Nameyên evînî -51

Nameyên evînî -51

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûyekê ye.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Carina dema ji bo tiştekî zewq distînim, texmîn dikim ku bi zêdebûna zewqê ra bêrîkirina te jî zêde dibe. Weke ku ji xwe ra dibêjim: -Tu bêy Nura xwe çawa zewqê distînî?

 

***
Nura ezîz tu zanî bo çi xewa min nayê? Ji ber ku ew dilê ku te daniye li rex şev baş ê, ne sor e. Nura ezîz, tu zani bo çi xewa min nayê? Ji ber ku bêriya te dikim. Nura ezîz, tu zani bo çi bêriya te dikim? Ji ber ku te ji xwe pirtir hez dikim, dilê min. Şev baş roj û şeva min. 

***

Di hemêza min da bî jî, ez bêrîya te dikim…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev