PIRTÛKA XELATWERGIRA NOBÊLÊ NADÎYA MÛRAD BI RÛSÎ WEŞÎYA

PIRTÛKA XELATWERGIRA NOBÊLÊ NADÎYA MÛRAD BI RÛSÎ WEŞÎYA

Pirtûka xelatwergira Nobêlê Nadîya Mûrad ya bi navê «Keça dawî» çendekî pêş da li Moskvayê bi rûsî weşîya. Ew pirtûk li ber destê min e…

Di pirtûkê da rûpêlekî dîroka êzîdîyanî herî reş ya xezeba destpêka tebaxa sala 2014-an tê ber çavan, bi taybetî xeza binecîyên gundê Koço.

Xudana pirtûkê li ser serpêhatîya malbeta xwe û têkoşîna xwe ya dijî «Dewleta îslamî» radiweste. Pirtûk bi bûyerên xwe va gelekî girane, mirovê lapî teyax jî nikare bi hêsanî vê pirtûkê bixwîne û bê hêsir nikare rûpêlên wê yeko-yeko veke û welgerîne…

Nadîyayê ji bo çi navê pirtûka xwe danîye «Keça dawî»? Ji ber ku ew dixweze di cîhanê da bimîne wek keça here dawî, ya ku zulm û zordestî, rebenî û bênamûsîya usa dîtîye…

Nadîya li gundê Koço, li gundê xweyî aramî yê êzîdîyên devera Şengalê dijîya. Ew di dersxana dawî ya dibistana navîn da hîn dibû û dixwest bibûya dersdar, lê wê roja xeza êzîdîyan ya destpêka tebaxa sala malwêran felekê ne ku tenê çerxa yazîya wê çep zivirand, lê usan jî ya bi hezaran kal, pîr, jin, zar, xort û qîzên êzîdîyan. Gemarên ji hemû goşên cîhanê bi pêşîkêşîya celatên gundên erabên der-dorên Şengalê avîtine li ser gundê Koço û seranser devara Şengalê, bi hezaran evdên bê sûc û guneh kuştin, bênamûs û perîşan kirin. Gundê Koço bi çûk û mezinan va hate xezakirinê. Dê û bavê Nadîyayê û şeş birayên wê jî hatine qetilkirinê… Lê Nadîya tevî bi hezaran qîz û bûkên êzîdîyên Şengalê bû reben, pepûk, hêsîr û pêkenîya teres û bênamûsan…

Piştî rizgarîya ji hêsîrîya celatên xwînmij, Nadîya terkeserî cîhanê bû û kul û derdên xwe û bi hezaran yên mîna xwe li her deran eşkere gilî kir, da ku vê dewra 21-ê radîkalîzma musulmanîyê çi anîye û tîne serê netewên xweyê bîr û bawerîyên olîye din…

Nadîya bû mafparêza Yekîtîya Neteweyan, bayloza aramîyê, lê mehekê berê ewê Xelata Nobêl ya aşîtîyê wergirt…

Ez bejna xwe ta dikim li ber mêranî û têkoşîna Nadîya Mûrad, li ber xîret û namûsa wê, lê ber dil û teyaxê wê!..

Ger xuşka Nadîya Mûrad destûrê bide min, ezê vê pirtûka wê wergerînime kurdî, bila gelê meyî belengaz, dilsax, egît û gernas (çi êzîdî be û çi musulman) vê destana xezeb û bûyerên giran bi zimanê dê bixwînin, ji ber ku îdî ev pirtûk û mafê weşana wê bi fermî dane bêtirî 20 dewletan…

PRÎSKÊ MIHOYÎ,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),
serokê beşa çapxanan û weşana pirtûkan ya Ajansa Komara Ûdmûrtyayêye dewletê ya çapê û weşanan.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev