Gilgamêş -2

Gilgamêş -2

Nivîskarê malpera me Alî Kut, ku ji malpera me ra bi navê Gird Elî dinivîse, gotareke delal nivîsîye. Ji ber ku ew dirêj bû, me ew kir du paran. Para pêşin me duh çap kir.  Fermo, para duduyan bixwînin û hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît!

Gird Elî

Tablo – III –

Yextyaran Gilgamêş pîroz kirin û berya ko bi rê bikeve hin şîret lê kirin: “Bawerîyê tenê bi qeweta xwe neyne, Gilgamêş hay ji xwe hebe, bi derbên te şûna xwe bigrin. Ew ê ko li pêşiyê diçe hevalê xwe xelas dike, yê ko rê nas dike alîkarîya dostê xwe dike. Enkîdu ê li pêşiya te bimeşî. Ji ber ew reya daristana Urizan nas dike, ew di şer û pevçûnê de mezin bûye, sitewîya ye. Enkîdu dê alîkariya destbirakê xwe bike. Çavên te lê bin û wî sipîsax paşde vegerîne ba jinên wî! Em keyê xwe dispêrin te û bextê te, wî dîsan paşde vegerîne ba me.”

Gilgamêş axift, ji Enkîdu re got: “Destbirako ka rabe em ekhev biçin Egalmahê ba Keybanû ya mezin Nînsun!”

Gilgamêş li beramber Nînsun rawestîya û jê re got:

”Nînsun, ez ko wêrek û egîd im, dê bikevime reyeke dûr, ber bi Humbaba ve biçim, şerekî bê mînak dê bikim, li ser reyên nenas î cîxewle bigerim. Berya ko biçim min pîroz bike, li min helal bike, da carekê din di derîyê goma Uruk re paşde bizîvirim, werim ruwê te bibînim. Wê demê ez dê ji rûmeta Xwedayan re sersalê pîroz bikim, di heman salê de du caran sersalê pîroz bikim. Ez şahî û dawetekê mezin li dar xim ko dengên şadîyên wê li cihî olan bidin.”

Nînsun li gotinên lawê xwe Gilgamêş guhdarî kir, guhdarî kir û xemgîn bû. Paşê çû odeya xwe, destê xwe bi sabûnê şûştin, kincên xwe guhertin, yên herî xweşik li xwe kirin, sînga xwe bi micewheran xemiland, dîyademek danî ser serê xwe û bi pêlikan ve derkete banî ser bên. Li beramber Şamaş hermel vêxist qurbanî danê, milên xwe bilind kirin û ji Şamaş re due kirin: ”Ji bo çi te dilekî wusan bitaswas daye kurê min? Va ye dîsan te ew dilzîz kir! Ew dixwaze bikeve wê reya dûr, ber bi Humbaba ve biçe, şerekî bêhawe bike, li ser reyên nenas bigere, ta ko bigihêje dûrayê daristana Urizan û wî Humbaba yê dirinde bikuje û bi vê jî neçêyê mehû bike lewra ko tu li welêt, ewqas jê nefret dikî. Wexta ko tu her roj li derdorê dunyayê digerî, bila bûka te Aîa bêtirs salixên wî bigihîne te: Wî bispêre nobedarê şevê! Bi şevê û bi rojê ê bûka te Aîa salixên wî bigihîne te. Ew roja ko Gilgamêş û Enkîdu raserî Humbaba hatin, tika ye Şamaş, bihêle ko ba, bager û bahozên bisehm li Humbaba rabin: Başûr, Bakur, Bayê Xerbî, Bayê Sayî, Bahoz û bagerên Imhullu û Asakku, hemî Ecacok û Bablisok, wa bike ko her sêzdeh ba lê rabin da ber xwe nebîne. Bihêle ko çekên Gilgamêş bigihêjin Humbaba. Bila qantirên te yên bezek wan bigihênin cihekî aram î raketinê, li ser textekî xweş. Xwedayên ko birayên te ne… Aîa ew bûka payebilind…”

Mangeya kovî Nînsun dueyeke din ji Şamaş re kir: ” O Şamaş, ma qey ê Gilgamêş nebe yek ji xwedayan?

Ma qey ew dê selteneta asîman bi te re parve nekî?

Ma qey ew dê heyzerana seltanetê û tacê bi hîvê re parve nekî?

Ma qey ew dê li Apsu li ba Ea nebî aqilmend?

Ma qey ew dê li gel Irnîna mirovan îdare nekî?

Ma qey ew dê li gel Ningîşzîda nebe niştecihê welatê bê veger?”

Mangeya kovî Nînsun wusa ji Şamaş re axift, hermel vemirand û ji serbên dakete xwarê. Enkîdu gazî ba xwe kir û pê re axift: “ Enkîdu yê bi qewet, min tu newelidandiye, lê ji nuha û pê ve, secera te ê li gel ya Gilgamêş yek be. Hemû rehbik, jinên pîroz û carîyên perestgehê… Wê zincîra bi nîşan kire histuwê Enkîdu. Rehbikan bergirtiya mindalê dîtî kirin, keçxwedayan ew mezin kir.

Enkîdu, ko ez ewqas ji te hez dikim, te wekî lawê xwe qebûl dikim û Gilgamêş te wekî birayê xwe qebûl dikî.”

Enkîdu ji Ninsun re got: “Gilgamêş… ta ko em ji daristana Urizan paşde zîvirîn.”

Gotinên Şamaş ê alîkariya we bikin. Li ber dergahê Marduk…

Li ber dergahê mezin ê daristana Urizan, Gilgamêş û Enkîdu…

Enkîdu ê alîkariya destbirakê xwe bikî,

Bi ewlehî wî paşde vegerîne ba jinên wî.

Em keyê xwe dispêrin te û bextê te.

Tu wî paşde vedigerîne ba me.

Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Destbirako, biryara xwe biguherîne! Re…”

 

Tablo – IV –

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît. Tiştê ko min di xewna xwe de dît gellekî tevlîhev behît bû.

Di rêbiwara çiyê de… Çiya bi ser çolê de hildiweşîya. Em… weko mêşan.

Tu ko li çolê çê bûye, xewna min şirove bike.”

Enkîdu, xewna destbirakê xwe jê re şirove kir:”Dostê min, xewna te çê ye, xewneke bi xêr e. Dostê min, ew çiyayê ko te di xewnê de dît Humbaba ye: Em dê wî zeft bikin û wî bikujin, em dê laşê wî li erdê bihêlin û sibehî em dê nîşaneke xêrê ji Şamaş werbigrin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît. Di xewna min de çiya dijmunkar bû, ez li erdê didam, bi lingên min digirt dikişkişand, di nav şewqeke dijwar de min zilamek didît, zilamekî gelekî spehî, payantirîn zilamê welêt bû. Wî ez ji nav lepên çiyê xelas dikirim. Wî av da min û ez haş kirim, alîkarîya min kir ji şûnde rabûm ser pîyan.”

Enkîdu ji Gilgamêş re got:”Dostê min em divê bimeşin… Ew ê ko şaşbûyî Humbaba ye. Yê aloz ne çiya ye, Humbaba bi xwe ye. Were û tirsa xwe ji bîr bike, em dê nuha bibînin… Ew zilamê ko te dixewna xwe de dîtiye lehengê Şamaş bi xwe ye, ew weko çavên te, laşê te, bi te re ye, di nêzîk de, sibehî em dê gotinên Şamaş çê bibihîzin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdorê wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dosto, min îşev xewneke sêyemîn dît, ev xewna min tevlîhev û hinekî behît bû, asîman bi gurmîn û dunya bi guregur bû, roj hiş dibû û taritiyê dunya hemî digirt. Piştre birûzkan vedida, agir pêdiketin, rivînên agirî ber bi jor de bilind dibûn, mirin dibarîya. Çirûsk vedimirîn û pêtî diketin xwarê, hemû dibû arî. Tu ko li çolê welidîye, ka vê xewna min şirove bike.”

Enkîdu xewna destbirakê xwe şirove kir, got:”Dostê min, xewna te çê ye, bi xêr e. Ew asîmanê ko te dîtî… Humbaba bi xwe ye… Humbaba weko xwedayekî… ê vêkeve… Em dê li ser wî deynin… Li ser Humbaba… bi nefret… Em dê Humbaba bikujin, li ser wî rawestin… Û sibehî em dê gotinên Şamaş î çê bibihîzin.”

Piştî ko bîst fersax rê birîn nan xwarin, bi dû ko sîh fersax rê çûn rawestîyan, ji bo vêsînê istîrahetgehek ji xwe re amade kirin. Pêncî fersax rê bi roj meşîyan. Reya meh û nivekê di sê rojan de qedandin. Li beramber Şamaş çalek kolan, cewdikên xwe tijî av kirin.

Gilgamêş çû ser serê çiyayekî, wekû setqeyekê ji çiyê re, li derdorê ard reşand. ” O çiyayo xewnekê bide min, bila xewneke kêrhatî be, gotinên Şamaş î bedew bin!”

Enkîdu jê re holikeke xewnan ava kir, derdora wê li hember bayî rapêça, taldeyek jê re çêkir û hişt ko Gilgamêş li navê rûnê û ew bi xwe li ber çavîka wê ma. Gilgamêş serê xwe danî ser kabokên xwe, pêlên xewneke ko xwe ji nişka ve bi ser mirovan de digre, xwe bi ser wî de jî girt, xilmaş bû. Nivê şevê xewna wî hate birîn. Rabû ser xwe, ji destbirakê xwe pirsî:”Dostê min, ma te gazî min kir? Ji bo çi ez hişyar bûm? Ma te ez ne livandim? Ji ber çi ez wusan şaşomaşo me? Ma xwedayek di vir re derbas nebû? Ji bo çi laşê min awha sist bûye?

Dostê min, min îşev xewnek dît, xewna min tevlîhev û hinekî jî behît bû. Min gamêşekî çolê zeft kiribû, dema ko wî bi orîniya xwe dunya diqelaşt, ji ewrekî tozê asîman tarî dibû. Wexta em bi poşa çûn hev, xwe azd dikir… zimanê xwe derdixist… Cewdikê xwe dirêjî min kir, hişt ko ez avê jê vexwum.” »Dostê min, xwedayê ko em şerê wî dikin ne tu gakovîyek e, tiştekî din e. Gamêşê ko te dîtiye nobedar Şamaş e, ko di dema astengîyê de destê me digre, alikarîyê bi me re dike. Ewê ko ji cewdikê xwe av da te, xwedayê te bi xwe ye, rûmetê nîşan dide. Bila em bawermendê Lugalbanda bin, em dê bi hevedin re serfirazîyên mezin pêk bînin!»

Li beramber Şamaş hêsir barandin:”Li Uruk te gotibû… rabin guhdarî bikin… Gilgamêş, dûndeyê goma Uruk, Şamaş gotinên wî bihîstin û di heman gavê de dengek ji asîman hate bihîztin »Bilezîne! Rê li ber bigre, nehêle ew xwe bigihîne nav daristên. Daristana wî ya gurr î xewle… da negihêje ko heft ebeyên xwe li xwe ke. Nuha tenê ebeyek lê ye, şeşê din ji xwe kirine.»”

Ew girtin.

Wan… mîna boxeyên hêç bi poşan çûn hev.

Carekê ew diqîre, barebarek bisehm jê tê, nobedarê daristên nav di xwe dide û diqîre…

Humbaba, wekî xwedayekî…

Gilgamêş ji Enkîdu re got:”Humbaba… Em dê yeko yeko nikanibin pê… ê biyanî… ev erda şahîtok… dudo… du sisê dibin şeş bi hevre.

Mîna werîsekî badayî

Du cewrên şêrê biqudret.

Gilmaş dîsan ji Enkîdu re got: Dostê min, law ne ji paxirê ne…

Enkîdu li Gilgamêş vegerand: Ew ê ko em dê şerê wî bikin… ew Humbaba yê ko em dê raserî hev bibin…

Nuha wexta ko em hatine nav daristên û ez çavên xwe vedikim, milên min sist bûne.

Gilgamêş li Enkîdu vegerand: dosto, tu çima mîna bizdonekekî gazincan dikî? Ma me hemî çiyan ne li gel hev derbas kirin?… berya me, berya ko em darên urizan qut bibirin.

Dostê min, tu di şerî de xwedî tecrube ye û ji şer natirse.

Te laşê xwe baş bi melhema giyayî firikandiye ko dîmenê diguherîne, destbirako bilasebeb ji mirinê netirse.

Bihêle bila dengê te wekî defa şerî halan bide, qidûm bi xwe ve bîn bila çog û milên te bişidin!

Destê min bigre destbirako, bihêle em ekhev bimeşin. Şerî li beramberî me bifikire.

Mirinê ji bîr bike, li jiyanê bigere, tu bi qewet e û berpirsyarîya xwe dizanî!

Ewê ko li pêşî diçe xwe diparêze û dostê xwe xelas dike, û ekhev rûmet û şerefeke abadin digrin!”

Û tevde gihiştin rexê daristên, bêdeng rawestîyan.

Tablo – V –

Li ber qiraxa daristanê rawestîyan. Hinekî behîtmayî li qurmê darên Urizan î bilind, temaşe kirin. Dergehê daristên dîtin. Şûna lingên Humbaba şiverêyek çêkiribû, rê rast û şop eşkere bûn. Çavê wan bi çiyayê Urizan ket, şûngeha Xwedayan, perestgeha Irnîna.

Di lutkeyên çiyê de, darên Urizan bi rêzên gurr bilind dibûn. Sîya wan î xweş, kêfxweşî dida canê mirovî.

Devî bi ser hevedin de diketin, daristan gurr bû… darên Urizan… bîhnên cuda ji gîhayên cure bi cure difûrîya… ( gellek ji rêzikên vê tabloyê winda ne, loma perçekirî, bi şêweyekî fragmentî hatiye deşîfre kirin)

Du fersax… kulîlk, ji sê paran dudo…
Û ji nişka ve şûr ji kalanan derketin…
Bû şingîniya biviran, li binguhê hev ketin
Xencer û şûr…
Ger ko Enlîl naletî jî lê bîne.

Enkîdu dest bi axaftinê kir, ji Gilgamêş re got: ”Humbaba î… her yek bi serê xwe, em pê nikarin… Biyanî… Ew erda şahîtok nikane… Du sisê bi hev re dibin şeş. Werîsekî sêqolî î badayî… du ferxên şêrên bi hikmet…”

Humbaba axivî, ji Gilgamêş re got:”Gilgamêş, yê bêhiş şîretan li yê dîn dike! Ji bo çi tu hatiyî vir? Were Enkîdu, lawê masîyê ko hêj bavê xwe nas nake, Kûsîyê ko şîrê deya xwe nemêtiye! Wexta ko tu hêj piçûk bû min tu dîtibû, lê ez nêzî te nebûm… ma qey tu ê min têr bikî? Lê nuha tu Gilgamêş tîne vir, tu li wir fena dujminekî, biyanî û zalim, rawesta ye. Gilgamêş, ez dê zengelork û qirika te biqelêşim! Ez dê bihêlim teyrên çolê, baz û qertel goştê laşê te bixun!”

Gilgamêş axivî, ji Enkîdu re got: “Destbirako, Humbaba veguherî ye… ji nişka ve ez dicirifim!”

Enkîdu ew bersivand, ji Gilgamêş re got:”Destbirako, çima tu mîna bizdonekekî gazincan dikî? Ji bo çi tu fena newêrekekî daxêvî? Nuha, hevalo, wexta rastîyê, wexta wêrekîyê ye.

Wexta ko hesinger hesinê sorkirî dirijîne ma ew pêt dikane raweste? Ma ew pêt dikane hênik bibe? Ê ko çemê lehîyê radike, wî tajang dike.

Jê venegere, bi paş de gavan navêje.
Bi hêz derba xwe bavêjîyê.”

Bi panîyên xwe erd vedidan
Bi hinga xwe çiyayên Lubnanê herifandin.

Ewrên ron, tarî bûn,
Mirin bi ser wan de barîya, mîna mijekê xwe bi ser wan de girt.
Şamaş, firtoneyên mezin bi ser Humbaba de şandin

Bayê rojhilat, ê xerbî û ê bakur, ê başûr, bahoz û bayên Imhullu û Asakka, bahoz, bager û bablîsok, hişt ko her sêzdeh ba li Humbaba rabin. Nema ber xwe didît, ne pêş de û ne jî paş de dikanîbû birevîya. Şamaş hişt ko çekên Gilgamêş bigihijinê û Humbaba li ber Gilgamêş gerîya xwe avêt bextê wî!

Ji Gilgamêş re got: ”Tu hêj ciwan î Gilgamêş, hêj tama şîrî ji devê te tê, tu lawê mangeya kovî Nînsun e. Begê çiyê, Şamaş tu rêkirîye vir. Tu dûndeyê Uruk key Gilgamêş e.

Gilgamêş zilamekî mirî nikane…
Bihêle ez ji te re notirvanîya daristanê Urizan bikim!
Te çendî dar bivên ez dê bidime te,
Ez dê ji te re û ji şerefa qesra te re notirvanîya daristên bikim!”

Enkîdu axivî ji Gilgamêş re got: ”Dostê min, li tika û libergerînên Humbaba guhdarî neke, pişta xwe nediyê, berê xwe ji wî venegerîne!”

Humbaba bihîst […]

”Tu daristana min nas dikî, bi hemî şiverê û nepenîyên wê dizanî û di xweşbêjîyê de jî zîrek î!

Min divabû hêj li qiraxa daristana xwe tu bikuşta û teyrikên çolê, baz û qertel bi goştê te têr bikirana!

Nuha, Enkîdu, jiyana min di dest te de ye.
Ji Gilgamêş re bibêje bila min efû bike!”

Enkîdu dest pê kir axivî; gazî Gilgamêş kir:

”Humbaba notirvanê daristên e!
Wî bikuje, ruhê wî bistîne, zû wî bikuje, berya ko Enlîlê mezin bibihîze!
Ew Xwedayên mezin ê li me bêne xezebê,
Enlîl li Nîppur, Şamaş li Sîppar
Navûdengekî abadin bi dû xwe xe:
Gilgamêş ew bû, ê ko bi xwe Humbaba kuşt!”

Humbaba ev gotin bihîstin û nifir li wan kirin.

”Tu yek ji we ê dûdirêj nejî!
Enkîdu ê li cem destbirakê xwe Gilgamêş neyê veşartin.”

Enkîdu li Gilgamêş dîsan qêrîya:”Destbirako ez ji te re dibêjim, lê tu guhdarîya min nakî.
Nifiran…”

Vê carê Gilgamêş gotinên destbirakê xwe bihîstibûn.
Bivirê xwe ê giran bilind kir,
Bi şûrê xwe derb lê da, qirika wî jê kir.
[…] cerg û dilkên wî tev derxistin
… serê wî gindirand
… diranên wî tev li erdê reşîyan

Wî Humbaba ê notirvan kuştibû, ew li erdê dirêj kiribû. Ew cinawirê ko ji ber dengê wî çiyayên Lubnanê dihejîyan… kuştibû.

Bi dû ko cinawir kuşt, çekên xwe hilgirtin,
Şûrê xe î heyşt biltusî giran
Kete nav daristan, perde ji ser mala Anunakîs hilanî.
Gilgamêş bi bivirê xwe dar qut kirin.
Enkîdu darên ko newqên wan dirêjtirîn bûn hildibijartin.

Enkîdu dest pê kir axivî, ji Gilgamêş re got:

”Dostê min, me dareke Urizan qut kiriye ko bejna wê digihêje ber perê ezmên.

Ez dê derîyekî jê çêkim ko şeş nînda bilind û du nînda fereh û yek kuşî jî qalind be (nînda, kuşî pîvanên Akadî an Sumerî ne), zîlan û çarçovê jî, ji heman darê çêkim.

Bila çemê Feradê wî bigihîne Nîppur, perestgeha Enlîl.”

Wan kelekek ji xwe re çê kir, darên Urizan lê kirin, Enkîdu lê siwar bû

Gilgamêş serê Humbaba girt …

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev