal e. Ez dê wî dawetî qada şerî bikim, pê re bikevime qayîşê. Ez dê li nîveka Uruk biqêrim, bibêm ” Ez im ê herî xurt û bi qewet!” Ez dê werim wir û qewlê qederê biguherînim. Yê ko li çolê diwelide bi hêz û bi qewet e.»

« Were, em biçin, bila serûçavên te ronî bibin! Were, Enkîdu, em biçin goma Uruk, li wir xortên ciwan bi kember in. Her roj şahî ye, gurmîniya defan e, fahîşeyên li wir bedew in, xwe dixemilînin û kêfxweş in, xewên şevan li yextyaran diherimînin! Enkîdu, tu bêtecrube ye. Ez dê Gilgamêş şanî te bikim, ew zilamê bêxem. Lê temaşe bike! Li serûçavên wî binêre! Zilamekî bi îhtîşam e, xwedî bejnûbaleke dilkêş û bi şeng e. Zilamekî xwedî hêz e, ew ji te bi qewetir e, ne bi şev û ne bi roj, ranaweste! Dexêsiya neke Enkîdu, Shamash ji Gilgamêş hez dike, Anu, Enlîl û Ea hişmendî dane wî. Berya ko tu ji çiyê dakevî, Gilgamêş li Uruk di derbarê te de xewn ditibûn.

Gilgamêş wexta ko ji xewê radibe, ji diya xwe re xewna xwe dibêje: Dayê, min şevê din xewnek dît. Li ezman stêrk hebûn û tiştekî ko dişibîya biruzkekê ji ezmên rijîya beramber min. Min xwest ez ewê hilgirim, lê ji min re gelekî giran hat. Min xwest ez ewê veguherînim, lê ji cihê xwe neqeliqî. Niştecihên Urukî li derdorê kom bûn, xelk ji her alî ve ber bi wê ve hatin, bi sedan leşker hatin, xortên ciwan derdora wê girtin. Wekû mirov çawa mindalekî piçûk maçî bike, ewan lingên wê maç kirin. Min jê hez kir, mîna ko mirov ji jina xwe hez bike. Min rahiştê, anî ji te re. Û te ew mîna serbiserê min diheband. Diya Gilgamêş î zana î aqilmend fam kiribû. Mangeya kovî Nînsun ya zana û aqilmend ji lawê xwe Gilgamêş re got: Stêrkên li ezmên xwe şanî te kirin û tiştekî mîna biruzka Anu ji ezmên rijîya li beramberî te, ket. Te xwest wê hilgire, lê ew gellekî giran bû. Te xwest wê veguherîne, lê ew ji cihê xwe neqeliqî. Te rahiştê, ew anî ji min re û min ew nola serbiserê te hiband. Dê dostekî te î gellekî bi hêz ko hevalê xwe li erdê nahêle ê çê bibe. Li çiyê mezin bûye qewet û hêz girtiye, mîna biruzka Anu xwedî qewet e. Mîna ko mirov ji jina xwe hez bike te jê hez kir û ew himêz kir, lewra ew dê rojekê te xelas bike. Xewna te qenc û hêja bû.

Gilgamêş dîsan ji diya xwe re dibêje: Dayê min xewneke din dît. Bivirek li meydana Uruk bû. Niştecihên Urukî li derdorê kom bûn, xelk ji her alî ve ber bi wê ve hatin, bi sedan leşker hatin. Min jê hez kir mîna ko mirov ji jina xwe hez bike, ew himêz kir û hilgirt anî ji te re û te ew wekî serbiserê min heband.

Mangeya kovî Nînsun ya zana û aqilmend ji lawê xwe Gilgamêş re got: Lawê min, ew bivirê ko te di xewna xwe de dîtiye zilamek e. Te ji wî, mîna ko mirov ji jina xwe hez bike, hez kiriye û ew himêz kiriye. Te ew hilgirtiye, anîye ji min re û min ew mîna serbiserê te hebandiye. Dê destbirakî te î gellekî bi hêz ko hevalê xwe li erdê nahêle ê çê bibe. Ew mîna biruzka Anu bi hêz e.

Gilgamêş li diya xwe vegerand û got: Ez hêvîdar im ko ev fermana keyê mezin Enlîl pêk were, da dostekî min, amojgarekî min çê bibe. Min dostek, yekî ko dikane şîretan li min bike, divê.»

Bi vî şêwî Gilgamêş xewnên xwe fam kiribûn.
Bi vî şêwî, Shamhatê behsa xewnên Gilgamêş ji Enkîdu re kiribûn û pê re raketibû.

Tablo – II –

Enkîdu li beramber fahîşeya Shamhatê rawestibû û pê re şa dibû. Şeş roj û heft şevan pê re raketibû û Enkîdû ji bîr kiribû ko li kûderê welidî bû.

Şîretên fahîşeyê li xweşa wî çûn, Shamhatê jê re got:«ji bo çi tu bi ajalên kovî re digerî? Rabe ser xwe, ez te bibim cihê şevîna şivanan.»

Fahîşeyê kirasê li ser xwe kir du perçe, yek li laşê Enkîdu gerand û yek jî ji xwe re hişt, bi destê wî girt, mîna xwedayekê serkêşiya wî kir ew bir cihê şevîna şivanan, cem pez. Şivan hemî li dorê kom bûn, bi hev re axivîn, gotin:

«Ev zilamê ciwan, çendî dişibe Gilgamêş! Bejnbilind û nola dîwarekî bi qewet e. Belbî ew li çiyê welidî ye, ew mîna biruzka Anu bi hêz e.»

Şivanan nan danîn ber da bixwe û jê re şerab tijî kirin da vexwe. Lê Enkîdu nîzanîbû mirov çawa dixwe û veduxwe. Hêj fêrî xwarina nanî û vexwarina meyê ne bûbû. Fahîşeyê jê re got:” Nan bixwe Enkîdu, xwarina xwedayan e, şerabê vexwe Enkîdu, vexwarina keyan e.” Enkîdu nan xwar heta ko jê têr bû, şerab vexwar, heft şerbik bi hejmar. Sermest û kêfxweş bû û qêriya stranan. Laşê xwe yê bi pirç şûşt, bi dohnî nermijand û veguherî ji nû de bû mirov. Serûçavên wî ji sermestî û kêfxweşîyê dibiriqîn. Şivanên yextyar pix kirin xewê, Enkîdu bi tena serê xwe nehtorîya hemî pezî dikir, çend gur li erdê dirêj kiribûn û berdabû ser pişta çend şêrên ko xwe nêzîkî pezî kiribûn.

Xortekî ciwan ko dê biçuwa dawetekê li goma Uruk, di wir re derbas bû. Awirên Enkîdu bi xortî ketibûn, ji Shamhatê re got:”Shamhat, gazî wî xortî bike! Ji bo çi ew hatiye vir? Ew kî ye?” Fahîşeyê dengê xwe li xortî kir, jê pirsî: “Tu bi kûde diçî, xortê ciwan? Sedema rêwitîya te çiye?” Xortê ciwan berê xwe da Enkîdu û jê re got:”Ez vexwendîyê dawetekê me. Zewac nesîbê her mirovî ye. Ez dê xwarin û vexwarinê ji mêvanên dawetê re bibim. Cara pêşin ê çarika bûkê ji bo keyê goma Uruk bê hildan, ji bo Gilgamêş ko keyê goma Uruk e ê çarika bûkê pêşin bê hildan, ew dê pêşin bi bûkê re rakeve û paşê zava tê. Di dîwana xwedayan de wusan, biryar hatiye girtin, ev jî ji çêbûnê de nesîbê wî ye.” Enkîdu li ê xort guhdarî kir û gellekî bihnteng û xemgîn bû.

Shamhat li pey Enkîdu dimeşiya. Enkîdu hat goma Uruk, xelk li derdorê kom bûn. Ew li meydana goma Uruk rawestiya û rê li ber Gilgamêş birî. Niştecihên Uruk li wir kom bûn, xelk ji her alî ve hatin, bi sedan leşker hatin, lawên ciwan li derdorê kom bûn. Weke ko mirov zarokekî piçûk maç bike, lingên wî maç kirin. Ew li wê derê rawestibû, ew mirovê pêşin î bi payan.

Ji bo Ishara nivînek hatibû raxistin û cihek jî, mîna ê xwedayekî, ji Gigamêş re veqetandibûn. Enkîdu bi lingên xwe, li ber derîyê bûk û zavê, reya Gilgamêş birî, nehişt ew derbasî hundurû bibe. Li ber derî hev girtin, dest bi lecê kirin. Hevdu kişkişandin nav gasîn û meydana bajêr. Ji hinga wan teqreq bi zîlanên derîyan ket, dîwarên malan hejîyan. Herduwan, nola gakovîyan bi poşan çûn hev. Gilgamêş lingên xwe bi erdê ve asê dikirin ta ko hêrsa wî çû û dev ji pevçûnê berda. Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Tu, ko mîna lawê diya xwe, yekane lawê keybanû Nînsun, ew mangeya bi payan, hatiye dunyayê. Tu serê xwe ji ê herkesî bilindtir digrî, Enlîl keyetî daye te. Ji bo çi tu dixwazî wusan bikî? Ji ber çi tu dixwazî xwe ewçend mezin bikî?”
Herduwan hevdu himêz kirin û bûn destbirakê hev, çûn ba diya Gilgamêş. Mangeya kovî, Ninsun ya bi payan û aqilmend ko bi her tiştî dizanî, ji lawê xwe Gilgamêş re got: ”Destbirakê te gellekî bi qewet e, li vî welatî nola wî yekî din tune ye, fena birûzka Anu ye, bejnbilind, mîna dîwarekî bi hêz e.”

Mangeya kovî û bi payan Nînsun ya ko bi her tiştî dizanî ji lawê xwe Gilgamêş pirsî:

”Lawê min, tu çima wusa bêmad, xemgîn li ber derî radiweste? Yê Enkîdu ne de û ne jî bav heye, porê wî ê xelekî berba dibe. Ew li çolê welidî ye û birayekî wî jî tuneye.”

Enkîdu li paş derî li van gotinan guhdarî dikir, bi xemgînî rûnişt, destên wî sist bûn, çavên wî tijî hêsir bûn, hêz û qewet ji laşê wî firiya. Dema Gilgamêş destbirakê xwe di vî halî de dît, xwe çemd kiriyê, ew himêz kir, bi destên wî girt û paşê jê pirsî:

”Destbirako, çima çavên te tijî hêsir bûne, çima tu wusan bi xemgînî axînan dikêşîne?”

Enkîdu ew bersivand:
”Destbirako, ji ber hemû gazincan histuwê min pûç bûye, zendên min li ba dibin, hemî hêz û qewet ji laşê min derçûye û çavên min bi hêsiran tijî bûne.”

Gilgamêş şipya ji Enkîdu re got: ”Li daristanê Humbaba yê şerkir dimîne, ka em biçin şerê wî, li daristana Urizan, em biçin di mala wî de zora wî bibin.”

Enkîdu dest bi axaftinê kir, ji Gilgamêş re got:”Destbirako, wexta ez bi lawirên xwe re li çiyê digeriyam, min ew dît. Daristanekî xewle ye, bi peyatî pênc roj û pênc şevan naqede. Kî diwêre xwe bi kûraya daristanî ve berde? Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Ji ber çi tu dixwazî wusan bikî? Ne mimkin e ko tu di mala wî de zora Humbaba bibî!”

Gilgamêş dest bi axaftinê kir, ji Enkîdu re got:”Ez dê biçim çiyayê wî, li wir darên Urizan qut bikim. Li wir gellek in.”

Enkîdu axift, ji Gilgamêş re got:”Wexta em biçin nav daristana Urizan, tu şoperê tune ne da em bişopînin, daristan ji çavên mirovan nepen e. Humbaba notirvanê daristên e. Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristanê Urizan. Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Gilgamêş Enkîdu bersivand:”Destbirako, tu çima nola tirsonekekî gazincan dikî? Çima tu mîna newêrekekî daxêvî? Rojên mirovan ji xwe hejmartî ne. Hemû tiştê ko dike badilhewa ye. Tu li çolê welidî û mezin bûyî, Şêran êrîşî te kir, te her tişt dîtiye, zilamên herî bi qewet xwe ji ber te dane alî! Di şerî de tu xwedî tecrube ye, were dostê min, em biçin ba hesingerekî bila biviran ji me re li qalip xe.” Paşê jî çûn cem hesinger. Hesingêr li hev civîyan, bi hevedin şêwirîn, bivirên mezin û şûrên giran li qalip xistin û seqandin. Şûr bi qasî biltuyekî giran bûn, kemberên wan jî bi qandî wan giran bûn.

»Mêrên li Uruk, li min guhdarî bikin, maqûlên li goma Uruk! Ez karê reyeke dûr dikim, ber bi Humbaba ve bi rê dikevim. Ez dê şerekî bêhawe bikim, ez dê li ser reyên nenas bimeşim. Werin li min helal bikin û min pîroz bikin da careke din di derîyê goma Uruk re paşde vegerim û bêm ruwên we bibînim. Wê demê ji rûmeta xwedayan re dê sersalê pîroz bikim, di salekê de dê du caran sersalê pîroz bikim! Ez dê şahîyekê mezin li dar xim ko qêrînên şadîyên wê yê li her derê olan bidin.»

Enkîdu bi yextyaran re û bi şêwirmendên ciwanên Urukî re axift:”Jê re bêjin, bila neçe nav daristana Urizan. Tu şoperêyê ko diçine wir tunene ko mirov bişopîne. Daristan ji çavên mirovan nepen e. Humbaba notirvanê daristên e. Enlîl ew danîye wê derê, ji bo tirsê, ji bo ko daristanê biparêze. Dengê Humbaba nola lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Şêwirmend tev rabûn ser xwe, ji Gilgamêş re gotin:”Tu xort e, Gilgamêş, tu bi hîsên xwe dilive, heraket dikî! Tu nizane tu behsa çi dikî, tu lawê perperîkê ye! Dengê Humbaba mîna lehîyeke boş e, hilma wî mirin e, axaftina wî agir e. Dengê pistepistekê ji dûrayeke bi qandî pênc roj û pênc şevan wirde dibihîze. Adad ê pêşin e û Humbaba yê duyemîn e di rêzê de, kî ji lawên Îgîgî dikane şerê wî bike? Enlîl ew danîye wê derê, ji bo ko xelk bitirsin û neçin nav daristên. Ew kesê ko biçe nav daristên, bê taqet dibe, ji desthilanîn dikeve.”

Gilgamêş li şêwirmendan guhdarî kir, li destbirakê xwe meyizand û kenîya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev