ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -2

ZAYENDPERESTÎ DI MESELOK, METELOK Û GOTINÊN PÊŞIYAN DE -2

Lêkolîner Şemoyê Memê ev gotara xwe a kêrhatî û kardar ji malpera me ra şandîye. Em sipasîya wî dikin û ji ber ku nivîsa wî dirêj e, em wêya dikin 4 perçeyan û 4 rojan dû hev wê çap dikin. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin!

 

Şemoyê Memê

 

2.1. Mal, Malbat û Erka Jin û Mêran 

Malbat di nav civaka kurdan de ji mêj ve wekî saziyeke bingehîn û binirx hatiye pejirandin. Em dikarin bibêjin ku mal û malbat jî li ser keda jinê hatiye avakirin.Herwisa jîyan jî bi jinê ve hatiye şayesandin wekî hatiye gotinê “ Jin kanîya jîyînê ye.” Mala bê jin xirabe ye. Di nav malbatê de rola jinê gelekî giring û taybet e. Jin wekî stûna malê û neynika malê hatine zanîn pê re tê çaverekirin ku keça dê jî ku ew ê jî paşerojê de bibe jin û kebanî divê rola xwe ya nav malê bielime û li gor vê yekê tev bigere. Gelek gotin li ser malbatê û peywira mêr û jinan hatine gotin. Jin wekî, kabanî, bermalî, dîwarê malê, malkêr, dûyê malê, gol, bend, kanî, birk ; li berevajî vê yekê, mêr wekî malxwe malê, dîwarê derva, surk, (çend gotinan de jî kanî), ebûra malê, hebûna malê hatine hesibîn. Jin wekî tê çaverêkirin, şuxulên malê (kebanî), xweykirin û mezinkirina zarokan re girêdayî ye, wekî gotinek jî dibêje, ”jin ew e, zarê xwe xweyke.” Lê berevajî vê yekê jin wekî malxûr jî hatine nîşandan ku ev jina xirab e. Tê gotin ku “Cîê mêr xirab kin, mêr dikarin çêkin, cîê jin xirab kin, kes nikare çêke.” Çawa jin bi şuxulên malê re hatiye girêdan, tiştekî şermê hatiye dîtin wekî mêr şuxulên malê ango yên jinê bikin û mêrên wisa bûne mijara tinaz û henekan ku “serjinik in.”

 

Ger zarokên wê tunebin tê gotin ku gunê jinê li malê nayê. Mêr jî divê avakirin û hewcedarîyên malê peyda bike û malê biparêze, şuxulên derva bike. Wekî hatiye gotin, “Mal û mêr, tewr û bêr.” Civak di gotinên xwe de jin serbilind jî kirîye, car caran jî erdê xistîye. Lê berevajî vê yekê mêr zêde gotinan de hatine serbilind kirin û jin jî bin siya wî de hatiye cî bi cî kirin, wekî hatiye gotin “Jin bi serê merê xwe merî ye.”

 

* Jin stûna malê ye.

* Mal jin e, binyar xanî

* Bira malê de jin hebe, bira pîs be.

* Gula sûretê mêr, jin e.

* Avaya mala ser kevaniya mala.

* Mala bê jin wek aşê bê av.

* Mala bê jin bêdû ye.

*Mala bê jin xerabe ye.

* Malê de tune arvanok, navê jinê jinanok

* Jin dîwarê mal da ne, mêr dîwarê derva ne.

* Malkir jin e

* Jin gol e, mêr çem e.

* Jin gol e, te pêşî girt wê tijî be; te pêşî negirt wê here.

* Jin birk e, mêr surk e.

* Mêr avê dikişe, jin gol e, gere pêşya avê bigirê.

* Mêr kanî nin, jin bend in.

* Mêr bixevite, nexevite, wexta jin destê xwe nede ber, wê pûç be.

* Mêr delav e, jin çirav e.

*Zilam serkar e, jin bindar e,

* Mala mêr lê, kayna zêr lê.

* Jin malê çêdike, jin malê xirab dike.

* Jin çiqas nerind be, wexta malê çêdike baş e.

 

Beranberî van teswîrên jina yên baş, çend teswîrên xirab jî hatine kirin ku jinê wekî malxur dide nîşandan û di malekê de zêdebûna jina wekî elemetekî xirab nîşan dide.

 

* Neçe wî cihî, cihê jin malxwê malê bit.

* Mala pir jin, xirab bû ji bin.

Mala têr jin xwedê xirab ke ji bin.

* Jin heye malkêr e,

Jin heye kuloçxure

Jin heye malxur e.

* Jinê pir bin, xirabî ji bin.

* Dera jina xirav kirye hê ne avaye.

* Dera jina xirav nekirî, herdem ava ye

 

2.2. Xeyset, Kesayetî û Wekhevî/Newekheviya Jin û Mêran 

Jin bi rengdêrên çê, baş; mêr jî yên ciwan û xas hatine teswîr kirin wekî, jina çê, çapik, qoçax; mêr jî mêrxas, camêr. Ev navlêkirin bendewarîya civakê baş ifade dike ku jin çê be, jêhatî be û di nav malê de qoçax be lê mêr yên xas bin. Dîsa cûdatiyek hatiye danîn û jin bi gelek taybetiyên neçê ve hatine destnîşan kirin, wekî bêaqil, bêhiş, nezan, bêîtbar hatine destnîşan kirin. Li gor van gotinan aqilê jina nabire, jin bixwe jî nehêja ne. Heft jin ne beranberê mêrekî ne. Gotina jinê jî wekî “dawîya dinê” hatiye hesibîn.

 

* Aqilê jina aqilê mirîşka,

* Aqilê jina yêd koşê da,

* Heft aqilê jina kirine serê mirîşkekê û ew mirîşk dere, sergû tev dide,

* Porê jina dirêj e, aqilê jina kêm e;

* Parxaneke jina kêm e, îtbar boy jin tune.

* Îtbara xwe ne ji padşê dewrê, ne ji malê dinê bîne, ne jî îtbara xwe jina bê îtbar bîne.

* Jin heye parsûya xwar e, pira rizî ye bê îtbare.

* Gere parsûyê mêra nexarbe, parsûyê xar ya jina ye.

* Tu caran emel nabe bi jina ne,

Dilê wana mîna tayê kerenga ne

Ba kî derê bixweze, wê da dibe bi roja ne.

* Ne rastiya xwe jinê re bêje, ne îtbara xwe xelqê xerîb bîne.

* Bi benî jina xwe ber mede çelê.

* Nebînim kulfeta bilez, nebînim mêrê bê ez.

 

Dîsa li beranberî mêr kesayetîyeke kêm hatiye nîşan dan wekî parsûşkestî. Şîret ji mêran hatiye kirin ku, gotina jinê nekin, bawerîya xwe pê neynin û pişta xwe pê girênedin, nekevin dû jinê. Hemû gilî û gotinên xwe pê eyan nekin. Çimkî, jin nikarin gilîyan dilê xwe de bihewînin, gilîgerok in, ango wekî hatiye gotin, perda devê jina desmala ber bê”, “gilî hate dinê, jin bela dike.” Dîsa tê şîretkirin ku divê pirsyara jinka xwe bikin, bes guh nedin. Yên ku guh nedin van şîretan wekî xwelîser, exmax û efsene hatine navlê kirin.

 

* Mêrê gura jinê, mişkê terezinê, herdu jî mane xinê.

* Herçî xebera jinê, tebaê mirinê.

* Meriyê bi şorê jinê, li xebera mirinê.

* Mêrê li hukmê jinê, çû cara rû spî nabit li dinê.

* Di hevrazî de strana nebêje, di ber ba titûn nekişîne, mala te jî bila neçe nik mala bavê jinê.

 

Jin wekî kesên fêldar, dexes, xayîn, durû, serhişk, demdemî, aqilsivik, kudkudo, şeytan û …hwd. hatine teswîr kirin. Di gelek gotinên pêşîyan de behsa pakbûn û xirabbûna jinê tê kirinê, zimanşîrîn lê kesên dilxirab hatine nîşandan, mêr nikare xeysetê wan eyan be, pirzane ne û gelek xeysetên xirab jî hatine bikaranîn, û şibandine çend ajalên xeysetxirab. Wekî “Jin qismî hene sê cure ne:Yek cisnê meryan e, yek jî cisnê tûlê belek e, yek jî, cisnê keran e. Xeysetên bizina û gura jî jina hatiye bar kirin.

 

* Fêlê jinê ga nakişîne.

* Fêlê jinê serê çiyaê Cûdê xar kirin.

* Jin dikare mêra mîna desmala, ser destê xwe bigerîne.

* Dijminê mêra yek ziman e, yek jî jin e.

* Dijminê mêra içke û jin e.

* Av qeya diqelêşe, jin mêra unda dike.

* Berîya jina û bizina, neçe ber derê dijmina.

* Xwedê xirav bike bêrîya bizina, civata jina.

* Qûna ku got; Ez ê birîm, wê birî, jina ku got; Ez ê herim wê here, ra lê nabe.

* Ya jin bike, melek esmana nikarin bikin.

* Jin dikare jina rê dagerîne, mêr nikare jina rê dagerîne.

* Wekî jinê dardakî, serê wî berda çermekî, nikarî xeysetê wê undakî.

* Wekî tu karî bera vala kî, nikarî xeysetê jina ela kî.

* Ber naêne valakirinê, xeysetê jina jî naê guhastinê.

* Binê bera tê dîtinê, xeysetê jina naê dîtinê.

* Şerê jina, cina

 

Helbet divê ev wêneyekî taybetî ya zayendperestî û zayenda cîvakî ku bi tevahî destê mêran hatiye şikilandin, dide pêş me ku civakê xastiye jin çawa bêne nas kirin û wan bi çi şêweyî nifşên nû bide naskirin. Me jorê jî destnîşan kir pêywendîya zimên û çandê, helbet di vir de jî bandora çandekê hember jinê hişk derdikeve pêş me. Ol çawa pareke çandê ye, li gor hêza xwe li ser zimanê civakê bandoreke giran hiştîye. Helbet ev çîrokên baweriyên olî û baweriyên batil herî zêde di nav mesele, metelok û gotinên peşiyan de bi bi asanî cih girtine. Çawa jin bêîtbar, parsûşkestî, mar û şeytan hatine bi nav kirin li vir de çîroka Adem û Hewa tê bîra meriv. Yê ku berê ewil hatiye afirîn Adem e û Hewwa parsûya wî hatiye çêkirin lema parsûşkestiye. Dîsa yê nefstenik, jine ku baweriya xwe îblîsê bi şiklê mar de anîye û sêva qedexekirî xwariye û bûye sebeb ku mêrê wê jî bixwe û rê derkeve lema divê mêr dû jinê neçe. Xwedê çawa jin ji parsûya mêr ya şkestî afirand lema jî jin kêm e, ango jin û mêr newekhev in û jin bê mêr kêrî tiştekî nayê û jin bi serê mêrê xwe meriv e. Wekî;

 

* Xwedê jina mêra yek in, jin û mêr ne yek in.

* Jin dara şkesti ye.

* Kulfet heye parsûa xwar e.

* Kulfet (pîrek) dara şkestî ye.

 

Ber eksê jinê di nav van gotinan de xeysetê neçê yên mêran pir kêm in. Çend gotinan de behsa derdê mêrê xirab tê kirinê ku jin tê berdanê lê mêr berdan nepêkan e lema heta hetayê derdekî bê derman e. Lê li gor çend gotinên pêşîyan jî sedema xirabbûna mêr jî jin e. Mêr her tim jinê balatir û bi hêztir, biaqiltir hatine terîf kirin. Wekî nimûne;

 

* Jina xirab berde,

Mêrê xirab derde.

* Mêrê pîs ne tê kuştin ne tê berdan.

* Mêr ku hene fend û fêla zêde ne.

* Mêr hindikin, mêrkok zef in.

* Mêr alçax dike jinê, mêr bilind dike jinê

* Wekî jin çi jin bin, serstûnê mêra wê zêr bin.

* Mêr, bira nebe ê dem dema, bira bibe ê her dema

* Mêr heye mêr e, mêr heye kerê nêr e.

* Mêr heye, mêrkok jî heye; jin heye, jinkok jî heye.

* Mêr hene ku wekî pîrekan navin.

* Mêr hesavê xwe, jin hesavê xwe.

* Mêr jî hene, mêrkok jî hene

* Mala mêra kayna zêra.

* Hêrsa mêra zirîna kera yek in.

* Hêrsa mêra kefa sabûnê ye.

 

Çend gotinên peşiyan de jî jin wekî hêzekê li mera xurttir, serwexttir û hêjatir hatine hesibandinê. Jin kanîya jiyînê ye. Jin wekî kela, mêr jî girtîyê tê de ye. Şuxul ji destê jina tê kirinê û pirsgirek bi navçitîya wan tê çareserkirinê. Jin mêra ser destê xwe wekî desmala dikarin bihecînin û du jin dikin bazirganek û dikarın sed mêran bikin karwanek û bajon. Eger jinê dil kir tiştekî bike, wê bike, mêr bibe Rostemê Zal jî pê nikare, ango, gotin, gotina jinê ye.

 

* Kevirê jina wî danî, ew nikare hilde.

* Jinê dil kir mêrê xwe sil kir,

* Jinê dil kir dîwar qul kir.

* Jin ku hez bike, kare kêvir qulke.

* Jin ku heye kêra birabire

* Jinê ku kire karê xwe, mêr pê nikare.

*Jin diçin xwîn betal dibin.

* Deh mêr têne kuştinê, jin laçika xwe davêjine orta şera, şer disekine.

* Tu kes mêr naşkîne ne jin be.

* Wexta jinê xwe bênamûsî girt, mêr bibe şûrê du dev pê nikare

* Jin dikare mêrê xwe rake û dake.

* Ew jin heye deh mêra hêjaye.

* Jin heye mêranî ye.

* Jin heye, heft mêrê bêxîret çêtir e.

* Jina çê ji heft mêrê xirab çêtir e.

* Jineke çê hêjayî deh mêrane.

* Mêrê xwelîser, jine aslan e.

* Wekî jin xwe netirse, dikare dinê alt ke.

* Jin heye, qe jina jî nehêja ye, jin jî heye mêra hêjaye.

* Jin, çi jin, çi mêr.

* Şêr şêr e, çi jin, çi mêr

* Hildike jin e, dadike jin e.

* Şuxul jina de çêdibe.

 

Jin kesên diltenik û giro hatine nîşandan, wekî, “Rondik çekê jinane.” Jin kesên li gor aqil na, li gor dilê xwe tevdigerin, wekî, “Hêsabûna jina tune, hêsîrê aqilê xwe ne”. Mêr tê şîretkirin ku kêmasî û sistî li ber jinê eşkere neke “ Devê te tijî xûn dibe, pêşiya jina xwe nerêje.” Jin wekî kesên zimandirêj û derevîn hatine nîşandan û hatiye gotin ku “Baê gurgurîn, jina virvirîn ji wan tiştek nabe.”

Wêne: Rebwar K Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev