ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -1

ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -1

Lêkolîner Şemoyê Memê ev gotara xwe a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye. Em sipasîya wî dikin û ji ber ku nivîsa wî dirêj e, em wêya dikin 4 perçeyan û 4 rojan dû hev wê çap dikin. Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin!

 

Şemoyê Memê

 

Kurte 

Xebatên ku li ser zayenda civakî an jî zayendperestî tên kirin bûne mijara gelek lekolînên akademîk û rojane. Zayend, zayenda civakî û zayendperestî wekî mijareke hevçerx, bi xebatên cîvakî û herî zêde xebatên li ser jinan derketine pêş. Lê divê em qalibên ku ji bo jinê hatine honandin fehm bikin em neçar in bala xwe bidin têgiha “mêrtî” yê jî. Lema wexta em bixwezin fehm bikin ka zayendî (mêrtî û jinîtî) çawa û çi şêweyê hatiye avakirin divê bi nêrîneke gelemperî meseleyê hûr bibin. Ev avakirin û şêwekirin xwe herî zêde û berê sifte di “zimên” de dide der. Helbet mesele , metelok û gotinên pêşiyan ku nimûneyên herî berbelav yên neynika ziman û çandekê ne navgîneke giring ya bilêvkirina zayendperestîyê ye jî. Ji ber vê yekê di nav gotinên pêşiyan de têgiha zayendî, qaîdeyên ji bo jin û mêran hatine xwestin, jin û mêr çawa hatine teswîr kirin, nêrîna civakê li ser zayendê gelek daneyên giranbiha pêşkeşê me dike ji bo têgihştina dirûvê çandekê. Ew diyarde heta bêje bes di nav çanda kurdan de jî cihê xwe girtiye.

 

Destpêk 

Ziman hemana sereke ya ragihandinê ye û bi xêra zimên nifşên nû têdigihêjin. Wekî bûyereke sirûştî her civakek bi geşepêdana xwe ya dîrokî de, di nav xwe de zimaneke hevpar peyda kirîye û çandeke xweser afirandiye. Ziman formek daye çandê û çand jî formek daye zimên. Em dikarin bibêjin ku wexta em dixwezin civakekê binasin divê rasterast em bala xwe bidin zimanê wê û binêrin gelo çandeke çawa ava kiriye û bi çi astê de ye. Ziman neynika civatê ye û hemû taybetîyên civakê radixe ber çevan. “Zimanê her miletî angorî xû-xeysetê wî miletî jî r’ewş û nîgara xwe standye, t’evî yazya milet jî jîyana xwe dom kirye” (Celîl&Celîl, 2005;5). Herwisa civak jî rengek û li gor bîr, bawerî û rabûn-rûniştina xwe formek daye zimên. Ev yeka herî zêde xwe di nav berhemên zargotinî de dide der. Wekî dîyardeyekê tê zanîn ku, tiştê ku zimên têr dike, fireh dike, diedilîne, diguherîne, wateyên cûda lê bar dike çanda wê cîvakê ye. Helbet wêje jî para xwe ya bandora zimên û çandê hildigire. Cureyeke wêjeyê jî em dikarin bibêjin ku hema hema bi gotinê ve girêdayî ye, wêjeya devkî, an go “zargotin”e. Jixwe zimanê zargotinê eslê xwe de zimanê xelkê ye û zimanekî xwerû û bênixamtî(bê sansur) ye. Zimanê xelkê, ango wêjeya devkî berevajî zimanê nivîskî pêwistiya wî gotinên neqşandî an jî xemlandî nîne, wekî wênegirekê rastiyên cîvakî, kesayetî û dîrokî bêyî rûpoş radixe ber çavan. Pareke zargotinê ya herî fireh jî meselok, metelok û gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşiyan ji bo naskirina çandekê gelek nimûneyên berbiçav nîşanî me didin.

 

Ji bo mesele, metelok û gotinên pêşiyan em dikarin bibêjin ku ev cureya zargotinê cewahir û durr û xemlên zimanê miletekî ne. “Her nimûnekê wana gelekî six, kurt û kin in, lakonîk, lê belê ew bi serecema xwe ve gelekî kûr in, pirnêt, çawa ‘Jin û mêr, tevir û bêr’… ev efrandina na nava cmaetê da bi navekî nîn in, lê belê bi çend nava eyan in, çawa xeberê pêşîya, gotinê pêşîya, gilîê kal û bava, xeberê dê û bava, gilîê mezina, xeberê mezina, tîmsal, mesele, metelok, mislehet û êd dinê ” (Cindî, 1985:9). Gotinên pêşîyan, gotinên gelekî bi nirx in ku bi encama sedan salan û ceribandineke dûr û dirêj ji pêşîyan ji bo me wekî mîratek hatine pêşkeş kirinê. Ev cure gotin dewsa gotinên gelekî zêde û dirêj, bûne gotinên “hûr û kûr” û him ji bo mena rasteqîn û him jî bo mena mecazî hatine bi kar anîn. Ev gotin hema bêje li ser her tiştî hatine peydakirinê û bîr û hestên hevpar yên hemû endamên miletekî dinimîne. “Ev cure berhemên gel ji alîyê derbirîna nêrîn û hestên civakekê gelekî bi nirx in û lema ji bo têgihîştina awaya derûnî, xeyset û bîra wê cîvakê û pê re têgihîştina çend encamên gelemperî bo wê cîvakê gelekî payebilind in” (Akbalık, 2013:81). Mesele, metelok û gotinên peşîyan wekî tûrekî, dîzekî bi sedan salan bi ceribandinên dûr û dirêj hatîne dagirtinê ne. Ev tûr an jî dîz car caran gotinên gelek şîrîn wekî hingivê, car caran jî gotinên pir tehl wekî jehrê dihewînin (di vê xebatê de ji bo jina gelek gotinên pêşiyan yên bibin sedema dilsariyê hene). Lema di nav van gotinên ceribandî de zanyariyêk û pêşbinîyên giring tên xûyakirinê. Ji ber ku piştî gelek encamên wek hev hatine gotinê êdî bûne zagon û darizandinan dihewîn in, ango fermanan didin. Car caran jî ew qas ne hişk in lê şîretkar in û dixwazin rê nîşanî mirovên xam bidin lê ne tenê ji bo mirovên xwe ji bo her miletî. Mesele, metelok û gotinên pêşiyan xwedî form û taybetmendiyekî ne, mirov nikare bi awayekî din bibêje û ev gotin li her derê û demê nayên gotin.”Zêdetir ji bo rewşên taybet, axaftinên zanyarî, di dema nesîhetkirinê de tên xebitandin.” (Borak; 2008, 16).

 

Di nav van gotinan de babeta sereke mirov e û wexta em dibêjin mirov berê her tiştî mêr û jin ango zayend tê bîra me. Em ê di vê xebatê de hewl bidin ka gelo di gotinên pêşîyan û metelokan de zayenda civakî, zayendperestî çawa hatiye bikar anîn? Gelo ev şîret û qaîde herî zêde ji bo kîjan zayendê û bi çi şêweyê hatine bi kar anîn. Di pêvajoya civakîbûnê û têgihîştina zarokan de û li ser rolên wan wekî keç û kur, xort û keça xama bandoreke çawa û feraseteke çawa bi xêra gotinên pêşiyan hatine ferz kirin. Dîsa em ê bala xwe bidin gelo sazîyên cîvakî wekî malbat, ol, perwerdehî zimanekî çawa afirandine û çi bandor li ser zêna milet yê cîvakî hiştine.

 

Di vê xebatê de ji bo mesele, metelok û gotinên pêşiyan herî zêde pirtûka Hecîyê Cindî ya bi navê “Meselok û Xeberokêd Cmaeta Kurda” û pirtûka Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ya bi navê “ Meselok û Metelokên Gelê Kurd” hatiye sûdwergirtin. Hinek gotinên pêşiyan di binbeşên cûda de çend caran hatine bikaranîn. Divê berê ewil em bizanin ka zayend û zayenda civakî çi ye û di pêvajoya civakîbûnê de rola wê çi ye?

 

  1. Çarçoveya Têgihî

 

Cîvaknas, zayendê wekî zayenda sirûştî û zayenda cîvakî du cure hesibandine. Wexta ku em dixwezin behsa çawanîya anatomî û genetîka kesekî/ê bikin tegiha “zayenda sirûştî”(sex) bi kar tînin. Ango zayenda bîyolojîk ciyawazîyên laşê nêr û makê dest nîşan dike. Ji bo ciyawazîyên derûnî, civakî û çandî yên navbera jîn û mêran jî tegiha “zayenda civakî”(gender) tê bi kar anîn. Ev navlêkirin cara ewil sala 1968an de bi destê Robert Stoller di xebata xwe ya bi navê “Sex and Gender” ( Zayend û Zayenda civakî) de ji bo ji hevderxistina ‘jinanî’ û ‘mêranî’ yê hate bi kar anînê. Dîsa di sala 1972an de, Ann Oaklay, di pirtûka xwe ya bi navê “Sex, Gender û Society” de li ser mijara peywendiya zayendê û kesayetîyê hûr bûye û hewl daye ku bizani be ka rolên zayenda civakî çawa û çi cureyî derbasî nifşên nû dibe.

 

Zayenda civakî, di nav her civatekê de, bi tewrekî cûda tê pênasekirin û ew kategorîyên mêranî û jinanî an jî li ser her du koman yên bi alîyê civakê hatine bar kirin dinimîne. Di naveroka zayenda cîvakî de ne ciyawazîyên bîyolojîk; nirx, bendewarî û darazên cîvakê dihewîne ku gelo civak wekî jin û mêr çawa me dinirxîne, çawa têdigihêje, ji bo me çi difikire û bo hewldanên me çi bendewariyan dide pêş me( Ersöz, 2010;169). Di nav her civakekê de gelek qaîde hatine danîn ji bo hewldana jin û mêran. Helbet ew qaîde li gor dem, cih û ciyawaziyên çandî naveroka xwe diguherin. Di nav van qaîdeyan de yên herî berbiçav helbet qaîdeyên ji bo rolên mêr û jinan hatine danîn û darazînên forma zayendî ku li gor her civakekê tê guherîn in.

 

Cîvakîbûna zayendê, pêvajoyeke dûr û dirêj e ku bi xêra sixûrên wekî malbat û medyayê têgihîstina qaîdeyên zayenda cîvakî ye. Ev pêvajo ji dayîk bûnê detpê dike, her çiqasî salên ewil lez û bez be jî dîsa heta mirinê didome. Zarok qaîdeyên civakî yên zayendî wekî bendewarî û qaîdeyên bîyolojîk û sirûştî dihundirnin û wisa hewl didin û diedilin. Her wisa li gor wan qaîde û bendewarîyan “ rolên zayendî” mêranî û jinanî nê jî dihundirînin( Giddens, 2008;526).

 

Pêywendiyên zayenda civakî, hevbandorîya jin û mêran ku civat şikl dayê destnîşan dike. Çend cîvaknas derbirîna nêrtî û makiyê, wekî amûrekî destê mêran hatîye bi kar anîn û wekî desthilatdariya mêran li ser jinan ferz bike hatiye bi kar anîn pêjirandine. Bi vê yekê re takekes fêr dibin ku, divê mêr çawa tew bigerin û jin çawa tev bigerin û li gor vê yekê hewl didin ku li gor zayenda xwe ya sirûştî fêrî qaîdeyan bibin, van qaîdeyan diqulibînin li ser qaliqên çandî. Di nav van amûran de helbet derbirîna herî bi bandor meselek, metelok û gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşîyan wekî qaîde û şîretan bi cîvakîbûna zarokan de jî bi bandor in û wekî amûrekî fêrbûna qaîde û rolên cîvakê tên bi kar anîn. Em dikarin bibêjin ku gotinên pêşîyan neynika civatekê ne. Dab û nêrîtên civakê ber pêş dikin û ji bo fehm kirina binyada çand û cîvakî nimûneyên gelekî balkêş pêşkeşî me didin. Ev nimûneyên gelêrî hema bêje zayenda civakî re sedî sed girêdayîne û şîret û qaîdeyên cîvakê derbasî nifşên nû dikin. Herdu zayend ne li gor rewşa xwe ya sirûştî li gor rewşa xwe ya cîvakî hatine tasnîf kirin û pejirandin. Jin û mêr; keç û kur, pîrek û zilam ji hev hatine veçirandin û ev yeka bi xwe re zayendperestî jî derxistiye holê. Zayendperestî hema bêje di nav hemû qadên jiyanê de derdikeve pêş me. Ev têgih jî wekî têgiha zayenda cîvakî, têgiheke cîvaknasîyê ye û zayendperestî jî bûye mijara gelek xebatên zimanî, derûnî, çandî, edebî û helbet bûye mijara zargotinî jî.

 

  1. Zayendperestî di Mesele, Metelok û Gotinên Pêşiyan yên Kurdî de

 

Her milletek xwedî çandeke xweser e û helbet miletê kurd jî xwedî çandeke xweser e û berê mîladê bigire heta roja îro çandeke kurdewarî ava kirîye. Di nava vî çandê de, ya ku miletekî zêdetir yên din cûdatir dike helbet çanda manewî ye û mesele, metelok û gotinên pêşîyan parek jî çanda manewîyê ne. Hecîyê Cindî derheqê vê yekê de dibêje “Meselok û xeberokêd cmaeta kurd jî zef zûda hatine efrandinê, bawer bikî ji wê hene, gava ku cmaetê xeberdana xwe destpê kirîye. Wana xeberdana meriv dane xemlandinê. Bi pêşdahatina xwe ve, ew saya nêta xwe ya kûr va, kurtbûn û bedewsinetîya xwe, bawer bikî her formasyake cmaetê ra, xeber dane û bi silsileta ra, hey hatine, hey teze bûne.”(Cindî, 1985:13) Bi guherîna dewr û zemana re ev mesele û metelok jî yan forma xwe guhertîne yan jî dewsa xwe dane yên nû. Ji ber ku civakê re girêdayîne, wekî bîr û boçûnên civakê şikl girtine. Gotinên bav û kalan bi saya tecrûbe û zimanê kurdî dibin xwedî naverok û li cîvatê belav dibûn. Tevgirêdanên ku di nav van xalan de hebûn, bi etîka cîvata kurdan ve hatibûn meyandin. Ruhiyeta kurdan, tecrûbe û normên îdeolojîk li vir dihatin ser ziman. Zanebûn û tecrûbeyên ku parzûnandî bûn, di van gotinan de dihatin ziman û dibûn alîkar ji bo danûstandineke bi wate, xwedî nirxên cîvat û normên exlakî.( Cizîrî;2011, 15)

 

“Gotinên pêşiya wek neynika felsefeya jiyana gelê kurd gelek zanyarî û agahîyên gelek giranbiha pêşkeşî me dikin. Bi taybetî bi warê pêwendiyên civakî û mirovî de, ev gotinên kurt, têr-tijî û menakûr gelek şîretan li me dikin.( Alakom,2009;74)

 

Gotinên pêşîyan yên kurdî heta roja îro bi destê gelek nivîskar û lêkolîneran hatine berhevkirin. Li gor agahîya H. Cindî dide hêj sala 1711an de bi navê “Beytêd Kurdî û Şiêr” ji alîyê Mêşrop Mastos bi ermenkî hatine nivîsîn (Cindî, 1985;17). Paşê bi destê mîsyonerên biyanî hinek gotinên pêşiyan hatine berhevkirin lê ew berbelav bûne. Bi zimanê kurdî cara ewil di kovara Jînê de Law Reşîd û disa heman kovarê de Hîlmîyê Sîwêrekî birrek gotinên pêşiyan weşandine. Di vî warî yekem pirtûk bi destê Îsmaîl Heqî Şawêş li Bexdayê sala 1933an bi navê “Qiseyê Pêşîyan” hatiye çapkirinê. Dîsa Marûf Cîyaûk (ciwakî)bi navê “Hezar Bêj û Bend” sala 1938an, Mehmûdî Xal (mehmûd Xan) jî bi navê “Pendî Pêşyan” sala 1957an çap kirin. Kamûran Elî Bedirxan û L. Paul Margueritte sala 1937an li Parîsê bi navê “Proverbes Kurdes” gotinên pêşiyan çap kirin. Sala 1972an de Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl li Moskvayê “Mesele û Metelokê Kurda” dane çapkirinê. Dîsa bi vî mijarê de pirtûka herî berfireh, ya Hecîyê Cindî sala 1985an li Êrêvanê çap bû. Li Tirkiyeyê jî piştî salên 90î gelek berhevokên gotinên pêşiyan hatin çap kirin. [1]

 

Pir zelal dixûye, wexta ku meriv bala xwe dide van berhevokan beşa herî zêde ber çave meriv dikeve bêşik li ser mijara pêwendiyên jin û mêran (di pirtûka Heciyê Cindî û C. Celîl&O. Celîl de gotinên pêşiyan herî zêde li ser jinê, dê, qîz û endamên jin hatine rêz kirin û helbet têra xwe behsa mêr, bav, kur û endamên din jî hatiye behs kirin) de ye. Ev berfirehîya nimûneyên wiha rê da me ku em li ser pêwendiyên jin û mêran, bilêvkirina zayenda cîvakî bixebitin û li lîteratûra kurdî de cihekî vala hinekî dagirin.

 

Di nav mesele, metelok û gotinên pêşîyan yên kurdî de jin û mêr hema bêje babeta sereke ne û rolên jinan parve dibin wekî, qîz, bûk, dê, kulfet, dapîr, pîrek, xwesî, gorim, jintî…; rolên mêran jî wekî, kur, law, xort, zilam, bav, bapîr( kal-bav), xezûr … hatine destnîşan kirin. Dîsa divê bê gotin ku di nav van gotinan de gelek hene kevneperest in, li gor roja îroyîn divê neyên qebûl kirin û nemaze ji bo wesfandina jinan nimûneyên gelek neçê dihewînin û neyên bikar anîn lê ji bo xebateke zanistî pêwist in. Em dikarin van gotinan hav veçirînin li ser çend beşan parve bikin.

Riataza

[1] Huseyîn Deniz; Gotnê Pêşyê Kurda (1991), A. Balî, Gotinên Pêşiyan ên Kurdî (1993), Mustafa Borak, Biwêjên Kurdî( ) , Çiya Mazî, Ferhenga Gotinên Pêşiyan(2012), Salihê Omerî, Ji Gotinên Pêşiyan( ?), Mehmet Öncû, Gotinên Pêşiyan(2009). Xelîlê Çaçan, Gotinên Pêşiyan(2015), Abdülkadir Bingöl, Gotinên Pêşiyan û Biwêj (2014)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev